JÎYANA BABA TAHIRÊ ÛRYAN/HEMEDANÎ (935-1019)
Baba Tahir li bajarê Hemedanê hatiye dinyayê. Hemedan bajarekî kevnar a sofî û medreseyan e. Baba Tahir Uryan di jîyana xwe de mirovekî navdar û pêşeng bûye û jîyaneke qelenderîyê jîyana xwe domandiye.
“Feqî Huseyn Sagniç di pirtûka xwe ya Dîroka Wêjeya Kurdî de dibêje:“Baba Tahirê Uryan di dema hukumdariya Deylemiyan de jiyaye. Bi tenê dudu-sisê sal ji temenê wî ketiye dema hukumdariya Kakoyan. Li gorî min, ji van dîtinan a rast ew e ku di sala 938‟ê zayinî de li Hemedanê ji dayik bûye û di sala 1010‟î de koçdawî kiriye.” (Yavuzer, 16)
“Çavkaniya herî kevn û tenê ya nivîskî berhema Ravendî (m. 603/1207) ya bi navê Râhetü's- Sudûr ve Ayetü'ssurûr e. Lewra, Dema ku behsa jiyana Siltanê Selçûqiyan Tuxrul Beg dike, behsa hatina Hemedanê dike. Dibêje ku wî bi Baba Cafer û Şêx Hemşe re hev dîtine û piştre jî diyaloga navdar a bi Baba Tahir re vedibêje.
Ji ber ku tenê çavkaniyeke dîrokî yên derbarê wî de ye û hema hema di her çavkaniyê de behsa vê tê kirin, mirov dikare vê diyalogê ragihîne. Rîwayeta Ravendî ya li ser vê mijarê wiha ye:
“Dema Tuxrul Beg hat Hemedanê Li Hemedanê 3 mirovên qenc (Ewliya) hebûn. Ew jî Baba Tahir, Baba Cefer û Baba Himşaz bûn. Qubek (Mizgefa Quba) heye bi navê Xizir tê naskirin. Ev hersê kes li wir rawestiya bûn, bi hev re çûn û hev maç kirin. Baba Tahir arifek aloz (Şîfte) bû. Ji Sultan re wiha got; Ey Tirk, tû ligel xelkê xwe çi dixwazî? Sultan wiha bersiv da; Ew tişta tû dibêjî.. Baba Tahir jî got, wê tiştê bike ya Xwedayê Mezin dixwaze û piştre ev ayet jêre xwend. Înellahe Yamûrû Bil ‘Edlî Wel Îshan-Xwedê biryarê li ser tiştên rast û dirûst dide” (Çelenk, 7)
“Li gor van dîtinên Mîrza Mehdî Xan Kewkeb, Baba Tahir li sala 326ê jidayîk bûye. Dibe ku hevdîtina ligel Sultan Tuxrul jî nêzî sala 121'an be. Ev jî dîtinek dûrî rastiyê ye. Lewra em nikarin bêjin Baba Tahir li sala 326'an hatiye cîhanê. Ji ber vê yekê em çavkaniya Rahe El-Sedir a çavkaniyek dîrokî, cihê baweriyê, belgeyeke kevin û binirx e, rast dibînîn. Nekû gotin û gotinên cihê gumanê yên keseke weke Mîrza Mehdî Xan Kewkeb ku zêdetir li ser bingehê jimare saziyê werbigirin û ev jî ligel rihê (giyanê) Baba Tahir hevnagire.” (Hussein, 6)
Di navbera du beytên (du malikên) Baba Tahir de, du beytên ku gelek nivîskar û lêkolînvanan dîtina xwe li ser anîne ziman hene û dibêjin, eger ev herdu beyta helbestê li hêjmara ebceydî (ABC) bên zêdekirin, derdikeve ku Baba Tahir Uryan li sala 326'an a koçî ji dayîk bûye.
Herdu beyt wiha ne;
Mu an behrem keder zerfî amadeste...
Çu an nuqtê ke der herf amadestem
Be her elfî Elif qedî beraye...
Elfî qedem keder elfî amadestem
Nivîskarê navdar ê Îranî Ezkiyayî di derbarê van herdu malikan (beyt) de wiha dibêje, kesayetiyên weke Mîrza Mehdî Xan Kewkeb dîtinên balkêş li ser van herdu malikan hene. Tîpên Elif Qed, li beramberî 215 danîne. Lê eger Elif Qed' a 215 ligel 'Elif' 111 bê lihev dan,
wê demê dike 326. Ev jî dike sala jidayîkbûna Baba Tahir Uryan. Lê dibe heta salên 401 a koçî jiyan kirîbe (Hussein, 5-6)
Gelek nêrînên zêde hene û di derbarê jidayîkbûna Baba Tahir de çavkaniyên berbiçav di destê me de nînin. Ji ber vê jî em nikarin agahîyan yeqîn qebul bikin.
Nasnavên wî: “Uryan, Hemedanî, Lorî”
“Nasnavên wî "Baba, 'Uryan, Hemedanî û Lorî" ne. "Uryan" peyveke 'Erebî ye ku tê me'neya "tazî."Ji ber ku Baba Tahir pir caran bi cilên qetiyayî geriyaye, jê re 'Uryan hatiye gotin. Digel vêna tê gotin ku dibe ji ber dest ji dunyayê kişandiye, xwe bi tu hebûnên dunyayê bi cil nekiriye jê re Uryan yanî tazî hatibe gotin.
Li aliyekî din, li gor tê gotin dema li medreseya Hemedanê bûye, ji bona bigihîje merteya ewliyayan di şeveke serma de ketiye nav ava cemidî û heta sibehê tê de maye. Dema derketiye sibehê gotiye: "Bi şev Kurd raketim, bi roj 'Ereb rabûm." Yanî gihaye mertebeya ewliyayan û nasnava 'Uryan ya 'Erebî lê hatiye danîn.
Li hinek deverên Kurdistanê di nav Kurdan de ji bona kesayetên rû'hanî "bavo" tê gotin. Ji ber ku Baba Tahir merivekî Xwedaî bû, jê re wek "baba" hatiye gotin. Her wek tê zanîn li Bazîdê jî ji bona Şêx E'hmedê Xanî yê bi nav û deng, "Xanî Baba" tê gotin.”(Zivingî, 15)
Ji xeynî van “Lorî” jî nasnavekê wî ye. Ji ber ku ji kurdên lor bû û helbestên xwe bi zaravayê lorî nivîsandibû wek Baba Tahirê Lorî hatiye binav kirin.
Gava em bixwazin nêzîkbûna lorî û kurdî bibînin hin helbestên wî muqayese bikin:
Lori
Me ger şîr û piling i, ey dil,
ey dil be mu dayim be ceng i. ey dil,
ey dil eger destem resed xünet biricem
Biwinem ta çi reng i, ey dil, ey dil
Kurmancî
Me ger şêr û piling , ey dil, ey dil
D'gel min her dem li ceng i, ey dil, eydil
Eger dest im giha xûna te d'rêjim
Bibînim ka çi rengî, ey dil, ey dil
Lori
Dilem zar û hezîn e, çun nê nalem?
Wicûdem ateşîn e, çun nê nalem?
Be mû waçen kî çun û çend nali?
Çu mergem der kemîn e, çun nê nalem?
Kurmancî
Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim?
Hebûn im agirin çawan ne nalim?
Dibêjne min çawan û çend dinali?
Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?
Lori
Dili şad ez dili zares xeber ni
Selametrů zi bîmareş xeber ni
Ne teqsiri te în resmi qedim e
Ki azad ez giriftares xeber ni
Kurmancî
Dilê şad ageh ji dilê jar nîne
Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne
Ne b’nase te ev wêneyeke kevn e
Ku azad ji dilî agehdar nîne
Berhemên Baba Tahir Uryan
Berhemên ku Baba Tahir li dû xwe hiştine, bi dabeşkirina wan li ser du koman, nezm û nesîr, mirov dikare binav bike. Yên helbest ji xezel û dubeytî pêk hatine û berhema wî ya bi navê el-Kelimâtu'l-Kisâr ku li ser têgehên tesavufî bi erebî bi şeklê nesrê nivîsiye. (Sönmez, 122)
Dubeytî
Dunya xan bî û merdum mihman bî
Îmroz lale bî û ferda xezan bî
Sîyeh çalî kunen nameş nehend gûr
Be mû wacen ke înet xan û man bî
Xezel
Mû an sûtedilê bêpa, ser estem
Ke dil stûre zi eşqê dilber estem
Menem Tahir ke der xuma be tûşî
Muhammed ra kimîne çaker estem
El-Kelimâtu’l -Kısâr
El-Kelimâtu'l-Kısâr ji aliyê Baba Tahir ve bi Erebî hatiye nivîsandin. Li ser mijarên bingehîn ên tesewufê sekiniye. Xebat ji aliyê şeklê ve ji hevokên kurt û kin pêk tê.
lê ji aliyê naverokê ve wateyên kûr û felsefîk dihewîne.
JÎYANA ELÎYÊ HERÎRÎ (1530-1600)
Elîyê Herîrî di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de cihekî girîng digire. Ji ber ku yekemîn helbestvanê Kurmanc e ku berhemên wî gihaştina roja îro. Ji bo vê yekê Abdurrahman Adak (2014) wiha dibêje : Elîyê Herîrî yek jî ji helbestvanên kevin ên serdema mîrektîyan e. Şikrîyê Bedlîsî û Mûr Ye’qûbê Zirkî jî di vê kategoriyê de ne, lê helbestên herduyan jî negihiştibûne roja me. Lê helbestên Elîyê Herîrî gihîştine roja me. Ji ber vê yekê Elîyê Herîrî helbestvanê Kurmanc ê herî kevin tê hesibandin ku helbestên wî niha di destê me de ne ( Adak, 2014: 65). Dema ku meriv li agahiyên derbara jîyana wî dinêre tê dîtin ku di nêrinên sereke ji bo dema wî hene. Ji van nêrîna yek ya Aleksandir Jaba ye. Vê nerîna Jaba Qanatê Kurdo (2010) di pirtûka Tarîxa Edebiyata Kurdî de wiha têne zimên : Kurdnasê ji Ûris, aleksandir Jaba, di pirtuka xwe ya bi navê Recuil de notices et recits kurdesê nivîsîye: Helbestvanê kurdan ê pêşin, Elî Herîrî buye. Ew li gundê Herîrê, nehiyeyan Şemzînan, sincaqa Hekarîyeyê sala 400ê Hîcrê ( sala 1009-1010’ê zayinî) ji dayik bûye û sala 470’ê Hîcrê (1078’ê zayînî) çûye rehmetê ). Abdurrahman Adak (2014) jî vê yekê tîne zimên û dibêje ku ; Li gorî Mela Mehmûdê Bazidî Elîyê Herîrî di salên 1010- 1078 de jiyaye (Adak, 2014: 203). Piştre jî tîne zimên ku Aleksandir Jaba jî ev agahî ji mela wergirtîye. Adak (2014) Di destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Li gor agahiyên ku ji Ebdureqîp Yûsif wergirtine tîne zimên ku Elîyê Herîrî di sedsala 16an de jîya be û di destpêka sedsala 17 an de miribe. Li ser cihê welatê Herîrî jî du nêrîn hene. Digel ku kesên wekî A. Jaba, Micirson, M. Emîn Zekî, Qenatê Kurdo dibêjin ew ji Şemzînana Hekkarîyê ye û li wir veşartiye, lê çawa ku Beleç Şêrku û Elaeddîn Seccadî jî dibêjin ew ji Herîra erbilê ye (Adak, 2014: 204). Herwekî li jor hat gotin Elî Herîrî yekem helbestvanê Kurdiya Kurmancî ye ku berhemên wî gihaştine îro. Heta niha 6 helbestên wî û Menzûmeya Borê Qer hatine weşandin. Tê zanin ku ji bilî Herîrî Feqî jî menzûmeya Borê Qer nivîsîye. Herîrî di helbestên xwe de mexlesên Elî, Eliyo, Şêx Elî û Huseynî bi kar anîne. Herçend ku hejmara helbestên herîrî ku gihaştine roja me kêmbin jî Herîrî di nav avaker û pêşengên Edebiyata Klasîk a Kurdî de cihê xwe digire.
MELA MENSÛRÊ GERGAŞÎ (Sedsala 15-16?)
Tarixa jidayikbûna wî ne eşkere ye. Tê zanîn ku ji herêma Botan e û ji wir derbasî başûrê Kurdistanê bûye, li Gundê Gergaşê jiyaye. Gergaş dikeve rojhilatê bajarê Amêdiyê. Hemdemê Melayê Bateyî ye. Di sedsala panzdeh û şanzdehan de jiyaye. Helbestên xwe bi zimanekî zelal nivîsandine. Di helbestên xwe de nasnavê "Mensûr" bikaraniye. Li gor ji helbestên wî tê fêmkirin ew jî wek pirên helbestvanên Kurd evîndareki nûra îlahî ye. Tê rîwayetkirin ku wî û Melayê Bateyî li hember hev hel- best nivîsandine. Yek ji wan helbestan bi vî awayî ye:
Silava min seherxêzî
Li te, ey Bate her karî
Ji şehbazan şekirdîz î
Ji 'eqda dirr û mirwarî
Ji mewca fitneengîz î
Ji lutfa Xaliqê barî
Melayê Bateyî:
Ji lutfê û înayatê
Tu yî Mensûrê Re'hmanî
Here goşê xirabatê
Bibîn fincan û xaqanî
Ji sîmaya bit û latê
Xuyabû sira Sub'hanî
Çend rêzikên wî ku li ser xweşiya biharê çêkirine bi vî awayî ne:
Delala nazika rend î
Şepal î, dêm weku find î
Bi rastî ayeta zend îo
Bihar û xweşiya can î
Tu daxwaza min î, dîlber
Ji min tu çak bike bawer
Ji bihişt û Zemzem û Kewser
Bi tenha min tu yazan î
FEQÎYÊ TEYRAN (1561-1660)
Di derheqê Feqîyê Teyran de agahî ne zelal in. Tenê hin agahî di helbestên wî de derbas dibin hene û nivîsa kevirê ser tirba wî de agahîyên zelal dikeve deste me. Çawa ku me pêşî got hê taze lêkolîn li ser nehatiye kirin û hê tam nehatîye nasandin.
Di derbarê jîyana Feqîyê Teyran de hem di çavkaniyan de hem jî di destê vekolîneran de agahîyên pir kêm hene. Her çi qas dema ku ew lê dijîya bê zanîn jî di derbarê jîyana wî de agahîyên di destê me de ne, bi tenê çend agahîyên kêm in ku ew jî helbestên wî hatine wergirtin. Li gorî wan agahîyên ku di helbestên wî de hene jî bi tenê salên ku lê jîyaye, çend mexlesên ku bikaranîye, çend cihên ku bi armanca xwendinê yan jî geştê çûye tê zanîn. Bi taybetî jî navê malbata wî yan jî nevê dê û bavê wî û agahîyeke di derbarê rewşa wî ya malbatî de bi delîlan ve li holê nîne. (Orkin, 2015: 1)
Ji bo kesên ku bi Edebiyata Kurdî re têkîldar in mesleyeke dîyar e ku Feqîyê Teyran di edebiyata tesewufê ya kurdî de û di nav gel de yek ji şairên herî navdar û naskirî ye. navê wî ‘Muhemmed’ e, di nav xelqê de bi navê Feqîyê Teyran meşhûr bûye. Navê bavê wî Şêx ‘Ebdullahê Miksî’ ye û jî gundê Werezûzê ye. Mexlesa wî ya ‘Mîm û Hê’ kurtkirina Muhemedê Hekarî ye ji bo ku Miks û gundê Werezûzê nêzîkê Hekarîyê ye digel nisbetkirinên din nisbeta Feqîyê Teyran bi Hekarîyê ve tê kirin. Li gorî hin vekolîneran jî mexlesa ‘Mîm û Hê’ bi tenê kurtkirina navê Muhemmed e. Diderbarêtarîxa jidayîkbûna Feqî de vekolîner bi tevahî negihiştine heman encamê. Lê belê di vekolînên dawî de ji helbestên wî tarîxê jidayîkbûna wî hatiye kifşe kirin ku ew tarîx jî 1561ê Mîladî ye. (Orkin, 2015: 6)
Feqîyê Teyran di sala 1041/1632yan de li gundekî Xîzanê bi navê Şandîsê koçî dawîyê kiriye. Gora wî li wî gundî ye. agahîya derheqê gora wî de hem di qeydeke bi erebî ku di dawîya menzûmeya wî ya bi navê ‘Dilo Rabe’ de ji aliyê mustensixê manzûmeyê ve hatiye nivîsandin de, hem jî di du salnameyên wîlayeta Bedlîsê de hatiye dayîn. (Adak, 2013: 233)Sala ku Feqî koça dawîyê kiriye 1041ê hicrî ye ku beramberî 1632yê mîladî tê.
Ev tarîx di nivîsteka kêla ber serî ya gora Feqî ku li Şandîsê ye bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin ku kurdiya wê wiha ye ‘Ev gora dilşad, rehmetî, bexşandî û mihtacê rehmeta Xwedê Mihemedê navdarê bi Feqehê Teyran e kudi sala 1041ê de koçî dawîyê kiriye.’ (Adak, 2014: 235)
MEXLES Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ
Di edebiyata kurdî de gelek şair hene ku ji xeynî navê xwe navên mustear bikaranîne yan jî bi navên cuda hatine naskirin. Di nav van de hin şair bi navê gundê xwe, hin jî bi bajarê xwe tên nas kirin. Navê esil ê Feqîyê Teyran, ‘Muhemmed’ e û di nav helbestên xwe de navê xwe yê esil bikaranîye. Feqî di helbestên xwe de ji xeynî navê xwe bi giştî sê mexles bikaranîye Mîm-Hê, Miksî, Feqî û Feqîyê Teyran.(Orkin, 2015: 8) Feqî di helbestên xwe de bi gelemperî sê mexles bikaranîye. Mexlesên Feqîyê Teyran yên ku min tespit kirine ev in:
Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hizar û çil û yek çûn
Ev xezel anî dîyarê (Sadinî, 2014: 236)
Miksî dibe avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyê pirsan nebû
Wan dest gihabû sohbete
Nesaxê êşan ez im
Bikul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Tazî û uryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqîyê Teyran ez im
Tê xûya kirin ku Feqî sê mexlesan bikaranîye. Lê di nav civatê de wek Feqîyê Teyran hatiye naskirin û bi vî navî jî meşhur bûye.
Terza Feqîyê Teyran di nav helbestvanên klasîk de ji aliyê bikaranîna ziman ve zimanê xwerû û sade temsîl dike. Li gor dema xwe zimanê gel, bi awayekî zelal û xwerû bikar aniye. Têgeh û bêjeyên Erebî û Farisî di helbest û berhemên wî de hindik in. Feqî di navbera helbesta gelêrî û ya klasîk de wekî pirekê ye. Ew ji aliyê kêş, teşe û naverokê ve aîdê helbesta klasîk e. Lê ji aliyê zimanê xwerû û zelal ve aîdê helbestê gelêrî ye.(Adak, 2014: 236)
Dema ku meriv helbestên Feqî bi helbestên şairên hevdemên wî re muqayese dike bi awayekî eşkere derdikeve holê ku di helbestên wî de peyvên erebî û farisî kêm in. Feqî di helbestên xwe de bi giştî bikaranîna peyvên kurdî çêtir dîtîye û bi vî awayî bi zimanekî ku gel jê fêm dike helbestên xwe honandiye. Berhemên Feqî ji aliyê hunerî ve jî xwedî bingehên xurt in. Di helbestên wî de teşbîh, telmîh, mecaz, îstiare, û gelek hunerên din ên edebî, bi şarezayî hatine bikaranîn. Wî bi ziman û hunera xwe, gelek şair û nivîskarên kurd di binê tesîra xwe de hiştine. (Orkin, 2015: 17)
Di helbestên Feqîyê Teyran de gelek helbestên folklorîk û pastoral jî derdikevin pêş me. Kela Dimdimê, Fesla Bihara Cennetê em dikarin mînak nîşan bidin.
HELBESTÊN WÎ
Ey Av û Av
Ellah Çi Zatek Ehsene
Îro ji Dest Husna Hebîb
Bi Çar Kerîman
Îro Girya Me Tê
Feqî û Bilbil
Dilber
Feqe û Melê
Dilo Rabe
Îlahî Lew Dikim Zarî
Şex Sen’an
Bersisê ‘Abid
Şerê Dimdim
Zembîlfiroş
Ez Çi Bêjim
Ay Dilê Min Ay Dilo
Qewî Îro Ze’îfhal im
Çîya Anî li Deştê kir
Îlahî ‘Ebdukel Atak
Ji Işqê Sotîme Welleh
Ji Rengê Dilbera Horî
Bizan Ku Min Yar Tu Yî
Ey Dil Hilo Terk Ke Sefa
Ordeka Ava Cizîrê
Fesla Bihara Cennetê
Xwedawenda Gunehkar im
Xwedawenda Tu Sebbûhû î
Îro Ji Eşqa Sorgulê
Dilo Carek Xwo Hişyar ke
Min Dî Di Xewnê da Gulek
Ji Exqa Te Ezî Dîn im
Hatim Ber Dergahê Rehmet
Ah Ji Dest Cama Wîsalê
Ellah Sehergaha Ezel
Îlahî Ger Gunehkarem,
Sînem û Çerxa Felekê
MELAYÊ CIZÎRÎ (1570-1640)
Jidayikbûn û Malbata Wî
Li ser tarîxa jidayîkbûna wî, dîrokeke tenê tune ye. Hinek çavkanî weka 1567an, hinek weka 1570yî, hinek jî 1589an nîşan didin. Lêkolîner bi giştî van dirokan ji 'hesabên ebcedê derdixin. Navê wî E'hmed e. Li Cizîrê hatiye dunyayê. Ji 'eşîra Bextiyan e. Navê bavê wî Mela Mu'hemmed e. Bavê wî bi seydatî û muderristiya xwe hatiye qeydkirin. Malbata Mela, malbateke 'alim, dîndar û sofî ye.
Cizîra Botan
Cizîr di herêma Kurdistanê de bajarekî kevnare û berbi- çav e. Tofana 'Hezretî Nû'h û tirbeha wî, Îsma'îl Ebûl İzz û medreseyên Cizîrê, Medreseya Sor û Birca Belek, Mizgefta Mezin ya dîrokî û tirbeha Mem û Zînê, cih û kesayetéń nav- dar yên Cizîrê ne. Cezireya İbni Umer, Ceziretuşşseref" hatine bikaranîn. Cizir her û her bûye paytextê 'ilm, zanîn û siyasetė. Digel vēna Cizîr paytextê Botan e.
Xwendina Mela
Mela, li cem bavê xwe Mela Mu'hemmed dest bi xwendina xwe ya destpêkê dike. Xwendina xwe li ciyên wek Hekari Amêdiyê didomîne. Di pey re ji bo xwendinê diçe Amedê, gundê "Sitrabas"é. Li wi gundî, li cem Mela Taha xwendina xwe diqedîne û îcazeya xwe li wir distîne. Di terîqetê de dikeve Teriqeta E'hrariye; ku ev teriget ya Şêx 'Ubeydullahê E'hrar e Li gor hinek çavkaniyan li 'Iraq ů Misrê jî xwendiye. Pişti xwendina xwe qedandiye çûye Heskîfê. Li wir li ba Mirė Heskifė Melik Kamil maye. Li wê derê, di sîh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên eşq û evînê kiriye.
Dîwan û Helbestvaniya Wi
Helbestvanê bi nav û deng, bi zimanên Kurdî, 'Erebî û Farisi baş zanibû û helbestên xwe bi van zimanan nivîsîne.
Di helbestên xwe de bi piranî du nasnav bikaranîne: "Mela" ů "Nişani." Nişanî di zimanê Kurdî de tê sê me'neyan: hedef/nîşan, pizik, kesê tê naskirin... Dema helbestvaniya Mela tê nirxandin, pirê nivîskar û za- nayan di helbestvaniyê de ew ji Mewlana, Şîrazî û Geothe këmtir neditine. Vê yekê ew bixwe jî di helbestên xwe de diyar dike. Wiha dibêje:
Ger lu'lu yê mensûr ji nezmê
dixwazî Wer şîrê melê bîn, te bi Şîrazî çi 'hacet
Melayê Cizîrî di van rêzîkan de pesnê helbestvaniya xwe hildide. Lê bi rasti ne tenê ew pesnê xwe dide. Helbestvanênmezin yên li dû wî ji pesné wi dane. Di vi warî de em karin çend mînakên helbestvanên ku pesné helbestvaniya wi hildane bidin:
Feqiyê Teyran: "Senaxwanê Melê me li hemû erd û cihan" Mir 'Umadin: "Ji 'husné rewneqek dayê ku Şêx E'hmed me ustad e"
Şêx Ehmedê Xanî: "Binave ru'ha Melê Cizîrí / Pê 'hey bi- kira 'Eliyê Herîrî"
'Hacî Qadirê Koyî: "Li Cizîrê yekêk e Şêx E'hmed sa'hibé naw û murşîdê erşed"
Seyda Bedi'uzzeman: "Mewlana Celaleddînê Romî, Mela Ehmedê Cizîrî û Mewlana Camî di meqamekê de ne. Di me'newiyatê de meqama wan yek e."
Goethe: "Ey Nişanî te rêya rast kufş kir, 'işq çi ye te diyar kir."
Digel vana li ser Melayê Cizîrî pir helbestên hêja jî hatine nivîsîn. Ebdurre'hîm Re'hmiyê Hekarî (Zapsu) bi vî awayî med'h û pesnê wî daye:
"Şîrazî" li nav "Fursan" kêşa 'elema 'işqê
"Mela" te bire ew can "Hafiz" pê bike meşqê
Lakin bi kirasek dî nûr û şefeqek tê da
Dibayekî Kurmancî raçand di Cizîrê da
"Mela" te wekî "Hafiz" "Firdewsî" nekir Ustad
Hem 'işqê ji nû hel kir Kurmancî te kir îcad
Pûl û dizexel Kurdî te b-yek nezerê zer kir
Mala ku feqîr maye tijî durr û gewher kir
Di helbestên ehlê tesewifê de pir caran "Mey, cam û bade" di wateya îman û baweriyê de, "put, but" di me'neya me' şûq de, "Meyxane" di wateya tekyê de, “Saqî” jî di wateya Xwedê de të bikaranîn. Li gor vî zimanî çawa saqî meyê dide meyx- wiran û ew bi meyê serxweş dibin, her wiha Xwedê jî îman û baweriyê dide mirovan û ew jî bi lezzet û xweşiya îmanê digihêne dilşadî û lezzeta dunya û axretê.
Ji bona fêmkirina vê şêweyê em dikarin vê hîkayetê jî misal bidin: Dibêjin li gundekî Şêxekî xwedî keramet û ehlé Xwedê hebû. Rojekê derwêşekî ciwan ku helbestvan e, tê civata wî. Şêx jê re dibêje: "Tu helbestvan î! Ka ji me re helbestekê bixwîne." Derwêş wiha dibêje:
Çiyayê bilind berfê lê kir
Kewa gozel hêlîn çêkir
Tu wextê çû welatê xerîbiyê
Temîna çavên reş û belek li kê kir?
Piştî van gotinan Şêx dikeve û ji ser heşê xwe diçe. Wexta tê ser heşê xwe ji derwêş re dibê: "Careke din bêje." Piştî derwêş dibêje dîsa ji ser heşê xwe diçe. Sofiyên wî ditirsin ku şêxê wan bimire. Derwêş diqewirînin.
Dema Şêx tê ser heşê xwe dipirse: "Kanî derwêş?" Dibêjin: "Me ew qewirand." Şêx dibê: "Çima we ew qewi- rand?" Dibêjin: "Em tirsiyan ku bibe sebebê mirina Şêxê me. Lê me fêm nekir bê çima hûn ji ser heşê xwe çûn. Derwêş bi tenê peyvên dilan digotin." Şêxê wan wiha bersiva wan dide: "Meqseda wî ji çiyayê bilind serê mirovî bû, ku bi yextiyariyê êdî porê meriv sipî dibe; yanî berf lê dibare. Piştî vê mirin weka kewa gozel hêlîna xwe, ciyê xwe çêdike. Icar dema emê herne qebrê gelo ev çavên me yên reş û belek wê çi bi wan bê?" Piştî vê sofiyên Şêx fêm dikin bê derwêş bi rastî çi gotiye û Şêxê wan çima ji ser heşê xwe çûye.
Çawa di vê hikayeté de "çiyayê bilind, berf, kewa go- zal, welatê xerîbiyê, çavên reş û belek" mecaz û îşaret in, her wiha helbestvaniya Melayê Cizîrî jî li ser remz, mecaz û İşaretan hatiye avakirin.
Cizîrî, di 'hemî 'umrê xwe de bi 'ilm û xwendinê mijūl bûye. Diwana wî ya ji 2000 beytan hatiye çêkirin 115 qesideyan di'hewîne. Helbest û qesîdeyên wî bi sedan salan di medreseyên Kurdistanê de hatine xwendin.
Wefat û Tirbeha Wî
Mela, dora 'heftê û pênc salan jiyaye û nezewiciye. Li dora 1640î çûye ber re'hma Xwedê. Qebra wî li bajarê Cizîrê di nav Medresa Sor de ye. Ji aliyê ziyaretvanan ve seranser tê ziyaretkirin.
ŞÊX ŞEMSETTÎN BRÎFKANÎ (1588-1674)
Jidayikbûn û Malbata Wi
Şêx Şemseddînê Qutbê Xelewatî yê Exlatî yê Birifkani, di sala 1588an de li Xelatê hatiye dunyayê. Şêx Şemseddin kurê 'Ebdulkerîmê Exlati, kurê Mûsayê Exlati, kurê Silêmanê Exlati, kurê 'Ebdulxeniyê Exlatí, kurê İs'haqê Exlati, kurê Babaman'sûrê Exlati, kurê (Kemal el- Mülle wel din) Şêx "Huseynê Exlatî ye... Xelat (Exlat), li Bakurê Kurdistanê bajarekî li ber gola Wanê û cîranê Bidlîsê ye.
Xwendina Wi
Şêx Şemseddîn, ji ber ku ji malbateke 'alim, sofi û zana bû, li Xelatê dest bi xwendinê dike. Pişt re wekî 'hemî şagirtan li gelek cihan li ser destê çend mamostayên şeraza xwendina xwe dewam kiriye. 'heta ku ji seydayên xwe îcazeya 'ilmê û terîqetê werdigre û dibe zanayek ji zanayên zemanê xwe.
Koçberiya Şêx Şemseddîn û Malbata Wi
Wê demê Xelat û derûdora gola Wanê bûbû meydana şerê Sefewî û Osmaniyan. Bavê Şêx Şemseddîn, Seyyid Eb- dulkerim ji ber şerê di navbera Sefewî û Osmaniyan de, tevlî herdu kurên xwe ji Xelatê koçî Oremara herêma Hekariyan dike. Li nav 'eşîra Doskiyan bi cîh dibe. Bavê Şêx Şemseddîn li wê deverê wefat dike Di wê demê de hakimê Hekarî Siltan 'Imadeddinê Hekari bu ku hikmê wî 'heta sala 1639an dewam kiriye. Şêx Şemseddînê tevlî 'eşîra Ertoşiyan di sala 1620î de diçe başûrê Kurdistanê. Li devera Behdînan diçin Amêdiyê. Wê demê hakimê Amêdiyê Sidi Xan bû. Dema ev 'hakim Şêx Şemseddîn dibîne, ji 'ilm û zanîna wî re 'heyran dimine. Jê dixwaze ku li cem wan bimîne, 'ilm û terîqetê belav bike.
Digel vêna Sîdî Xan, heft gundan diyarî Şêx Şemseddin dike ku ew gund ev bûn: Birifkan, Geli Riman, Bazîdké, Bêgeh, Rikava, Aluka û Tildêbê...
Şêx Şemseddînî daxwaza hakimê Amêdiyê qebûl dike û li gundê Birifkan tekiya xwe çêdike. Dest bi belavkirina terîqa Xelwetî - Suhrewerdî dike.
Şêx Şemseddîn li Brîfkan, ji pênc kurên xwe her yekî bi wezîfeyekê wezîfedar dike. Seyid Mûsa li karên rêvebirina. mulkan û xizmeta mêhvanan û karûbarê navmalê dinêre. Se- yid 'Ebdilre'hman karê îrşad û we'zê dike. Seyid 'Ebdulxeni bi karên xwendin û fêrkirin û xwendkaran re mijûl dibe. Se- yid Zeynûl'abiddîn di serdema xwe de qazî bû, karê pêwendî û çareserkirina xwîndariyan birêve dibir. Seyid Mu'hyeddîm karên melatiya mizgefta Brîfkan dikir.
Wefata Wi
Şêx Şemseddîn 'heta dawiya temenê xwe li Brîfkan dimîne. Di sala 1674an de wefat dike û li gundê Brifkan tê definkirin.
Berhem, Dîwan û Helbestên Wî
Şêx Şemseddîn bi zimanê Kurdî, 'Erebî û Farisî zanibû û bi van zimanan helbest nivîsandine. Di helbestên xwe de bi piranî li ser evîn, firaq, sofîtî û nesî'hetan sekiniye. Di helbestên xwe de nasnavên wek "Xelweti" a "Şemdin" bikaranîne. Hinek helbestên wî bi vî awayî ne:
Tenenaha Yaho:
Ez ků mestê meyê 'işq im, tenenaha yaho Misr û Bexdad û Dimeşq im, tenenaha yaho
Têşneyê avê wîsal im, ji xemê 'işqê tinalim 'Aşiqê heyê celal im, tenenaha yaho
Kelekê, cerge kebab im, bê xew û mest û xerab im Saqî û xemr û şerab im, tenenaha yaho
'Aşiq û beng im û kas im, melek û cinn im û nas im 'Xeyrî wî kes dî nenasim, tenenaha yaho
Waleh û kasim û beng im, mest im û şox im û şeng im Ser bi ser pêt û pereng im, tenenaha yaho
Ezê bêcah û meqam im, xadim û şah û 'xulam im Meşrûq û nûr û 'zelam im, tenenaha yaho
Mezherê zat û 'sîfat im, me'denê 'eynî 'heyat im Keştî û Nuh û necat im, tenenaha yaho
Hadiyê di rê û delîl im, nemek û xwan û xelîl im Beniyê xas û celîl im, tenenaha yaho
EHMEDÊ XANÎ (1651-1709)
Jidayîkbûn û Malbata Wî
Tarixa jidayikbûna Şêx E'hmedê Xanî di van rêzên wî de eşkere dibe:
Lewra ku dema ji xeybê fek bû
Tarixê hezar û şêst û yek bû
Li gor van rêzan tarîxa jidayîkbûna wî, li gor teqwîma Hicri 1061 e; ku ev beranberê 1650 an 1651ê mîladî ye. Li gor çavkaniyan Şêxê Xanî di 3yê Çileyê 1651ê de hatiye dunyayê.
Hinek dibêjin li gundê Xanî yê Hekarî, hinek jî dibêjin li "Xana Sê-gundan" ku girêdayî bi Hekarî ve ye, hatiye jidayikbûye.
Bavê wî Şêx Ilyasê Xanî, dayika wi Gulnigar Xanim e. Gulnigar Xanim keça begë Bazîdê Mir Qerehan bú. Bi navê "Mizgefta Gewher Nigar" li Bazîdê mizgeftek ji hatiye çêkirin. Li gor arşivên Osmaniyan du kurên Şêx Ilyasê Xanî û Gulnigar Xanim çêbûne. Yek Şêxê Xanî ye, yê din jî Mela Qasim e. Bi navên "Peri, Gulizar û Kitan", sê keçên wan ji çêbûne.
Malbata wî ji 'eşîra Xanî ye. Nêzîkî bajarê Hekarî gundek bi navê "Bayê" heye ku 'hemî malbatên wî gundî ji 'eşîra Xaniyan in. Mensûbên 'Eşîra Xaniyan li der û dora Xoşabė, Wanê, Şemzînan, Şirnex, Gever, Cizîr, Zaxo û hin ciyên din yên li Kurdistana Başûr hene.
Disa li gor dîrokvan qeyd dikin "Xanî" navê yek ji 'eşîrên Kurda ye; ku di dewra Şêxê Xanî de 180 malbatên wan hebûne.
Koça Bazîdê
Ji ber zulmên di sefera Rewanê ya 1616an de li Kurdan tên kirin, birayê Şêx Ilyasê Xanî, Azemşêr Xanî di sala 1617an de Beglerbegê Wanê Tekelî Mi'hemed Paşa dikuje. Di vê bûyerê de tevlî Azemşêr Xanî û Mîr Nurullah, 72 kes tên qetilkirin.
Şêxê Xanî li ser zilma Osmaniyan ya wê demê wiha gotiye:
Kes nehiştin bêderd ewan, erd vala bû ji zilma wan
'hemî reviyan ji tirsa wan, gund û bajar mane xalÎ
Dengbêj û stranbêjan jî di klam û stranên xwe de cîh dane vê bûyerê û wiha gotine:
Kelha Wanê berîn e
Lê digerin du şahîn e
Azemşêr alê dîn e
Kela Wané ta'ht e
Azemşêr pê de hate
Roman kire xebat e
Li ser vê bûyerê malbata Xaniyan di Çileyê sala 1617an de koçi gundên Westanê kirin. Piştî bûyer hatiye jibîrkirin hinek ji malbata Xaniyan vegeriyane Colemêrgė. Li malbata Şêxê Xanî piştî zivistanê li Gundê Şetwanê derbas dikin, di dawiya Nisanê de diçine cem begê Bazîdê Mir 'Ebdiyê Pisyanî. Ev beg bûrayê Şêx Ilyasê Xanî bû.
Piştî çûne Bazîdê, Şêx Ilyas li Medreseya Sînaniye dest bi dersdayinė kiriye.
Serdema Wî
Xanî, di nav bera çerxa 16 û 17an de jiyana xwe derbas kiriye. Di wê dewrê de li Kurdistanê mîr û beg 'hakim bûn, belê di bin îdareya dewleta Osmaniyan de bûn. Di wê dewrê de li Kurdistanê Osmaniyan bi Sefewiyan re şer dikir.
Mir Şehsiwar Pisyanî yê kurê Mîr Behlûl, di sala 1472yan de li hember Sefewî û Dumiliyan serhildabû û Bazîd xistibů bin hikmê xwe. Bazîd ji aliyê Mîrên wek Mîr Behlûlê Pisyanî, Mîr Mu'hemmedê Purbelalî û Mîr 'Ebdî ve dihat îdarekirin. Ev mír, xizmên Şêxê Xanî bûn.
Mirektiya Bazîdê di sala 1514an de bi awayekî xweser, ketiye bin hikmê dewleta Osmaniyan.
Li herêma Bazîdê ji ber şerê Osmanî û Sefewiyan gelê Kurd di halekî perîşan de bû. Li aliyekî şer, li aliyê din bêtifaqiya Kurdan... Şêxê Xanî di Mem û Zîna xwe de li ser rewşa milletê Kurd wiha nivîsandiye:
Lew pêk ve 'hemîşe bê îttîfaq in
Daîm bi temerrud û şîqaq in
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqîyadek
Tekmili dikir me dîn û dewlet
Te'hsili dikir me 'ilm û 'hikmet
Li aliyê din li ser şerê Osmanî û Sefewiyan wiha gotiye:
Ev qulzumê Rûm û be'hrê Tacīk
Hindi ku bikin xirûc û te'hrîk
Kurmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk vedikin mîsali berzex
Xwendin û Te'hsîla Wi
Şêxê Xanî pêşî li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Di pey re li cem birayê xwe yê mezin Mela Qasim xwendina xwe domandiye. Pişt re li Medreseya Gulgunî û Muradiye xwendiye. Digel vana li mizgeft û medreseyên der û dora Bazîdê jî xwendiye.
Dîsa ji bo 'ilmê, çûye Exlat, Bidlîs, 'Urfa û Cizîra Botan. Ev bajar di wan dewran de merkezên 'ilmê bûn. Şêxê Xanî ji bo 'ilmê, naçe van bajaran bi tenê; belkî diçe Surî, Misir û Stenbolê jî. Piştî tehsîl û 'ilmê xwe diqedîne, dizîvire Bazîdê. Dest bi dersdayînê dike û medresê vedike, şagirtan ji kîsî xwe xwedî dike, feqiyan radike.
Demekê li Westanê (Gevaş) li Mizgefta Hêşet jî muderristiyê dike. Li Medreseya Sor ya Cizîrê jî dora sê salan muderristi kiriye. Li bal dersdayînê Xanî, kitêbên xwe jî dinivîsîne. Lew- ra kesekî di nav xizmet û xebatan de be î'htiyaca dibîne û li gor 'hewceyiyan li çareseriyan digere. Şêxê Xanî jî ji bo perwerdehiya feqeyan û gelê xwe kitêbên xwe yên bi qîmet dinivisine.
Hinek Taybetmendiyên Wi
Şêxê Xanî, di dîroka Kurdan de kesayetekî neqane ye. Digel seydati û sofitiyê, bi civak û siyasetê re jî mijůl bûye. Di demeke ku tu kesî be'hsa rewşa gelê Kurd nekiriye, Şêxê Xanî riya xwediderketina li millet vekiriye û li ser halê Kurdan naliyaye.
Li aliyekî din yekem kes e ku bi nezm ferheng nivîsandiye. Pirtûkên wî yên di destan de 'hemî bi zimanê Kurdî ne. Di helbestên xwe de be'hsa navdarên Kurd yên berya xwe kiriye. Wiha gotiye:
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
'Alikeremek, letîfedanek
'Ilm û hiner û kemal û iz'an
Şiir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me'mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê 'elema kelamé mewzûn
'Alî bikira li banê gerdûn
Bi navê rûhê Melê Cizîrî
På 'hey bikira 'Eli Heriri
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayi 'heyran
"Mem û Zîn a wî bi bal dehan zimanan ve hatiye werge- randin. Nezewiciye û hemî jiyana xwe bi xebat û xizmeta îlmê û gelê xwe derbas kiriye.
Di pirtûkên Bedi'uzzeman de be'hsa wî hatiye kirin û wiha hatiye nivîsandin:
"Bedi'uzzeman wexta sêzdeh - çardeh salî ye, di tirbe- ha Şêx E'hmedê Xanî de maye. Şêx E'hmedê Xanî yek ji wan edib û dahiyên Kurda ye ku Bedi'uzzeman di quba wi de carnan bi şevan maye. Ew quba E'hmedê Xanî ku xelk ditirsiya bi roj bikevê. Ji ber vê, xelqê ji Seyda Bedi'uzzeman re digotin: Mezherê feyza E'hmedê Xanî bûye û ev kerametek didîtin. "
Her wek ji van gotinan jî tê fêmkirin, Şêxê Xanî di nava gelê xwe de weke ewliyayekî û xwedî keramet hatiye naskirin.
Wefata Wî
Şêx E'hmedê Xanî nêzîkî wefata xwe, di beyteke xwe de bi hesabê ebcedê wiha îşaret bi bal wefata xwe kiriye:
Xanî bes ke were wîsal, pur zêde kir te evqas sal
Roj xwe tulu' daye îsal, bextê xaşî “roj bi reş hat"
Di helbesteke din de jî wiha îşaret bi bal mirina xwe kiriye:
Şerbeta weslê xwe daye, Xanî bû şems û duha ye
'Umrê borî wî daye, "muşterî kemumsa ye"
Di van malikan de bi peyvên "roj bi reş hat" û "muşterî kemumsa ye" tarixa wefata xwe nişan daye; ku li gor hesabé ebcedê ev herdu ji tarixa 1709an didin nîşandan.
Dísa, di demên bori de di kitabeyeke li ser tirbeha wî de "Tare Xanî îla Rebbihi" hatibû nivîsandin; ku ev jî îşaret bi bal tarixa 1709a ye.
Şêxé Xanî li dora şest saliya xwe, li Bazîdê wefat kiriye. Tirbeha wi li wir li rojhilatê "Kelha Îshaq Paşa” ziyaretge. ha xelkê ye. Niha li bal tirbeha wî, mizgeftek bi navê Şêx E'hmedê Xanî heye.
Dîwan û Pirtûkên Wî
Şêx E'hmedê Xanî bi zimanê Kurdî, 'Erebî, Farisî û Tirki zanibû û bi van zimanan helbest nivîsandine.
Li gor ji vê beyta wî tê fêmkirin, ku dibêje: "Xettê te ye ser- nivişt û sermeşq / Sih sal e xetê xetan diket meşq", di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Di 33 saliya xwe de Nubihar, di 44 saliya xwe de jî Mem û Zîn nivîsandiye.
Li gor tê tesbît kirin Şêxê Xanî 9 Pirtûk nivîsandine:
1- Mem û Zîn: Li gor hinek çavkaniyan, evîna Mem û Zînê di sala 1450 de, di serdema Begê 'Ezîzan, Mîr 'Evdalê kurê 'Ebdullahê kurê Seyfeddînê Botî de, li Cizîrê derketiye holê. Şêx E'hmedê Xanî di pîrtûka xwe de ev evîna Mem û Zînê û destana Memê Alan tevlîhev kiriye.
Di 44 saliya xwe de, di sala 1695an de nivîsandiye. Çawa ku gotiye: "Isal e gehişte çil û çaran / Wî pişrewê gunehka- ran". Şêx E'hmedê Xanî di Mem û Zînê de daxwaziyên dilê xwe pir xweş nexş kirine. Her wek bi peyvên wî jî tê zanîn, Xanî Mem û Zîn kiriye bahane. Wiha gotiye:
Şer'ha xemê dil bikim fesane
Zinê û Memê bikim behane
Nexmê wê ji perdeê derinim
Zinê û Memê ji nû vejinim
Di Mem û Zînê de digel naskirin, nêzîkbûn û evîna Xwedê, 'hezkirina pêxember, rewşa civaka Kurdan, dujminên Kurdan, sebebên bédewletbûna Kurdan, Kurdistan û reçeteyên xelasiyê xweş hatine diyarkirin.
2- Nûbihara Biçûkan: Di sala 1683yan de, di 33 saliya xwe de nivîsandiye. Ferhengeke bi Kurdî û 'Erebî ye ku bi helbestkî hatiye nivisandin.
Di destpêka Nubiharê de wiha dibėje:
'Hemd û sena û şukrani
Ji bo Xaliqê Re'hmanî
Ku fesa'het û beyan daye lisan
Lisan jî daye insanî
Xanî ji bo Nûbiharê wiha gotiye:
Ji paş 'hemd û selewatan
Ev çend kelime ne ji luxatan
Věk êxistin E'hmedê Xanî
Navê Nûbihara biçûkan lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo piçûkên Kurmancan
3- 'Eqîdeya Îmanê: Be'hsa şertên îmanê dike. Xanî di 'Eqîdeya Îmanê de wiha gotiye:
Li ba te mi'heqqeq bitin ev cewab
Dihî gote min hatifê bê'hicab
Sifatè di seb'e ji bo zulcelal
Bizan 'heft in ey 'arifė pir kemal
Xweşi, şîn û zanîn û vin û kelam
Bihistin digel ditin bů temam
4- Eqîdeya Îslamê: Li ser şertên Îslamê hatiye nivîsandin ku bị vê pirtûkê Şêxê Xanî qesda hînkirina İslamiyetê dike. Bi vi awayî dest pê dike:
Eşhedů,
Ez iqrar dikim bi devê xwe
Î'tiqad dikim bi dilê xwe
En la ilahe
Ku nîn e tu me'bûdê bi 'Heq di 'alemê da
5- Dîwan: Diwana wî, ji helbest û qesîdeyên cur bi cur pêk tê. Li ser evîna Xwedê û pêxember, li ser şehîdên Kerbelayê, li ser Terîqeta Neqşebendî, li ser rewşa Kurdan û li ser hinek mîrekan helbest nivîsandine. Di dîwana wî de helbestên bi Kurdî û Tirkî hene.
6- Erdê Xweda: Berhemeke li ser erdnîgarî û astronomiyê ye. Di destan de tune ye.
7- Siseban (Cenga Doza Kelha Xurab): Nîqaş li ser heye bê berhema kî ye. Di gotin ku Şêxê Xanî ev berhem di sala 1702yan de nivîsandiye. Di ciyekî de wiha derbas dibe:
Ji bo ku bibin nacî, ji 'ezabê gunehne
Wezin kir E'hmed Xanî, got kelamê mewzûn e
8. Qewlê Hespê Reş: Di vê berhemê de wiha derbas dibe:
Muminên ehlé kitab, bawerê rebbil kubra
Hemi kes xwey îman, xilas bin ji seqera
Heme E'hmedê belengaz, niyazê re'hma te ra
'Heyata wî bi xalyaz, nebû dersa mawera
Ev çend kelamêd mewzûn, vêkê xist Xanî bo we ra
Xuda! Ew rûreşê bê newa, mu'htacê re'hma te ra
9- Pirtûkeke Hundayî li ser Fiqh, mentiq û zimanzaniyê Pirtûkeke li ser tebî'etê
MELAYÊ BATEYÎ (1680-1760)
Navê Bateyî Huseyn e. Melayê Bateyî ji gundê Batêyê ku dikeve rojhilatê Beytuşşebabê. Mela wekî mexles Bateyî bi kar aniye. Bate gundê Mela ye, Bateyî jî tê wê maneyê ew kesê ku ji Batê ye. Li ser serdema jiyana Bateyî dû nêrîn hene. Ji wan yek ew e ku Bateyî di sedsala 15an de jiyaye. Ya duyem jî ew e ku Bateyî di sedsala 18an de jiyaye. Nêrîna yekemîn ji agahiyên ku A. Jaba dide tê derxistin. Nêrîna duyem bi sê argumanan tê piştevanî kirin. Argumana yekem gotûbêja Melayê Bateyî ya digel Mele Mansûrê Girgaşî ye. Mele Mansur di sedsala 18. de jiyaye. Li gorî ku Melayê Bateyî bi Mela Mensûr re muşa’ere kiriye, lazim e ew jî di sedsala 18an de li heyatê be (Adak, 2014: 271).Argumana duyem dîtîna Êzdîn Şêrê mîrî Hekariyê ya bateyî ye. Vê yekê Abdurrahman Adak (2014) wiha dibêje: Êzdîn Şêr kurê Şerefxan Begê Mîrê Hekkariya ye û neviyê Zekeriya Begê hevçerxê Şerefxanê Bedlîsî ye. Şerefxan dema Şerefnameya xwe di sala 1596an de nivîsandîye behsa vî Zekeriya Begî kirîye. Ji vê jî derdikeve meydanê ku ev Zekeriya Beg di sala 1596an de li ser desthilatê bûye. Piştî vê tarîxê bi demekê Zekeriya Beg koçî dawiyê kiriyê û piştre kurê wî û piştre jî nevîyê wî Êzdîn Şêr bûne mîrê Hekariya (272). Ev dîrok dighêje sedsala 18an.
Argumana seyemîn meseleya meaş wergirtina Bateyî ye. Tê gotin ku Yehya Begê kurê Êzdîn Şêr meaş daye Bateyî. Bi rastî jî di dema Osmaniyan û safewiyan de mîrekî Hekarî bi navê Yehya Beg hebûye û ew şer jî di tarîxa 1730- 1747 an de qewimîye (Adak, 2014: 272). Melayê Bateyî pêşî li cem apê xwe Mela Ehmed xwendiye. Piştre xwendina xwe li Hekariyê li medreseya Mîrgehê xwendina xwe xilas kiriye. Li gor agahîyên Adak ji Ebdureqîb Yûsiv vediguhezîne îhtîmal heye ku Bateyî li Muksê li medreseya Mîr Hesenê welî jî xwendibe (Adak, 2014: 274).Li ser dîroka mirina Bateyî agahiyeke teqez nîne. Lê tê zanîn ku ew di sedsala 18an de çûy ser dilovaniya xwedê. Melayê Bateyî di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cihe kî girîng dadigire. Him bi Mewlûdê him jî bi helbestên wî yên lîrîk ev yek bi aweyekî zelal tê dîtin.
Berhemên Melayê Bateyî
Melayê Bateyî du menzumeyên dînî (Mewlûd û Zembîlfroş), berhemeke pexşan Hemaîl û helbestên curbicur nivîsandine (Adak, 2014: 277).
Mewlûd: ′′ Mevlûd, peyveke ku ji koka erebî “v, l, d” hatiye çêkirin; Peyveke ku tê wateya jidayikbûn, cihê jidayikbûnê, dema jidayikbûnê. Wek têgîneke edebî, Wateya berhemên ku behsa jidayîkbûna Muhammed (as), jiyana wî, mucîze, şer, ehlaqê xweş, mîrac û mirin dike (Karacan & Aykut 2015: 124). Di mewlûda Bateyî de ji xulqiyeta nûra Pêxember heta bi sê saliya wî li ser Cenabê Pêxember hatiye rawestan (Adak, 2017: 4) . Bêguman her cure berhemên edebiyatê girîng in. Lêbelê hin berhem hene ku him dema ku hatine nivîsîn him jî di roja îroyîn de gelek bi bandor û berbelav in. Mewlûda Bateyî jî berhemeke wusa ye. Bo girîngîya Mewlûdê Huseyîn Şemrexî di pêşgotina Mewlûdê ku wî ji bo çapê amade kiriye wiha dibêje:
Lewre hemî miletan piştî mewlûda Erebî, bi zimanê xwe mewlûd nivîsandine û di civatên xwe de xwendine. Vêca dema ku meriv li edebîyata Kurdî jî dinêre tê dîtin ku ... mewlûdnivîsê yekemîn jî Melayê Bateyî ye. Mewlûdên ku paşê hatine vejandin, roniya çiraya wan, li ber tîrêjên roja Bateyî tarî mane. Heta niha nêzikî bîst mewlûd bi kurmancî hatine , lê kesekî li meydana edebiyatê hespê xwe negihandiye Bateyî (Şemrexî, 2014: 7). Îro jî di nav civaka kurdan de di hin rojan de mewlûda Bateyî tê xwendin. Ev yek tespîtên li jor piştrast dike.
Zembîlfiroş: Ev berhem Bateyî bi awayê nezmê nivîsîye. Jexin Bateyî Feqî û Miradxanê Bazidî jî ev berhem nivîsîye. Feqî berî Bateyî û Miradxan jî piştî Bateyî ev menzûme nivîsîye.
Hemaîl: Bateyî ev berhem bi Erebî û Farisî nivîsîye. Di berhemê de derheqê nivişt û hemayîlên ku mirov bi xwe ve dikin; derman û tilisimên hinek nexweşîyan û fêdeyên sûret û ayetên Quranê de agahî hene (Adak, 2014: 283).
Helbestên Bateyî: Bateyî jexin berhemên jor hin helbest jî nivîsîne. Ev helbestên Bateyî di demên curbicur de ji alîyên hin kesan ve hatine berhevkirin û çapkirin.
SELÎMÎYÊ HÎZANÎ (Sedsala 18.)
Di 'heqê wî de pir hindik agahi hene. Rojhilatnasên nav- dar yên sovyeti M.B Rüdenko û Aleksandr Jaba be'hsa wi kirine. Aleksandr Jaba gotiye ku; Selîm Silêman hevdemė Şerefxanė Bidlîsî bûye (sedsala 16-17) û bixwe helbestvanė Mir Şeref (Mîrê Xîzané) bûye. "Ji ber ku derheqê wî mîrî de tiştek nayê zanîn, hevdembûna Selîm Silêman û Şerefxanê Bidlīsi zeîftirîn îddîa ye û derheq vê gotinê de îspat û delilek ji nihatiye dayîn."76
Lê ya girîng û balkêş ev e ku; Selîmiyê Hîzanî bi berhema xwe ya bi navê "Yûsif û Zuleyxa" di edebiyata Kurd ya klasik de bûye stêrkek ji stêrkên edebiyata Kurdî. Lewra ev berhe- ma wî yekem û neqane ye.
Di zimanê Kurdî de nivîskarê mesnewiya duyem ya bi navê "Yûsif û Zuleyxa"yê ye. Her wek tê zanîn mesnewiya yekem ya evînî "Mem û Zîna Şêx Ehmedê Xanî ye. Mem û Zin di sala 1695an de hatiye nivîsîn. Yûsif û Zuleyxa di sala 1759an de ji aliyê Selîmiyê Hîzanî ve hatiye nivîsîn.77 Wî ev mesnewî li gor qisekirina Quranê vehonandiye.
MURADXANÊ BAZÎDÎ (1737-1784)
Jidayikbûn û Welatê Wî
Muradxanė Bazîdî stêrkek ji stërkën edebiyat û helbest- vaniya Kurdî ye ku di navbera salên 1737 û 1784an de jiyaye.
Li Bazîdê hatiye dunyayê. Her wek tê zanîn Bazîd bajarekî kevnare û bi nav û deng e. Ciyê Bazîdê di dîroka edebiyata Kurdî de jî cihekî girîng e. Li wir mîna Şêx Ehmedê Xanî, Îsma'îlê Bazîdî, Mela Mehmûdê Bazîdî û Xelife Úsiv gelek helbestvanên Kurd rabûne.
Mixabin di destê me de pir agahî der'heqê wî de tune ne. Nivîskarê hêja M. Emîn Zekî Beg di "Tarîxa Kurdistan" de be'hsa wî dike. Wiha dibêje:
"Muradxan di sala 1772yan de jidayikbûye û di sala 1832an de jî çûye ber reʼhma Xwedê. Ew bi esl û koka xwe, ji Bazîdê ye. Hin qesîde û xezel û beytên wî bi dest ketine. Lê Dîwana wî bi temamî nehatiye bidestxistin."
Xwensin û Helbestên wî
li gor hinek çavkanîyan Muradxanî Bazîdî di şeş saliya xwe da dest bi xwendina quranê kiriye. iştî qedandina quranê di medreseya Ehmedê Xanî de bi xwendina 'îlmê dînî, wêjeyî û teknikî kiriye. Ji bona tehsila 'îlmê tê gotin ku li medreseyên Wanê, Hekarî û Bedlîsê jî geriyaye.
Muradxan bi helbestvaniya xwe nav daye. Lê mixabin îro divaneke wî di destê me de tune ye. Bi tenê Destana Zembilfroş heye.
Ev destan di sala 1967an de li Kurdistana Iraqê ji aliyê "Giw Mukriyanî” ve bi navê "Çîrokî Zembilfroş” li "Çapxa- neya Hewlêr" hatiye çapkirin. Di pey re hinek lêkolîn li ser vė pirtûkê hatine nivîsandin. Di van xebatan de xuya dike ku Zembilfroş yek ji mîrên Merwaniyan e. Kurê Ebu Nasir E'hmed e ku navê wî Seîd e.
"Ji layê (aliyê) hozanvan Miradxan Bazîdî li sala 1776an ya zayînî hatiye nivîsîn û vehandin. Ev deqe bi rêka mela û derwêşan û sofiyan gihaştibû Kur- distana Başûr û “Şêx Beşîr Şêx Mu'hemmed Tahir Brifkanî Rêkawî" li sala 1967an yê ev deqe daye Gîw Mukriyanî. "
Muradxan 'heta dawiya temenê xwe li Bazîdê jiyaye û li wir re'hmet kiriye.
MELE XELÎLÊ SÊRTÎ (1759-1843)
Jîyan û Berhemên WÎ
Mela Xelîlê Sêrtî yê ku bi eslê xwe ji Hîzana bi girêdayî Bedlîsê ve ye, lê ji ber kû piştre li navenda Sêrtê bi cih bûye li wir hatiye naskirin, kesayetîyekî ilmî ye ku gelek berhem dane û tesîreke mezin li medreseyên Kurdan kiriye. Ew ji alîyekî dî ve kesayetekî edebî ye ku bi Erebî û bi Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhemên wî yên Kurdî ku menzûm in Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê ye.
Mela Xelîlê Sêrtî di sala 1750 an de li gundekî Hîzanê (Hîzan navçeya Bedlîsê ye.) bi navê Gulpikê hatiye dinê. Bi rêzê li cihên wekî Bedlîs, Helenze (gundekî Sêrtê), Westan, Muks, Hîzan, Xoşab, Cizîr û Imadiyê di medreseyên Kurdan de xwendiye û icaze/destûrnameya xwe ya ilmî li Imadiyê li cem Mela Mehmûdê Behdînî standiye. Mela Xelîlê ku ji aliyê ilmî ve bûye xwedî bingeh, xwestiye ku ji aliyê me’newî ve jî bingehekî ji xwe re çêkê û hêj li îmadiyê çûye gundekî Mûsilê bi navê Reşîdiyê û li wir intisabî Şêx Ehmed Reşîdî yê Qadirî kiriye.
Mela Xelîl pişt re vegeriyaye Hîzanê û li wir ji 5 salan bêhtir di medreseya Meyadanê de ders daye. Piştre çûye li navenda Sêrtê bi cih bûye. Li gor ku nevîyê nevîyê wî Şêx Fudaylê Zoqeydî (kurê Şêx Mehmûdê Zoqeydî, kurê Şêx Ebdulqehharê Zoqeydî, kurê Mela Mehmûd, kurê Mela Xelîlê Sêrtî) di jîyannameya Mela Xelîl de dibêje, çûna wî ya Sêrtê li ser daxwaza bavê wî bûye. Dîsa di vî warî de tê gotin ku Mela Xelîl xwestiye biçe cihekî ku usûla medreseyan û alim têde tinebin, lewre jî çûye Sêrtê. Mela Xelîl li Sêrtê bi dayîna dersan, perwerdekirina feqîyan û telîfkirina berhemên ilmî û edebî temenê xwe tije kiriye û di sala 1259/1843an 96 salî li Sêrtê wefat kiriye û li rojhilatê bajêr li goristana Bileyliyeyê, li ser girekî hatiye veşartin.
Berhemên Mela Xelîl bi piranî nesr/pexşan in. Lê ew di warê nezmê de jî gelekî xurt e. Wî Li alîyekî berhemên wekî Nehcu’l-Enam û Rîsaleya Tecwîdê bi Kurdî û li alîyê dî jî berhemên wekî Manzûmetü’l- Habiyye fi’l-Munazara, Minhacu Sünneti’s-Seniyye fi Adabi Sülûki’s- Sofiyye, Nehcbu’l-Enam, Kafiyetü’l-Kübra fi’n-Nahv bi Erebî bi rêya nezmê nivîsandine. Mela Xelîlê Sêrtî ji bilî van berhemên menzûm hijmareke ne kêm helbestên Erebî û Kurmancî jî nivîsandine.
Di helbestên xwe de di beyta mexlesê de ne navê xwe yê rastîn, lê mexlesek cuda ji xwe re hilbijartiye. Ev mexles jî “Şewqî” ye. Lewra ew wekî “Xelîl Şewqî” hatiye naskirin û wî bi xwe jî di serê helbestên xwe de ji bo xwe gotiye “Xelîl Şewqî”
PERTO BEGÊ HEKARÎ (1756-1834)
Dema Şêx E'hmedê Xanî behsa civaka Kurdan dike wiha dibêje: "Her mîrekê wan bi bezlé 'Hatem / Her mérekė wan bi rezmê Ristem". Bi rastî Perto Begê Hekarî zana, mîr û helbestvanekî hêja û ciwamêr e; ku di dîroka Kurdan de cîh girtiye.
Ji dayik bûn, Malbat Û Welatê Wî
Perto Beg di sedsala 18 û 19an de jiyaye. Li gor ji çavka- niyan tê fêmkirin di sala 1756an de li Hekarî ji dayik bûye.
Navê wî yê rastîn Mistefa Begê Mîrê Hekarî ye. Di derdora sala 1795an de Mîrê Hekkarî bûye. Di hinek çavkaniyan de tê zanîn ku 'heta sala 1818an mîrektiya Hekarî kiriye.
Xwendin û Dîwana Wî
Li gor ji helbestên wî tê fêmkirin Perto Beg alim û zanayekî Kurdan bûye. Xuya ye ku li medreseyan 'ilmê dînîn xwendi- ye û xwe baş gihandiye. Ji lew navê xwe di dîroka Edebiyata Klasîkî ya Kurdî de daye nivîsandin.
"Perto” nasnavê wî ye. Perto an Pertew, peyveke Farisî ye; ku di wateya rewşen û ronahiyê de ye.Diwana wî di sala 1806an de hatiye amadekirin. Di sala 1978an de cara yekem ji aliyê Sadiq Bahadin Amêdî ve sala tiye çapkirin.
Perto Beg pir helbestên xweş û balkêş nivîsandine. Di Helbestvaniya xwe de sopa Melayê Cizîrî, Bateyî û yên din şopandiye.
Hekbesta Disa:
Me dil bû agir û niran e disa Ceger je taze min buryan e disa
Neşim êdî ewan derdê dê bê 'hed Bikėşim lew bi derb û jan e disa
Nebûme ez ji weslê ber xwûrîkam Xwuya ye wî ji nû behran e dîsa
Ji xeyri daxê xem nîne dewayek Ku serda derdê bê derman e dîsa
Dilê min kase ya ser pûşî dar e Tijî derd û xem û kovan e dîsa
Li singê dit her û sed şûşeê 'ehd Ji nû qaîm dikit peyman e dîsa
Perîşan im ji wê zulfa perîşan Bipêç û helqe wek davan e dîsa
Dilê min lew li ateş çûn sipend e Li rûyan xalê 'enber dane dîsa
Venapûrsit çi ye 'halê te "Pertew" Wiha bê sebr û bê samane dîsa
SÎYE'HPÛŞ (1800 ...)
Siye'hpûş an Siya'hpoş yek ji nivîskarên Kurd yên ser. dema klasik e. Peyva siye'hpûş di wateya "Yê reş girêdaye" de ye.
Derbarê vî helbestvanî de di destan de zêde agahî tune ne. Li gor hinek çavkaniyan Siye'hpûş ji xelkê rojhilatê Kurdistanê ye. Bes tê zanîn ku li gelek ciyên wek Hekarî û Farqînê geriyaye. Li gor texmînan li dora sala 1868an de hatiye Farqînê. Li Gundê Kurbeytê yê Farqînê demeke dirėj melatî kiriye. Niha li gundê Kurbêtê tirbehek heye ku wek tirbeha Siye'hpûş tê zanîn.
Li gor hinek rîwayetan Siye'hpûş li Gundê Narikê jî maye. Li wir sê mirîşkên wî hebûne. Gundî mirîşkên wî didizin. Li ser vê Siye'hpûş wiha gotiye:
Ehlê Narik ehlê nar in
Bi dev dost in bi dil neyar in
Sê mirîşkên Siya'hpûş hebûn ew jî xwarin.
Tê gotin ku piştî demeke dirêj li Farqînê maye çûye Bexdayê. Siye'hpûş helbestvanekî bi nav û deng e. Bi sedan sala ye ku pirtûka wî ya bi navê “Seyfulmilûk” tê xwendin û helbest xezelên wî têne zanîn.
MEWLANA XALIDÊ ŞEHREZORÎ (1773-1826)
Seyda û murşidê bi nav û deng, ne li Kurdistanê tenê, themi cihana Îslamê nav û deng daye. Ji sedî bêtir tene, rakirine û li çar aliyan belav kirine. Li gor tesbita tarixé, buye wesile ji bona îrşada milyonan...
Kurtejiyana Wi
Şêx Xalidê Şehrezorî, di sala 1773yan de li başûrê Kurdistanê, nêzîkî Silêmaniyê li gundê Qeredaxa ku girêdayî bi Cafê ve ye hatiye dunyayê. Ji 'eşîra Pir Mikaîl e. Navê wî Ebu'l-Beha Ziyaûddîn Xalid kurê E'hmed kurê Huseyn eş-Şehrezurî el-Kurdî ye. Li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Di pey re li cem zanayên wek Seyid 'Ebdulkerîmê Berzencî, Mela Salihê Termarî û Xerîkî xwendina xwe domandiye. Çûyê rojhilatê Kurdistanê bajarê Sinê (Senendec), li cem Şêx Mu'hemmed Qasim xwendiye û jê destûrnameyek wer- girtiye. Di pey re li bajarê Silêmaniyê dest bi perwerdekirina feqe û şagirtan kiriye. Di sala 1804an de bi riya Müsilê çûye Hecê. Di vê rêwîtiya xwe de pěsi çûye Şamê li cem zanayên wek Şêx Mustefayê Kurê Muhemmede Kurdi ü Şêx Mu'hemmed Kezberi hineki maye. Li Hecê, li ser pêxemberê me 'Hezreti Mu'hemmed (s.x.1) ev helbest nivîsandiye:
Ha miseran neseb, ha miseran neseb
Mehbůbim, henşayê 'alineseb.
İsmeş Mu'hemmed, Qureyşî û 'Ereb
Edaş Amîne kenaçeyê Weheb
Li bajarê Medînê jî helbesteke wiha dinivîsîne:
We ewdal nekem, we ewdal nekem
Ta key xwem çun Qeys we ewdal nekem
Bazuwê derwêş im pir xerxal nekem
Poşakê ce lonik şa desmal nekem
Disa li Hecê derwêşek berê wî dide Dehla ya Hindistanê û Şêx Ebdullahê Dehlewî. Piştî ji Hecê vedigere Silêmaniyê, demek derbas dibe û du derwêşên Şêx 'Ebdullahê Dehlewî têne cem wî. Êdî Mewlana derdikeve riya Hindistanê. Pêşî diçe Sinê, Hemedan û Tehranê. Li Tehranê bi zanayê Şi'iyan yê nav- dar İsma'îl Kaşî re hevdîtin û nîqaşên wî çêdibin. Kaşî li hember 'ilm û zanîna Mewlana teslîm dibe. Ji wir diçe Xerqan, Bestam, Semnan, Neyşabûr û Tûsê. Li ser tirbeha Imam Riza helbesteke balkêş dinivîsîne.
Piştî çûye Qendehar û Xezneyê jî ev helbest nivîsandiye:
Xalida! Ger nîstî dîwane û sehra nûred
Tu kuca û kabil û 'eznîn û xak Qendehar?
Le paşan erwa taegate Dehli
Cihan abad, lew maweyî wa!
Pişti gihaye Hindistanê, li Dehla li cem Şêx 'Ebdullahé Dehlewî dest bi silûka terîqetë kiriye. Di sala 1808an de phe destûmameya xwe wergirtiye vegeriyaye Kurdistane. Êdî demekê jiyana wî di navbera Silêmaniyê û Bexdayê de derbas bûye. Di sala 1826an de li Şamê, taxa Salihiyê çûye ber re'hma Xwedê. Di sala 1842yan de tirbeha wî ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hatiye çêkirin û bûye ziyaretgeha musulmanan.
Dîwan û Berhemên Wî
1. Te liqati Mudewene, li ser Xeyali û li ser Ebdulhekim Xeyall,
2- Eqd-ul Cewheri Fi Ferqi Beyne Kesb-il Matûrîdî
3- Şerhek bi Farisî li ser Ezzehb
4- Şerhek li ser meqamatê Eli Heriri Kurdî
5- Haşiye li ser kitêba Cem-'ul Fuad
6- Nihayeyî Remeli, be'hsa înê
7- Şerha 'Eqayida Eddûdî
8- Peraweyek di Îbadatê bo mirîdên Henîfî ku çûne ser réçika Şafi'î
9- Seyalekûti, Haşiya 'Ebdulxefûrê Larî li ser kitêba Camî şerha Kafiye
10- Diwan helbestên bi Kurdî û Farisî
11- Xalibet-îl Ekrad Fi Teqelubat-îl Emssar
12- Ferail-il Fewaid
13- Cela-ul Ekdar we Seyf-il Bîtarî we Selewat
14- Risala Adabên Şêx û Mirîdan
15- Risala Zikrkirina di Tefrîqa Nexşebendî de
16- Îsbata Rabîte
17- Mektůbatê Erebî
18- Mektûbatê Farisî
MESTÛRE XANIMA ERDELANÎ (1805-1844)
Mestūra Xanim, bi helbestên xwe yên ji bîst hezar beyiti/ malikê zêdetir û bi berhemên xwe yên li ser 'Eqîdeyê û tarixa Erdelanê, weke jinekê cihê xwe di nav stêrkên edebiyata Kurdi de girtiye. Navê helbestvana bi nav û deng, "Mah Şeref Xanim Mestûre Erdelan" e. Di sala 1805an de li rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Sinê (Senendec) hatiye dunyayê. Bavê wê Ebu'l-Hesen Begê Qadirî ye. Ebûl 'Hesen Beg bi xwe, mirovekî xwenda û zana bû. Ji şêxên terîqeta Qadiriyan ú dostên xanê Erdelenê bû. Mestûre Xanim ji malbateke ber- biçav bû. Diya wê jî keça wezîran bû. Bapîrê wê Mu hemmed Axa wekî kesekî navdar bû. Bavê Mestûrê, qabiliyetên keça xwe zû texmîn dike û wê dide xwendin. Mestûre, li bajarê Silêmaniyê mezin dibe. Dema tê ber zewacê bi Xusrew Xanê Erdelanî re dizewice. Xusrew Xan jî mirovekî zana û helbestvan bû. Mexlesa wî "Nakam" bû. Herêma Erdelanê niha jî li Îranê wek Herêma Kurdistan tê binavkirin. Mîrektiya Erdelan di dîrokê de di navbera sala 1168 û 1867an de mîrektî kiriye. Mêrê Mestûreyê Xusrew Xanê Erdelanî di sala 1834an de di- mire. Piştî wî li ser textê Erdelanê nîqaş dest pê dikin. Ji ber wê yelké Mestüre Xanim di wê salê de koçi bajarê Silêmaniyê dike Di mijdara sala 1844an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe. Tirba wê li bajarê Silêmaniyê, goristana Girdi Seywan, li başûrê kumeyta Fatma Zuhra ye.
Helbestvanî û Berhemên Wê
Mestüre Xanim zana, helbestvan û dîrokzan bû. Weke yekemîn dîrokzana rojhilata navîn jî hatiye naskirin. Berhe- mek bi navê "Tarixi Erdelan" nivîsiye.
Ji bili dîrokzaniyê bi Farisî li ser 'Eqîdeya Îslamê pirtûkek nivisiye. Digel vêna bi navê “Mecma"ul Udeba" berhemekė wê bi zimanê 'Erebî heye.
Taybetmendiya wê ya herî berbiçav helbestvaniya wê ye. Helbestvanên navdar Nalî û Mewlewî pesnê wê dane. Di helbestvaniyê de li ser şopa Xanayê Qubadî çûye. Têkiliyên wê bi Mela Xidir Nalî û Yaxmayê Cundekî re çêbûne.
Piraniya helbestên Mestûrê bi zimanê Kurdî, zaravayê Goranî hatine nivîsandin. Li gor hinek çavkaniyan dîwana helbestên wê ji 20 hezar beyitan pêk tê. Li Îranê dîwana wê ya Farisî hatiye çapkirin. Pirtûkên wê li zimanên Farisî, Elmanî û Ingilîzî hatine wergerandin.
Mersiyeya li ser hevserê xwe Xusrew Xan bi zaravayê Goranî nivîsiye bi vî awayî dest pê dike:
Xusrewim wehar, Xusrewim wehar
Ya şa nebuwe, imsal ne wehar
Ber neyan we ber gulan ce gulzar
Nekro dirext şikufe izhar
Ne sehnî çemen newano bulbul
Henî ne nîşo jale ne rûy gul
Nilufer ta heşr ber ne yoce aw
Ce rûy gul surx nekêşû gulaw
Di hinek beytên xwe yên Soranî de jî wiha gotiye:
Giriftar im be nazî çawekanî mesti fettanet
Birîndar im be tîrî sînesûzî nîşî mujganet
Eto emro le mulkê dilberî da nadreyî dehrî
Be resmî bendegî Mestûre wa hatûte dîwanet
Di hinek beytên xwe yên din de jî wiha gotiye:
Min ew jinem ke le pakî le serûy 'hemîwan im,
Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im
Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im
ŞÊX NÛREDDÎNÊ BRÎFKANÎ (1790-1851)
Jidayikbûn û Malbata Wi
Şex Nûreddînê Brifkanî di sala 17901 de li gunde Brifkan hatiye dunyayê. Her wek di helbesteke xwe de gotiye: Mewlud Birîfkan axirî Îtûte sakin mûddetê" Gundê Birîfka dikeve bakurê rojhilata bajarê Mûsilê û tête hesabkirin di gel qeza Şêxan û 44 kilometran ji bajêrê Músil dür e û niha rêyek nû ji bajêrê Dihûkê yekser heya Birifkan pekirine, nêzîkî 15 kilométra jê dûr e.
Şêx Nûreddin lawê Seyyid 'Ebdulcebbar e; ku ew ji lawê Şêx Nûreddin lawe Seyyid Ebubekir lawe Seyyid Zeynel'abidîn e. Ew jî lawê Şêx Şemseddînê Xelatî yê Brifkanî ye. Şêx Şemseddînê Exlatî yê Brîfkanî (1588 – 1674) ku bapîrê çarê yê Şêx Nûreddîné Brîfkanî ye, herwiha Şêx
"Huseynê Xelatî bapîrê 11ê yê Şêx Nûreddînê Brîfkanî ye. Malbata wan malbateke berbiçav û bi nav û deng e. Bi taybet li Başûrê Kurdistan li herêma Behdînan. Ji ber vê yekê diroka vê malbata baş tê zanîn.
Şêx 'Huseynê Xelatî: Di serdema dagirkirinên Moxolan de ku leşkerên Cengizxan bi talanên mezin radibin li Îranê û Turkistanê û ber bi Xelatê ve tên, ew digel 12 hezar binemalan ji mirid û dost û mirovên xwe di sala 790ê hicri ji Xelatê bar dikin, diçine Misrê. Li Misrê di sala 1405an de wefat dike. Ú 'heta vê serdemė JI II Qahîrê taxek heye bi navê taxa Exlatiyan, tekiye û mezargehê Şêx 'Huseynė Exlati li wir e.
Xwendina Wi
Sex Nüreddin ji zarokatiya xwe ve berê xwe dabú xwendinė. Bi sofiti ú teqwaya xwe hatibů naskirin. Di deh
saliya xwe de Qurana Kerim jiber kiribû. Li cem pir seydayan 'Ilmên Îslamê dixwîne. Li Behdinan dest bi xwendina xwe dike û ta Hewlêr û nav koçerên bakurê Kurdistan digere.
Li cem Seyda Mela Yehyayê Mizûrî, Şêx Abdulwehab Şüşî û Şêx Abdurre'hman Efendî Eldebax, miftiyê bajarê Müsilê û Şêx Mehmudė kurê 'Ebdulcelîl Elxuzrî yê Musili yê ku bi navê (Eba 'Elî) navdar e, dixwîne. İcazeya xwe ú teriqetë ji seydayê xwe yê dawî distine. Tê li Brifkan dest bi belavkirina 'ilm û teriqeta Qadirî dike. Ew bi xwe jî pir xelifeyan radike.
Wefat û Mezargehê Wî
Şêx Nûreddînê Birîfkanî li gundê Birîfka çûye ber dilova- niya Xwedê û li wir hatiye veşartin. Nêzîkî 40 salan ji gundê Brîfkan 'ilm, exlaq û terîqetê li Kurdistanê belav dike. Di sala 1851an de li gundê Birîfka çûye ber dilovaniya Xwedê û di mezargeha tekiyê da hatiye veşartin.
Dîwan, Helbest û Berhemên Wî
Şêx Nûreddînê Brîfkanî nêzîkî 33 berhem amade kirine. Di nav van de sê dîwanên helbestan bi sê zimanan (Kurdî, 'Erebî û Farisî) nivîsandîne. Pirtûkên wî yên din bi piranî li ser exlaq û terîqetê ne.
Helbest û şi'rên Şêx Nûreddînê Birîfkanî, yên ku di pirtûka wî ya bi navê Zuxretûl Salikîn de hatibûn berhevkirin, di roja me de bi navê "Zibanê Kurdî" hatine çapkirin.Helbestên xwe di mijarên cuda de nivîsandine. Lê belê bi giştî helbestên wî li ser terbiya nefsê, exlaq û terîqetê ne. Di helbestên xwe de mexlesa "Nûrî" bikaraniye.
Li ser evîn, exlaq, mirin û rêça terîqetê, li ser bajarê Můsilê, li ser rewşa însanên zemanê xwe, li ser hinek 'alim ú seydayan û li ser helbestên kalê xwe Şêx Şemseddînê Brifkanî û Şêx Ehmedê Cizîrî helbestên balkêş û giranbiha nivîsandine.
Zibanê Kurdî
Mebesta vê helbestê ev e: ger Kurd xudanê ziman û xet û xak û welatê xu bin, gişt ev tişte bêne encamdan, cihê sersurman ê nîne, çunke Kurd bi xwe şiyana encamdana van gişt tiştan heye.
Çi xeberdim bi zibanê te ji dûnya, çi 'eceb Ji serê zulfa te û qametê yekta, çi 'eceb
Bi kerem feth û fiyûzan û emîrê du cîhan Kû bi destê me kevit dewletê 'uqba, çi 'eceb
Me ji iksîrê 103 cemalê ku sefa qelb û cesed Kû beyana me gehit aslê heyûla 104, çi 'eceb
Bi dû sê nezregeha mu'cizê 'adet dil û sîng Bibitin mah sîfet sixreyê xara 105 çi 'eceb
Te ji aşûbê şûbaté bi xezeb tarî kirin Rúm ú Tatar û 'Ecem bayede beyza, çi 'eceb
Bi te hemûl be himaya te û firqet dikûdî Kurd yêk bît û li gel ahê li dil da, çi 'eceb
Telqeyek vêmî kevit ref'e bikim b'rim giran Li hewayê bifirim bê perr û kala, çi 'eceb
Eceb ez mame ji xefletê kû bin dawî birim Dû îqaban kû dema ez di xewê da, çi 'eceb
Ji mîsala serê tacê meyê xu'zraye zemîn Ku cilewdarê me bî, qubbeyê xebra 106, çi 'eceb
Ne dûwîn belkî yekîn ez bi xû ferqê nakim Çi kû ruhûl quddûs în Miryem û 'Îsa çi 'eceb
Sûhufa me'rîfetê min ji hewaya te ku xwand Bi neseq bîn ji dil 'hîkmetê eşyai, çi 'eceb107
Te dibînim ji weten xeyrî muxalif ji me ra Te digû qalibê îqdarê te'ala, çi eceb
Di sebahê me di wê bezmê muqeddes periyan Ji xirûşê 108 dimeşîn ew bi sîbara, çi 'eceb
Çavkanî:
Necatê Zivingî. Stêrkên Edebîyata Kurdî. Stenbol: Banga Heq, 2014.
Adakî, A. (2014). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Istanbul: Nûbihar.
ÇELENK, A. (2019). Baba Tâhir-i 'Uryân'ın hayatı, eserleri ve tasavvufî görüşleri.
HUSSEIN, N. M. (2019). Di el-Kelîmatu'l-Qîsara Baba Tahirê Hemedanî da taybetmendên îrfanî.
Sönmez, N. (2021 ). Baba Tâhir-Uryan'ın eserlerinde bireysel ve toplumsal eleştiri.
YAVUZER, M. N. (2016). Baba Tahir di wêjeya Kurdî de.
0 Comments