Destpêk
Ziman amûreke ragihandinê ye û destpêka hebûna mîrovan ve heta niha cîh girtîye û digire. Bêguman mirov çawa ku di her heyaman da perisîne ziman jî her wiha perisîye û şêweyên cuda wergirtîye. Lê di hemû zimanan da deng, bêje hene û em bi van hevokan diafirînin û hevokan pêk tînin. Hevok di gelek alîyan de dikarin bên dabeşkirin. Ji hêla sazbûnê ve hevok dibin du cure; hevokên xwerû û yên hevedudanî (Yildirim, 2012: 319).
1. Hevokên Xwerû
Hevokên ku ji lêkerekê tenê pêk tên hevokên xwerû ne. Di van hevokan de darazek tenê heye (Taş, 2013: 224). Ev hevok, hevokên alîkar nahewînin, pêweber an ji lêker an jî ji navdêrekê pêk tê (Baran, 2012: 209).
Mînak
a. Zarok çûbûn dibistanê.
b. Ez diçûm Amedê.
c. Mêvan hatin mala me.
Her wekî ku ji mînakê jî dîyar dibe di hevokê da tenê darazek heye û hevok di hêla têgihiştinê da zelal e.
2. Hevokên Hevedudanî
Hevokên ku darazeke bingehîn û darazên talî di xwe da digirin wekî hevokên hevedudanî tên zanîn. Di hevokên hevedudanî da pêvebereke bingehîn û herî kêm pêvebereke alîkar cih digirin (Yildirim, 2012: 320).
Cureyên hevokên hevedudanî ev in;
2.1 Hevokên Hevedudanî yên Pevgirêdayî
Carinan mirov nikare bi hevokekê tenê hest û ramanên xwe bîne der. Dema ku mirov bixwaze hest û ramanên xwe bi çend hevokan bîne ziman û ev hevok jî li pey hev hatibin rêzkirin, mirov hevokên hevedudanî bi kar tîne. Bi kurtasî ew hevokên ku ji yekê zêdetir lêkerên wan hene, hevokên hevedudanî ne. Hevokên hevedudanî yên pevgirêdayî bi alîkariya bêhnok û gihanekan bi hev ve têne girêdan (Taş, 2013: 228). Her wisa bêhtirîn gihaneka girêdanê ya vê cureyê hevokê daçeka “û” ye. Ji bilî wê yekê ku dibe, ev cureyên hevokan bi daçekên“paş, dûra, her wisa” bihêne girêdan (Miho, 2019: 20).
Mînak:
a. Min berx girt, Seydoyî ser jê kir û diya min jî kir qelî (Taş, 2013: 229).
b. Te nanê me xwaribû û ava me vexwaribû.
c. Rê dinêre, erebeyê diajo, benîştê xwe dicû û difikire.
Her wekî ku mînakan jî dîyar dibe di her sê hevokên hevedudanî jî ji hevokên serbixwe pêk hatine. Di 2(a)yê de sê hevokên hevedudanî bi bêhnok û gihaneka (û)yê, di 2(b)yê de du hevok bi gihaneka (û)yê, di 2(c)yê de çar hevok bi bêhnok û gihanekê bi hev ve hatine girêdan.
2.1.1 Hevokên Hevedudanî yên Pirsê
Ji bo temamkirina hevoka sereke carinan hin hevokên pêreyî (alîkar) tên bikaranîn ku di eslê xwe de pirs in. Ev hevokên pirsê di nava hevoka kompleks de pirsbûna xwe wenda dikin û dibin beşeke hevoka nû (Aydogan, 2013:137 )
Mînak:
a. Bala xwe dayê bê (ka) hevalê wî di çi rewşê de ye (Aydogan, 2013:138 )
b. Gelek caran min ji xwe dipirsî: “Ma ew sax e mirî ye?” (Amîdabad, 2015: 36).
c. Lê nihêrîbû be ka şervan di çeperan de bûn yan ne.
Her wekî ku ji mînaka 3(a)yê jî dîyar dibe ku hevoka pirsê “hevalê wî di çi rewşê de ye?” fonksîyona pirsê wendekarîye û bûye beşeke hevokeke din. Di vê derê de lazim e bê dîyarkirin ku bikaranîna “ka”yê fonksîyonel e. Dikare neyê bikaranîn. Di hevoka 3(c)yê de jî risteya “şervan di çeperan de ne yan ne ?” fonksîyona pirsbûnê wendakirîye. Lê belê di 3(b)yê de risteya di nav hevokê de hîn fonksîyona pirsbûnê wenda nekirîye.
2.1.2 Hevokên Hevedudanî yên Neqilkirinê
Di hevokên bi vî rengî de hevoka alîkar aîdê kesekî din e. Di hevoka hevedudanî de hevoka alîkar dibe perçeyekî hevoka hevedudanî û hevoka bingehîn temam dike.
Mînak:
a. Wî ji min re got ku ew ji min hez dike (Aydogan, 2013: 145).
b. Gavek pêş ve avêt nêzikê min bû ‘tu kê dixapînî’ got (Deryasipî, 2018: 69)
c. Wan ji min re digotin ji vir biçe.
Her wekî ku mînakan jî xuya dibe di hevokan de agahîyeke din tê neqilkirin. Agahîya ku tê neqilkirin hevoka alîkar e. Ev hevok ne aîdê kesê ku hevoka bingehên dibê ye. Bi gotineke din ew hevok ji hêla hinek din ve hatîye gotin. Dema ku her du hevok, hevoka hevedudanî çê dikin, hevoka alîkar ji hêla maneyê ve hevoka bingehîn temam dike.
2.2 Hevokên Pêwendîyê
Hevokên relatîf (pêwendîyê) yên herî kompleks in, lewre awayên sazkirinê di kurmancî de ji yekê zêdetir in. Ev hevokên pêreyî bi alikariya gîhaneka “ku” bi navan ve tên girêdan digel ku hevokên temamker bi lêkerên hevokên sereke ve tên girêdan. Armanca hevokên pêreyî yên relatîf sazkirina komên rengdêrî ye, lê belê ji ber ku di rengdêrê bi xwe de lêkerek heye, ew koma ku bi nav û rengdê ran ava dibe, di nava hevokeke din de dibe sedema peydabûna hevokeke kompleks (Aydogan, 2013: 146).
Mînak:
a. Min bizina ku qiloçên wê dirêjin firot.
b. Ez bajarê ku ew lê dijî nizanim.
c. Keçika ku duh hatibû ba te, ew xwîşka min e (Yildirim, 2012: 321).
Her wekî ku ji mînaka navborî (a/b/c) jî tê dîtin hevokên pêwendîyê bi alîkarîya “ku”yê çê dibin û bi kirde an jî bireserê ve tên girêdan. Dema ku em bala xwe didin hevokê (a) em dibînin ku risteya ku bi “ku” yê dest pê dike hin xususîyetên bizinê zelal dike û derbareyê bizinê de hin agahîyan dide. Gava ku meriv hevoka pêwendîyê ji hevokê derbixe maneya hevokê xira nabe lê belê hin mane ji hevokê kêm dibin. Di hevoka (b)yê de hevoka alîkar hin taybetîyên bajêr, di (c)yê de jî hin taybetîyên keçikê dîyar dike.
2.3. Hevokên Hevedudanî yên Rewşî
Ev cure hevok alîyê pêkhatina hevoka bingehîn nîşanî me didin. Dibe ku ew pêkhatin ji hêla dem, armanc, sedem, encam û hwd be. Lewre ev hevok di nava xwe de dibin heft cure. Di hevokên wisa de hêmaneke bingehîn û yeke alîkar heye. Hêmana alîkar her çi qas bi xwe hevokek be jî ji alîyê wateyê ve bi tena serê xwe kêm dimîne (Tan, 2011: 316). Sedema vê yekê jî ew e ku ev hevok ji hêla wateyî ve bi hevoka bingehîn ve girêdayîye. Ev cureyên van hevokan ev in;
2.3.1 Hevokên Hevedudanî yên Demê
Di hevokên hevedudanî yên demî de hevokên alîkar nîşan didin ka bûyera sereke di kîjan demê de pêk hatîye (Aydogan, 2013: 150). Ev hevok bi alîkarîya gihanekên “roja ku, dema ku, gava ku, çer ku, berî ku, piştî ku…pêk tên (Tan, 2011: 319).
Mînak:
a. Piştî ku ez xew rabûm, min taştê xwar (Tan, 2011: 319)
b. Dema em li Amîdabadê bûn, gelek caran min û Seydo, em ji bajarê piçûk derdiketin…(Amîdabad, 2015: 37).
c. Gava bêrîkên min vala dibin û baran nabare, ez li taxên tevlihev digerim[1] (Amîdabad, 2015: 71).
Di van hevokan de tiştê balkêş ew e ku divê di navbera hevoka bingehîn û ya alîkar de ji hêla dema pêkhatina bûyeran de ahengeke hebe. Bi gotineke din divê dema hevoka bingehîn û ya alîkar heman dem be. Di van hevokên hevedudanî de hevoka alîkar bi gihanekeke ku demê dîyar dike dest pê dikin.
2.3.2 Hevokên Hevedudanî yên Armancê
Hevokên hevedudanî yên armancê bi erka dîyarkirina “armanca bûyera sereke” ve tên sazkirin. Hingê armanca hevoka sereke ev e ku fikra hevoka alîkar pêk were (Aydogan, 2013: 150). Di van hevokan de mebest bi alîkarîya hevoka alîkar ku hokera mebestê ye, tê nîşandan (Tan, 2011: 319).
Mînak:
a. Zarok çûne da ku zû vegerin (Baran, 2012: 210).
b. Ji bo ku ew biçe amedê, li balafirê siwar dibe (Tan, 2011: 336).
c. Ji ber ku ez diçûm Amedê, ez diçûm balafirgehê (Tan, 2011: 336).
Di hevokên navborî de beşeke hevokê armanc e, beşa din jî temamkera wê armancê ye. Di hevokên bi vî rengî de hin gihanek wekî qalib tên bikaranîn. Ev gihanek ev in: “da ku, ji bo ku, seba ku, bi armanca ku, bi nêta ku, bi qesta ku…” hwd.
2.3.3 Hevokên Hevedudanî yên Sedemê
Armanca bikaranîna hevokên alîkar yên sedemê ev e ku sedema pêkhatina bûyera sereke nîşan bidin. Mirov dikare ji hevoka sereke pirsa “çima” an jî “ji ber çi” bike û sedema wê pêyda bike (Aydogan, 2013: 152).
Mînak:
a. Min ezmûn derbas nekir ji ber ku ez nexebitîyam.
b. Ji ber ku ser hatina we ya vê şikeftê re demeke gelek dirêj bihurî bû, çavên wê hînî tarîyê bûbûn (Oncu, 2021: 52).
c. Em nayên, ji lewre berf dibare[2]
Di hevoka (a)yê de du lêker hene. Yek “derbasnekirin” ya din jî “nexebitîn” e. Lêkera “derbasnekirin”ê lêkere bingehîn e û hevoka bingehîn pêk tîne. Lêkera “nexebitîn”ê lêkera duyemîn e û karê hevoka alîkar pêk tîne. Di (b/c)yê de lêkerên bingehîn “hînî tarîyê bûn” û “nayên” lêkerên bingehîn in. Gava ku em bala xwe didin hevokê tê dîtin ku karê hevoka bingehîn di encama lêkera hevoka alîkar de pêk tê. Ev hevok bi alîkarîya gihanekên “ji ber ku”, “çima ku” tên saz kirin (Tan, 2011: 319).
2.3.4 Hevokên Hevedudanî yên Encamê
Di hevokên alîkar yên encamê de fikir û bûyera ku tê gotin weke encam an jî dewameke lojîk piştî hevoka sereke tê. Di vî warî de hevokên encamê dikarin bi hevokên sedemê re bên tevlihevkirin, lê belê di hevokên encamê de herdu parçeyên hevokên kompleks nikarin weke hevokên serbixwe werin bikaranîn. Ya ku alîkariya me dike ku em wê nas bikin ew e ku di parçeyê yêkem de pirraniya caran hokerên xurtkirina wateyê tên bikaranîn. Bi vî awayî perçeyê duyem bi awayekî lojîk dibe encama perçeya yêkem (Aydogan, 2013: 153).
Mînak:
a. Pirtûk ew qas herikbar bû ku meriv pir zû dixwend.
b. Xwendevanan ew qas rexne lê dikirin ku nivîskar xwe aciz dike.
c. Behr ew qas xweş e ku, mirov dixwaze her tim tê de be.
Di hevokana de em dibînin ku beşa ewil darazek e beşa duyam jî encama daraza beşa ewil e. Di (a) yê de encama herikbarîyê zû xwendin e; (b)yê de encama rexneyê acizbûn e, (c)yê de encama xweşbûna behrê daxwaza jêderneketinê ye.
2.3.5 Hevokên Hevedudanî yên Bilîyê
Ev hevok nîşan didin ku hevoka sereke bi hin tawîzan ve hatîye pêkanîn, yanî bûyer ji bo zelalkirinê, agahîyeke ku li derve dihêle nîşan dide (Aydogan, 2013: 154).
Mînak:
a. Bêyî ku ji min bipirse, mala xwe bar kir (Aydogan, 2013: 155).
b. Bêyî ku ji me re hestên xwe bigotina, çûbû.
c. Bêyî ku peyveke bike, diçe.
Di van hevokên hevedudanî lêkera hevoka alîkar di forma raweya bilanî de ye. Lewre di vê raveyê de qalibên bêjeyan yên wekî “ji bo ku, da ku, bêyî ku…” hwd tên bikaranîn.
2.3.6 Hevokên Hevedudanî yên Pîvanê
Di van hevokên pêreyî yên rewşî de ji bo ravekirina bûyera sereke alîkarî ji hin nimûneyên derveyî hevokê tên stendin. Hevoka sereke bi rêya danberhev (muqayese), şibandin û pîvana bi wan bûyerên derveyîn yên alîkar re zelaltir dibe an jî hêza wê xurttir dibe, em ji hevokên alîkar yên weha re dibêjin "hevokên alîkar yên pîvanî" ji ber ku pîvana bûyera sereke bi referansa wan diyar dibe (Aydogan, 2013: 155).
Mînak:
a. Bi qasî ku min karî, min mijar jêre rave kir (Tan, 2011: 320).
b. Her wekî em dibêjin, qebûl bike.[3]
c. Qasî ku ez jê hez dikim, ew jê hez nake.
Her wekî ku ji mînaka (a/b/c)yê jî tê dîtin di hevokê de pîvanek heye û hevoka alîkar hevoka bingehîn di hêla mêjer û pîvanê de temam dike. Ev cure hevok bi alîkarîya gihanekên “heta ku”, “bi qasî ku” … pêk tên (Tan, 2011: 320).
2.3.7 Hevokên Hevedudanî yên Mercî
Eger di hevokê de pêvebera alîkar şertê pêkhatina pêvebera bingehîn be, ev hevok mercî ye (Yildirim, 2012: 320). Di kurmancî de “eger ne, yan ji (Miho, 2019: 23), eger, ger, heger, heke” hin gihanekên mercî ne.
Mînak:
a. Heke ez biçim Amedê, ez ê wî bibînim (Tan, 2011: 338).
b. Eger tu biçûya, ez ê jî bihatima.[4]
c. Eger ezmûn çêbûbûya, em ê derbasbûbûna.
Her wekî ku ji mînakên navborî jî xuya dibe pêkhatina karê bingehîn bi şeretekî ve girêdayîye, ew şert jî pêkhatina karê hevoka alîkar e.
Çavkanî
Janson, T. (2012). Dillerin Tarihi. Wer: Mehmet Doğan. Boğaziçi Üniversitesi Yayınevi.
Aydogan, Î. S. (2013), Guman-1, Demnasî, Hevoksazî, Watesazî û Gotar, Weşanên Lîs, Ankara.
Yıldırım, K. (2012), Kürtçe Dil Bilgisi, Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, Mardin.
Miho, M. S. (2019). Hevoka Rêzimanî û Nerêzimanî di Devoka Devere Behdînan de. Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî. Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Wan.
Tan, S. (2011). Rêzimana Kurmancî. Enstutîya Kurdî Ya Stenbolê. Stenbol.
Baran, B. (2012). Rêzimana Kurmancî. Weşanên Belkîyê. Dîyarbekir.
Bedirxan, C. & Lescot, R. (2012). Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanci). İstanbul
Deryasipî, G. (2018). Ez Ne Ez Im. Weşanên Sanciyê. Stenbol.
Oncu, M. (2021). Gogerçîna Perbiçîn. Weşanên Sîtavê. Ankara.
Di Kurdî da Lêker
Lêker, kar, tevger, rewş û bûyînê dîyar dike. Bi awayekî rêzimanî hêmana sereke ya pêveberê û rewşekê nîşan dide (Tan, 205). Hêmana bingehîn ya hevokê ye. Qertafên kesan û deman distînîn û darazekê çê dikin. (Baran, 135)
Lêker, ew cureyê bêjeyê ye ku bi awayekî rêzimanî hêmana sereke ya pêveberê ye û bizavekê yan rewşekê nişan dide. Di gelek zimanan de mebesta pêkanîna ahenga bi kirdeye re li gorî dem, rawe, avanî û rewşê tê kişandin. Wate jî aliyê morfolojik ve lêker bi kêşanê peywira xwe bi cih tîne. Ji ber giraniya xwe ya pevgihandina peyvan, beşa sereke ya hevokê ye . di kurdî de navleka “lêker” girîngiya wê li ber çavan radixe. Di nav cureyên bêjeyan de herî girîng û berfireh “ lêker”e . Celadet Bedirxan dema ku ev nav li vê têgihê kiriye, girîngiya wê li ber çavan girtiye. (Kaplan, 1) Lewre peyva “ lêker”, ji “lêkirin”ê tê. Lêkerên, her wekî xuya ye wateya “avakirin” ê dide. Her çiqas gelek wateyên wê yên din jî hebin. Li vê dere di wateya “ avakirin” ê de ye. Çawa ku “ dîwar lê kirin”tê gotin. Di wê minakê de hevok li ser lêkerê tê avakirin. Bê lêker, hevok ava nabe. Di wê nîşanê de me dît ku rêzimana Kurdî de lêker bi tene cihekê sereke ye û bê wî, hevok bi tenê nayê avakirin.
1.1. Ji Aliyê Binyadê ve Lêker
1.1.1. Lêkerên Xwerû
Ev lêker ji hêmanekê pêk tên û qertafan nastînin.Ango xwerû ne, bê qertaf hatine pê û hindik in. (Baran, 177)
Mînak:
Xwar(in), bû(n), bir(in), mir(in), hat(in), ket(in), kir(in)
Hinek lêker dema ku di dema niha da tên bikaranîn di rayeka wan da tîpek an jî du tîp dimînin.
Mînak:
Min xwar Ez di-xw-im
Ez çûm Ez di-ç-im
1.1.2. Lêkerên Darijtî ( Pêkhatî)
Zimanê Kurdî de lêker, bi alîkariya paşgir û pêşgiran pêk tê. Qertaf çi pêşgir çi jî paşgir bi serê xwe, ne xwediyê tu wateyê ne. Lê dema ku bi lêker, navdêr an jî hevalnavekê ve dibin, wateyeke nû didin wê. Di beşa lêkeran de mijara herî berfireh mîjara lêkerên pêkhatî ye. Divê em ji bîr nekin ku gelek bêjeyên watedar jî bi domana demê re bûne qertafên bêjesaz. Hinek peyvan bi demê re wateya xwe winda kiriye û ji bêjeyên ferhengî dageriyane bêjeyên erkî hinek jî ketine ve qonaxê lê hê wateya wan tê zanîn. her wiha hinek morfêmen di hene ku bingeha xwe de daçek in, lê niha wekî qertafên bêjesaz tên bikaranîn. Di Kurmancî de hejmara lêkerên xwerû gelekî kêm e, bi giranî lêkerên pêkhatî, hevedudanî û hin caran lêkerên biwejî tên bikaranîn. Ji ber ku rêz û rêzikên lêkerên pêkhatî diyarkirî û hêsantir in, meyla zimên ber bi wan ve ye. Ji ber vê sedemê gelek lêkerên xwerû dageriyane ser formekê pêkhatî. Di vê yekê de mijara gerguhêzî û negerguhêziyê jî bandor li lêkeran kiriye di lêkerên xwerû de kêm caran formên gerguhêz û negerguhêz li gel hev peyda dibin pirî caran formek ji van di nav lêkerên xwerû de peyda nabe, lewre jî li ser bingeha rayeka dema niha forma din pêk tê, piştre jî li ser bingeha forma pêkhatî , hemwateya lêkera xwerû ya heyî jî tê dariştin.
Mînak :
Çê- : Min ji xwe re wêne çêkir.
Der- : Perê xwe ji bêrika xwe derxist.
Rû- : Ape mîn kew rûçikand.
Têk- : Hevalan her tişt têkxistin.
Ve- : Ez avê vedixwim
1.1.3. Lêkerên Hevedudanî
Ev cure lêker ji du an jî zêdetir hêmanan pêk tên. Hêmana ewil ji navdêrekê pêk tê, hêmana diduyan jî ji lêkerekê pêk tê. Lêkerên alîkar ên ku bi hêmanên navdêr ra tên bikaranîn ev in: bûn, kirin, ketîn, xistin, dan, hatin, anîn (Baran, 179)
Mînak:
Avdan, bikaranîn, jêhezkirin, rûdan, dînbûn, sorkirin, lêkirin
1.1.4. Lêkerên Biwêjî
Ev lêker jî ji hêmanên navdêr û ji lêkerekê alîkar pêk tên. Ji hêla wateyê ve ji lêkerên din ên hevdudanî vediqetin. Ev lêker biwêjî ne û wateyên mêcazî dihewînin. Hêmanên van lêkeran ji du an zêdetir peyvan pêk tên.Gelek caran hêmanên din ên hevokê jî dikevin nava van lêkeran.
Mînak :
Serîrakirin: Me jî serî rakir.
Devjêberdan: Te dev jê berd?
Serîtewandin: Me serî netewand
1.2. Ji Aliyê Bireserê ve Lêker
1.2.1. Lêkerên Gerguhêz
Lêkerên ku bireserên wan hene gerguhêz in. Di van lêkeran de kirde bandora xwe li ser kes an tiştekî din çêdike. Ev lêker di Kurmancî de pirr hindik in . Ev lêker bersiv didin pirsên ‘’kî/kê ‘’ û ‘’ çi ‘’ yê. Di zimanê Kurdî de heke lêkerek bireser bigre ev lêker gêrguhêz e . di zimanê me de gêrguhêzî gelek girîng e , lewre zaravayê Kurmancî nîv ergatîv e ji ber vê yekê jî lêkerên gerguhêz û nergerguhêz ji hev cuda têne kişandin. Lêkerên gerguhêz di demên bê û niha de li gor kirdeyê , di dema borî de li gorî bireserê têne kişandin. Ji ber vê yekê di lêkerên gerguhêz de di demên bê û niha de kirde xwerû; bireser tewandî ye di demên borî de kirde tewandî bireser xwerû ye. Di lêkerên gerguhêzî de di nav hevokêde , piranî heman tew hene. Wek di şeqla jor de ji, lêkerên gerguhêz di demên bê û niha de li gor kirdeyê; di dema borî de li gorî bireserê têne kişandin.
1.2.2. Lêkerên Negerguhêz
Lêkerên ku bireserên wan tune ne, negerguhêz in. Bandora kirdeyê li ser kes an tiştekî çênabe.Lêkerên negerguhêz, piştê tumleçê di navê bêrpebûn de tên. Ji ber heman sedemê di Kurmancî de peyv ditewin û du kom cînavk ( xwerû û tewandî ) hene. Di kurmancî de kirde û bireser bi riya tewangê ji hev têne veqetandin. Lewre jî di kurmancî de gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran pir girîng e.Nexwe em ê çawa fehm bikin ku kîjan lêker gerguhêz e, kîjan ne gerguhêz e ? Em di hevokê de li rewşa lêkerê binêrin. Di hevokê de dema ku mirov jî lêkerekê pirsa ‘’çi , kî/kê ‘’ bike heke bersiv ji kirdeyê cudatir be, ew lêker gerguhêz e, heke bersiv dîsa li kirdeyê vegere, ev lêker ne gerguhêz e. Hinek peyv di hevokê de bi piranî xwe eşqere dikin ku negerguhêz in. Mîna lêkera ‘’bûn ‘’e ji bilî vê peyvê lêkera ‘’ ketin , man ‘’ ê ku hene di hevokê de negerguhêz çê dikin.di lêkerên pêkhatî de paşgira ‘’ –în ‘’ lêkerên negerguhêz çê dike , ji bilî vê jî paşgirên ‘’- ijîn ‘’, ‘’ –isîn ‘’ lêkerên negerguhêz in
1.3 Ji Lêkerên Negerguhez Veguhestina Lêkerên Gerguhêz
Lêkerên negerguhêzî bi van rêyan dikarin bibin lêkerên gerguhêzî : Hevokek ku pêveka ‘’-in ‘’ û ‘’-iyan ‘’ bistîne bi cihê van pêveka , pêveka ‘’-andin’’ were ev pêvek bi vî awayê dibe gerguhêz.
Mînak : Forma –iyan/ în Forma –andin
Beziyan / bezîn bezandin
Çêjiyan / çêjîn çêjandin
Firiyan / firîn firandin
Geriyan / gerîn gerandin
Hejiyan/ hejîn hejandin
1.4 Lêkerên Dançêker
Dema ku mirov karekî bi yekî din bide kirin, divê mirov ‘avaniya dançêker’’ bi kar bîne di avaniya dançêker de hêmaneke nû tev li hevokê dibe. Êdi li şûna kesê ku wî karî dike, kesê ku wî karî dike dike kirin dibe kirde. Avaniya dançêker bi aiîkariya lêkera ‘’dan ‘’ ê pêk tê. Dema ku yek bibêje , ‘ ez kincan dişom’ ew vî karî bi xwe dike, lê dema ku kesekî din li şûna wî kincan bişo, wê deme dê bibêje ‘ ez kincan didim şûştin ‘ ji bo pêkanîna avaniya dançêker , em lêkera ‘’dan ‘’ ê li gorî dem , kes û raweyan dikişînim û tînin ber lêkera bingehîn wekî rader bi lêv dikin.
Mînak: Erenî Neyînî
Ew ê wan bide girtin Ew ê wan nede girtin
Ew wan dide girtin Ew wan nade girtin
Wî ew da girtin Wî ew neda girtin
Çavkanî
Sami Tan, Rêzimana Kurmancî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2011
Bahoz Baran, Rêzimana Kurmancî, Weşanên Belkî, Stenbol, 2012
Ömer Kaplan, Avanîya lêkeran di Kurancî de / Kürtçede fiil çatısı, Yüksek Lisans, 2019
[1]Ev hevok bi awayê resen wihaa ye: Gava bêrîkên min vala bûn û baran nedibarîya, ez li taxên tevlihev digerîyam (Amîdabad, 2015: 71).
[2] Eslê hevokê wiha ye Em nehatin; ji lewre berf dibarî (Baran, 2012: 127).
[3] Ev hevok di eslê xwe de wiha ye: Herwekî me got qebul bike (Baran, 2012: 115). Me dema hevokê guhert.
[4] Ev hevok wiha ye: Eger tu herî, ez ê jî herim (Baran, 2012: 124). Me dema hevokê guhert.
0 Comments