Diçim
Rojên rehnî ji te re dihêlim.
Xeyalên min di nav awirên te de winda ne
Ez di nav hêstiran de winda dibim
Îro ewir kewgirî ne
Mirin şerm dike ji xwe,
Bête Bûn
Gava tu nebî,
hemû newa wateya xwe winda dikin,
bêdengîyeke kûr diherike,
Di kolanên vala yên di dilê min da.
Di nav hestên min yên rizî da,
pîçikên hêvîyê diefinikin,
Valahîyek û nedîyarîyek diveje,
Û hêdî hêdî winda dibim.
(Arî Beravî)
Wêneya Hîçîtiyê
Di her şevên tarî da rawestgeha fikrên tarî me
Di nav bêdengîya geremolî a cîhanê de
Bê welat im, bê hest im û bê xweda me.
Di perestina xûdayê hîçîtîyê de me
Kibleye min êşên min ê nedîyar in.
Di deryayê de ne dilopekim jî
Wek çivîkekê perşikestî me.
Tu ferqa min û darekê ziwa nîne
Tu ferqa min û mirovan nîne.
Wek peleke ber bi bayê ketî me
Ne cihê ku hatîm eşkere ye
ne jî cihê ku herim.
Wek masîyekê kêmê ketî me
Najîm lê di nav jîyanekê da dadiweşim..!
(Arî Beravî)
Min bipêç e
Min bipêç e,
Bi mijangên xwe,
Bi zulfê tarî,
Bi bişirandina xwe,
Min bipêç e,
Bila ez nemînim,
Bila ser singa te
Jiyana min dawÎ bibe…
0 Comments