Gotinên Pêşiyan - Proverbs

Agir bi çiyan dikeve ter û hişk tevde dişewite

Wekî bûyerek mezin pêk were û tiştên rast neyê xuyabûn. Kesên mafdar û ne mafdar têkevin rêzekê. Mînak: Dema du girse şer bikin, berê xwe didin girseyê gişî, nabêjin ku di nava girseyê de hinekî bê sûc hene. Dema hevalê mirov an yê di heman fikrê de be û şaşiyekê bike mirov jî jê xisarê dibîne.

Aqil taca zêrîn e li serê herkesî nîne

Ev jî,wekî aqil pir bi rûmet e,kêm kes dikarın bikar bînin. Heke aqil hebe ji xwe ew bi xwe zêr e û zêr tîne. Tiştê ku mirov bi serdixe an mirov bi pêş de dixew dîsa aqil e û aqile pir an baş jî ne di serê her mirovî de ye di serê kêm mirovan de ye.

Aqlê sivik barê giran e

Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgrêkan çareser bike.An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e.Dema aqilê wî kêm be û nezan be ,bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve.

Baran dibare erd xwe dipesinîne 

Baran dibare li erdê şênahî û fêkî çêdibin ,zad çêdibin her wiha kêfa mirovan ji erdê re tê, lê belê ne baran bûya erd şîn nedibû.Di civakê û jiyanê de ji gelek tişt hene ku yê anîne hole ne diyar in û hinerkî din ji dêleva wan pesnê xwe vedidin.

Belengaz çûne diziyê,heyv li wan derketiye

Mirovên belengaz tim çewtiyan li pêş xwe dibîne û ji bo ku siûda wî li hev nayê hertiştî dike pirsgirêk an hertişt dibe pirsgrêk li pêş çavên wî.

Berxê nêr ji bo kêr e

Berxê nêr ji ber ku zêdayî jê çê nabe tim yê firotina ji bo goşt e. Mêr jî her tim ji bo şer û cengê ye her tim mirin û kuştin li ser wan e. Dîsa tê wateya ku berxê nêr ji bo karê zêdayî yê ye. Mêrên baş jî divê bi kêrî tiştekî bê.

Bextê romê tune ye

Wekî rastiya roman tuneye, wîjdanê wan tuneye, bawerî bi wan nayê. Ev gotıneke dîrokî ye ku gelên Enedolê pir zordestî ji destê roman dîtiye wê xuya dike.

Bi gotegot mirov naçe cot

Dema mirov karek kir divê mirov pir li ser nepeyîve an divê miheqeq kirin divê li pêş be.Tenê gotin nabe tiştekî.Ji bo karekî xebat pir giring e. Bi tirkî dibêjin “Bi peyvê keştiya penêr nameşe”. Ku mirov karek kir û pir bi belengazî li ser peyîvî ji xwe ew kar nameşe. Wekî mirov bê dilî xwe wî karî bike.

Bi xweziya dest nagihîje baqê keziya 

Tiştekî ku mirov bixwaze bi dest mirov keve,divê ji bo wî tiştî xebat bê kirin.Tenê bi xwestinê nabe.Wekî ku dilê mirov bixwaze welatek ava bibe lê dema ji bo wê yekê xebat neyê kirin wê çawa ava bibe

Bila conegayê rojê bim ne çêleka sed rojê bim

Ciwange nîşanê mêraniyê ye,çêlek nîşanê bikaranînê ye.Heke hinek ji mirov re bibêje tê bi çêlekî bimîne ez dê te sed rojî xwedî bikim,lê tu bibêje ez dê li ser xîreta xwe bimînim wê demê tenê em dê nanê rojekê bidine te.

Bila girtiyê hepsa be lê ne miriyê gora be

Vegera mirinê tuneye lê hêvîya vegera hevsê(girtîgeh) heye.Dema mirov ji her duyan yekî bipejirînê mirovê bibêje, girtîgeh. Wekî dibêje “divê mirov xwe ji mirinê û tiştên metirsiya mirinê tê de hebe biparêze.”

Bila navê mirov dernekeve qûna mirov derkeve 

Ji vêya re dibêjin şohret.Mirovên şohret herkes nasdikin û bi çi awayî hatibin nasîn bi wî awayî jî têne nirxandin. Navê wan bi xerabî derketibe ,dema tiştên baş jî bikin dîsa bi xerabî tê peyvandin.Dema yek bi karê diziyê bê naskirin û deng bide,heta emrê wî hebe ew nav ji ser wî nare .Heke êdî diziyê neke û tiştên baş jî bike derketina navê wî î bi xerabî ji ser nare.

Bila rûyê mirov biêşe bila serê mirov neêşe

Di serî de karê ku mirov nikaribe bike ,mirov bibêje başe,ne ku karê mirov nikaribe bike ê mirov bi derewan bibêje ez dikarim .Dawiyê mirov fedîkar derdikeve û serê mirov dikeve teşqeleyan.Ji serî de miro hinekî serê xwe biêşîne û mirov hinekî di berxwe bide dawiyê serê mirov naêşe.

Bila tu xwîndar be lê ne deyndar be

Xwîndar jî wekî,mirov hinek kuştibe û deyndarê xwînê be. Dema mirov deyndarê xwînê be canekî mirov heye ku mirov bide ,lê deyndarê diravan an milk be û tunebe mirov bide hê zortir hatiye dîtin û ev gotin hatiye gotin.

Bira bira ye bazar cuda ye 

Di bazirganiyê de bazar divê bi heqî be çi bira dibe çi mirovên din dibe mafdqrî divê li pêş be.Bira be jî divê mafê keda xwe bi erzanî mirov nede kesî.Lê biratî jî li alîkî divê bê parastin.

Birîndar bi birîna xwe zane 

Zordestî li kê bê ew zane ku kî dike.Nebaşî,xerabî ji ku gihaştibê ew kesê ku gihaştiyê zane. Kê çi tiştê baş an nebaş kiribe ew zane wî çi kiriye. Kesê sêyemîn nizane ku wî çikiriye. Dema qala wî tiştî jî bê kirin ew keserê dikişîne,lê yên derî wî nizane ku ji bo çi keserê dikişîne.

Cilê terziyan tim qetiya ye

Wekî mirovên pîşekar tim hewl didin ku karê xwe î pereyan tîne bikin, tiştên pera neyne guhê xwe nadinê.Ji ber wê yekê jî tim tiştê pereyan neyne bi derengî dixin û dibêjin: yê min hêç e,bila ez yê mirovan xelasbikim ,yê min dûre.Lê her ku yekî xelas dikê yekî din li pey tê.

Cot bi gayê pîr nabe 

Jibo karekî divê hertim mirov tiştên nûjen bi kar bîne . Tiştên kevn her tim sûdeyeke baş ji bo karekî bi rê û pek nade. Ciwanî hertim nûjeniyê bi xwe re tîne û ciwan her tim bi hêz in.

Çavê li deriya xwelî li seriya

Çavên ku her tim li deriya be da ku xwarinekê jê re bîne û ew bi xwe hewl nede ku xwarinê bi xwe çêbike an bidest bixe ,ew çav xerabe û bi kêrî tu tiştî nayê.Mirovên ku bi hêza piyan xwe xwedî dike her tim li ba ciwakê bi rûmet e. Dîsa wekî ku mirov doza xwe ,mafê xwe bi destê xwe biparêze û bistîne,ne ku mirov ji hinekan hêvî bike û li cîhê xwe rûnê.

Çira ji koran re, def ji keran re fêde nake

Çi tişt hene ku mirov ji ehlê wê re bibêje fêm dike, heke ne ehlê wî be û jê re ne pêwistbe naxwaze fêm bike.Dîsa tiştin hene û ne gengaz e ku hin mirov an ajal jê sûdê wergirin, mîna kor û çira.

Dara xweziyê şîn nabe

Ku mirov ji tiştekî hez bike an ji bo tiştekî bidest bixe dilxwaz be divê mirov tenê nebêje: xwezî ew tişt çêbibûya, û bisekine wekî din ji bo wî tiştî tu xebat û tevgerê neke. Her tişt bi tevgerê bi xebatê bi xwedana eniyê bi keda milan tê holê. Bi xwestinê û heskirinê tenê daxwaz naçe serî.

Dem bi dor e geh li jêr e geh li jor e 

Dem an çax ,ev çax jî ji tavê re hatiye gotin ku tim dihere lê belê geh li jêr geh li jor e. Ev tê wê wateyê ku tu tiştek li cîhê xwe namîne. Mirov, xweza, dem her tim diguhere hertim herikbar in. Mirovên zordar rojekê dê bibin stuxwar, mirovên stuxwar dê rojekê bibin serbilind.

Dema ecela bizinê tê, nanê şivan dixwe

Wekî dema tiştek xera bibe nîşanê wê xuya dibe. Mirov dizane ku wê qewimînek çê bibe an bi xwe xuya dike.

Dengê defê ji dûr ve xweş e

Wekî mirov ne di nav bûyeran de be mirov bûyeran bi awayekî rastî nikare şîrove bike.Şîrove wê demê kêm dimîne.Her lêkolîn di cîhê xwe de bê kirin nêzî rastiyê ne.

Dest dest dişo, dest vedigere dev û rûyan dişo

Dema destek tenê be nikare tu tiştî bike, lê du dest bin wê hevû bişon û dûre dev û rûyan bişon. Mirovekî tenê jî nikare tiştên mezin bike an bê hûêz dimîne. Lê dema dû kes bin wê hevdû jî xelas bişkin û sûdeya wan li dora wan jî çêbibe .

Destê tenê deng jê nayê

Destê tenê deng jê nayê lê du dest li çepikan dixin.Mirovên tenê bê hêz in du mirov an sê mirov û hê pirtir dibin xwedî hêz û dijminê wan ji wan ditirsin. Lê dema hindik bin dijmin jî ewqas bi ser wan de dihere.

Dijminê bava nabin dostê lawa

Ev gotineke feodalî ye. Jibo dozên xwînî hatiye gotin. Mirovek dijmine bavekî be jixwe nabe dostê lawê wî jî. Kî dibe bila bibe ji dijminre law bav ap pismam yek e.

Dilê tirsonek sênga gewr nabîne

Ev gotin li ser revandina qîzan hatiye gotin. Heke xort mêr be kesa ku dilê wî tê de heye, heke malbata wê nedêyê jî wê birevîne. Lê xortê ku newêribe birevîne dê ji dildara xwe bêpar bimîne.

Dinya bi dorê ye, ne bi zorê yê

Wekî em dizanin dinya dizîvire an tu dem di cîhê xwe de nasekine çerxa felekê jî her ti li dor xwe û li dor tavê dizîvire. Ji ber wî yekî jî ew bawerî heye ku wê dora hertiştî bê.

Dinya bi gulekê nabe bihar

Her tişt wiha ye, ne dinya bi gulekê dibe bihar ne temen bi salekê diqede, ne mirov di salekê de mezin dibe û ne tu tişt bi nêvî nabe ku mirov jê re bibêje temam e.

Du serî di beroşekê de nakelin

Seriyê sewalan ku mirov dikelîne di beroşê de ,ji beroşekê re pir e. Wateya vê gotinê ew e ku heke tiştek têrî yekî bike divê yek bikar bîne,lewre solek ji du mirovan re nabe heke bibe jî her yekî ferek dikeve. Ji ber wê yekê jî tiştê nêvî bê hêvî ye.

Dûvê rêvî jê re ne bar e

Dûvê rêvî ji xwe pê ve ye û jê re pêwiste.Herwiha berçavka mirovan ji wan re ne bar e. Wekî ku tiştekî ji mirov re pêwist be ji mirov re ne bar e.

Ya hinan mirine, ya hinan têrekirine

Yan mêrekî baş be yan bivir û das be yan jî bimire ji xwe xilas be

Av heta şîlo nebe zelal nabe

Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe

Baran ji hemû ewran nayê

Baran behrê dibare

Berf jî xweşike lê kûçik li ser dirîn

Berf li çîyayan dikeve lingê mirov dicemide

Bi mineminê mirov xilas nabe ji destê jinê

Bi werîsê xelkê nekeve bîrê

Bi xwe ceh dixwe lê yê li hemberî xwe ker dibîne

Bila dil bi dil be lihêf ji heft cihî qul be balgeh ji kevir be

Bila mirov bê text be ne bêbext be

Birayê der quna bizinê ye

Bihişt jî dojeh jî di mala mirov da ye

Cîranê xirab berde bavêje diranê biêşe bikişîne bavêje

Danûstandin bi bertîlan xwelî li serî feqîran

Deh keviran navêje, yekî bavêje wê jî lêxe

Çil diz nikarin ji mirovên tazî tiştekî bidizin

Derdê feqîran nan e derdê axa kêf û dîlan e

tiştek malê nîne simbêl zobaşîn e

Kera cîranê me dehşikek jê ra bû, dûvê wê tune, qoş ê bikeve ku qoşkirt ê bikeve ku

Hêştir jî gir in lê rêberê wan her tim ker in



Post a Comment

0 Comments