ÇANDA TIL HELEFÊ ( 6000 400 0 B.Z )
Tilhelef li Rojavayê Kurdistanê 3 km rojavayê bajarê Serê Kanîyê ye û li ber ava Xabûrê cih digire. Di Serdema Neolîtîkê de navendeke sereke ya çanda Arî bû. Li gorî lêkolînan bermahîyên Tilhelefê yên destpêkê digihêjin 9,000 B.Z.ÇAND Û ZIMANÊ SEMÎTÎKÎ
Çanda Semîtîkî di cewherê xwe de çanda şivantî û hozîtiyê ye. Dema Şoreşa Çandiniyê li bakurê Mezopotamyayê pêş dikeve, li başûrê Mezopotamyayê jî çanda Semîtîkî peyda dibe. Çanda Semîtîkî ji Biyabana Mezin heya rojhilatê Erebistanê û heya bakurê biyabanê belav bûye. Di nava çanda Semîtîkî de bingeha olên yekxwedayî tê avakirin. Çanda Semîtîkî li başûrê Mezopotamyayê ji çanda bakurê Mezopotamiyayê bandor dibe.
ÇANDA EL UBEYD
Di salên 5,700 ê B.Z de li Mezopotamyaya jêrîn (li derdora bajarê Erîdu) çanda Elubeyd dest pê dike, ji çanda Tilhelefê bandor dibe û sûdê digire. Bi çanda Elubeyd re baviksalarî li pêş dikeve. Pergala zayendî, bi vê çandê dest pê dike, ew jî Pergala dijberî çanda dayîkê ye. Hîmên bajar û bajarokan di vê çandê de tên dayîn, di heman demê de koletiya mirovan di rêya bikaranîna wan di kolandina coyên avê de, dest pê dike.
Ev çand bi çanda jorîn a Mezopotamyaya Aryenî û Tilhelefê re dikeve nava pevçûneke mezin. Bandora xwe li çanda Tilhelefê dike û mêtingehên xwe li wir ava dike. Bermahiyên van mêtingehan heya niha li bajarê Meletî û Elezîzê hene. Pergala xanedaniyê pêş dikeve. Di nava vê pergalê de bi rêya xwînê malbatên mezin, ango xanedanî tên avakirin. Di çanda beriya wê de xanedanî tune bû.
0 Comments