HÛRÎ (Bi zimanê Hûrî 𒄷𒌨𒊑)
Gelê ku li rojavayê Çiyayê Zagros dijiyan, cara destpêkê bi navê Hûrî, di 3000ˋê B.Z ji aliyê sumeran ve hatine binavkirin, lê li gorî lêkolînan, di salên 6000'ê B.Z de derketine holê.
Hûrî ji êlên Aryen in, di zimanê sumeran de Hûr ji erdnîgariyên bilind re tê gotin, lewma erdnîgariya çiyayî ya Mezopotamyaya Jorîn bi navê Hûrî hatiye nasîn.
Navendên Hûriyan ên sereke îro bi navên Riha, Mêrdîn, Amed, Kerkûk, Tilberak, Tilfexriyê, Çaxir Bazar, Orkêş û hwd, tên nasîn.
Li gorî hin şîroveyan, ên ku çanda Tilhelefê avakiriye, gelê Hûrî ye. Ji ber ku çanda çandiniyê bandoreke gelek xurt li herêmê kiriye. Zimanê hûriyî ji bo êlên Aryen zimanekî resen e. Li gorî lêkolînan zimanê kurdî jî koka xwe ji zimanê Hûriyî yê resen digire.
Ji 1600ˋê B.Z û şûn de li heman erdnîgariyê Mîtan weke berdewamiya çanda Hûrî derketin.
ÎLAM Û GÛTÎ
Îlam, li başûrê rojavayê Îranê weke welatekî kevin aniyeke dîrokî ye. Di dîrokê de, Îlam ji hêla çandî ve bi Mezopotamyayê re têkildar bû. Her wiha bi bandora desthilatiya Ekadan, fêrî nivîsa mîxî ya Sumerî-Ekadî bûn. Bi demê re dikevin bin desthilatiya Gûtiyan û piştre jî dikevin bin desthilatiya xanedaniya bajarê Ûrê ya sêyem.
Piştî sedsala 13ˋyê B.Z, Îlamên ku dîsa bi hêz dibin, di dema qiral Îutnuk Nahunte û Kutir Nahunte de, Mezopotamyayê dagir dikin û gelek berhemên dîrokî bi dest dixin. Di dema herî bi bandor a Îlamiyan de, Neboxetnesirê babil, bi bidestxistina Sûsê (paytexta Îlam) dawî li desthilatiya Îlaman tîne. Îlam di sala 640ˋê B.Z de dikeve bin desthilatiya qiralê Aşûr Aşûrbanîpal. Îlamiyên ku dikevin rewşa eyaleteke İmparatoriya Persan, ji vê dîrokê û şûn de em zêde rastî navê wan nayên.
GÛTÎ
Navê Gûtî di zimanê Sumerî de tê wateya gelê xwedî ga. Cara yekem navê Gûtiyan di belgeyên Ekadan de hatiye dîtin. Gûtî di navbera çiyayên zagros û Ava Zêyê de jiyane, navendên wan ên sereke ev in: Ganj Dara (Kirmanşah), Ûrbîlum (Hewlêr) û Harkar (Hekarî). Di 2700'ê B.Z de derdikevin pêş û di xakên biberhem ên Mezopotamyayê de bi cih dibin.
Ji salên 2500'î û şûn de, di nava êlên Aryen de hevgirtinek çêkirine û konfedrasyona êlan bi armanca xweparastinê ava kirine. Li beramberî êrîşên Sumer û Ekadê li ber xwe dane. Dema bihêz bûne jî êrîş li Ekadan kirine û imperatorya Ekadê hilweşandine.
Gûtî jî di warê çand û ziman de berdewamiya Hûriyan in. Pêşiyên Med û soranên îro ne. Di hunerên destan de pêşketî bûn, seramîkên ku bi wêneyan xemilandî çêkirine, her wiha ji sifir, zêr û zîv jî, gelek amûrên xemilandinê çêkirine. Êlên Lûlû, Îlam, Kîmaş û Erdêlayan ji konfedrasiyona wan qut dibin û ev qutbûn dibe sedema lewaziya Gûtiyan. Di vê qelsbûnê de xanedana Ûrê êrîşî wan dikin û di sala 2120'ê B.Z de wan têk dibin. Gûtî û êlên din dîsa jiyanê di çiyayan de dibînin û berê xwe didin Çiyayên Zagrosê.
LÛLÛ Û KASÎT
LÛLÛ
Lûlû ji kokên Aryen in. Di sala 2.800ˋê B.Z de, li ser dika dîrokê cih girtine. Xaka Lûlûyan ji başûrê Gola Ûrmiyeyê dest pê dike û heta Gola Wanê dewam dike.
Lûlû her dem bi Ekad û Aşurê re di nava şer de bûn. ji ber wê Lûlû bi konfederasyona Gûtiyan re li hember hêzên şaristaniyê, yekbuna xwe çêdikin û dawî li desthilatdariya Ekadan tînin. Qiralê Lûlûyan Anûbanînî li ser zinarekî bi awayekî nivîskî serweriya Lûlûyan a li ser herêma Hîlwan û jiyana wan a hevpar a bi Gûtiyan re tîne ziman, di vê nivîsê de dibêje ku me bi saya xwedawend Înana qiralê Ekadan Naramsîn têk bir. Piştre jî Lûlû li hember Aşûrê, tev li konfedrasiyona Medê dibin.
KASÎT
Di dîrokê de bi navê Kasît, an jî Kasayî hatine nasîn. Di zimanê Sumerî de, Kasît tê wateya gelê hejar an jî karker. Ew yek ji civakên çiyayê Zagrosê bûn. Pêşiyên lorên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Cara destpêkê Kasît li herêma Kirmanşahê hatine dîtin. Weke hemû civakên Zagrosê, niştecihên herêmê yên resen bûn.
Di dema qiralê dawî yê Babilê de ku jê re Samûrdîtana dihat gotin û li gorî belgeyên dîrokî, piştî ku Babil ji aliyê Hîtîtan ve tê talankirin, vedigerin welatê xwe yê li Rojavayê Feratê. Piştî vê bûyerê, li Babilê sazûmaniyeke din ji aliyê hemwelatiyên Babilê ve tê damezirandin. Ev sazûmanî, cardin rastî êrîşên Kasîtan tê.
Navê qiralê Kasîtan ê wê demê "Xandîş" bû. Di dema vî qiralî de Kasîtan welatê Sumerê ji destê qiralê wan ê dawî derdixin, bi vî awayî welatê Ekad û Sumeran bi navê "Kardunyas" digihînin hev. Ji vir û pê de ev sazûmanî bi vî navî tê nasîn.
Li Babilê desthilatdariya Kasîtan nêzî 400 salî berdewam kiriye.
Gelê Kasît di dîrokê de hebûna xwe berdewam dike. Dema Skender (330 B.Z) êrîş li Kurdistan û Îranê dike, li herêma zagrosê bi berxwedaniya Kasîtan re rû bi rû dimîne. Dîroknasên Helenî vê rewşê dinivîsin.
MÎTANÎ Û NAÎRÎ
MÎTAN
Konfedresyona Mîtanan di destpêka 1.600ˋê B.Z de, ji aliyê beşeke ji Hûriyan ve li bakurê rojavayê Kurdistanê tê damezirandin.
Di belgeyên Hîtîtan de, Mîtanî bi navê Xanîgalbat hatine binavkirin. Konfedresyona Mîtanan, ji bajarê Kerkemîş ê li peravên çemê Feratê dest pê dikir, ji başûr bajarê Heleb û Kerkûkê (Nûzî), ji bakur û rojava Hîtît, li başûr Aşûr û li rojhilatê wan jî hozên Hûrî cih digirin. Paytexta konfedresyona Mîtanan li deşta Rihayê bajarekî bi navê "Waşûkanî" (Serê Kaniyê) bû.
Komikên Hûriyan ên ku bi awayekî serbixwe jiyana xwe didomandin, li hemberî êrîşên civakên biyanî gelek caran dibûn yek û bi awayê konfederasyon, jiyana xwe berdewam dikirin.
Di derbarê vê birêveberyê de, belgeyên nîvîskî gelek in. Ev belge, bi zimanê hûrî hatine nivîsîn, wekî din di belgeyên nivîskî yên Hîtît, Misir û Aşûran de jî navê wan cihekî mezin girtiye.
Di belgeyên dîrokî de navê 14 qiralên ji yek xanedanê hatine dîtin.
Mîtan, xwediyê şaristaniyeke di asta jor û pêşketî de bûn. Ban-dora wan a li Hîtît, Misir û Aşûran di belgeyên nîvîskî de derbas dibe. Bi xwedîkirina hespan û çêkirina erebeyên cengê, tîr û kevanan navdar bûn.
Bi armanca ramyariyê, di navbera Mîtan û Misirê de, zewac çêbûne. Qiralîçeya Misirê ya navdar "Nefertîtî" jî, ji Mîtaniyan bû, heman peywendî bi Hîtîtan re jî hatibûn sazkirin.
Di 1250ˋyê B.Z de Desthilatdariya Mîtanan li herêmê qels dibe û bêbandor dimînin.
NAÎRÎ
Di derbarê vê civakê û rola wê ya dîrokî de, belgeyên ji Aşûran mane, agahiyan didin me. Li gorî vê di sala 1.200ˋê B.Z de, Aşûran bi wateya welatê "av", an jî "robaran", peyva "Naîrî" ji bo wan bi kar anîne. Naîrî weke berdewamiya Hûriyan tên naskirin. Piştî ku birêveberiya Mîtanan tê rûxandin, Naîrî girîngiyê qezenc dikin. Weke desthilatiyeke mezin nebe jî, weke konfederasyon, di dîrokê de cih girtiye.
Ji belgeyên ku ji demên kevin de mane, em têdigihin ku welatê Naîrî ji Dicle û Feratê dest pê dike û bajarên Amed, Xerpût, Dêrsim, çiya û herêmên Bedlîs û heya deverên derdora Zagrosê dirêj dibe.
Di sala 910ˋê B.Z de leşkerên Aşûran êrîş birine welatê Kûtmaxê yê di navbera Dicle û Cûdî de cih digire û bi wan re şer kirine. Naîrî demeke pir dirêj li hemberî hêza herî mezin a cîhana wê demê Aşûran li ber xwe daye û welatê xwe parastine. Lê di encama êrîşên Aşûran ên li ser Naîriyan de di sala 900ˋê B.Z de dawî li desthilatiya Naîriyan tê.
URARTU Û HÎTÎT
URARTU
Di zimanê Sumerî de Ur tê wateya gir an jî cihê bilind. Urartu jî tê wateya civaka welatên bilind. Di 900ˋê B.Z de, dema ku desthilatdariya Naîriyan lewaz dibe, hêzeke din bi navê Urartu derdikeve qada dîrokê. Urartu berdewamiya Naîriyan in, zimanê wan Hûrî ye. Urartu hem weke welateke çiyayî hem jî bi navê xwedayê xwe Xaldî dihat nasîn.
Desthilatiya Urartuyê di salên 875ˋê B.Z de, ji aliyê qiral Sardûr ve hatiye damezirandin. Paytexta Urartuyan Tûşpa (Wan) bû. Qiral Sardûr ta ku xwe ji êrîşên Aşûran biparêze, Kelha Wanê ya ku heta roja me ya îro maye, ava dike. Li ser birceke kelehê ku bi navê wî tê nasîn, bi nivîsa mîxî nivîsek kolaye. Di nivîsê de qiral Sardûr xwe weke qiralê Urartu yê mezin daye nasîn. Bernameya xwe ya ramyarî rave kiriye û diyar kiriye ku desthilatdariya Aşûran napejirîne.
Di erdnîgariya Mezopotamya jorîn de rêyên bazirganiyê di navbera Rojhilat û Rojavayê de vekirine, heta roja îro jî hinek ji van rêyan tên bikaranîn. Her wiha rêyên ku digihêjin serê çiyayan jî çêkirine. Urartu bi taybet di mijara coyên avdaniyê de gelekî pêşketî bû, bi dezgehên xwe yên avdaniyê berhemên xaka xwe zêde kirine. Her wiha di lawirvanî û bikaranîna kanzayan de jî pêşketî bû.
Urartu şaristaniyeke ku li ser bingehê çand û berxwedanê hatiye avakirin. Nêzî sêsed salî li hember êrîşên Îskît û Aşûran li ber xwe daye. Ji aliyê çandî, pîşesazî, çêkirina amûrên şer, çêkirina zîv û zêr, avahîsazî, çandinî û lawirvaniyê ve pêşketî bûn.
Gelê ermen û gelê kurd di nava vê şaristaniyê de gelên herî girîng bûn. Gelê ermen zêdetir bi pîşesazî, bazirganî û çêkirina zîv û zêr ve mijûl dibûn. Gelê kurd jî zêdetir bi çandinî û lawirvaniyê ve mijûl dibûn.
Urartu di sala 606ˋê B.Z de, ji aliyê konfedresyona Medan ve tê rûxandin.
HÎTÎT
Hîtît şaristaniyek e, di 1.900-1.200ˋê B.Z de li Asyaya biçûk derdikevin qada dîrokê û desthilatiya herêmê dixin destên xwe. Terzê birêvebirinê weke terzê birêveberiya Sumeran bingeh digirin. Bi qasî ku navendeke bazirganiyê bû, ew qas jî li herêmê xwediyê çavkaniyên kanzayan bûn, ku sûdeke mezin jê digirtin.
Beramberiya Babil, Aşûr û Misiriyan dikir. Di sala 1.595ˋê B.Z de, Babilê dagir dikin û di sala 1.243ˋê B.Z de jî, bi Misiriyan re peymana Qadişê muhr dikin. Xwediyê konfederasyona eşîran bûn û piştre, bi demê re guherî koledarî.
Di şaristanîbûna Anatoliyayê de, kedeke mezin a Hîtîtan heye. Ji ber pêwîstiya bi kanzayê, Hîtît bi Babil, Misir û konfederas-yona Mîtanan re tim di rewşa şer de bûn. Bi taybetî komên civakî yên ji koka Ermenan kanzayên hesin û sifir bi kar anîne û ji şaristaniyê re bûne alîkarên herî mezin. Baweriya Hîtîtan xwe dispart mîtolojiya Sumer û komên civakî ên Aryen, ango baweriya wan bi xwedatiya sêalî (esman, erd û ax) dihat.
0 Comments