1- JIYANA HACÎ QADIRÊ KOYÎ (1816-1897)
Hacî Qadirê Koyî, di sala 1816’an de li gundekî bajarê Koyê ji dayik bûye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayik bûye hê ji biçûkanî jê re gotine Hacî Qadir. Li bajarên wekî Serdeşt, Sablax û Şinoyê xwendina xwe didomîne û di sala 1862’an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê. Hacî Qadirê Koyî “Xanî”yê duyem e. Ew jî wek Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in. Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê zehfê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine. Mamosteyê malbata
Bedirxaniyan e. Hacî di sala 1897ê li Stenbolê çûye rehmetê. Tirba wî li Goristana Qerece-Ehmedê ye.
Xelîl XEYALÎ (1876-1926)
Xelîl Xeyalî ji Modkê ye, ji qebîleya “Mûdan”ê ye. Li cem Se‘îdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên Kurd Te’avun û Teraqî û Kurd Neşrê Me’arif de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî, di sala 1910an de ji aliyê komeleya Kurd Neşrê Me’arif ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin leyistiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê behs bikin perwerde bi zimanê kurdî hatiye kirin. Xelîl Xeyalî di damezirandina Kürt Talebe Cemiyeti (Hêvî) de jî rolek girîng leyistiye. [1] Armanca herî girîng a vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyek kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê Rojî Kurd de li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standartkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara 3. de, di gotara xwe ya bi serenavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “Kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin.” Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:2- Ser terzek nû elîfbayek.
3- Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).
8- Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).
Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin jiber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi divêtiya amedekirina
elfabeyek standart a kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çê kiriye û navê wê danîye “Elifbeyê Kurmancî”.
Alfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn alfabeya kurdî bi tîpên erebî ye. Ev alfabe bi heman çapî di pirtûka Mehmet BAYRAK ya bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gyr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.
Alfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel Latînîya wan ev in:
Xelîl Xeyalî di heman demî helbesta Mehmet Akîf ERSOY “Müslümanlık Nerede”yê bi navê “Hewar û Fîzar Misilmanî” wergerandiye kurmancî. Ev werger di edebiyata kurdî de yekem wergera modern a edebî ye.
Evdirehîm Rehmî HEKARÎ (1890-1958)
Evdirehîm Rehmî, Li Elbaqê hatiye dinyayê. Evdirehîm Rehmî Hekarî diçe Stembolê û di Fakûlteya Îlahiyatê ya Stenbolê de dixwîne. Li wir bi çalakvanên kurd re xebata kurdayetiyê dimeşîne. Ew di Şerê Cihanê yê Yekemîn de li eniya Kafkasyayê ji aliyê Rûsan ve dîl tê girtin. Evdirehîm Rehmî Hekarî ji ola Îslamê neqetiyaye lê tu caran dev ji kurdayetiyê jî bernedaye. Xwestiye kurdayetî û ola Îslamê bi hev re bimeşîne. Ji ber ku rêxistinên kurdan yên wê demê “Azadî” û “Xoybûn” tenê li ser Kurdayetiyê bûn û oldarî tê de tine bû, Rehmî Hekarî xwe di nava van rêxistinan de nedîtiye. Rehmî Hekarî ji tarîqeta Xalidiyan bû, Xalidî ew bizava îslamî ye ku Nexşebendîtî di nava Kurdan de belav kiriye û heta bajarên Tirkiyê jî biriye. Helbestên xwe bi navê “Gaziya Welat” di kovara helbestan de çap kiriye (1921). Zimanê helbestên wî
sade û bi devoka Hekariyê ye. Ev helbest di Adara 2014’an de li mizgefteke Konyayê hatin dîtin. Ji xeynî vê 21 helbestên wî di Kovara JÎN’ê de çap dibin.
Evdirehîm Rehmî, yekemîn şanoya kurdî “Memê Alan” nivîsandiye. Ev şano hem behsa ola Îslamê û hem jî behsa netewperweriya kurd dike. Di dewra Selehedîn de xeza derdikeve û kurd3en şûrkêş tevlî xezayê dibin. Memê Alan bi Xezalê re zewiciye û xatir ji diya xwe Çavreş û ji hevsera xwe Xezalê dixwaze da tevlî xezayê bibe. Xezal dixwaze ew jî bi Mem re here lê Mem dibêje: “Di şerêt weha da şerm e jin di gel me bên. Hem jî dayîka min tenê ye. Tu dê çawa bbihêlî!” Salek piştî çûna Mem, Xezal êdî diqehire û gazindan dike. Mêvanek birîndar têye mala wan, Xezal alîkariya mêrikê birîndar dike û wek “mêvanê Xudê” lê dinêre. Mêhvan dibêje: “Hûn keça malê ne, yan bûka malê ne?” Xezal: “Hûn mêhvan neban, miqabilê vê sûala te lazim tat. Ez bi çekan cewab bidim. Hinde qeder heye tu mêhvan î, qedrê mêhvaniyê ser me wacîb e û çu kurdan mala xwe da deng mêhvanan nekiriye û daîma kurmancan di riya mêhvana xwe da can daye. Dijminê kurmancan bibite mêhvan, dîsa qebûl dikin û
qedrî digirin û xizmetê bo dikin.” Mêhvan: “Xezala min! Sed aferîn bo îsmeta te! Ez fexrê bi te dikim! Te ez nenasîm, ez Memo me! Şîrê te xwarî li te helal bit!” Paşê re mêhvan yanê Memo û Xezal bi hev re radizin. Haya Çavreşê jê tune ku ew mêhvan Memo bi xwe ye. Xezal, rimê dikişîne û singê Memo radike û bi xeletî dibe kujerê kurê xwe.
Hin berhemên wî ev in: - Kulîla Elîfbayê - Aqîda Îmanê - Dersa Dîn - Welat (erdnîgarî) - Erdê Xudê (erdnîgarî) - Mirov (tenduristî) - Hijmar (matematîk)
Pîremêrd (1867-1950)
Helbestkar û nivîskarê gewre Pîremêrd, di sala 1867’an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Navê wî yê din “Suleymaniyelî Tewfîq” e. Li gel kurdî zimanê Tirkî, Erebî û Farisî jî dizanîbû. 1891’an derbasî Stenbolê dibe û gelek di bin bandora helbestên Hacî Qadirê Koyî de dimîne. Dibe berpirsiyarê “Kürt Teavün ve Terakkî Gazetesi”. Dema vedigere Silêmaniyê dibe berpirsiyarê Rojnameya Jîn û di heman demê de çapxaneyekê kirê dike. Heta dawiya emrê xwe karê çapxane û weşangeriyê didomîne. Di helbestên xwe de li gel hêmanên netewperweriyê dîsa li ser hêmanên xwezayê jî disekine. Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Ev jî hem di warê hizrî de û hem jî di warê edebî de moderniya Pîremêrd destnîşan dike. “Ey keçikno werin mektebê / Hûn teskînê dilê me ne / Zîneta bax û ba û terîqê ne / Rewneqa destê gul im / Teze em tê gehîştin / Dayika qenc xwendewar / Mesela we têne meydan / Qewmekê pê bêye kar / Jin şirîka jîna mêr e / Nek tenê xerêqa bar û dar e / Terbiyeta mêjik û mindal e / Bo weten bêwijdan helal e.”
Xebat û Berhemên Wî
- Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935
- Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935
- Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935
- Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936
- Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947
- Kemançejen (wergêra ji tirkî)
- Mewlana Xalid Neqşîbendî
- Besaranî (ji hewramanî wergêra soranî)
- Encamî piyawî bengkêş, Gelawêj, 1941
- Zoremilî milşikanîle dûwaye, Gelawêj, 1942
- Felesefey kiçe kurdek, Gelawêj, 1942
- Mehmûd Axa, 1942

0 Comments