Rastnivîsîna Kurdî (Kurmancî)

This article is about Kurdish language and culture. It is created for learners who want to improve their Kurdish skills.

1- Nivîsîna Apostrofê

Gava ku mirov bixwaze nîşan bide ku tîpeka bejeyekê yan jî çend tîpên bêjeyekê nehatine nivîsîn, di şûna wê tîpê yan jî wan tîpan da nîşandeka apostrofê dihê danîn. 

Nimûne:

“Çu j’dest nedihat û maye aciz” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) 

“Te j’ min dil bir carek mi j’ te r’ nego na” (Cegerxwîn, Agirê Evîndarî) 

“Toba xwe bike j’ xeta û nîsyan” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) 

“Xef j’ ademîyan, wekî Ezazîl” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)


Hin cihên ku apostrof lê nahê danîn: 

a) Piştî navdêrên taybetî


Weha binivîse                    Weha nenivîse 

Ez ji Dêrsimê hatim.        Ez ji Dêrsim’ê hatim. 

Ez ji Kurdistanê me.        Ez ji Kurdistan’ê me. 

Min ji Xezalê ra got.       Min ji Xezal’ê ra got.


b) Piştî hejmarnavan (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnav”an)


Weha binivîse                  Weha nenivîse 

di 16ê tîrmehê da di       16’ê tîrmehê da

di sala 1979an da            di sala 1979’an da


2- Peyvên ku Biçûk û Mezin Dihên Nivîsîn

1. Peyvên ku bi tîpa biçûk dest pê dikin:

Navên rojan:

în, şemî, pêncşem

Navên mehan:

adar, tîrmeh, tebax, cotmeh

Navên zimanan:

farisî, kurdî, rûsî, erebî 

Navên gel û neteweyan:

ereb, kurd, tirk, çerkes, suryan, faris 

Navên bîr û bawerîyên dînî û hevalnavên bi wan pêk hatine:

Mînak: xirîstîyanî - xirîstîyan, cihûtî - cihû, misilmantî - misilman,

bûdîzm - bûdî

2. Peyvên ku bi tîpa mezin dest pê dikin:

Sertîpa bêjeya yekem a hevokê

-- Dayȋka min ji mala xalê min tê.

-- Gelo hûn ê kengî biҫin serdana Sozdarê?  Dema hûn çûn, gazî min jî bikin.

-- Hewar! Kurê min tu çima weha dikî?!

Nav û paşnavên mirovan:

Sebrî Botanî, helbestvanekî kurd ê navdar e.

Nasnavê mirovan, dema ku bi navê wan re bû bin yek û tevî navêwan, bên bikaranîn:

Navê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûrya Pêşerojê, Hevrîn Xelef e.

Serenavên cih, sazî, çem, derya, okyanȗs, parzemîn, çîya û navê
din ên erdnîgarîyê, bi tîpa mezin dest pê dikin:

-- Navên cihan: Mezopotamya, Amed, Şengal, Dirbêsîyê, Şehba.

-- Navên rêxistinan: Rêxistina Mafên Mirovan, 

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Însîyatîfa Dayîkên Aştîyê,

-- Navên çeman: Dîcle, Ferat, Nîl, Zap, 

-- Navên deryayan: Beltîq, Manş, 

-- Navên okyanȗsan: Pasîfîk, Hindî, 

-- Navên parzemînan: Asya, Afrîka, Ewropa, 

-- Navên çîyayan: Hîmalaya, Agirî, Zagros,

Di navên ku ji ravekekê pêk tên de, heke hevenavek bûbe
parçeyeke serenavê, bi tîpa mezin dest pê dike:

Çîyayê Toros, Deşta Heranê, Birca Belek

Lê heke ew hevenav ne parçeyeke serenav be, biçûk tê nivîsandin:

Ew çemê ku di Endîwerê re dibûre, Dîcle ye.

Navên roj û serdemên taybet, bi tîpa mezin dest pê dikin:

Roja 21ê Adarê li gelê me pîroz be.

Alî, dema ku bi wateyeke taybet bên bikaranîn, bi tîpa mezin dest pê dikin:

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, di 19ê Tîrmehê de, dest pê kir.

Navê xizmatîyê, dema ku bûbe nasnav û bi nav re bûbe yek, mezin
tê nivîsȋn. Lê heke nebûbe parçeyeke serenavê, wê demê bi tîpa
biçûk dest pê dike:

Dema ku ez çûm Dêrikê, min Apê Mûsa dît.

Ez çûm Tirbespîyê, min apê xwe Mûsa dît.

Seretîpa bêjeya yekem a veguhestî; ango hevoka di nava dunikê de, mezin tê nivîsîn.

Ferhad got: “Ez wî mirovî baş nas dikim.”

Di serenivîsan de, ji bilî gihanek, daçek û veqetandekên ku cuda
tên nivîsandin, hemû bêje bi tîpa mezin dest pê dikin:

Wî nivîsa bi navê “Raman û Ziman” xwend.

Romana bi navê “Çîyayên bi Xwînê Avdayî” pir xweş e.

Tevgera Demokratîk a Demên Dawî.

Hevoka ku piştî cotxalê tê, bi tîpa mezin dest pê dike. Lê heke piştî cotxalê mînak hatibin rêzkirin, mînaka pêşîn jî bi tîpa biçûk dest pê dike.:

Zerdeşt dibêje: “Baş bihizire, baş biaxife û baş pêk bîne.’’

Navdêr li gorî zayenda xwe dibin du cure: nêr û mê.

Seretîpa navê taybet ê ku li lawiran tê kirin, mezin tê nivîsȋn:

Piştî çend rojan, dê Kanûn bizê (Kanûn; navê çêlekekê ye).

Navên pirtûk, kovar û rojnameyan, bi tîpa mezin dest pê dikin:

Min îro ji “Zordestname” çend bend xwendin.

Kovara “Asoya Jinê” mehane tê weşandin.

Rojnameya “Azadîya Welat” pir dewlemend e.


 3- Rastnivîsa lêkeran

Di nivîsîna kurmancîyê da qayîdeya giştî ew e ku lêker ji parçeyên axaftinê yên din cuda dihên nivîsîn.

Nivîsîna lêkerên sade: Kopula li gel parçeyên axiftinê yên din (ku bi dengdêran diqedin û nedengdêran diqedin) weha dihê nivîsîn:

Ez kurd im

Tu kurd î

Ew kurd e

Em kurd in

 Hûn kurd in

 Ew kurd in

Nivîsîna lêkerên nesade: Lêkerên nesade jî wekî hemû lêkerên din, ji parçeyên axaftinê yên nelêkerî cuda dihên nivîsîn. Lê ji navên wan jî dîyar e ku lêkerên nesade bi xwe ji çend bêjeyan pêk dihên. Hin beşên lêkerên nesade hene ku bi parçeyên xwe yên lêkerî ra bûne yek lê hin jî cuda ne.

  1) Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn Hin lêkerên nesade hene ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn.

 pêşgir + lêkera sade

 Ev cureyên lêkeran ji pêşgiran (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer-) û lêkerên sade pêk dihên. Bi serê xwe tu maneya van pêşgiran tune ye. Loma di rastnivîsîna vî cureyî da, qayîdeya sereke ew e ku divê pêşgir bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan ve bihên nivîsîn.

 dagirtin, dagerîn, daxistin, hilînan, hilgirtin, hilkirin, hilkişîn, rabûn, raçandin, ragirtin, raketin, rakirin, raxistin, rûniştin, vebûn, vedan, vegerandin, vegerîn, vegevizandin, vegevizîn, vegirtin, vemirandin, vemirîn, vekirin, veqetandin, veqetîn, vexistin, vexwarin, vêketin, vêxistin, wergerandin, wergerîn, wergirtin

  2) Parçeyên lêkerên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn Lêkerên hevedudanî hene ku ji parçeyên wekî navdêr +lêker, rengdêr + lêkeran an jî ji daçek+cihnav+lêkeran pêk dihên. Parçeyên van cureyên lêkerên hevedudanî ji hevûdin cuda dihên nivîsîn.

 av dan, avjenî kirin, bang dan, bar kirin, ber dan (berhem dan), bi cih înan, bi dar da kirin, bi hev ketin, bi hev ve kirin, bi rê kirin, bi ser ve bûn, bi ser xwe ve hatin, dehf dan, deng vedan, ders dan, dest jê berdan, dest pê kirin, dev jê berdan, guh dan, guhdarî kirin, heyf hilînan, hîn bûn, hîn kirin, jê birin, jê çûn, jê ketin, jê kirin, jê man, ji ber çûn, ji ber kirin, ji hev ve kirin, ji xwe kirin, kar kirin, kurt kirin, lal bûn, lê çûn, lê dan, lê hatin, lê înan, lê kirin, lê pirsîn, lê xistin, lê werdan, li hev înan, li hev kirin, li hev pirsîn, li xwe kirin, nimêj kirin, rêz kirin, pê hesîn, pê ketin, ser dan, ser jê kirin, serî lê dan, şahîk kirin, şû kirin, tê dan, tê gihîştin, tê werdan, têk çûn, tol hildan, tûj kirin, vala kirin, xeber dan, xelas bûn, xelas kirin, xerab kirin, zarok înan, zeft kirin, zerhimî bûn, zîl dan

  Ger lêker di erka raderê da bin cuda dihên nivîsîn;

 Bikaranîna cilên nû zêde ne.

 xeberdana serokê îraqê qut bû.

 serîlêdana îmtîhana qedîya.

 serjêkirina mirîşkê zê xilas bû.

 biserketina tîma me em ser bilind in.

 pêvekirina tayîkan xelet e.

 liberxedana jîyanê dijwar e.

 biserxwevehatina wî zû nebû.


 4- Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin

Bi tesîra hin zimanên din û nemaze jî bi tesîra tirkîyê, di bilêvkirin û nivîsîna hin bêjeyên bîyanî da, gelek kes [î]yekê datînin pêşîya wan û wan bi wî awayî bi lêv dikin û dinivîsin.

 stasyon → îstasyon

 Di hin zimanan da, bêje bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê nakin, lê bêjeyên kurmancîyê hene ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin. Di fonotaksa kurmancîyê da, destûr heye ku gotin bi van dengên navbirî dest pê bikin.

 sp- → spartin, spas, spehî, spêde, spî

 Loma bêjeyên bîyanî yên mîna “spîral”, “sponsor”, “spontan”, “spor”, “sportmen”, “sprey” û hwd, di kurmancîyê da bi hêsanî dihên bilêvkirin û nivîsîn.

 st- → standin, stewl, stewr, stêr, strî, stû, stûn, stûr

 sk- → skandal, skaner, skeç, Skender, skor

 Di kurmancîyê da, mirov di warê bilêvkirina bêjeyên weha da tu zehmetîyê nakişîne ku [î-]yekê li pêşîya wan bi cih bike. Ji ber vê yekê, tu pêwîstî bi lêzêdekirina dengê [î]yê tune ye û ya rast ew e ku nimûneyên dayî bêyî lêzedekirina [î]yê bihên bilêvkirin û nivîsîn.

 Weha binivîse                   Weha nenivîse

 Skandînavya                      Îskandînavya

 skarpîn                               îskarpîn

 skelet                                  îskelet

 skemle                                îskemle

 skoç                                    Îskoç, îskoç

 skonto                                îskonto

 Spanya                               Îspanya

 spîrto                                  îspîrto

 spîyon                                 îspîyon

 stasyon                              îstasyon

 statîstîk                              îstatîstîk

 steka                                   îstaka, îsteka

 Stenbol                               Îstenbol

 stop                                    îstop


  5- Nivîsîna [î]ya berî [y]yê

 Bêjeya ku bi [î]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [î]ya wê nebe [i] û wekî xwe bihê nivîsîn. Ev [î]ya li vê derê behskirî di kurdîya zazakî û kurdîya soranî da jî wekî xwe dihê nivîsîn.

 Weha jî rast e                        Weha jî rast e

 (azadî) azadîya Kurdistanê    azadiya Kurdistanê

 (derzî) derzîya min                 derziya min

 (gundî) gundîyên me              gundiyên me

 (kuştî) kuştîyên me                 kuştiyên me

 (xanî) xanîyê me                     xaniyê me


 TÊBÎNÎ:

Li ser vê mijarê nîqaş berdewam in û hin zimannas bi 'î' yê dinivîsînin hin jî bi 'i' yê qebûl dikin.

Mesele ji Celadet Elî Bedîrxan dest pê dike lewre wî heta hejmara 60î ya kovara Hawarê bi 'î' yê dinivîsand lê piştî vê hejmara şîroveyekê dike dibêje divê bi 'i' were nivîsîn.

Hûn kîjanê qebûl bikin bi wê binivîsin lê bila standart be nivîsa we. Ne hinek ev hinek ew be.  


6- Nivîsîna [ê]ya berî [y]yê

Bêjeya ku bi [ê]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [ê]ya wê nehê guhertin û wekî xwe bihê nivîsîn.

Weha binivîse                     Weha nenivîse

 (dê) dêya min                   diya min/ dîya min

 (pê) pêyên min                piyên min/ pîyên min

 (rê) rêya dirêj                   riya dirêj/ rîya dirêj


7- Nivîsîna Navên Hêlan

Navên hêlên sereke ev in:

 bakur, başûr, rojava, rojhilat.

  em di wê bawerîyê da ne ku awayê hêsantir û pratîktir ew e ku em jî wekî gelek

 zimanên din bikin û xwe bispêrin yektêgihîyê û weha binivîsin:

 bakurrojava, bakurrojhilat, başûrrojava, başûrrojhilat.

 Navên hêlan heger ne navdêrên taybetî bin, bi hûrdekan dest pê dikin.

  Zayenda hemû hêlan “nêr” e.

 bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê,

 rojhilatê Kurdistanê

 bakurrojavayê Kurdistanê, bakurrojhilatê Kurdistanê,

 başûrrojavayê Kurdistanê, başûrrojhilatê Kurdistanê

  Zayenda hêlên ku wekî navên deveran dihên bikarînan, 

mê ye û tîpa wan ya destpêkê jî bi girdekê dihê nivîsîn.

 Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn, Rojhilata Nêzîk

 Heger bêjeyên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û hwd navên deveran, herêman, bajaran, welatan û hwd bi xwe bin, hingê divê ku tewanga wan jî li gor zayenda mê bihê nivîsîn.

 Ez dê biçim Bakurê. Ez li Bakurê sê rojan mam.

 Ez dê biçim Başûrê. Ez ji paytextê Başûrê hatim.

 Ez dê biçim Rojavayê. Ez dê vegerim Rojavayê.

 Ez dê biçim Rojhilatê. Ez li Rojhilatê sê rojan mam.

8-Nivîsîna Daçekan

Di nivîsîna daçekan da qayîdeya yekem ew e ku hemû cureyên daçekên kurmancîyê -ji çend beşan pêk hatibin jî- divê ku serbixwe bihên nivîsîn. Ango divê ku daçek bi bêjeyên din ve nehên nivîsîn.

 Lewra ew jî wekî rengdêr, navdêr, cihnav hwd cureyekî peyvan e û çawa ku ev cureyên cuda dihên nivîsîn divê ew jî cuda bihên nivîsîn.

 Nivîsîna pêşdaçekên kurmancîyê:

 Hin ji pêşdaçekên kurmancîyê sade ne, hin bi alîkarîya yên sade ji hin bêjeyên din peyda bûne û hin jî ji hin bêjeyên din ber bi daçekbûnê ve hatine guhertin. Her du cureyên pêşdaçekan yên dawî pêşdaçekên nesade ne.

 bi      bi kêrê                 bi te      bi çaran

 bê     bê Xezalê            bê te       bê şeşan

 ji        ji Mêrdînê          ji te        ji çaran

 li         li Dihokê           li te      li heftan

 Pêşdaçekên nesade:

 li ba       li ba malê            li ba te        li ba çaran

 li ber      li ber malê           li ber te      li ber yekê

 li bin      li bin maseyê      li bin te       li bin çaran

 li ser      li ser maseyê    li ser te          li ser pêncan

 li gor     li gor Xezalê      li gor te        li gor çaran

 li paş     li paş xanîyî       li paş te        li paş yekî

 li pêş     li pêş mamostayî li pêş te      li pêş yekê

 li pişt     li pişt dibistanê   li pişt te     li pişt her çaran

 ji bo       ji bo Berfînê       ji bo te      ji bo pêncan

 ji ber     ji ber Xanimê     ji ber te      ji ber çaran

 ji bin      ji bin xanîyî      ji bin te       ji bin yekê

 ji paş     ji paş zilamî      ji paş te       ji paş yekê

 ji pişt     ji pişt xanîyî       ji pişt te    ji pişt dehan

 Daçek bi giştî cuda dihên nivîsîn:

 li mala me sekinî

 bi saya te çêbû

 di nav xanî da bû

 li ber derî rûnişt

 ji xezalê stand

 Lê divê bi pêveka dema niha û dema bê neyê tevlîhevkirin. ew bi hehûdin ve dihên nivîsîn.

 diçim malê

 bixwe lê zêde nexwe

 ezê biçim malê


 9- Peyvên Dunavdêrî

Peyvên dunavdêrî ew curepeyv in ku ji du navdêran pêk dihên û li dû hevûdin dihên gotin û nivîsîn. Lê divê ku her du navdêr ji hevûdin cuda bihên nivîsîn û [û]ya gihanek di navbera wan da bihê danîn.

  ba û baran, dev û diran

 ar û agir, ar û namûs

 dem û dewran, dek û dolab

 ehd û peyman, eşq û evîn

 gend û gemar, kar û şixul

 şer û pevçûn, zar û ziman

 çûn û hatin, dan û standin

 dîk û mirîşk, dost û dijmin

 ken û girî, kêm û zêde

 xêr û guneh ap û birazî

 xal û xwarzî, berf û baran

 def û zirne, deşt û zozan

 çerm û hestî, hûr û rovî

 rext û fîşek, rih û simbêl

 şîr û şekir, şûr û mertal, ta û derzî


 10- Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê

Tixûbên saet, deqîqe û sanîyeyê bi cotxalê (:) dihên nîşandan.

 Nimûne:

 Nivîsîn: 06:25          Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe

Nivîsîn: 06:25:45      Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye

 Pirs: Saet çend e?

 Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye ye.

  Tixûbê salîseyê, bi bêhnokê (,) dihê nîşandan.

 Nimûne:

 Nivîsîn: 06:25:45,24        Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse

 Nivîsîn: 06:03:45,24       Bilêvkirin: sifir şeş û sifir sê deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse

 Pirs: Saet çend e?

  Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse ye.

 Sih deqîqeyên li gel hejmareka saetê dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:

 Nivîsîn: 06:30                   Bilêvkirin: 1. sifir şeş û sih deqîqe 2. sifir şeş û nîv

 Nivîsîn: 18:30                   Bilêvkirin: 1. hejdeh û sih deqîqe 2. hejdeh û nîv

 Di sîstema analog da têgihên “berî nîvroyê” (kurtkirin: bn û bilêvkirin: bene) û “piştî nîvroyê” (kurtkirin: pn û bilêvkirin: pene) dihên bikarînan.

 Nimûne: 6:30 bn                 Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê berî nîvroyê 2. şeş û nîvê beneyê (şeş û sihê beneyê) 3. şeş û nîv bn

 Nimûne: 6:30 pn                 Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê piştî nîvroyê 2. şeş û nîvê peneyê (şeş û sihê peneyê) 3. şeş û nîv pn

 Panzdeh deqîqeyên ku li gel hejmareka saetê ye dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:

 Nivîsîn: 06:15                   Bilêvkirin: sifir şeş û 15 deqîqe

 Nivîsîn: 06:15                   Bilêvkirin: sifir şeş û çaryek

 Ji hejmarnava bîstî heta dawîyê, gihaneka “û”yê dikeve navbera hejmarnavan û cuda dihên nivîsîn:

 bîst û yek, bîst û du, bîst û sê, bîst û çar, bîst û pênc, bîst û şeş, bîst û heft,

 bîst û heşt, bîst û neh, sih û yek, sih û du, sih û sê, sih û çar, sih û pênc, sih û neh


 11- Nivîsîna Tîpa Ducare

Tîpa ducare di morfemên kurmancîyê yên sade da tune ye. Divê ev jî bihê dîyarkirin; kêm bêje hene ku bi heman awayî dihên nivîsîn lê cuda dihên bilêvkirin û her weha maneyên wan jî cuda ne. Bilêvkirina wan ya cuda ji ber wê yekê ye ku tîpên nimînendeyên van dengan di alfabeya kurmancîyê da eynî ne. Mimkin e ku bêjeyên weha di nivîsînê da bibin sedemên şaştêgihîştinan. Di rewşên weha da divê ku mirov xwe bispêre kontekstê û loma jî pêwîst nake ku mirov tîpeka wan ducare binivîse.

 Weha binivîse                    Weha nenivîse

 ber (kilîm)                          berr

 birîn (= qut kirin)                birrîn

 ker (= yê/ya ku nabihîze)    kerr

 pir (= gelek)                        pirr

  Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî, di kurmancîyê da bi tîpekê dihên nivîsîn. Ji ber vê yekê ye ku kurmancîya van bêjeyên ji zimanê erebî weha dihê nivîsîn:

 cebbar ( جَُبّار )           cebar

 cedd (جَدُّ )                   ced

 cennet (جَنَّة )               cenet

 cerrah (جَرّاح )              cerah

 ciddî (جدِّّي )                   cidî

 dellal (دَ ا لّل )                 delal

 dîqqet (دِّقَّة )                  dîqet

 enfîyye (أَنفيَّة )              enfîye

 ewwel (أَوَّل )                ewel/ewil

 fenn (فَنُّ )                    fen

 hebb (حَبُّ )                 heb

 hecc ( حَ ا ج )             hec

 hedîyye (هَدِيَّة )           hedîye

 hell (حَلُّ )                   hel

 hemmal (حَ ا مال )      hemal

 hemmam (حَمّام )        hemam

 heqq (حَقُّ )                 heq

 hessas (حَسّاس )           hesas

 hiss (حِّسُّ )                  his

 hisse (حِّصَّة )               hise

 mehelle (مَحَلَّة )          mehele

 muddet (مدَّة )              midet

 muellim (معَلِّّم )           mielim

 Muhemmed ( محَمَُّد )   Mihemed


12- Nivîsîna Dîrokê

Awayê ku ji alîyê gelek welatan ve, nemaze ji alîyê welatên Ewropayê ve û di hemû belgeyên Yekîtîya Ewropayê da -ji bo hemû zimanên YEyê- dihê bikarînan û her weha di nivîsîna kurmancîyê da jî cihê xwe girtiye, ew awa ye ku hejmarên roj, meh û salê li dû hevûdin dihên nivîsîn û di navbera wan da xalek (.) dihê danîn.

 Nimûne: 21.03.2011

  Li gor ISOyê, divê ku tarîx bi awayê roj, meh û salê rêz bibe û ji heşt reqeman pêk bihê; çar reqem ji bo nîşandana salê, du reqem ji bo mehê û du reqem jî ji bo rojê. Li gor prensîpa ISOyê, di awayê pêşnîyazkirî da sifirek li ber beşê yekhejmar dihê danîn:

  Nimûne: 21.03.2011

 Di nivîsîna tarîxê da bala xwe bide van xalan jî

 1) Di nivîsîna tarîxê da, heta ku mimkin be divê ku mirov beşê salê kurt neke.

 weha nenivîse: 09.08.11  weha binivîse: 09.08.2011

 Lewra heger bi awayê 09.08.11 yan jî 9.8.11 bihê nivîsîn, hin kes dikarin jê fam nekin ka mebest jê nehê tebaxê ye yan yazdehê tebaxê ye.

 Nivîsîna tarîxê ya bi tîpan Gava ku tarîx bi tîpan, ango bêyî reqeman dihê nivîsîn, gireya îzafe û tewangê pê ve dihên nivîsîn (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”).

 Nimûne:

 di bîst û yekê adarê da, di sala hezar û neh sed û heftê û çaran da, di sala hezar û neh sed û çilî da, di sala du hezarî da

  Nivîsîna tarîxê ya bi reqem û tîpan

 Gava ku di nivîsîna tarîxê da reqem û tîp li gel hevûdin bin, gireya tewanga reqeman jî bi wan ve dihê nivîsîn.

 Nimûne:

 Di sala 1975an da

 bîstê mehê, 20ê mehê

 sihê mehê, 30ê mehê

 1920ê mîladî



Post a Comment

0 Comments