Kadim Hikmet Hejmar-9 Sal-2023 Meh-mijdar
(Arî Beravî)
Kurte
Ev lêkolîn di derbarê Gulistana Se‟dîyê Şîrazî, bikaranîna motîfên heywanan, bi çi awayî hatine bikaranîn, bi erênî yan neyînî û çima erênî yan jî çima neyînî hatine bikaranîn, di helbestê da maneyeke çawa dane hatîye tetkîk kirin. Metaforên heywanan di dîrokê da çima maneyên erênî û neyînî girtine, bi kîjan taybetîyên xwe ve ev heywan di nav gel da cih girtine mijarên sereke yên vê lêkolînê ne.
Di destpêkê da rê û rêbazên xebatê tê ravekirin. Di beşên heywanên
erênî û heywanên neyînî da di derbarê heywanên ku helbestan da hatine bikaranîn
ji alîyê rehnasîyê ve, ji alîyê maneya erênî yan jî neyînî ve, mantiqa
derketina wê ya dîrokî û di helbestan da bi çi awayî hatîne bikaranîn tê
ravekirin.
Peyvên Sereke: Se‟dîyê Şîrazî, Heywanên erênî, Gulistan, Heywanên neyînî,
Helbest
THE USE OF POSITIVE AND ADVERSE ANIMALS
IN THE POEMS OF SA'DI SHIRAZI'S GOLESTAN
Abstract
This research provides information about the use of animal motifs in
Sadi Shirazi's Gulistan, how they are used why they take positive or negative
meanings, and what kind of meanings they attribute to the poem. Why animal
metaphors have gained positive or negative meanings throughout history and what
characteristics these animals have among the people constitute the main
subjects of the research.
In the introduction, the study methods are explained. In the sections
on Positive Animals and Negative Animals, the logic of the animals used in
poems in history, the positive or negative meanings they have gained and how
they are used in poetry are explained.
Keywords: Sadi Shirazi, Positive animals, Gulistan, Adverse animals,
Poetry
SADİ ŞİRAZİ'NİN GÜLİSTAN ESERİNDEKİ
ŞİİRLERİNDE GEÇEN OLUMLU VE OLUMSUZ HAYVANLARIN KULLANIMI
Özet
Bu araştırma, Sadi Şirazi'nin Gülistan eserinde, hayvan motiflerinin
kullanımı, nasıl kullanıldığı ve neden olumlu ya da olumsuz anlamlar aldıkları,
şiire ne tür anlamlar yükledikleri hakkında bilgiler vermektedir. Hayvan
metaforlarının tarih boyunca neden olumlu veya olumsuz anlamlar kazandığı, bu
hayvanların halk arasında hangi özelliklerle yer aldığı araştırmanın ana
konularını oluşturmaktadır.
Giriş bölümünde çalışma yöntemleri anlatılmaktadır. Olumlu Hayvanlar
ve Olumsuz hayvanlar bölümlerinde ise şiirlerde kullanılan hayvanların tarihte
çıkış mantığı, kazandıkları olumlu ya da olumsuz anlamlar yönünden ve şiirde
nasıl kullanıldığı açıklanmaktadır.
Anahtar Sözcükler: Sadi Şirazi, olumlu hayvanlar, Gülistan, olumsuz
hayvanlar, Şiir
Destpêk
Armanca vê vekolînê; analîzkirina heywanên ku di berhema Gulistan a
Se‟dî da derbas dibin yek bi yek danasîn e. Danasandina heywanan îzahkirina
maneyên wan yên ku di edebîyatê da cih girtine, ravekirina mantiqa derketina
wan maneyên dîrokî armanca xebata me ye. Di civakê da maneya ku barkirine li
ser heywanan, çima bi erênî û neyînî di nav gel da cih girtine bi saya vê
xebatê wê were ronîkirin.
Mijara gotarê Di berhema Gulistanê da analîzeke li ser heywanên erênî
û neyînî ye. Piştî dîyarkirina mijarê çavkanîyên ku di derbarê mijara heywanan,
di derbarê Se‟dî Şîrazî û gulistanê da yek bi yek hate vekolîn. Ji gelek
ferhengên edebîyata klasîk yên cur be cur sûd hate wergirtin. Ji bo helbest
xweş were fêmkirin di bin da wergara wê ya kurdî hate nivîsîn. Piştî
tespîtkirina heywanan yek bi yek bi mantiqa derketina dîrokî hate ravekirin û
di helbestê da bi çi awayî mane girtibe hate ravekirin.
Se‟dî li Şîrazê hatîye dunyê û qebra wî jî niha li wir e. Di piçûktiya
xwe de li Şîrazê li ser ilmê dînî û zanistî perwerde dibe. Pişt re li Bexda û
li çend bajarên din perwerdeya xwe dewam dike. Bi taybetî di ilmên dînî û edebî
de digihêje mertebeyeke bilind (Înal û Yamalak, 2013: 11).
Berhemên Se‟dî ku bandoreke mezin li edebiyata Rojhilatê kirîye, piştî
mirina wî hatine berhevkirin û ji aliyê Ehmed b. Ebûbekir ve wek kuliyat hatîye
çapkirin û 22 an 23 berhemên wî hene, ji wan 16 pirtûk û 6 jî rîsale ne. Zimanê
wî gelek fesîh û bibelaxet e, Navdarbûna wî ya rastî ji vê yekê tê ku yek ji
mezintirîn hostayên cureya masnewîyê ye. Di berhemên Se‟dî da bi piranî
atmosfereke perwerdehî û hînkirinê heye. Armanca wî ew e ku civak û ferd
bigihêje modela mirovî ya herî baş. Ji bo vê yekê jî bal kişandîye ser wê yekê
ku helbestên wî her qismê civakê bikişîne. Her çi qas gelek berhemên wî hebin
jî di cîhanê da berhemên Se‟dî yên herî navdar Bostan û Gulistan in (Emiroğlu,
2012: 23).
Se'dî heya sala 1256an li xerîbiyê geh li Şamê geh li Hicazê, geh li
Fasê digere. Carna tê Kurdistanê li Amed û Meletîyê dibe mêvan, carina jî heya
Qonyayê diçe bi Mewlana re dikeve xelwetê. Di sala 1256an de ji ber ku êrîşa
Tirkan disekine vedigere welatê xwe Şîrazê. Nêzî deh salan li Şîrazê dimîne. Di
vê demê de pêşî pirtûka xwe ya Bostan, salekê şûnde jî pirtûka xwe Gulistanê
dinivîse (Înal û Yamalak, 2013: 12).
Gulistan ji nezm û nesrê pêk tê. Di nav vê berhemê da çîrokên exlakî û
pendî hene. Heşt beşê Gulistanê hene. Ev beş li gor mijaran hatine veqetandin.
Îbretê padîşahan, Exleka parsayan, Fezîleta qene‟etê, Feydeyê sûkutê, Eşq û
ciwanî, Bêqewetî û êxtîyarî, Tesîra terbîyeyê, Adaba sihbet û rûniştinê
(Gökhan, 2014: 69).
Ji destpêka jiyana mirovahiyê heta niha, mirovan gelek sûd ji ajalan
girtine û ajalan di gelek qadên jiyanê de alîkariya mirovan kirine. Mirovan
hinek ajalên wek hesp, ker, çêlek, ga, pez, dîk, mirîşk, kûçik û hwd kedîkirine
û xistine bin xizmeta xwe. Van ajalan carinan di şeran de, carinan di nêçîrê
de, carinan di parastina mirovan ya li dijî ajalên kûvî de, carinan di
xwedîkirina pez û dewaran de gelek alîkarî dane mirovan. Wekî din mirovan şîrê
ajalan yan vexwarine yan jî ji xwe re kirine mast û penîr û dew. Her wiha goştê
ajalan xwarine û ji postên wan ji xwe re cil û berg û pêlav û alavên din
çêkirine. Ji zemanê berê heta niha jî ji hiriya ajalan, ji xwe re nivîn û lihêf
û konên mezin çêkirine. Ji van tiştan hemûyan xuya dibe ku di navbera mirov û
ajalan de têkiliyeke pir xurt heye û gelemperî mirovan ji ajalan feyde dîtiye
(Duman, 2019: 4).
Di jîyanê da heywan zêde bi mirovan ra xweş û beş bûne, di muxayîlê
mirovan da jî tesîreke mezin hiştine û zêde di hizrê wan da cih girtine. Ji ber
vê yekê di gelek çîrokên gelêrî da leheng wek heywan derdikevin pêş me (Yaldız.
2002: 1).
Însan ji berîya zayînê ve bi heywanan re têkiliyeke xurt ava kirîye.
Têkilîya heywan-mirov pêşî ji bo peydakirina hewcedarîyên bingehîn pêk tê.
Heywan ji hebûna mirovan heta niha mexlûqên muhim in. Di dawîya Serdema Kevirîn
da, fîgurên li ser dîwarên şikeftan da tenê di derbarê heywanan bûn. Ev rewş
giringîya heywanan û di wê demê de derdixe holê. Heywan hewcehîyên mirovan yên
bingehîn bi cih tanî, piştre ketin di nav bawerîyên wan. Ji ber vê yekê, heywan
di avakirina bawerî û jiyana civakî-çandî da rolek mezin lîstine. Figurên
heywanan yên ku di heyama pêşdîrokî da, li ser dîwarên şikeftan hatine
xêzkirin, wêneyên ku têkoşîna mirov-heywan nîşan dide û heta fîgurên ku di
çêkirina alfabeyan da hatine bikaranîn. Heywan di nav çavkanîyên herî giring da
ne ku wateyên pîroz yên wê demê ji heywanan re û têkilîya mirov-heywan rave
dike û pêkhatina mîrateya çandî îsbat dike (Keskinsu û Özşahin, 2022: 933)
Maneyên erênî û neyînî yên ku di dîrokê da ji heywanan re hatine
pêwendîkirin bi hin hêmanan ve girêdayî ne. Ji xeynî hewcedarîyên bingehîn,
heywan piştî ku ketin nav bawerî, jiyana civakî, raman, stran, çîrok û destanên
mirovan, maneyên erênî û neyînî li wan kirin.
Hin bûn sembolên hêzê, hin jî bûn sembolên qelsîyê. Hinek bûn sembola
zîrekî, eqil û qurnazîyê, hinek jî bûn sembolên ehmeqî û nezanîyê.
1. HEYWANÊN ERÊNÎ
1.1. Hûma
Teyrê hûma teyrekî navdar e. Peyva hûma ji zimanê Arî tê. Erebîya wê
„bûlah‟ e. Tê maneya teyrê siûdê û teyrê bihiştê. Ji bo hin taybetîyên Anka,
Sîmurx, Garuda, Kaknus û Phoenix wan dişibênin hev. Teyra hûma li hin cihên
berf û serma da dijî. Di hin rîwayetên curbecur da tê gotin ku li van cihan
dijî: Giravên Okyanûsa Hîndê, Çîyayê Kafê, Hindîstanê, Deşta Kipçak, Behra
Muhîtdê û li herema Hita-Hoten da dijî ( Eskigün, 2002: 29).
Di nav gel da; Bi navê “teyrê dewletê” tê naskirin. Wisa tê bawerkirin
ku nêzîkî kê bibe bereket, rizq, şeref û îmkanan dide. Ew wekî biyom, bioxir tê
bawerkirin (Ertan, 1939: 286)
Di beyta jêr de Se‟dî hûmayê bi wateya teyra siûdê bi kar anîye. Se‟dî
teyra hûmayê bi bûmê re muqayese kirîye. Teyra hûma ji bo nîşaneya siûdê erênî
nîşan daye, bûmê ji bo bêyomîyê û sembola wêranbûnê neyînî nîşan daye. Di vê
beytê da dibêje; Gava hûma bimire dîsa kes bûmê qebûl nake. Ji ber ku bûm di
nav civatê da bi neyînî tê naskirin. Gava bûmê bibînin ditirsin ku tiştek were
serê wan ji ber vê kes nakeve di bin sîya bûmê.
رّ وُای اس ج اِى ض دْ هعذ هّکس یًاتذ ت سیز سای ت مْ
Di cîhanê da Hûma nîn be jî Kes nakeve di bin sîya bûmê da
(Şirazi: 5)
Taybetîyeke din ya hûmayê ew e ku, qet zererê nadê ajalên bêzerer.
Hestîyan dixwe û li hewayê, li asîman dema xwe derbas dike ( Eskigün, 2002: 29)
Se‟dî di beyta jêr de, me‟neya ku zererê nade heywanên din bi kar
anîye. Hestîyan dixwe û emr diborîne. Ev taybetîya wî, li hemberê teyrên din wî
mezintir dike. Di beytê da dibêje; li hemberê teyrên din Hûma xwedî rûmet e.
Sedema wê jî ew e ku zererê nade kesî. Bi hestîyekî qayîl dibe. Ev xususîyeta
hûma wî ji teyrên din rûmetir û mezintir dike.
ك استخ اْى خ رْد جا رًْ یًاسارد وُا تز وُ هزغاى اس آى ضزف دارد
Ku hestî dixwe ezîyet nade heywanên din Teyrê Hûma li ber çûkên din
xwedîyê rûmetê ye
(Şirazi: 17)
1.2. Hesp/ Esp
Di dîroka mirovahiyê ya hezar salan de di hemî qadên jiyana mirovan de
hespan cihekê pir girîng girtiye. Hesp ji aliyê mirovan ve bi hêsanî tê
kedîkirin û perwerdekirin. Ji ber hêz û qaweta hespî, mirovan ew di karûbarê
çandinê de bi kar anîne. Her wiha ji bo siwariyê jî ajalê herî zêde hatiye
bikaranîn hesp bûye. Di çanda berê ya hemû miletan de mirovê ku xwediyê hespekî
baş bûya ev ji xwe dikir xala pesindanê (Duman, 2019: 62)
Hespê Ereban: gelek saxlem e, hespê siwarî û pêşbazîyê ye û pir hêja
ye. Ji hespên ingilîzan saxlemtir e. Dikare 24-28 saetan bê av rê here (Ertan,
1939: 13)
Hesp di nav Edebîyata klasîk de zêde di nav beytên eleqedarê şer û
siwariyê tê bikaranîn. Se‟dî di Gulistana xwe da metafora hesp gelek caran hin
ajalên bêkêr û beredayî re muqayese dike. Hesp bi giştî di helbest û çîrokên
şer û mêranîyê da derdikeve pêş me.
Di beyta jêrê da metafora hesp bi ajala ku di nav jiyanê da neyînî tê
bikaranîn re muqayese dike. Hesp nîşaneya kêrhatin û jêhatîbûnê ye yanî mispet
e. Lê belê ker nîşaneya bêkêr bûn û beredayîbûnê ye. Ji ber vê jî neyînî tê
bikaranîn. Se‟dî behsa hespê ereban kirîye sedem ew e ku hespê ereban nîşaneya
saxlembûn, eqil bûn û sedeqetê ye yanî taybetiyên erênî ne û ji hespên din
jêhatîtir, navdartir û mezintir in, ji ber vê hespê ereban bi kar anîye;
اسة تاسی گّز ضعیف ت دْ وُچ اٌى اس ط یْل خز تَ
ji kerê axirê çêtir e Her çi qas hespê ereban zeîf be jî
(Şirazi: 105)
Se‟dî di Gulistanê de neyînî bûna zeîfîyê erênî nîşanî me dide û qelew
bûnê, wek giranî, bêkêr bûnê nîşanî me dide. Çi qas ga qelew be jî di şer de
kêr nayê lê hesp ji bo siwarîyê, ji bo lezbûnê bikêr tê.
ر سّ هیذاى گا پز اّری اسة لاغز هیاى ت کار ایذ
roja meydanê ne gayê qelew Hespê bejin zirav bi kêr tê
(Şirazi: 5)
1.3. Şêr/ Şîr
Şêr li cihên çiyayî û daristanî dijî. Ew bi bedena xwe ya bihêz,
biheybet, pençên wêranker, bi hîrîn û bijîyê ve wekî qralê alema heywanan tê
nasîn. Di gelek berhemên bi vî rengî da pesnê wî tê dayîn. Hema bêje li
seranserê cîhanê û di gelek çandan da di pêvajoya
dîrokê da, şêr di hunerên wek wêne, peyker û mîmarîyê da wekî sembola
hêzê hatîye teswîr kirin (Ertap, 1996: 122).
Şêr hin taybetîyên tabiî, xwezayî di beytan de cîh digire. Di nav
heywanan de yê herî bihêz şêr e. Gava pesnê yekî bidin bi qeweta yan jî bi
xezaba şêr tê mukayese kirin. Di Edebîyata klasîk de şêr sembola mêranî,
hamîyet û wêrekîyê ye. Bi taybetî Hz. Alî û Hz. Hamza bi laqaba şêr tên nasîn
(Yılmaz, 2011: 71).
Se‟dî di vê beyta jêr de dibêje: Ger tu birçîya bimirî jî ji bênamûsan
alîkarî nexwaze. Qîymeta xwe neyîne xwarê. Weke şêr be û ji bo parîyek nan li
hemberê se xwe rezîl neke. Lewra şêr di şikefta xwe da bimire jî parîyê se
naxwe.
رّ تویز ت سخت ا ذًر غار خً رْد ضیز یًن خ رْد سگ
Ger bimire jî di şikefta xwe de Naxwe qet şêr parîyê xwarina se
(Şirazi: 61)
1.4. Eşter/ hêştir
Deve di dîrokê de mil bi mil bi mirovan re jiyane û li ser ferman û
xizmeta mirovan kar kirine. Ew li ser mesafe dirêj bar hildigirin, guhastina
leşkeran dikin, û tewra jî wekî heywanên siwarî xizmet dikin (Ertan, 1939: 75)
Hêştir, heywanekî gelek saxlem e, ji alîyê birêveçûna di çolê da gelek
jêhatî ye. Hêştir ew heywan in ku ji tîbûnê re gelek qayîm in. Dikarin heşt
saetan birçî û tî bimînin (Durkaya: 21)
Se‟dî Şîrazî jî di heman maneya saxlembûnê û bi jêhatîbûna meşînê bi
kar anîye û erênî ye. Dibêje ku hêştir di vê meşê da diwestin ezê çawa îdare
bikim.
پا هسكیي پیاد چ ذٌ ر دّ؟ كش تحول ست دْ ضذ تختٔ
Ku hêştir jî ji bo meşê westaye Pîyê feqîrê pîyade çawa bimeşe
(Şirazi: 21)
1.5.Bilbil
Bilbil bê bihar nayê fikirîn, bihar jî bê bilbil nabe. Ji ber ku
bilbil, çivîkekî koçber e, bi her awayê zivistanê ne li cihekî ye. Çawa ku
bihar koç dike, bilbil jî pê re koç dike. Dema bihar tê bilbil jî vedigere.
Bihar hatina bilbil bi xwe ve girê dide û debara xwe dike. Sedema strana
bilbilê ku bi şev û roj distire, weke biharê tê nîşandan. Dema em meseleyê di
warê têkilîya gul û bilbil da dinirxînin, em dibînin ku demsala kulîlkbûna gulê
bihar e. Gulên ku di biharê da şîn dibin dem bi dem nû dibin û heya payîzê
didomînin. Hatina biharê, şînbûna
gulan û vegera bilbilan li welat, mal û baxçê yekbûn û yekitîyê
çêdike. Bilbil distirê ji ber ku gul şîn bûye. Her der kesk û tijî kulîlk in
(Ertan, 1939: 173)
Di edebiyatê da cihek heye ku her balinde bi wê tê sembolîzekirin. Qir
bi leş û cesetan ve, kund, bûm bi wêranbûnê re, bilbil jî bi têkilîya gulê re
tê sembolîzekirin (Çetinkaya, 2008: 129)
Di edebîyata klasîk da bilbil bi gelek awayî tê bikaranîn. Heywanekê
erênî ye. Bi gulê ra, bi şibandina aşiq ra, bi muqayesekirina heywanên din ra,
bi feryad û fîganan ra û bi biharê ra tê teşbîh kirin. Se‟dî Şîrazî di
gulistanê da carekê behsa bilbilê kirîye û bi bûm re muqayese kirîye. Her ku tê
zanîn bûm wêranbûnê, xeberên reş û yên ne baş, bêsiûdê temsîl dike. Bilbilê jî
ji bo biharê ku bihar xeberên xweş temsîl dike daye berhev.
تلثلا هژد ت اِر تیار خثز تذ ت ت مْ تاس گذار
Xeberê bed ji bûmê kor ra bihêle Bilbilo tu mizgînîya biharê bîne
(Şirazi: 113)
1.6 Fîl
Ajalek bi çerm stûr, beden mezin û xurt e ku li herêmên germ ên Afrîka
û Asyayê dijî. Di edebiyatê de, bi gelemperî wekî mezin û xurt û bi tiştên
piçûk û qels re têne berhev kirin. hose dirêj û Ew jî bi bedena xwe ya xurt
mijara helbestan e. Bi bedena xwe ya xurt û mezin, ji bo têkoşer û mirovên bi
hêz tê wateya fîlan. Gotina "pilten" pir caran tê bikar anîn
(Aslanoğlu, 2020: 151)
Di derbarê “fîl” da gelek bikaranînên cuda hene. Se‟dî di helbestên
xwe da hin caran bi morîyan ra muqayese kirîye, hin caran ji bo bal bikişîne
balindeya ebabîlê bi kermêşan ra nivisîye hin caran jî bi taybetîya fîl ya
girbûn û hêzbûna wî bi kar anîye. Maneyên wê yên erênî û neyînî hene lê bi
giştî heywaneke erênî tê bikaranîn.
Di vê rêzika jêr da dibêje; mirov çi qas biqewet be, bihêz be jî di
dilê mirov da qencî, başî mirovatî nîn be vala ye. Mêrxasî gotinên baş û xweş
gotin e. Ne kulm avêtin e.
هزد است آ كً در ا هزده یًست اگز خ دْ تز ك ذٌ پیطا پیل
Ne merd ewê ku tê da mirovahî nîne Eger xwe bavêje pêşîya fîl jî
(Şirazi: 52)
2. HEYWANÊN NEYÎNÎ
2.1. Şewrevîn/ Çilê Çilê
Erebî jê re dibêjin huffaş, farisî dibêjin şebpare, di kurdî de gelek
navên wan hene. Mînak: şewrevîn, şevşevok, çilê çilê, şevşevik, çemçemok,
pirçemek, pêrçem, çeqçequle hwd.
Huffaş di erebî de tê ma‟neya tişta ku ronahîyê de nabîne lê belê
tarîyê de dibîne. Şewrevîn di tarîyê de dibînin lê di rûşenîyê de nikarin
bibînin. Ji ber vê yekê kurdan ji wan ra gotine şewrevîn, şevşevok hwd.
Şevrevîn bi şevê ra tên nasîn. Di şevê de derdikevin hewşê neçîra xwe
dikin. Zeîf in, çavên wan piçûk in. Bi haşeratan û fêkîyan ûrê xwe, zikê xwe
têr dikin. Mala wan di şikeftan de ye bi qeflan dijîn ( Durkaya, 15: 17).
Di edebîyata me da ji ber ku ji ronahîyê aciz dibe û di tarîtîyê de
dijî, di edebîyata me da bûye mijara ramanên cîyewaz. ronî; aqil, bextewarî,
qencî, şahî, hevaltî û hwd. Ji ber ku ew têgînên bedew temsîl dike, şewrevîn di
nav metaforên ku bi wan re berevajî tê bikaranîn (Ertap, 1996: 111).
Di edebîyata klasîk de şewrevîn li hemberê tavê tê bikaranin. Se‟dî jî
bi vî awayî bi kar anîye. Di beyta jêr de dibêje ku: di rojê de çavê şewrevînê
nebîne çi gûnehê tavê ye. Tav ji bo jiyana me gelek mûhîm e. Lê belê korbûna
şewrevînê li hemberê tavê ew qas mûhîm nîne. Di edebîyata klasîk de tav bi
misbet yan jî başiyê derdikeve pêşîya me. Şewrevîn menfî yan bi xirabîyê tê
pêşîya me. Însanên qenc bi tavê tên şibandin, yên xirab bi şewrevînê. Se‟dî
şewrevînê bêsuç nîşan daye. Lê belê me‟neya wê de şewrevîn neyînîye. Şewrevîn
di cihê însanên xerab, yên hesûdîyê dikin û rastîyê nabînin de bikaranîye. Eger
nebîne çavê şewrevîn gûnehê tavê nîne, ji ber ku tav ji bo başiyê dixebite lê
şevrevîn nabîne. Hin însanên xirab hene naxwazin rastiyê bibînin yan jî çavê
wan êdî ji rastîyê re kor e. Eger nebînin sucê qencan nîne. Tu çi qas bîxwazî
çavê wan ronî bikî, lê nabe, nikarî. Çavên wan ronî nabe. Rastiyê nabînin.
گز ثًی ذٌ ت ر سّ ضة پز چطن چطو آفتاب را چ گ اٌ Çi gûnehê çavê
rojê(tav) ye Ger nebîne çavê şevrevînê bi roj
(Şirazi: 9)
2.2. Mar
Mar, ku bi navên Ef'î û Su'b'an tê bikaranîn, li gorî bikaranînan
cureyên cuda nîşan dide. Navê Su'bân tê maneya "marê mezin, nêr" û
"ejder". Ef'î marê reş e ku pir xeternak, xerab û jehrî ye. Peyva Mar
tê maneya marê normal. Mar heywanekî pir xeternak û kujer e (Aslanoğlu, 2020:
369)
Xişendeyekî êrîşdar e. Di rîwayetê de dibêjin ku, Li bihûştê lingê wî
hebû. Hz. Adem û Hz. Hawa gava wê fêkîya qedexe xwarin mar jî arî şeytan
kirîye. Ji ber vê yekê bihûştê hatiye qewirandin. Xûda lingê wî jê kir û
mahkûmê erdê xûşîne kir (Ertan, 1939: 119)
Se‟dî metafora mar zêdehî di maneyên neyînî da bi kar anîye. Di rêzika
jêr da bi taybetmendîya mar a pêvedan û jehrîyê ve ku maneya rastîn bi kar
anîye.
Gava tirs bikeve dilê heywan û însanan êrîşê dikin. Her wekî din mar
zû bi zû me ve nadin lê gava bitirse, tirsa pêlêkirinê bikeve dilê wî êrîşê
dike. Sadî jî bi vê taybetiya mar şibandiye wezîr û karmendên padîşah. Gava
wezîrên, karmendên padîşah ji padîşah bitirsin, difikirin gelo çawa em wî gez
bikin, wî li ser text bêxin erdê;
اس آى هار تز پای راعی س ذً ک تز سزش را تک تْذ ت س گٌ
Ku serê wî biperçiqîne bi kevir Mar ji ber wê pîyê şivan gez dike
(Şirazi: 12)
2.3. Gur/ Gurg
Ji ajalên kûvî ye. Êrîşî keriyên pêz dike û zikê wan diqelêşe û wan
dixwe. Gava diçe nêçîrê bêdeng e û hêdîka nêçîra xwe dike. Ji ber vê sedemê
dibêjin gur bi hizr û bîr e. Ji ber ku temenê wan jî dirêj e ji wan re dibêjin
“Gurê Pîr” an jî “Gurê Barandîtî”. Gava gelek birçî bibe dadikeve gundan û dîk
û mirîşkan jî dixwe. Gelek caran êrîşî mirovan dike û zerarê dide wan jî
(Duman, 2019: 67).
Se‟dî di beyta jêr de cuda bikaranîye. Mirov eslê xwe çave bibe,
mezinahîya xwe de jî ê wilo bibe. Yanî eger bavê zarokekî diz be ê kurê wî jî
diz be. Çêlîkê gur mezin bibe nabe pisîk dîsa ê bibe gur.
گزچ تا آده تشرگ ض دْ عاقثت گزگ ساد گزگ ض دْ
Her çi qas bi însanan re mezin bibe jî Di encamê de çêlîkê gur dibe gur
(Şirazi: 8)
Di gulîstana Se‟dî de fîgûra gurê gelek caran em dibînin.
ك یًایذ س گزگ چ پْأً كً ذٌ ج رْ پیط سلطا Ku nabe ji gur şivan Neke
zilmê mesleka sultanî
(Şirazi: 10)
Gur di klasîkan de bi şivan yan jî bi bizinan re tê bikaranîn. Çawa ku
di jiyana rojanê de gur neyarê bizina ye, tevlî klasîkan jî bûye. Gelek caran
bi şivan yan jî bi bizinan re tê bikaranîn.
Di beyta jor de dibêje; Çawa ku ji gur nabe şivan neyarê bizinan e,
eger bibe ê bizinan telef bike, bi vî şeklî sultanê zilimkar wek gur e. Heger
siltan zilimkarîyê bike, ew ê jî wek gur xelqê telef bike.
(Şîrazî: 149) پدر گفت : به مردم نيكى كن ، ولى به اندازه ، نه به حدى كه
او را مغرور و خيره سر نمايد
(Bav got: bi însanan re qencî bike, lê belê bi endaze, ne ji hed
zêdetir, ku ew kesê ku tu qencîyê dikî, bila bi xûrûr û bi kîbîr xwe nîşan nede)
ك گزدد خیز ، گزگ تیشد ذًاى تگفتا: یًك هزد كي چ ذٌاى
Neke kîbîrê gurê dirantûj re. Got: ji merda re qencî bike lê belê
(Şirazi: 149)
Di vê beytê da dibêje; ji însanan ra qencîyê bike, lê belê dereceyeke
qencîyê heye. Tu wê astê derbas bibî, ew ji qencî bi xerabîyê werdıgere te.
Gava tu qencîyekî bikî asta qencîyê derbas nebe. Ew kesê ku ti qencîyê dikî jî
bila bi kibir nebe, bila pozbilind nebe.
2.4. Bûm / Kund
Kund yan jî bûm cureyek heywanên menfî ye û zêdehî ji bo tiştên menfî
tê bikaranîn. Bi taybetî di nav civatê de, xelq kundan erênî nabîne û gava yek
kund bibîne, bawer dike ku ê tiştên xirap were serê wî. Bi gelemperî kund cihên
xerap yan jî wîran de dijîn. Çavên xwe nikarin bizîvirênin. Ji bo wê jî gava
bixwazin cîhekî mêzênin serê xwe dizîvirênin. Heywanên êvarê ne wek şewrevîna
ne. Nêçîra xwe parçe nakin bi wî awayî dixwûn. Kund çawa ku di nav civatê de
wek bêyom tên naskirin her wekî din tevlî Edebîyatê jî bûye. Di nav çîrokên
gelêrî de ji ber ku cihên xerab de dijîn sembola mirinê bûne.( Eskigün, 2006: 55)
Zêdehî jî bi hûmayê re wek zidê hev tên bikaranîn. Se‟dî jî gelek
caran metafora kundê bikaranîye. Carinan bi Teyra Hûmayê re carinan jî ji bo
cihên wêran da û menfî, neyînî bi kar anîye. Em di beyta jêr da dibînin ku bi
maneya wêranbûnê hatîye bikaranîn.
یا ت مْ ك زُ كجت طًی كًٌٔ هار ت ك كزا تثی تشًٔ
Yan jî kundî li ku rûnî wêran dikî Marî tu kî bibînî pêve didî
(Şirazi: 29)
Mar di xwezayê de bi jehra xwe tê zanîn. Taybetiya wî ya tabiî
gezkirin e. Kund di nav gel da najî. Di cihên wîran, xerab de dijî ev jî
xisusîyeteke tabiî ya kundê ye. Di vê beytê de dibêje ku; mirovên xirab gava
îmkaneke xirakirinê bibînin wê wek mar ewên jî xira bikin. îmkaneke dizîyê yên
malên feqîran bibînin wê bidizin.
2.5. Kûçik/Se
Em dizanin se goşt dixwin. Em dizanin ku ew her goştê mirar dixwin. Ew
rastiyek e ku hestîyan jî dixwin. Diranên pêş, jorîn û jêrîn yên kûçikan
birende û hûrker in (Ertan, 1939: 102)
Se heywanek e ku di warê têgihiştinê de xwedîyê du taybetmendîyên
dijber e. Bi gotineke din hem bi taybetmendîyên erênî û hem jî bi neyînî tê
behskirin. Di nav heywanên herî nêzî mirovan da tê hesibandin. Se heywanek e ku
mirov di gelek waran da jê sûd werdigirin. Îro li gelek welatan wekî cerdevan,
li hin welatan wekî heywanên bargiran û heta wekî xwarin têne bikaranîn.
Taybetmendîya wan ya herî naskirî ew e ku ew heywanek alîkar e ku di nêçîrê de
tê bikaranîn. Ew bi sedaqeta xwe têne naskirin. Di berdêla xwarina ku ji wan
distînin, bi yekî re sadiq dibin. Li alîyê din li gor nêrîna giştî ya di çanda
Îslamê de kûçik nepak, in. Melaîket xwe nêzî cihê kûçik û şeytan nakin. Li gorî
hin mezheban heram tê dîtin. Ji ber vê yekê heywanekî bed tê hesibandin
(Aslanoğlu, 2020: 242)
Se‟dî Şîrazî metafora se di maneyên menfî, neyînî da bi kar anîye. Di
Îslamê da se heram yan jî necis tên qebûlkirin. Ji bo wê gava devê xwe bidin
tiştedê divê ew were pakijkirin. Di rêzika jêr da jî di vê maneyê da bi kar
anîye.
Maneya vê rêzikê viha ye; her çi qas mirov têr û tijî be jî carna
xirabîyek, nebaşîyek, şubheyek hemû têr û tijîbûnê têk dibe. Her çi qas bîr
tijî av be û pak be jî gava seyek têkeve nav bîrê êdî ew bîr heram dibe, pîs
dibe.
سگی در یّ افتذ ک ذٌ ه جٌلاب اگز تزک ای پز ک ذٌٌ اس گلاب
Segek bikeve dike genîav Eger bîrek tijî be ji gulav
(Şirazi: 43)
2.6. Ker
Ker di du koman da têne dabeş kirin: kerê kedî û yên kovî. Yên çolê li
herêmên deşt û çolistanê yên nêzî avê dijîn yên hov in. kerên malê di bin emrê
mirovan de dixebitin yên kovî ne (Çetinkaya, 2008: 261)
Ker, ku bi hespan re têkildar in, heywanên mulayim in. Ew bi rastî jîr
û biaqil in. Lêbelê, ew bi gelemperî wekî metaforek ji bo kesên ku bêferaset û
bêfêhm tê bikaranîn. Ew bi
zû diciniqin û ditirsin. Gava heywanekî hov û wehşî dibînin, pir
ditirsin û ji nişka ve direvin. Ji ber vê sedemê jî bi taybetiyên tirsonektîyê
li wan tê kirin (Aslanoğlu, 2020:144)
Di vê beyta jêr da têkilîya zahid û qîmet nedayîna malê dinyayê dike.
Ew zêde bi malê dinyayê ra eleqedar nabin ji bo wê hemû mal li ber çavê wan
heman tişt in.
جاه كعث را جل خز كزد پارسا تیي ك خزق در تز كزد
Cilên ke‟be weke kurtan li kerê kir Tu zahid bibîne ku hirqe li xwe kir
(Şirazi: 32)
2.7. Dûpişk
Dûpişk ajalek bijehrî ye, pir xeternak û kujer e. Kêzikan dixwe û
gelek caran ji bo dîtina nêçîrê dikeve cihên ku mirov lê dimînin. Bi roj li
cihên girtî û tarî xwe vedişêre; Bi şev çalak e. Cûreyên rengên reş, kesk û zer
hene Aslanoğlu, 2020: 34)
Bi dûvê wê ve derziyek heye û di wê derziyê de jî jehr heye. Dûpişk bi
derziya xwe ve bi mirovan vedide û wan dijehrîne. Bi gelemperî di nîvê şevê de
ji qulika xwe derdikeve û di ronahiya hîvê de tê dîtin. Dûpişk bi mirovan
vedide û wan dikuje ji ber vê yekê di nava edebiyatê de ji bo mirovên xirab tê
bikaranîn (Duman, 2019: 76)
Se’dî Şîrazî metafora dûpişkê neyînî bi kar anîye. Gava dûpişk mirovan
ve didin jehra wan dikeve nav laş da û êşeke giran dide wan. Se’dî di vê rêzikê
da têkilîya êşa derzîyê û êşa derzîya dûpişk daye berhev. Yanê maneya rizikê ev
e ku dibêje gava ku tu nikaribî karekî an jî barekî hilgirî xwe neke di bin kar
an jî barên girantir da.
هکي ا گًطت در س رْاخ کژدم دگز ر چ ىْ ذًاری طاقت یًص
Telîya xwe nexwe qula dupişk Wekî din ku nikaribî taqeta derzîyê
(Şirazi: 21)
ENCAM
Se‟dîyê Şîrazî yek ji nivîskarên girîng e ku di sedsala 13an de jîyaye
û têkarîyên girîng di wêjeya cîhanê de kirîye. Di berhemên wî da em bi piranî
helbest, çîrok û qiseyên hînker û pendî dibînin. Berhemên wî yên bi navê
"Bostan û Gulistan" di edebiyata cîhanê de cihekê muhim girtine.
Berhema Gulistan zêdeyî berhemeke pendî ye û di nav da eşq û evînî, ciwanî,
terbîye, sinc û ehlaq, êxtîyarî û bêqewetî, fezîleta alemê û hal, hareketên
padîşah û şehzadeyan mijarên sereke ne.
Me jî di vê xebatê da li ser heywanên gulistana Se‟dî Şîrazî da
lêkolînek kir. Se‟dî Bikaranîna heywanan zêdehî ji bo xurtkirina maneya helbestan
bi kar anîye. Lewra heywan di edebîyata cîhanî da xwedî wate ne û ji bo hevokên
kurt zêde tên bikaranîn. Se‟dî jî ji bo hevokên kurt û maneyên qayîm bide zêde
bi kar anîye. Tê xuyakirin ku ji bo hevokên xwedî mubalaxa cih daye heywanan û
maneyê dewlementir kirîye. Ger heywanan daye ber hev û muqayese kirîye ger jî
bi metafora heywanan bi maneyên girtine ser xwe helbestan rave kirîye. Ji ber
ku Sadî di çîrok û helbestên xwe de şîret, pend û agahîyên hînker parve dike û
ji bo bala xwendevan bikişîne metaforên heywanan gelek zêde bi kar anîye.
Metaforên heywanan ên ku herî zêde derdikeve pêş me kûçik, ker û mar in ku em
di jiyana xwe ya rojane de pê re rû bi rû dimînin. Ji xeynî van ji ber ku di
çîrokan da zêde mijarên şer hene heywanên şêr û hesp jî zêde derdikevin pêş me.
Se‟dî Şîrazî gava ku heywnana bi kar anîye em dibînin ku zêdehî bi maneyên wan
yên rastîn bi kar anîye. Gava behsa gur bike bi têkilîya bizinan û êrîşkarîyê,
gava behsa mar bike bi têkilîya mar û jehr û pêvedanê, gava behsa dûpişk bike
bi derzîya wê ve bi kar anîye.
Bingeha gotarê di gulistana Se‟dî Şîrazî da bikaranîna heywanan bû û
me li ser vê berhemê lêkolîneke berfireh kir. Ji bo lêkolînê ji çavkanîyên cur
be cur me îstîfade kir. Gelek hevok û referans ji zimanên din me wergerand û
yek bi yek rêzik û helbestên gulistanê me rave kir.
Çavkanî
Aslanoğlu, O. (2020). Ruhayî Divan Şiiri Sözlüğü. Ankara: Sonçağ
Akademi.
Duman, M. (2019). Hayvanlarla İlgili Efsaneler. Teza Masterê. Van:
Zanîngeha YYÜ, Enstîtuya Zimanên Zindî.
DURKAYA, H. (2010). Fehîm-i Kadîm Divanı'nda Hayvanlar Üzerine Bir
İnceleme.
EMİROĞLU, İ. (2012). Sa'dî'nin Bostan'ında Bazı Ahlalî Mesajlar.
ANKARA: Türkiye Diyanet Vakfı.
ERTAN, M. E. (1939). Fuzuiî Divaninda Hayvanlar. Teza Masterê.
İstanbul: Zanîngeha Marmara, Enstîtûya Zanistên Civakî.
Ertap, Ö. (1996). Dîvan Şiirinde Hayvan Motifi. Teza Masterê.
Zanîngeha BAÜN, Enstîtûya Zanistên Civakî.
ESKİGÜN, K. (2006). Kılasik Türk Şîîrînde efsanevi kuşlar. Teza
Masterê. Kahramanmaraş: Zanîngeha KSÜ, Enstîtûya Zanistên Civakî.
Kadim Hikmet Uluslararası Sosyal Bilimler Dergisi
Sayı: 9 - Yıl: 2023 - Kasım
GÖKHAN, a. (2014). Farsça Okuma ve Değerlendirme.
Özşahin, G. K. (2022). Tatar, Başkurt, Çuvaş Destanlarında Hayvanlar
Ve İşlevleri. Folklor Akademi Dergisi.
Pala, İ. (2009). Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü. İstanbul: Kapı
Yayınları.
Şirazi, S. (tarih yok). Gulistana Sadi. Amd. mohammad6347@gmail.com.
Şîrazî, Ş. S. (2013). Gulîstan. İstanbul: Nûbihar.
Yaldız, A. (2002). Hayvanlarla İlgili Efsaneler.
YILMAZ, S. (2011). Mesnevide geçen Hayvanlarin Tasavufi yorumu. Teza
Masterê. kONYA: Zanîngeha SÜ, Enstîtûya Zanistên Civakî.
0 Comments