Li Kurdistanê Hebûna Jinan û Wateya 8ê Adarê

 8ê Adarê li gelek deverên cîhanê wek sembola têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û mafên wan tê bîranîn. Lêbelê li Kurdistanê, wateya vê rojê pir caran di nav nîqaşeke cuda de şêwe digire. Di salên dawî de, tevgerên siyasî yên Kurd û hin derdorên taybet giranî danîne ser 8ê Adarê, û çalakî û pîrozbahiyên curbecur li dar dixin. Lêbelê, ev xuyabûn hin pirsan derdixe holê: Gelo 8ê Adarê bi rastî dengê hemû jinan temsîl dike, an ew di çarçoveyeke îdeolojîk a taybet de hatiye bicîkirin?

Azadî, wekhevî û femînîzm di bernameyên partiyên siyasî yên Kurd de bûne têgehên ku pir caran tên tekezkirin. Lêbelê, rexneyên wisa jî hene ku ev gotar carinan li şûna ku ji perspektîfeke berfirehtir seranserê civakê bigire ber çavan, di nav sînorên çembereke siyasî an îdeolojîk a taybet de dimîne. Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêka jinan li Kurdistanê pêdivî bi nîqaşeke berfirehtir heye ku hemû aliyên rastiya civakî li ber çavan bigire, û ne tenê bibe dirûşmeyeke siyasî.

Ji ber vê yekê, dema ku em li ser 8ê Adarê diaxivin, divê em ne tenê li pîrozbahî an sembolan binêrin, lê her weha li serpêhatiyên rastîn ên jiyana jinan a rojane li Kurdistanê jî binêrin. Ji ber ku ked û xebata jinan, têkoşînên wan, zehmetiyên ku ew rû bi rû dimînin û jiyana ku ew ava dikin, rastiyeke bingehîn a civakê ye, ku ji her çarçoveyeke îdeolojîk pir wêdetir e.

Digel ku ev hemû gotar û dirûşm tên gotin, pirsgirêkên cidî di jiyana rojane ya jinan de li gelek bajar û bi taybetî li deverên gundewarî yên Kurdistanê berdewam dikin. Hin kiryarên ku di bin navê kevneşopiyê de berdewam dikin, gihîştine asteke wisa ku divê ji aliyê azadiya jinan û rûmeta mirovahiyê ve bên pirsîn.

Wek mînak, li hin herêman, daxwazên zewacê yên wekî qelen an jî mehr hîn jî di pêvajoya zewacê de roleke girîng dilîzin. Wekî din, ku wekî "mafê şîr" tê gotin ku dayik ji bo mezinkirin û şîr dayîna keça xwe ji zava bedeleke giran jı zava daxwaz dike. Ev cure daxwaz, ku li gorî herêmê diguherin, carinan dikarin bigihîjin mîqdarên pir mezin û carinan dikarin pêvajoya zewacê veguherînin pêvajoyeke danûstandinê.

Her çend ev kiryar pir caran wekî "çand" an "kevneşopî" têne ravekirin jî, di rastiyê de encamên wan hene ku rasterast bandorê li jiyana gelek jinên ciwan dikin. Ev ji ber wê yekê ye ku avakirina pêvajoya zewacê li ser bingeha daxwazên aborî dibe sedem ku jin ne wekî kesek, lê wekî beşek ji nirxek aborî were dîtin. Ev rewş dikare bibe sedem ku hin malbat paşeroja keçên xwe li gorî hêviyên aborî binirxînin û jiyana jinên ciwan li dora van hesabên aborî şekil bidin.

Mijareke din a girîng zewaca zarokan e. Her çend hejmara zewacên wiha li gorî berê kêm bûbe jî, ew hîn jî li hin herêman berdewam dikin. Lêbelê, zewacên zû pir caran tê wateya dawîlêanîna perwerdehiyê, rawestandina pêşketina kesane û berpirsiyariyên giran di temenekî pir ciwan de, bi taybetî ji bo keçan. Ev rewş dikare ji bo paşeroja gelek jinên ciwan xwedî encamên kûr be û carinan dikare jiyana wan bi tevahî wêran bike.

Wekî din, zehmetiya aborî li Kurdistana me faktoreke din a girîng e ku rasterast bandorê li jiyana jinan dike. Li gelek cihan, nekarîna jinan a beşdarbûna têr di jiyana kar de û bidestxistina serxwebûna aborî, vebijarkên jiyanê yên berdest ji bo jinên ciwan sînordar dike. Di hawîrdoreke wiha de, zewac carinan ne bijarte lê dibe pêdivî an jî rêyek ji bo xilasbûnê.

Ev rewş her wiha bi kûrahî bandorê li ser têkiliyên civakî dike. Têkiliyên ku divê li ser bingeha evîn, hezkirin û têgihiştina dualî bin, carinan bi biryarên zewacê yên ku ji hêla hêviyên madî ve hatine diyarkirin, tên tercîhkirin. Ji bo hin jinên ciwan, tiştê girîng êdî ne tenê ew kesê ku jê hez dikin e, lê di heman demê de kesek e ku dikare ewlehiya aborî û paşerojeke aramtir peyda bike. Bi vî awayî, zewac dikare bibe saziyek ku li şûna xwesteka du kesan a ji bo avakirina jiyanek hevpar, ji ber fikarên aborî tê şekildan.

Dema ku pirsgirêkên ku jinên li Kurdistanê rû bi rû dimînin tên nîqaşkirin, ne mimkun e ku rastiya siyasî û leşkerî ya herêmê were paşguh kirin. Erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, bi salan e di bin siya polîtîka, şer û pevçûnên dewletên cuda de maye. Van polîtîkayan gelek caran bûne sedema feqîrî û hejarkirina civakê, asîmîlasyona çandî û tengkirina qada jiyanê ya Kurdan.

Di hawîrdoreke wiha de, şer mixabin ji bo gelek ciwanan ne hilbijartinek e, lê belê rastiyeke ferzkirî ye. Bi taybetî jinên ciwan gelek caran di dema herî geş a jiyana xwe de xwe di nav pevçûnan de dibînin û carinan neçar dimînin ku beşdarî têkoşîna çekdarî bibin. Bûyerên dawî yên li Rojava careke din ev rastî nîşan dan. Navên wekî Amara û Deniz Heleb, ku di temenekî pir ciwan de jiyana xwe ji dest dan, tenê çend sembolên vê trajediyê ne.

Di rastiyê de, çarenûsa tu jineke ciwan nabe şer. Lêbelê, dîrok nîşanî me dide ku civakên li Rojhilata Navîn bêhêz hatine hiştin, gelek caran bedeleke giran didin. Bi taybetî, revandina hezaran jinên Ezidî di van demên dawî de, firotina wan li bazarên koletiyê, an jî rastiya ku çarenûsa wan nediyar dimîne, metirsiya mezin a ku jin li vê herêmê rû bi rû dimînin, eşkere kiriye. Ji ber vê sedemê, ji bo hin jinên ciwan, berxwedan ne ewqas wekî hilbijartineke îdeolojîk tê dîtin, lê belê wekî berpirsiyariyeke dijwar a ku ji bo nekolebin û karibin hebin, tê girtin ser xwe.

Di rastiyê de, divê çarenûsa tu jineke ciwan nebe şer. Lêbelê, dîrok nîşanî me dide ku civakên li Rojhilata Navîn bêhêz hatine hiştin, gelek caran bedeleke giran didin. Bi taybetî, revandina hezaran jinên Ezidî di van demên dawî de, firotina wan li bazarên koletiyê, an jî rastiya ku çarenûsa wan nediyar dimîne, metirsiya mezin a ku jin li vê herêmê rû bi rû dimînin, eşkere kiriye. Ji ber vê sedemê, ji bo hin jinên ciwan, berxwedan ne ewqas wekî alternatîfeke îdeolojîk tê dîtin, lê belê wekî berpirsiyariyeke dijwar a ku ji bo nekolebin û karibin hebin, tê girtin ser xwe.

Îro, vegotineke bihêz a derbarê jinên Kurd de di qada giştî ya cîhanî de jî balê dikişîne. Bi taybetî, wêrekiya şervanên jin û têkoşîna wan a li dijî DAIŞê û komên çekdar ên cuda wek tirkiyê, di medyaya navneteweyî û derdorên siyasî de gelek caran tê nîqaşkirin. Berxwedan û biryardariya jinên Kurd ên li ser eniya şer, wek mînakek ku di gelek derdoran de heyraniyê çêdike, tê pêşandan.

Ji aliyekî ve, ev rewş bê guman dikare wekî wêneyek erênî were dîtin ku dîtbariyê peyda dike û hêza jinan radixe ber çavan. Lêbelê, ji aliyê din ve, sînordarkirina jinên Kurd tenê bi sembolên şer hin pirsan derdixe holê. Pênasekirina jinên civakekê tenê bi rêya pevçûn, berxwedan û têkoşîna leşkerî, metirsiyê çêdike ku aliyên din ên jiyana wan nedîtbar bike.

Lêbelê çîroka jinên Kurd tenê bi şer sînordar nabe. Ew di heman demê de mamoste, xwendekar, karker, hunermend, dayik û kesayetiyên ku hewl didin di her warê civakê de hebûna xwe bidomînin in. Ji ber vê yekê, dema ku em li ser têkoşîna jinên Kurd diaxivin, pêwîst e ku em ne tenê wêrekiya wan a li eniyên şer bibînin, lê di heman demê de têkoşînên civakî, çandî û aborî yên ku ew di jiyana xwe ya rojane de dimeşînin jî bibînin.

Arî Beravî



International Women’s Day, celebrated on March 8, is a global day to honor women’s achievements and raise awareness about equality and rights. It highlights the social, economic, cultural, and political contributions of women around the world.

Post a Comment

0 Comments