Her civak, xwediyê zimanekî ye. Heya îro li cîhanê 6809 ziman hatine diyarkirin. Niha jî, nêzîkî 3000 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne.
DABEŞKIRINA ZIMANAN
1- DABEŞKIRINA LI GORÎ ÇÊBÛNÊ
a- Zimanê yek kite:
Di vî zimanî de peyv pêvekan nagirin, nakevin bin bandora guhartinê. Peyv, li gorî cihê xwe yê di hevokê de wate û erkê digirin. Zimanê çînî, viyetnamî û hin zimanên Afrîkayî jî dikevin vê beşa ziman.
b- Zimanên bi hev ve girêdayî:
Di van zimanan de, kok û pêvek bi hev ve tên girêdan. Bi kokê; pêvekên peyvsaz, pêvekên demê, pêvekên neyînî yan jî pêvekên kesane tên girêdan.
c- Zimanên tewandî:
Bi guhartina kokan an jî pêvekên cur bi cur ve, ziman tên çêkirin. Zimanê aryenî û birên zimanê samî, dikevin vê beşê. Di kurdî de ji koka "gotin"; peyva "dibêje" û ji koka "hat"; peyva "tê" çêdibe.
Zimanê kurdî, di aliyê çêbûna xwe de, hin aliyên wî weke zimanê bi hev ve girêdayî û hin aliyên wî yên din jî, weke zimanê tewandî ye.
Weke mînak:
Da+ket = Daket
Hil+ket = Hilket
Gotin = Dibêje
2- DABEŞKIRINA DÎROKÎ (ZIMAN LI GORÎ ÇAVKANIYAN)
Di vê beşa ziman de ya girîng kokên zimanan û rewşa wan a dîrokî ye. Zimanên ku ji kokekê û ji yek çavkaniyê derdikevin, malbateke ziman pêk tînin.
A- Malbata Zimanê Arî (Aryenî - Hind û Ewrûpî):
Zimanên weke; kurdî, farisî, hindî, belûcî, afxanî, bulxarî, lehî (bolonî), sirbî, makedonî, rûsî, îtalî, fransizî, îspanî, îngilîzî, almanî, swêdî, norwêçî, yûnanî, arnawûtî, ermenî û hwd. digire nava xwe. Ev malbata ziman, di nava xwe de dibe du beş:
1- Beşa Asyayê: kurdî, farisî, hindî, belûcî, afxanî, rûsî, ...
2- Beşa Ewrûpayê: îtalî, fransizî, îspanî, îngilîzî, elmanî,
B- Malbata Zimanê Samî:
Zimanên babilî, akadî, asûrî, kenanî, fînîkî, îbranî, erebî, hebeşî, misrî, lîbî û çadî di nava vê malbatê de cih digirin.
C- Malbata Zimanê Ûral-Altayî:
Şaxê Ûral: finî (finlendî), macarî, estonî, ...
Şaxê Altay: Zimanên weke; tirkî, moxolî, mançûyî (şaxeke ji zimanê çînî), tongozî, kûrî, japonî di nava vê malbata ziman de cih digirin.
D- Malbata Zimanê çînî-tîbetî:
Zimanên weke; çînî, tîbetî, birmanî (bormayî) û viyetnamî di nava vê malbata ziman de cih digirin.
E- Malbata Zimanê Awusturalya û Oqyanûsê:
Zimanê weke; endunusî, tava (tewrêz), malaya (zimaneke li hindistanê), maldaş (afrîkî), hawayî, polînezyayî, papoyî (papua), awusturalyayî û aranda di nava vê malbata ziman de cih digirin.
Zimanê kurdî heya îro di van deman re derbas bûye.
1- Dema sumeriyan
2- Dema aryenî
3- Dema hûriyan
4- Dema avêsta (Med)
5- Kurdiya kevn
6- Kurdiya navîn
7- Kurdiya nû
Li gorî belgeyên ku di dîrokê de derbas dibin, pêşketinên dîrokî yên zimanê kurdî, bi vî awayî hatine rêzkirin:
1- Dema Sumeran:
Gelek nêrînên cur bi cur li ser derketina sumeriyan hene. Li gorî hin belgeyan, dibêjin Samî ne, hin jî dibêjin Arî ne. Avabûna Sumer, êrîşên êlên komên Samî yên dijberî çanda Arî, hem di warê fîzîkî, hem jî di warê çandî de belavbûna çanda Arî ya li Mezopotamyaya jêrîn, ji senteza her duyan çanda nîjadan, derketiye holê. Şaristanî, bi sumeran re dest pê kiriye. Her çi qas tê de bingeha şaristaniyê dijî civakê pêş ketibe jî, lê gelek vedîtinênnû yên ku çavkaniya xwe ji şoreşa neolîtîkê digirin, pêş xistine. Weke; nivîsa mîxî. Di nava çand û nivîsên mîxî yên sumeriyan de bandoreke mezin a çand û zimanê aryeniyan heye.Weke: Nuh = nû, Gil+ga+miş = Gilgamiş (Gayê mezin) û hwd. Di vê serdemê de nivîsa mîxî 36 tîp bûn, pêşiyên kurdan jî 6 tîpên din li ser zêde kirine û weke 42 tîpan nivîsa mîxî bi pêş xistine û di warê wêjeyê de bi kar anîne.
2- Dema Aryenî:

Du wateyên peyva arî hene; ya yekem tê wateya agir, a duyem jî tê wateya erdê-xakê. Peyva arî, ji aliyê etîmolojî ve jî peyveke kurdî ye. Li gorî lêkolînên dîrokî, ev pêvajo ji 12000 sal B.Z. ta 4000 sal B.Z. ye, bi pêşengiya gelê kurd bi pêş ketiye. Her wiha, şoreşa ziman a ku bi pêşengiya dayîkê binpêş ketiye, di çanda aryeniyan de bandoreke herî mezin û bingehîn lîstiye. Koma ziman-wêjeya Aryen çi di warê ziman de, çi jî di avakirina hevsengiya hest û ramanê de xwedîkokeke kûr e. Ev jî, bi mercên erdnîgarî û dîrokî ve girêdayî ye. Salên di navbera 12000-4000 B.Z. de dema dirêj a bi cihbûn û sazbûna vê çandê û vî zimanî, rave dike. Di vê serdemê de her cure kuzikvanî, ji bo ajotina zeviyan bikaranîna nîr û lawiran, tekelek, tevn, destar, huner û hwd, saz bûye. Her wiha, gelê herêmê îro jî van amûrên çandiniyê û komgotinên ku van amûran rave dikin, bi kar tînin. Ev jî nasnameya devera kakil an jî dendikê ronî dike. Di zimanê Ewrûpî de, îro jî bi dehan peyvên ku tên bikaranîn, mijara çavkaniyê zelal dikin. Mirov dikare hin ji van gotinan wiha rêz bike: Geo-cih, erd, jin, roj, bra, mur-mirin, sol, neo-nû, ga, gran-gram, meş, xweda-guda-gudea û hwd. Her wiha, li gorî lêkolînên arkeolojiyê yên 12000 sal B.Z bingeha nivîsa hîroglîfî jî yekem car di vê serdemê de, li Perestgeha Xerabreşkê ya li Rihayê, hatiye dîtin.
3- Dema Hûriyan:
Piştî pêvajoya çanda aryenan vê pêvajoyê dest pê kiriye û di vê pêvajoyê de bandora çanda aryenan diyarker e. Li gorî şûnwarnasî (arkeolojî), koknasî (etîmolojî), nijadnasî (etnolojî) û mirovnasiyê (antropolojiyê) rêvebirina vê pêvajoyê jî bi pêşengiya kurdan çêbûye. Komên 'Aryen' ên ji proto-kurd, fars, afxan û belûciyan di vê guftûgoyê de, li rêzên pêş cihê girîng digirin. Bi taybetî, rengê zimanê hûriyan ku proto-kurd in, diyar bû, jêdera (aîdiyeta) çand-zimanê aryen ê ku xwe dispêre gelên otantîk zelal bû. Teza ku ez bi xwe jî rast dibînim, ew e ku herêma kakil a Şoreşa Neolîtîkê tenê bi vê çand û vî zimanî çêdibe. Herêma kevan jî, ji sîstema Toros-Zagrosan pêk tê û weke "
Kevana Berhemdar" jî tê binavkirin. Bi vî awayî, mirov dikare bibêje ku Hûriyan (Çand û zimanê Aryenî) pêşengî ji koma ziman û çanda Hind- Ewrûpiyan re kiriye û pirsgirêkên wê yên çavkaniya ku xwe dispêre koka wê, çare kiriye. Di serdema Babiliyan de, gelek belgeyên kurdan ên kevnar bi ABC'ya aramî hatine nivîsîn. Ev belge, li şkeftên herêma Rojhilatê Kurdistanê, li Hewramanê hatine dîtin. Her wiha, ev belgeyên kurdî yên ku li ser çermê xezalan hatine nivîsîn, hatine dîtin.
4- Kurdiya Avestayê:
Kurdiya Avestayê di serdema medan de bi pêş ketiye. Bi pêşengiya Zerdeşt, Avesta li gorî lêkolînan tê gotin bi 44, 48 û 60 tîpan hatiye nivîsandin. Avesta her çi qas bi tîpên pehlewî hatibe nivîsîn jî, lê zimanê wê medî ye. Cara yekem li Rojhilata Navîn, zimanekî ku di hêla wêjeyî de ew qas dewlemend, derdikeve holê. Bi alîkariya vê wêjeya dewlemend a kurdî, pêngava wêjeyî bi pêşengiya Zerdeşt di nava farisan de bi Zendê û di nava Hindiyan de jî bi Bazendê hat avêtin. Piştî hilweşandina Medan û şehîdbûna Zerdeşt, pêşketina di wêjeya kurdî ya nivîskî de lewaz bû, lê piştî hatina Îskender (330 B.Z.) qirkirineke mezin li ser ziman û nivîsa kurdî pêk hat, di encama vê qirkirinê de 17 bergên li gel Avestayê û gelek nivîsên din jî hatine tunekirin.
5- Kurdiya Kevn:
Ev dem, bi hatina yûnaniyan re dest pê kir û ta hatina îslamê dom kiriye. Di vê pêvajoyê de her çi qas gelê kurd bi tîpên farisî û romî (yûnanî) hin berhemên wêjeyî nivîsî bin jî, lê bi awayekî giştî, gelê kurd
wêjeya xwe bi devokî parastiye. Zimanê wî zêde neket bin bandora zimanê biyanî, lê
nikarîbû di nava xwe de jî nûbûn û guhartinan çêke. Di vê serdemê de ji aliyê êzîdiyan ve (31) tîp hatine bikaranîn. Bi van tîpan, pirtûkên xwe yên pîroz; Mishefa Reş û El Cilwe nivîsîne. Marfet û Pîr Şalyar nivîsên wan bi awayê helbestî hatine nivîsîn û pêşxistin. Bi piranî, helbestên wan li ser çerman hatine nivîsîn.
6- Kurdiya Navîn:

Di sala 640'î de islam derbasî Kurdistanê dibe û bi hatina islamê re ABC’ya erebî di nava kurdan de bandoreke neyînî çêdike û serwer dibe. Di vê serdemê de, herî zêde di nava civaka kurd de, ji aliyê çand û ziman ve pişaftin bi pêş dikeve. Weke; navên erebî li zarokên xwe kirin, guhartina cil û bergan û hwd. Berhemên ola islamê, li Kurdistanê bi erebî hatin xwendin û nivîsandin. Di bin bandora ABC’ya erebî de bi tîpên erebî, berhemên kurdî jî hatin derxistin. Her çi qas hizirîn bi kurdî jî be, ji ber ku bi zimanê erebî ev berhem hatine nivîsîn, her ku çûye, bandora zimanê erebî zêde bûye. Ji salên 900 ta salên 1600 gelek berhemên nivîskarên kurd, nîv bi nîv erebî derketin. Weke; Dîwana Baba Tahirê Hemedanî, Mewlûda Melayê Bateyî, Dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û hwd. Piştî ku Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve dabeşî çar parçeyan bû, bandorên zimanê erebî, farisî û tirkî li ser çand, ziman û dîroka civaka kurd çêbû. Heya ku gelek hozanên kurd helbestên xwe yên kurdî wergerandin tirkî, farisî û erebî. Gelek zanyarên kurd jî, berhemên xwe bi zimanê tirkî, farisî û erebî nivîsandine.
7- Kurdiya Nû:

Karwanê huner û wêjeya kurdî bi destan, çîrok, helbest, stran û cureyên din ên zargotinî ji kûrahiya dîrokê dest pê kiriye û heta serdema niha berdewam kiriye. Kesên weke; Celalê Xanima Loristanî, Fatma Lariya Goristanî, Mestûra Kurdistanî Sîne, Nalî Şarezorî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremerd, Celadet Elî Bedirxan, Mîthat Mîqdat Elî Bedirxan, Erebê Şemo, Qanadê Kurdo, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mihemed Uzun, Mûsa Anter, Şêrgo Bêkes, Rêber Apo û hwd. Gelek wêjevanên kurd ên bi nav û deng bi berhemên xwe ve, ev çand û zimanê kurdî gihandine roja me ya îro. Tê zanîn ku di vê pêvajoyê de gelê kurd 28 caran li dijî siyaseta mandel û tunekirinê ketiye nava serhildan û berxwedanan. Mirov dikare kurdiya nûjen, bi rojnameya "Kurdistan" (1898), û pêşengên wê Celadet Bedirxan û weke şopdarên wan Erebê Şemo, Qanadê Kurdo bigire dest. Ev pêvajo, ji aliyê ziman û çanda kurdî ve jî pêvajoyeke berxwedanê ye. Gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd, di van pêvajoyan de ketine nava têkoşîna çand û zimanê kurdî û ji bo bipêşxistina wan hewl dane. Ta wan deman, ev xebat ji derveyî welat hatibin birêvebirin jî, lê bi giranî girêdayî rastiya kurd û Kurdistanê hatine birêvebirin. Bi pêşketina vê pêvajoyê re ta salên 1970'yî berdewam dike. Lê piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê, êdî rewş tê guhartin. Piştî damezrandina vê tevgerê û şûn de, êdî ev xebat hem li derveyî welêt û hem jî li welêt hatine birêvebirin. Di bin pêşengiya vê tevgerê de, wêjeya kurdî ya ku ji aliyê ereb, faris û tirkan ve hatiye talankirin, pişaftin û qedexekirin; careke din girêdayî xwezaya xwe giyan girt û ji nava pencên xwînxweran hatiye derxistin. Ji wê dîrokê heya îro, gelek berhemên nivîskî yên dîrokî derketine holê. Gelê kurd ê ku zimanê xwe ji bîr kiribû, dest bi afirandina zimanekî hemdem kir û ev pêvajo heya niha berdewam dike. Weke encam, li gorî ku dîrokê tomar kiriye, zimanê kurdî; li ser xaka Mezopotamyayê weke zimanê herî kevn û dîrokî ji 10 hezar ta 15 hezar sal jiyaye. Di vê dîroka kevn de hûrî, gûtî, kasît, mîtanî, naîrî, medî û hwd, bi vî zimanî, civaka xwezayî ava kirine, çand afirandine û pirtûkên weke Zend Avêsta nivîsîne. Ji wê rojê û heta niha, bi vî zimanî jiyane.
Çavkanî: Komîteya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê
Kurdish is an Indo-European language belonging to the Iranian branch. It has a long history and is spoken by millions of people across different regions. Kurdish holds an important place among world languages due to its rich structure, dialect diversity, and cultural heritage.
0 Comments