BUWEYHÎ
Li ser bingehê şîatiyê hatiye avakirin. Ji sala 932ˋan heta 1055ˋan desthilatiya xwe domandiye. Yê ku navê xwe dayî vê xanedaniyê Ebû Şûcayê Buweyh e. Kurên wî Elî, Hesen û Ehmed li Îran, Xorasan û tevahiya Mezopotamyayê sê mîrnişînên cuda ava kirine. Dema Ebû Duweyle mîrnişînê dike yek, dema zêrîn e. Piştî mirina wî, dîsa hatiye parçekirin. Di dema yekirinê de Bexdê hatiye stendin û xelîfeyê Ebasî bi giştî êdî di bin bandora Buweyhan de ye. Dema welat tê parçekirin, beşên Îran û Xorasanê ji aliyê Xeznewiyan ve, tê hilweşandin. Beşa Mezopotamyayê jî ji aliyê xelîfeyê Ebasî ve, bi alîkariya Selçûqiyan (ên ku di bin desthilatiya Tûxrûl Bey de ne), di sala 1055ˋan de hatiye rûxandin.
MERWANÎ (DOSTEKÎ)
Damezrînerê mîrnişîna Merwaniyan Baz kûrê Dostik e. Baz li dijî deshilatdariya Hemdanan serhildan da despêkirin. Di vê serhildanê de gelê kurd, li herêma Amed û Meya-farqînê li rex Baz cih girtin. Bajarê Meyafarqînê ku navendek girîng a dewleta Hemdanê bû, ji wan hat standin. Piştî girtina bajarê Meyafarqînê, artêşên ji Helebê ji bo şkenandina Baz, ji aliyê birêveberên Hemdaniyan ve hatin şandin, lê bi ser neketin. Têkçûna Hemdaniyan bû sedema jidestçûyîna bajarê Amedê jî. Bi vî awayî her ku çû deshilatdariya Baz belavî herêmê bû. Di demeke kin de herêmên Riha, Amed, Xerpût heya Cizîr û Nisêbînê jî, di nava sînorên mîrnişîna Merwaniyan de, cih girtin. Serkeftinên Baz, birêveberiya Hemdanê û xelîfeyê Bexdê jî ditirsand. Ji ber vê sedemê hêzên Ebasî û Hemdanî bi hev re êrîşî welatê Baz kirin. Baz ji bo parastina welatê xwe berxwedaneke binirx da nîşandan. Di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema Baz hat kuştin, xwarziyê wî yê mezin Hesenê Kûrê Merwan gelê kurd li derdora xwe kom kir, dijminê xwe şopand û piraniya wan kuştin. Piştî vê bûyerê çû Hesenkeyfê û ji wir jî berê xwe da Meyafarqînê. Li vê derê di sala 991ˋê de birêveberiya xwe da diyarkirin. Bi vî awayî birêveberî ket destê Merwaniyan. Lê di sala 1011ˋan de tê jehrkirin. Ebû Nasir kurê Merwan ê ku ew jehir kiribû, tê ser text. Ebû Nasir 40 salî fermandariya xwe didomîne. Girêdana xwe ya bi xelîfeyê Ebasî re diyar dike; li ser navê xelîfe pereyan çap dike û salane bacê dide. Kurê Ebû Nasir, Mensûr tê cihê bavê xwe.
Lewazbûn û Hilweşîna Mîrnişîna Merwanî:
Tevî ku Mensûr, di şerê Melazgirê de destek dabû Elb Erselan sultanê Selcûqî, li dijî Bîzansan, lê dewlemendî û jiyana pêşketî ya mîrnişîna Merwaniyan, bala birêveberên Selçûqî dikişand. Ji bo dagirkirina herêmên di bin destên Merwaniyan de, wezîrê imperatoriya Selçûqê Nizamûlmûlk ketibû tevgerê.
Mîrnişîna Merwaniyan di sala 1086an de bi êrîşeke mezin a Selçûqiyan re rû be rû ma. Di vê salê de, Amed û Meyafarqîn hatin dorpêçkirin. Dorpêçkirina wan a her du bajaran, salekê berdewam kir. Di sala 1087ˋan de li derdora Amedê şerekî mezin pêk hat. Di encama vî şerî de bajarê Amedê ket destê Selçûqan. Bi ketina Amedê re, bajarên din yên Merwaniyan jî yek bi yek ketin destê Selçûqiyan.
ŞEDADÎ
Mihemed Şedadî yê ku ji êla Rewandiyan bû, di sala 951ˋê de, vê mîrnişînê dadimezrîne. Selehedînê Eyûbî jî ,ji êla Rewandiyan bû.
Şedadiyan, qasê sed salî welatê xwe bi rengekî serkeftî bi rê ve birin. Bermayên dîrokî yên ji vê demê mane pêşketin û dewlemendiya vê mîrnişîna kurd, destnîşan dike. Birêveberên Şedadiyan, girîngiyek mezin didan hozanvan, nivîskar û mirovên zana.
Mîrnişîna Şedadiyan jî piştî demekê, weke mîrnişînên din yên Kurdistanê rastî êrîşên Selçûqan hatin. Di sala 1064ˋan de Sultanê Selçûqî, Melikşah êrîşî welatê Şedadiyan dike û dawî li deshilatdariya wan tîne. Lê tê xuyakirin ku heya demekê ew girêdayî Selçûqiyan mane û di welatê xwe de birêveberî meşandine.
EYÛBÎ
Ji aliyê fermandarê mezin ê kurd Selahedînê Eyûbî ve, tê avakirin. Selahedînê Eyûbî di sala 1138ˋan de li Tekrîtê ji dayîk bûye. Bavê Selahedîn, ango Eyûb û mamê wî Şêrko di xizmeta mîrê Mûsilê, Nûredîn Zengî de bûn. Selahedîn, bi saya bav û mamê xwe, hunera birêvebirin û artêşê fêr dibe.
Selahedîn di 14 saliya xwe de tev li artêşê dibe. Piştî ku Selahedîn û mamê xwe Şêrko li Şamê demeke diyar di artêşê de xizmetê dikin, bi fermana Nûredîn Zengî weke serfermandar bi artêşekê re ber bi dewleta Fatimî ya Misrê ve bi rê dikevin. Dewleta Fatimî ji şerkirina bi vê artêşê re, ditirse, ji ber vê, rêya lihevhatinê hildibijêre. Şêrko dibe wezîrê dewleta Fatimî. Piştî demeke kurt Şêrko dimire, Selahedîn tê cihê wî. Di sala 1171ˋê de Selahedîn, dawiyê li dewleta Fatimî tîne.
Demekê bi navê Nûredîn Zengî desthilatdariyê bi rê ve dibe. Di sala 1174ˋan de, serxwebûna xwe diyar dike. Li vir, li dijî xaç-perestan dikeve nava amadekariyeke mezin. Artêşekê ji hemû gelên Rojhilata Navînê (kurd, turk, pers, ereb…) ava dike. Gewdeyê bingehîn û hêza lêdanê ya artêşê ji kurdan pêk dihat. Vê artêşê, pirrê caran bi xaçperestan re şer kiriye, herî dawî bi şerê Hetînê, xaçperest rastî binketineke berçav tên û Quds tê rizgarkirin. Piştî vê rizgarkirinê Misir, Sûrye, Yemen û Iraqê dikevin bin kontrola Selahedîn. Piştî van serkeftinên Selahedînê Eyûbî, êrîşa sêyem a xaçperestan, dest pê dike. Ev êrîşa ku ji artêşên sê dewletan pêk dihat, bi bin xist û di 1193ˋan de li Şamê weke fermandarê Rojhilata Navînê, tê nasîn. Selahe-dînê Eyûbî weke kesekî kurd ê girîng muhra xwe li dîroka cîhanê û Rojhilata Navînê dixe. Çavên xwe li Şamê, li jiyanê digire û li wê derê tê oxirkirin. Piştî mirina wî dewleta Eyûbî di nava zarokên wî de tê dabeşkirin.
0 Comments