DI HELBESTÊN FEQÎYÊ TEYRAN DE HEYWANAT

Nûbihar 159 Rûpel 24-30

Arî Beravî


Kurte

Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywanat ji gelek aliyan ve derdikeve pêşiya me.

Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên

tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin, di helbestên şaîran de

cîh digirin.

Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî ya

nivîskî de şaîrekî muhim û pêşeng e. Di helbestên wî de heywanat hin cihan bi wateya xwe ya

mecazî hin cihan jî bi wateya xwe ya eslî derdikeve pêş me. Em di vê xebatê de di helbestên

Feqîyê Teyran de heywanên ku hatine behs kirin û ev heywan bi çi awayî hatine bikaranîn, çi

sembolîze dikin tedqîq bikin.

Peyvên Sereke: Feqîyê Teyran, Heywanat, helbest


PÊŞGOTIN

Edebiyata Kurdî ya Klasîk edebiyateke têr û tijî ye. Bi vegotinên estetîkî û xemilandî

bi helbestên wateyî û bi çandî di dîwanan de em dibînin. Lê belê di demên berê de helbestvan

û nivîskarên edebiyata klasîk ji ber ku bi xwe helbestan nenivîsîne, bi murşîdên xwe ve dane

nivîsandin gelek nûsxe derketine hole. Ev nûsxe jî cuda cuda hatine nivîsîn. Bi edîsyonkrîtîkê

jî nivîsandina resen em nikarin derxin holê. Dibe ku hin xeletiyan bibînin lê rastiya

nivîsê em nikarin bi muqayese kirina nusxeyan derxin holê. Di vê xebatê de tengasiya ku herî

zêde me kişandî ev bu ku ewlehiya me bi helbestan nedihat. Nivîskar û lêkolînêrên ku dîwana

Feqî çapkirine, gelek cudahî bi tîpan bi peyvan heta bi hevokan derdiketin pêş me. Bi hêvî me

ku ê di pêşerojê de bi xebatên hêja helbestên şaîran yên resen ê derkevin holê.

Feqîyê Teyran di sedsala 16. de jiyaye û gelek helbestên estetîkî û bi meneyên kûr

nivîsîye. Derbareyê jiyana wî de agahî kêm bin jî mirov dikare li ser dîwanê here hin

agahiyan dikare dest bixwe. Me di vê xebatê de xwast ku, kêm bûna xebatên ferhengî zêde

bikin û xebatên ku hatine kirin yên kêm zêde hebin jî me xwast bi kûrahî heta em dikarin bi

dest bixwin û bînin ziman.



DESTPÊK

Bêjeya klasîk ku ji zimanê frensî ketiye zimanên cîhanê, tê wateya tiştê ku bi ziman û

hunera serdema kevn a Roma û Yewnan re têkildar e. Ew hilberîna ku bi ziman, huner û

nivîskarên frensî ên serdema XVIIan a zayînî re têkildar in jî, li dinyayê weke wateya klasîkê

hatine qebûlkirin. Her wiha, ji bo wan berhem û edîbên ku demeke dûvedirêj bi ser wan re

derbas dibe; lê belê ew hîna tevî qîmet û girîngiya xwe di nav civakê de dijîn, ji wan re jî

klasîk tê gotin. Di lîteratura dinyayê de, bêjeya “klasîzm” jî, weke navê teoriyeke felsefî ya

edebiyatê hatiye destnîşankirin.

Wateya edebiyatê ew e ku hunermend, hin hest, raman û xeyalên xwe, li ser bingeha

bûyeran, bi rêya ziman, bi awayekî karîger û balkêş, bi tehera devkî yan jî nivîskî vedibêje.

Îca berhema klasîk ew e ku li ser bingeha asteke baş a edebî û hunerî hatiye dayin. Her

berhema kevnar ku di serdemeke zemanê berê de hatiye nivîsîn, ne klasîk e. Tenê ew

berhema ku xwedî hin taybetiyên astbilind ên ilmî û hunerî ye û di zemanê berê de, ji aliyê

edîbekî behremend û hunermend ve hatiye nivîsîn, dibe klasîk. Îca ew berhema ku li

welatekî, di nav gelekî de dibe klasîk, bere bere, ji aliyê gelên cihê cihê yên dinyayê ve tê

naskirin û dibe berhemek ji berhemên klasîk ên cîhanê. (Meretowar, 2014)

Derheqê edebîyata kurdî ya Klasîk de Abdurahman Adak wiha dibêje:

Edebîyata Kurdî ya Klasîk edebîyateke nivîskî ye û di serdema Îslamê de di bin

bandora unsurên dînî, Erebî, Farisî û çanda Îranê de li gor hinek rêzikan derketîye

meydanê. Ev edebîyat, zanistên binbeş ên wekî tarîxa edebiyatê, kêşa erûzê, serwa

(qafîye), paşserwa (redîf), têşeyên nezmê (şiklên nezmê), rewanbejî (belaxat),

ciwankarî (hunerên edebî), cureyên edebî, şîroveya metnan û edebîyata berawirdkarî

(edebîyata muqayeseyî) di xwe de dicivîne ku ji van zanistan bi taybetî tarîxa

edebîyatê ji aliyê giringîyê ve zêdetir derdikeve pêş. (Adak, 2014: 17)

Hin lêkolînêr dibêjin Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi Îslamê destpê kiriye û

numûne jî ji edebiyata Tirkî digirin dibêjin bi “Kutadgu Bîlîg”a “Atabetul Hakayiq” û

“Dîwan-i Hîkmet” destpê kiriye û dibêjin em jî dikarin bejin Edebîyata Kurdî ya Klasîk bi

Baba Tahirê Uryan bidin destpê kirin. Çawa ku Edebiyata Kurdî bi edebiyata Tirkî re

muqayese kirin xelet be her wekî din jî Baba Tahirê Uryan jî bidin destpê kirin xelet e. Ji ber

ku hê Kurd buna Baba Tahir ne dîyar e. Lê Edebîyata Tirkî Dîyar e û hatiye peytandin.

Li gor qanaeta min Edebîyata Kurdî ya Klasîk gava em bidin destpê kirin gerek bingeha me

saxlem be û li gor kesan em bidin nişandan xeletîye. Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi kî re destpê

kiriye hê tam nehatiye tespit kirin û hê lêkolîner li ser vê mijarê mutabik nebûne. Lê em

dizanin ku Edebîyata Kurdî ya Klasîk bi Îslamê destpê kiriye. Beriya Îslamê tu berg û belge di

holê nînin. ji ber ku beriya Îslamê Edebiyata Kurdî bi devkî xwe muhafeze dikir. Yên pîştî

Îslamê jî gelemperî bi helbestî hatine nivîsîn.

Berhemên Kurdî yên klasîk kêm in. Ji xwe helbestên gelek nivîskaran jî kêm in û mîna

berhema nehatine nivîsîn. Yên ku hatine nivîsîn jî wek Melayê Cîzîrî, Ehmedê Xanî em

dikarin mînak bidin. Feqîyê Teyran jî gelek helbest nivîsîne lê dîwaneke wî em nikarin bejin

heye. Lê tişta ku em dizanin piştî mîrektîyan berhem hatine nivîsîn û dîwana Melayê Cizîrî û

Xanî ji Edebîyata Kurdî ya Klasîk re bûne berhemên teqez û hatine heta îro.

Çanda medreseyan ji bo Kurdan gelek girînge û cihê ilim û zanebûnê bûne. Ji xwe

Mela, Xanî yan jî Feqî di medreseyan de perwerde bûne û di medreseyan de bûne xwedî ilim.

Derheqê medreseyan de Meretowar wiha dibêje:

Navendên mîna Bedlîs, Cizîr, Hekkarî, Muks, Hîzan, Sêrt, Bazîd, Diyarbekir, Xelat,

Amêdiyê, Brîfkan, Silêmanî, Koye, Sêwreg, Hezan û Licê, bûne ciyê gihîştina edîbên

mezin û dayina berhemên giranbiha. Di van navendên mîrektiyan, medreseyên navdar

vebûne û tevî tekiyayên hin terîqetên mezin, edebiyata kurdî, di nav şêxên terîqetê,

melayên medreseyan û mîrên mîrektiyan de şax daye. Heta ku komara Turkiyeyê

hatiye damezrandin, edebiyata kurdî ya klasîk, bi awayekî gur û geş, li bakurê welêt,

berdewamî daye hebûna xwe. Serdema mîrektiyên kurdan, ji bo şaxvedana edebiyata

kurdî, kartêkereke gelek girîng e. Hema hema her mîrekî şehrekî welêt, li tenişta

mizgefta mezin a bajarê xwe, medreseyeke mezin vekiriye, muderrisên mezin

wezîfedar kirine, feqî (telebe) dane xwendin û di asta elîtî de karê perwerdehiya ilim û

me’rîfetê de têde daye îcrakirin. Bi ser de jî, li navçeyan jî weke şaxên van

medreseyan, ciyên dî jî vekirine. Heta li gor derfetan, li gundan jî di teşeyê medreseyê

de, “hucre” hatine vekirin û tehsîla ilim hatiye kirin. Bi xêra vê xebatê, di nav feqî,

talib, mela û mîrê feqiyan de, çanda edebiyatê jî serî daye. Muderrisên navdar, serê

ewil edebiyata farisî di medreseyên xwe de daye hînkirin; peyre bere bere wan bi

zimanê xwe jî edebiyat îcra kiriye. Cara ewil jî, Cizîrî ev kevneşopî kiriye nav van

medreseyan. Peyre qesîde û xezelên wî ji aliyê ehlê medreseyê ve hatine jidevkirin.

Vê yekê bala ehlê tesewwufê jî kêşaye û wan jî dest bi îcrakirina edebiyata kurdî ya

tesewwufî kiriye.(Meretowar, 2014)

Feqîyê Teyran jî helbestvanekî Edebiyata Kurdî ya Klasîk e. Derbarê jîyan,

berhem heta kesayetîya wî de nîqaş hene. Hin gotinên bê delîl û ji bo mezinkirine

gelek tişt têne gotin. Lê ev tevger edebîyatê mezin nake. Kesek gava bikeve nav

helbestên Feqî de ê bibîne ku hê tam nehatiye xwendin û hê helbestên kêm hene.

Berhemên Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi destxetan hatine nivîsîn û bi şagirtan,

bi mûrîdan hatiye nivîsîn. Ji ber vê jî pisgirêkeke mezin derketiye holê. Çawa ku em

dibînin gelek destxet hene û xwediyê hin destxetan jî ne dîyar in. Tişta herî xirab jî ev

e ku her lêkolîner li gor xwe tiştek derdixe holê û me bigûman dikin. Bi qenaeta min ji

bo Edebîyata Kurdî ya Klasîk tişta herî kêm alîmên jêhatî û yên bixîret in. Lêkolînêrên

me yên vê demê ehlê hemû mijarane û destê xwe tavêjin hemû şaxa.


JÎYANA FEQÎYÊ TEYRAN Û DERHEQÊ MEXLES Û KESAYETÎYA WÎ

1. 1. JÎYANA FEQÎYÊ TEYRAN

Di derheqê Feqîyê Teyran de agahî ne zelal in. Tenê hin agahî di helbestên wî de derbas

dibin hene û nivîsa kevirê ser tirba wî de agahîyên zelal dikeve deste me. Çawa ku me pêşî

got hê taze lêkolîn li ser nehatiye kirin û hê tam nehatîye nasandin.

Di derbarê jîyana Feqîyê Teyran de hem di çavkaniyan de hem jî di destê vekolîneran

de agahîyên pir kêm hene. Her çi qas dema ku ew lê dijîya bê zanîn jî di derbarê jîyana wî de

agahîyên di destê me de ne, bi tenê çend agahîyên kêm in ku ew jî helbestên wî hatine

wergirtin. Li gorî wan agahîyên ku di helbestên wî de hene jî bi tenê salên ku lê jîyaye, çend

mexlesên ku bikaranîye, çend cihên ku bi armanca xwendinê yan jî geştê çûye tê zanîn. Bi

taybetî jî navê malbata wî yan jî nevê dê û bavê wî û agahîyeke di derbarê rewşa wî ya

malbatî de bi delîlan ve li holê nîne. (Orkin, 2015: 1)

Ji bo kesên ku bi Edebiyata Kurdî re têkîldar in mesleyeke dîyar e ku Feqîyê Teyran di

edebiyata tesewufê ya kurdî de û di nav gel de yek ji şairên herî navdar û naskirî ye. navê wî

‘Muhemmed’ e, di nav xelqê de bi navê Feqîyê Teyran meşhûr bûye. Navê bavê wî Şêx

‘Ebdullahê Miksî’ ye û jî gundê Werezûzê ye. Mexlesa wî ya ‘Mîm û Hê’ kurtkirina

Muhemedê Hekarî ye ji bo ku Miks û gundê Werezûzê nêzîkê Hekarîyê ye digel nisbetkirinên

din nisbeta Feqîyê Teyran bi Hekarîyê ve tê kirin. Li gorî hin vekolîneran jî mexlesa ‘Mîm û

Hê’ bi tenê kurtkirina navê Muhemmed e. Diderbarêtarîxa jidayîkbûna Feqî de vekolîner bi

tevahî negihiştine heman encamê. Lê belê di vekolînên dawî de ji helbestên wî tarîxê

jidayîkbûna wî hatiye kifşe kirin ku ew tarîx jî 1561ê Mîladî ye. (Orkin, 2015: 6)

Feqîyê Teyran di sala 1041/1632yan de li gundekî Xîzanê bi navê Şandîsê koçî dawîyê

kiriye. Gora wî li wî gundî ye. agahîya derheqê gora wî de hem di qeydeke bi erebî ku di

dawîya menzûmeya wî ya bi navê ‘Dilo Rabe’ de ji aliyê mustensixê manzûmeyê ve hatiye

nivîsandin de, hem jî di du salnameyên wîlayeta Bedlîsê de hatiye dayîn. (Adak, 2013:

233)Sala ku Feqî koça dawîyê kiriye 1041ê hicrî ye ku beramberî 1632yê mîladî tê.

Ev tarîx di nivîsteka kêla ber serî ya gora Feqî ku li Şandîsê ye bi zimanê Erebî hatiye

nivîsandin ku kurdiya wê wiha ye

‘Ev gora dilşad, rehmetî, bexşandî û mihtacê rehmeta Xwedê Mihemedê navdarê bi

Feqehê Teyran e kudi sala 1041ê de koçî dawîyê kiriye.’ (Adak, 2014: 235)



1. 2. MEXLES Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ

Di edebiyata kurdî de gelek şair hene ku ji xeynî navê xwe navên mustear bikaranîne yan

jî bi navên cuda hatine naskirin. Di nav van de hin şair bi navê gundê xwe, hin jî bi bajarê

xwe tên nas kirin. Navê esil ê Feqîyê Teyran, ‘Muhemmed’ e û di nav helbestên xwe de navê

xwe yê esil bikaranîye. Feqî di helbestên xwe de ji xeynî navê xwe bi giştî sê mexles

bikaranîye Mîm-Hê, Miksî, Feqî û Feqîyê Teyran.(Orkin, 2015: 8)

Feqî di helbestên xwe de bi gelemperî sê mexles bikaranîye. Mexlesên Feqîyê Teyran yên

ku min tespit kirine ev in:

Mîm û Hê heftê felek çûn

Ji hîcretê dewran gelek çûn

Sal hizar û çil û yek çûn

Ev xezel anî dîyarê (Sadinî, 2014: 236)

Miksî dibe avê we bû

Pêxemberan aqil hebû

Qet hewceyê pirsan nebû

Wan dest gihabû sohbete (Sadinî, 2014: 120)

Nesaxê êşan ez im

Bikul û derdan ez im

Mecrûh ji qehran ez im

Tazî û uryan ez im

Ê dûr ji şehran ez im

Feqîyê Teyran ez im (Sadinî, 2014: 447)

Tê xûya kirin ku Feqî sê mexlesan bikaranîye. Lê di nav civatê de wek Feqîyê Teyran hatiye

naskirin û bi vî navî jî meşhur bûye.

Terza Feqîyê Teyran di nav helbestvanên klasîk de ji aliyê bikaranîna ziman ve zimanê

xwerû û sade temsîl dike. Li gor dema xwe zimanê gel, bi awayekî zelal û xwerû bikar aniye.

Têgeh û bêjeyên Erebî û Farisî di helbest û berhemên wî de hindik in. Feqî di navbera

helbesta gelêrî û ya klasîk de wekî pirekê ye. Ew ji aliyê kêş, teşe û naverokê ve aîdê helbesta

klasîk e. Lê ji aliyê zimanê xwerû û zelal ve aîdê helbestê gelêrî ye.(Adak, 2014: 236)

Dema ku meriv helbestên Feqî bi helbestên şairên hevdemên wî re muqayese dike bi

awayekî eşkere derdikeve holê ku di helbestên wî de peyvên erebî û farisî kêm in. Feqî di

helbestên xwe de bi giştî bikaranîna peyvên kurdî çêtir dîtîye û bi vî awayî bi zimanekî ku gel

jê fêm dike helbestên xwe honandiye. Berhemên Feqî ji aliyê hunerî ve jî xwedî bingehên xurt

in. Di helbestên wî de teşbîh, telmîh, mecaz, îstiare, û gelek hunerên din ên edebî, bi şarezayî

hatine bikaranîn. Wî bi ziman û hunera xwe, gelek şair û nivîskarên kurd di binê tesîra xwe de

hiştine. (Orkin, 2015: 17)

Di helbestên Feqîyê Teyran de gelek helbestên folklorîk û pastoral jî derdikevin pêş

me. Kela Dimdimê, Fesla Bihara Cennetê em dikarin mînak nîşan bidin.



1. 3. HELBESTÊN WÎ

Ey Av û Av

Ellah Çi Zatek Ehsene

Îro ji Dest Husna Hebîb

Bi Çar Kerîman

Îro Girya Me Tê

Feqî û Bilbil

Dilber

Feqe û Melê

Dilo Rabe

Îlahî Lew Dikim Zarî

Şex Sen’an

Bersisê ‘Abid

Şerê Dimdim

Zembîlfiroş

Ez Çi Bêjim

Ay Dilê Min Ay Dilo

Qewî Îro Ze’îfhal im

Çîya Anî li Deştê kir

Îlahî ‘Ebdukel Atak

Ji Işqê Sotîme Welleh

Ji Rengê Dilbera Horî

Bizan Ku Min Yar Tu Yî

Ey Dil Hilo Terk Ke Sefa

Ordeka Ava Cizîrê

Fesla Bihara Cennetê

Xwedawenda Gunehkar im

Xwedawenda Tu Sebbûhû î

Îro Ji Eşqa Sorgulê

Dilo Carek Xwo Hişyar ke

Min Dî Di Xewnê da Gulek

Ji Exqa Te Ezî Dîn im

Hatim Ber Dergahê Rehmet

Ah Ji Dest Cama Wîsalê

Ellah Sehergaha Ezel

Îlahî Ger Gunehkarem,

Sînem û Çerxa Felekê


DI HELBESTÊN FEQÎ DE HEYWANAT

2. 1. Ahû/Ask / Xezal

Xezal di helbestên Feqî de yê ku min tespît kiriye, neh beytan de derbas dibe û sêzdeh

caran tê behskirin. Feqî herî zêde peyva xezalê bikaraniye. peyva ‘ask’ê carek derbas dibe û

peyva ‘ahû’yê jî carek tenê derbas dibe. Xezal neh caran derdikeve pêş me.

Xezal ji ber ku çav bedew, tirsok, bêhn xweş in, di edebiyata me de bûne sedema

gelek şibandinan. Reş û gir bûna çavên wan yarê bi bîr tîne. Feqî di helbestên xwe de ji bo

xweşikîya çavên xezalan şibandiye yarê. Ev xususîyeta xezalan di helbestên Feqî de herî zêde

derdikeve pêş me;

Wildan û hûra bêhn xweş e

Ask û xezala çavreş e

Dêm qemere xal hebeş e

Hubra bêye ser kaxetê (Sadinî, 2014: 359)

Xezal gelek zêde ji bo şibandina yarê yanî şûna maşûk tê bikaranîn. Li ser aşiq çavê

yarê herî zêde tesîr dike. Pêşî çavê yarê mîna xezalê mesûm xûya dike lê gava tesîr dike êdî

aşiq ji bo yarê dikeve nav derd û kula û dişewite. Feqî ji ber vê sedemê çavê yarê şibandiye

çavê xurab/qir. (Kaya, 2017: 87)

suhtim xezala çavxurab

‘Işqa te ez kirme kebab

Suhtim biraştim bê hesab

Berqa ‘uyûnan vêketê (Yıldırım, 2014: 198)

Di edebiyata me de aşiq pêşî çavê yarê dibîne û dikeve tesîra wê de. Pişt re ji bo

çavxezalê yanî yarê perîşan dibe. di vê beytê de xezalê bi teybetiya wê ya navdar ya çavê wê

bikaraniye;

Şev û roj bo kê dinalim!

Yan gelo bo kê dikalim!

Muptelayê çavxezalim

Heyf e wê yara şefîq (Yıldırım, 2014: 101)

Xezal di edebiyata me de tê meneya xweşik bûn, nazik bûn, delal bûn û zerafetê. Ji bo

wan teybetiyan yar bi şûna xezalê tê şibandin;

Mislê xezal û nazenîn

Ew nazikad firdewsa berîn

Heta xweş im kul ma birîn

Ka nazenîna rû bi xal? (Yıldırım, 2014: 234)

Di edebiyata me de taybetiyên xezalê, şûna yarê tê bikaranîn û gava aşiq yarê dibîne

mubtelayê yarê dibe nikare xwe jê qutbike. Feqî jî meneya derbarê xezalan bi vê meneyê

bikaraniye. Di edebiyatê de tê zanîn ku xezal di xwezayê de nêçîr e û ji aliyê nêçîrvanan ve

hedefeke, lê edebiyata me de xezal gelek caran li ziddê vê derdikeve pêş me. Ji ber ku bi

xweşikîya xwe aşiqan dikişîne xwe û aşiq nikarin xwe jê qut bikin.

Hemyan vebûn jê kerb û kîn

Der bûn ji çehvan av û xwîn

Talan kirin ya xaçhebîn

Derba xezalan vêketê (Yıldırım, 2014: 196)

Kê dî xezal şêran bigrin

Betlan ji nav mêran bigrin

Şêxan di nav dêran bigrin

Qutban ji xelqê ummetê (Yıldırım, 2014: 196)



2. 2. Baz

Baz di helbestên Feqî de du cihan de derbas dibe û cihekî de misreyek kêm e. Nusxeya

wî yan nehatiye dîtin yan jî nehatiye xwendin. Baz di edebiyatê de bi aşiq, ah a wî, birîna wî

yan jî; yar, çavê yar, zulfa yar tê şibandin. Em di vê beyta jêr de dibînin ku helbestvanê me

baz şibandiye yarê û ketiye nav herdû pençê wê nikarî derkevî.

Baziyê mekrê sikenc e

Girtibûm ez bi herdû pençe

Min medam dil jê bi denc e

Ay dilê min ay dilo! (Yıldırım, 2014: 228)



2. 3. Bilbil/ Hezar/ Andelîb/Şalûl

Di helbestên Feqî de bîst û heft beytan de û bîst û neh caran hatiye behs kirin. Peyva

‘Hezar’ du caran peyva ‘Andelîb’ du caran û peyva ‘Bilbil’ bîst û pênç caran cîh girtiye. Di

helbesta Feqî de teyrê herî zêde hatiye bikaranîn bilbil e. Hezar peyveke farisî ye, andelîb

erebîye bilbil jî kurdî ye. Di edebiyata Kurdî ya Klasîk de carna Şalûl derdikeve pêş me. Lê bi

gelemperî bi bilbil re tê bikaranîn. Şalûl jî tenê carek derket pêş me. Her ku em dizanin şalûl û

bilbil di nav famîlyayekî de ne û şalûl jî wek bilbil bi xwendina xwe derdikeve pêş me. Ji ber

vê jî me di nav serenavekî de li ser wan sekinin.

Ewan teyran awaz digot

Şehlîl û bilbil bune cot

Ewan işqek li min firot

Dîsa bi xêr hatî bihar (Sadinî, 2014: 457)

Helbestek bi navê ‘Feqî û Bilbil’ heye. Di vê muxatebeê Feqî û Bilbil de eşqa mecazî

û eşqa heqîqê tê behs kirin û Feqî ji Bilbil re penda dide. Bilbil di vê helbestê de wek eşqa

mecazî derdikeve pêşiya me.

Feqî dibêjî bilbil: “Tu bilbilek sewda yî

işqa gulê mecaz e, tu yarek bê wefa yî

Dostê ebed bixwaze, da lê nebit fenayî (Yıldırım, 2014: 90)

Bilbil bi biharê re koç dike û bi biharê re dizîvire. Gul jî di dema biharê de divebe.

Yanî bilbil dema vebûna gulan dizîvire û wextê vebûna gulan yanî biharan dixwîne.

Têkîlîya gul û bilbil jî ji vir tê. Di edebîyatê de bilbil qet ji gulîzaran dûr nakeve. Bi dengê

xwe hertim eşqa xwe tîne ser ziman.

Bi taybetî dema newbiharê, dema gul vedibin, xwendina bilbilan gelek zêde dibe û

dibe feryad û fîxan. Bilbil di dîwana Feqî de gelek zêde bi biharê re hatiye bikaranîn;

Bilbil dibe bi zar e, di sal û meh guhistî

Kamil dibû buhar e, li baxan gul rawestî

Bişkuftî belgê dar e, heram li min nivistî (Yıldırım, 2014: 89)

Bilbil ne tenê bi xwendina xwe bi rengê xwe jî tevlî edebiyata me bûye. Singa wî

rengê xelîyê/pêtê de ye. Ji ber vê hin caran ji bo aşiq tê bikaranîn. Ji ber ku aşiq jî wek

bilbilan dilşewat in û di nav ax û fîxanan dene;

Xîretkeşê reşkakilî

ew murşîdê rengbilbilî

Ah û fîxanan wî dilî

Ji bayê fîraqa firqatê (Yıldırım, 2014: 183)

Dixwîne, bi coş e, her derê qîjqîjê dike lê wek fîxan û wek ezîyetê tê fikir kirin. Bi

qêrîn û xwendina bilbil ji bo aşiq tê şibandin. Ji ber ku aşiq jî wek bilbil ezîyetê dikişîne û ji

eşqê dinale tê şibandin;

Wekî mecnûn dimînim ez

Şubhê bilbil dixwînim ez

Heta kengê bimînim ez

Di zîndan û di hepsê da (Yıldırım, 2014: 243)



2. 4. Enqa/ Sîmurx/ Zimrûdê Enqa

Peyva enqa ji anaqê çêbûye. Anaq jî maneya gerdanbend û gerdana dirêj e. Enqa

gerdan dirêj e navê wê heye lê cîsmê wê nîne. Bi navê Sîmurx an jî Zimrûdê Enqa jî tê nasîn.

Teyrekî mîtolojîk e. Di helbestên Feqî de sê cihan derbas dibe. Wek şexsîyeteke alîkar tê

bikaranîn. Dibêjin cismê enqa gelek mezin e. Helbestvanê me jî bi vê xususîyetê bikaraniye;

Baxê ku baxvan bête ber, erdek heye ew lê nebî?

Dara ku enqa bête ser, belgek heye sih lê nebî?

Kî ji nî’metê dê dît xeber, Ya Reb derê feyzê vebî (Yıldırım, 2014: 71)

Enqa teyreke ku ji teyrên din qîmettir û mezintir e. çawa tê rîvayet kirin mala enqa li

ser çîyayê qafê ye û û li cihên bilind dijî û difirî. Feqî bikaranîna enqayê jî bi çaeçoveya vê

meneyê de bikaranîye. Feqî ketiye pey eşqekî. Lê yar mertebeyeke mezin e. çawa ki enqe jî

wê mertebê xeyal nake.

Yeqîn enqa vi hal nake

Kubar e lew sual nake

Şahê şahan xiyal nake

Geda nayê di perwayê (Yıldırım, 2014: 265)



2. 5. Eqreb/ Dûpişk

Dûpişk heywanekî zahf balkeş e. Di helbestên Feqî de cihekî tenê de derbas dibe. Di

welatê me de herema botanê zêde hene. bi taybetî demsalên bihar, havîn û payîzê de, êvaran

bayeke hênik tê. Di nav civatê de jî ‘baya dûpişkan’ tê bi navkirin. Gava ev ba derdikeve

dûpişk ji bo nêçîrê û gerînê derdikevin. Zarokên vê heremê jî dizanin ê derkevin û radijin

feneran dikevin pey wan. Dikûjin û dûvê wan jî difiroşin rêveberiya tenduristiyê. Dûpişk

heywanekî menfî ye. Di îslamê de jî meqbûl ne hatiye hesibandin. Hedîsekî de îbnî mace

dibêje: ‘rojekê pêxemberê me gava di nimêjê de bû, dûpişkek pêşîya wî digeriya dîd û pişt re

kûşt. Di civata me de dûpişk erênî nayê dîtin. (Ertan, 1939: 140)

Dûpişk Sembola xetereyîyê, avaretiyê, xapandinê ye. Di edebiyatê de dûpişk wek mar

şûna porê, zulfê tê şibandin.

Feqî di helbesta xwe ya jêrîn de bi taybetiya reşbûna dûpişk şibandiye zulfan.

Şerm in ji dêmê zerî, eqreban derb li dil dan

Xurşîd û mah muşterî, perwane dî muqabil dan

Însan li şiklê perî, ya hûr e sîfetwîldan (Yıldırım,2014: 82)



2. 6. Fîl

Fil di helbestên Feqî de carek tenê derbas dibe. Fîl bi girbûna xwe û ew wazîfeyên

wan ê sedsalan, di şeran de barê hilgirtine ser xwe, di jiyana însan de cihekî muhim girtine.

(Yılmaz, 2011: 41) Tenê di helbesta ya bi navê ‘Kela Dimdimê’ de fîl derbas dibe û temaya

vê helbestê jî şer e. Helbesteke epîk e. Her wiha Feqî di vê beyta jêr de bikaranîna fîl

leşkereke yan jî wek hesp amûreke şêr e.

Ji hev dibirin dîl e

Bûye qîrîn û qîl e

Aciz bûn betl û fîl e

Beristine hev bi hîle (Yıldırım, 2014: 152)



2. 7. Goyîn/Tûtî/ Şehtûtî

Di Farisî de ‘tûtî’, di Erebî de ‘bebgâ’, Tirkî ‘papağan’ yan jî ‘dudu’ tê bi nav kirin. Di

helbestên Feqî de zêdehî bi ‘goyîn’ tê bikaranîn. Li erdên tropîqal mîna Efrîqa, Esya û

Emerîqa dijîn. Serên wan gir in. Qirikên wan kurt û niklê wan jî badayî ye û zimanê wan gir

in. Lingê xwe wek destê xwe dikarin bikarbînin. Gelek cureyên wan hene. Hejmara cureyên

wan yên ku hatine tespîtkirin 300dî zêdetir e.( Ertan, 1939: 224) Hin qabilîyetên goyîn hene û

bi van qabilîyetan dikare dengê ku dibihîse teqlîd bike û gotinên ku fêr dibe; fêm nake,

nafikire lê dikare bêje. Di hemû edebiyatên cîhanê de goyîn bi vê xususîyeta xwe cîh

girtîye.(Güler, 2014: 62) Di nav tebîetê de heywanan yan jî însanan nikarin teqlîd bikin. Tûtî

li daristanan dijîn. Ji ber ku dengê însanan û ezgîyan dikarin teqlîd bikin, li xaniyan di nav

qefesan de tên xweyîkirin. ( Ertan, 1939: 224)

Goyîn û şekir

Di edebiyata gelêrî de gelemperî goyîn roleke. Çîrokên xweş dibêje, pendên exlakî

dide û çîrokbêjekî şîretmend e. Bi vê xususîyeta wî buye semboleke numûne. Goyîn tiştê ku

fêrî wî kirine dibêje û xeberdana wî jî xweşê mirovan diçe. Ji goyîn re însan tiştên xweşê wî

diçe nîşanê goyîn dike û ew jî dibêje. Bi vî awayî goyîn bûye nûnera mirovên xweş dibêje û

xweş xeber dide. (Güler, 2014: 62) Şaîrê me jî goyînê di beyta jêr de bi vî avayî bikaranîye.

Ne çîçek man ne asmîn man

Ne zozanê di rengîn man

Ne goyînê di xweşxwîn man

Ne nîsan û ne adar e (Yıldırım, 2014: 52)

Goyîn bi taybetiyên cur be cur derdikevin pêş me. Lê yê herî zêde kum in tespît kiriye

têkilîya goyîn û şekir e. her ku tê gotin goyîn gelek zêde hij şekir dikin û şekir dixwûn. Ji ber

vê jî goyîn bûye sembola lêva yarê û kelamên xweş yên di nav lêvên wê de derkevin. Feqî jî

bi vî awayî bikaranîye:

Ew nazika meşhûrê ‘am

Şehtûtîya eywan meqam

Lebşekera şîrînkelam

Şeytan di xew debi’ketê (Yıldırım, 2014: 123)

Tê gotin ku gava şekir bide goyîn xeber dide dengê mirovan teqlîd dike û gotinên

xweş dibêje. Gava şekir em nedinê bêdeng e û xeber nade. Ev carna ji bo yarê tê şibandin.

Yanî aşiq benda gotinên xweş yên yarê ne. Lê maşûq gotinên xweş nebêje aşiq wek goyîn lal

dibe û xeber nade. Bikaranîna Feqî jî bi vî awayî ye. goyîn di nav dar û Beran de bê deng e.

ne digirî ne xeber didî û bêsuc e. sebeb jî eşq e. aşiq xwe kiriye şûna goyîn û ji derdê eşqê lal

bûye:

Hub rêtî canê beşer e, sewda ji mejyê wî firî

Goyînê nêv dar û ber e, bêsuc e qet nakit girî

İşq û evîna qemer e, mutq û lîsanê jê birî (Yıldırım,2014. 74)

Goyîn û Nalîn

Peyva tûtî Farisîye, peyva Goyînê jî Kurdî ye. Taybetîyeke hevpar a goyînê û billbil

nalîna wan e. Çawa ku nalîna bilbil wek şibandinê û şûna aşiq tê bikaranîn her wkî din ev

taybetî ji bo tûtî/ goyîn jî tê bikaranîn. Feqî ji bo wuslata xwe dinale û hêvîya yara xwe ye ji

bo nalîna xwe tûtî bikaranîye;

Binêr tûtî û nalînê

Binêr goyîn û kalînê

Ji ‘işqa dêmşemalînê

Ku meymest im ji vê geştê (Yıldırım, 2014: 240)

Goyîn û Bilbil

Bilbil û goyîn carna bi ziddê hev yanî goyîn bi taybetîya xwe ya ziman şîrînîyê bilbil jî

çawa ku ji yarê gotinên xweş nabihîse, bi jan û xemê tê bikaranîn. Lê carna jî wek me jor de

behs kir, bi nalînê yan jî ji dûr bûna ji yarê derdikevin pêş me. Feqî jî bilbil û goyîn ji

negihiştinê ji wusletê durketinê bikaranîye:

Firaqê têk hirqet e, be’îd ji ber xiyalê

Tewna ye û zehmet e, bilbil ji wê cemalê

Goyîn xew nakete, dûr in ji wîsalê (Yıldırım, 2014: 83)



2. 8. Hesp / Feres/ Kumêt/ Kihêl/ Beza

Hesp di edebiyata kurdî ya klasîk de gelek caran derdikeve pêş me. Di helbestên Feqî

de carek bi ‘feres’ carek bi ‘kumêt’ carek ‘kihêl’ carek ‘beza’ pênc cihan jî hesp, bi gelemperî

yê ku me tespît kiriye neh caran derbas dibe. Gelek navê wan jî hene. Ger bi rengê xwe binav

bûne ger jî bi xwediyî xwe re bi nav bûne mîna hespê Ristemê Zal ‘rehş’.

Di dîwana Feqî de jî hesp gelek navên cuda hatine bikaranîn û herî zêde di helbesta ya bi navê

Şêxê Sen’an de derbas dibe.

Hesp ji bo mirovan ji bo siwarbûnê, hatin û çûyînê ve di jiyana însan de ciheke girîng

digire. di vê beyta jêr de hesp bi meneya xwe ya eslî derdikeve pêş me. Helbestvanê me di vê

beytê de gava ku pênsed mûrşîd ji bo Sen’an hatibûn û nikaribûn wî îkna bikin û mecbûr man

û zîvirîn, barê xwe hesp kirin û ketên rê.

Şewket nekir we panseda

Pêla ku şêx bir eseda

Mêrek nebû bi nav we da

Hespê xwe bajot ser kete (Yıldırım, 2014: 208)

Di helbesta Şêxê Sen’an de ev helbest derbs dibin û bi devê yarê tê gotin. Li vir yar

êdî bûye evîndarê Şêx û ji derdê wî dinale. hesp ji bo çûyînê, ji bo rêve çûyîna nazik û

xweşik, ji bo qimet bûnê ji bo lez bûnê hwd tê bikaranîn.

Min postekî bakî divê

Kewser ji dest saqî divê

Qelbê xwe muştaqî divê

Hepsek divê kiç pê re tê (Yıldırım, 2014: 216)

Min hespekî çûnxweş divê

Kumêtekî kapreş divê

Çapxwûnekî pirmeş divê

Xwoşçûn bi teb’ê min ketê (Yıldırım, 2014: 216)

Têt bilez şubhetê bayê

Li feresê çeng ji hewayê

Di menzîla sanî gihayê

Roja pêşîn bi rê kete (Yıldırım, 2014: 218)

Ba hejandin zulf û xêlê

Bedewa deyba bi kihêlê

Lê dirêj bûn deşt û hêlê

Ji canibê dêrê ve tê (Yıldırım, 2014: 217)



2. 9. Hudhud

Hudhud peyveke Erebiye û ji erebî derbasî Kurdî bûye. Tirkî ‘îbîbîk’ farisî ‘pûpû,

şâne-ser’ tê bi nav kirin. Hudhud di helbestên Feqî de du cihan de tenê derbas dibe û her du

cihan de jî bi Belqis re bikaraniye.(Eskigün, 2006: 37) Hudhud teyrekî di navbera Hz.

Sileyman û melîkeya Sabe ya tavperest Belqis de wezîfeya pevrenivîsî û namenivîsî de elçîtî

dikir. (Turan, 2014: 31) Di Qur’anê de di ayeta ‘Neml’ de hudhud derbas dibe û derheqê

hudhud de ev derbas dibin:

(Sileyman) teyran jî teftîş kir û wiha got. ‘ ez çima hudhud nabînim? Yan jî winda bûye?

hinceteke baş eger nîşan nede ezê wî bi tundî ceza bikim yan jî serê wî jêkim.’ Hudhud

hat:’got: tişta ku tu pê nizanî fêr bûm û min ji Sebeyê te re xeberekî rast aniye. Bi rastî jinekê

hatim û serokatiya wan dikir û ji hemî tiştan ji bona wê hatibû dayînê û ji bo wê textekî mezin

jî hebû.’ Ez eastî wan hatim ku xelkê wan ji xeynê xwedê secdê tavê re dikirin. Tê dîtin ku

şeytan emelê wan ê xerab ji wan re xweş nîşan daye û ji rê derxistiye. Ji ber vê rûra rast

nabînin. Halbûkî li asîman û ser zemînê de hemû tiştê veşartî yê derdixe, yê ku hûn jî

vedişêrin derdixe holê jî dizane Xûdê re secde û te’etê ne hewceye bikin? Halbûkî ew,

hûkumdariya herî fireh û ew Rebbê erşê herî mezin ji xeyrî Xûdê kes nîne. Sileyman got Ka

em mêzênin, gelo tu rast dibêje yan jî yekî virkerî, emê vê ga bibînin. Tu vê gav vê nameyê

bibe, dêne ba wan, paşî ji wan piçek dûr bibe û ka ê çi bikin bimêzine. (Neml, 27/20-28)

Hudhud di dîwana Feqî de jî bi vî awayî yanî wek qiseya Qur’anê derbas dibe.

Eger Leyla nehêt Qeysê

Ne hudhud bête Belqisê

Şemala dil ji ku dîsê

Çirayê Tûr û Sînayê (Yıldırım, 2014: 266)



2. 10. Hût

Di helbestên Feqî de hût tenê cihekî de derdikeve pêş me. Hz. Yûnus di Qur’anê de

derbas dibe û bi masî tê nasîn. Hz yûnus resûl bû û xelqê Nînovayê re hatibû şiyandin. Hz

yûnus demek dirêj xelqê xwe dawet kir lê kesî qebûl nekir. Muhtemel e ku muhlet hatibû

dayîn ji bo towbê, lê Hz. Yûnus vê nizanibû. Yûnus go qey wextê ezebê hat revî. Gava revî çû

keştîyekê de ku tê de tijî bar hebû. Firtone destpê kir, keştî di nav pêlan de hima mabû

biqulibe ji qulibînê tirsan û ji bo barê keştîyê kêm kin biryar dan ku yekî ji keştîyê bavêjin. Ji

bo vê jî qura kişandin. Qura jî ser hev sê cara Hz. Yûnus re derket. Hz. Yûnus xwe avêt nav

behrê. Di nav avê de jî masî wî xwar. Xûdê wehî kiribû ku bila zerer nebîne û sipûsexlem wî

derxist li ser zemînê.(Çayır, 1999: 82-83) Qiseya Hz. Yûnus bi vî awayîye. Feqî jî li ser vê

qiseyê hikmeta Xûdê di helbesta xwe de aniye ser ziman;

Yûnus wekî hût dabeland

Yek wesele jê nexeland

Dîsan bi dinê wesiland

Min sidq û bawer bi te tê (Yıldırım, 2014: 146)



2. 11. Keftar

Keftar di helbestên Feqî de tenê sê cihan de derbas dibe. Keftar bi gelemperî

heywanekî bi terman xwe têr dike, stûnê wî kof e, bihêz e û heywanekî goştxwar e. Di

helbestan de gelemperî bi şibandina ‘kalekî beredayî’ tê bikaranîn ku Feqî jî bi vê meneyê

bikaraniye.(Kaya, 2017: 83)

Bi ew femê ji kar bûyî

Keftarê reş rûkar bûyî

Bê taqet û bîmar bûyî

Ji kuhniyê pur afete (Yıldırım, 2014: 199)

Yar aşiq dişibîne keftarekî beredayî, pîr û qofê wî derketî îfade dike ku mirina wî

nêzîk e.(Kaya, 2017: 83)

Ji kuhneyê lêv şor bûyî

Keftarê qamet qor bûyî

Îro qewî dergor bûyî

Borî ji behra lezzete (Yıldırım, 2014: 199)



2. 12. Masî/semek

Di helbestan de masî sê cihan tenê tê pêşiya me. Du cihan ‘Masî’ cihekî jî ‘Semek’

derbas dibe. Masî her wekî ku em dizanin di nav avê de djîn û gava ji nav avê derkevin

dimirin. Masî di nav avê de gava bimirin li ser avê dikevin û bi avê re diherikin. Di edebiyatê

de masî beytên xemgîn êş û jan de derdikevin pêş me. Xwe dişibînin masîyê ser avê ketî yanî

yên mirî.

Heta niha dil şewitî

Cerg û hinav min peritî

Lew a’şiq li erdê perpitî

Wek masiyê bi dêmê kete (Yıldırım, 2014: 257)



2. 13. Mar/ Reşmar/ Şehmar/ Ejderha

Mar di Edebîyata klasîk de gelemperî neyînî tê li hemberî me. Ji mezinên wan re faris

dibêjin ejderha. Erebî mar ef’a, ef’î û su’ban e. Bijehr, tirsdêr, kerîxînêr û sinsî ne.

Xişendeyeke êrîşkar e. Di edebîyata kilasîk ya kurdî de mar bi awayekî berfireh tê bikaranîn.

Ger bi rengê wan ger bi şeklê wan an jî dirêjîya wan û hereketên û badayî derdikevin pêşîya

me. Ji bo zûlfa yarê, şûr, nefs, birîn, tîr û reqîb tê şibandin.

Mar û Zûlf

Pora yarê ya reş, ronaq, fetlanek gelek zêde bi mar ve tê şibandin. Por eynî wek mar

reş, ronaq û fetlanok e. Wek mar nagihan aşiq ve dide û aşiq girê dide xwe.

Marê milê wê gestime

Zulfê di nazik betsime

Sanî’ji sun’an xwestime

Da têr bibînim sin’etê (Yildirim, 2014: 190)

Mar û Gencîne:

Di mîtolojîyan de, xezîne ji aliyê ejderhayan an jî ji aliyê maran ve tê muhafezekirin.

Carna raste rast xezîne tê qestkirin. Carna ji bo ruyê yarê, hinarokê yarê an jî devê wê

dişibînin xezînê, zulfan jî dişibînin ejderha yan jî mar.

Babê xezîna mar li ser

Şêx ejderha avetê ber

Dêmdur ji dêrê hate der

Îkram kirî kalîn kete (Yildirim, 2014: 197)

Mar û Qebr

Di herema Kurdistanê de marê reş/reşmar marê herî bijehr tê hesibandin. Motîfekî dînî

lê kirine. Gava yek tişteke nebaş bike an jî dilê yekî bihêle jê re dibêjin marê min were sitûyê

te. Mar; malê dinyayê, xwestekan û kesretê temsîl dike. Li gor baweriya îslamê malê ku

zekata wê û fitra wê nehatiye dayîn û heram tevlî wî malî bûye dişibînîn mar. Ev mar di

axîretê de dibe cinawirek û tê qirika wî xweyîyê mal û qirika wî dijdênî, dixeniqîne. Em

dizanin ku mar di binê erdê de dijîn û di valahîyê goran de cîh dibin. Bi terman xwe têr dikin.

ji ber vê jî mar bi goran ve tê bikaranîn. (Ertan, 1939. 128-129)

Dibêjin xoce bêdebr e

Di me’nê de dikan qebr e

Tijî toz e, tijî xebr e

Qebir teng e, tijî mar e (Yıldırım, 2014: 51)



2. 14. Ordek/ Qaz

Di helbestên Feqî de sê cihan ordek û sê cihan de jî qaz derbas dibe. ji ber ku famîliya

ya wan eynî ye em ê herduyan bi hev re vebikolin. Ordek yan jî qaz teyrên avê ne. Ji ber k udi

nav avê de demê xwe derbas dikin ji bo wê gelek cihan em dibînin ku bi avê de tê bikaranîn.

Ordek di dîwana Feqî de cihek muhim digire. Her wiha helbestek bi navê ‘ordeka ava Cizirê’

di helbesta Feqî de heye. Ordek di nav avê de demê xwe derbas dikin û xwe pakil dikin, lingê

wan perdeyî ye hi bo wê jî li ser avê gelek rehet diçin û bi vê çûyîna xwe bi narînbûnê û

delalîyê temsîl dike. Di vê helbesta jêr de em dibînin ku, Feqî ordekê şibandiye yara xwe:

Ordeka ava Cizîrê

Qemera bedra munîrê

Min tu car naçî ji bîrê

Her mudama ew refîq (Yıldırım, 2014: 100)

Di edebiyata kilasîk de cihê xezal, quling û ordekê cuda ye. Ji bo vegotina dildar û

sewdayê de bûne sembol;

Her mudama ew hewal e

Şev û rojê min li bal e

Ordeka gerdan bi xal e

Reşrihana pîr ‘etîq (Yıldırım, 2014: 100)

Di edebiyata kurdî de heywan bi meneya xwe ya eslî jî derdikevin pêş me.

Helbestvanê me di vê beytê de bi meneya heqîqî bikaraniye. çawa ku bihar tê ji bo hemû

heyvwanan re coşeke mezin e, ji wan re destpêka rihetî û xweşiyê ye. Di vê beytê de jî behsa

vê mijarê kiriye.

Bihareke bi nûrîn e

Qaz û qumrî di gazî ne

Ji bo bilbil qiranîn e

Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım, 2014: 227)

Taybetiya qaz û ordekan ya herî zêde derdikeve pêş me bêgûman gerdana wê ye.

Gerdana wê dişibînin gerdana yarê. Helbestvanê me bi vê meneyê bikaraniye.

Mehbûbê purnaz tu yî

Zêde xweşawaz tu yî

Qewî bidilxwaz tu yî

Ereba rimbaz tu yî

Gerdan kuse qaz tu yî

bi toq û kolan tu yî (Yıldırım, 2014: 237)



2. 15. Perwane

Perwane di helbestên Feqî de şeş cihan de derdikeve pêş me. Zerafet û nazikbûna

perwaneyan gelek caran dêhnê me dikşîne. Cureyeka pirpirok/pepûleyan e. Piçûk in. Êvarê

derdora findê an jî ronahîyekî dizivire. Di edebiyata kilasîk de jî gelemperî bi vê meneyê

derdikeve pêşiya me. Di edebiyata kilasîk de perwane aşiq temsîl dike maşûq jî şem’/find

temsîl dike. Aşiq

Feqî:

Perwane lew dimirit, xweş nîn e ev bi jînê

Zeîf e xwe nagirit, tîj e berqa evînê

Di perdê nasebirit, dabiret kemala dînê (Yıldırım, 2014: 83)

Di navbera perwane û bi avêtina nav agir ya Hz. Îbrahîm re tê telmîh tê kirin. Gava

Hz.Îbrahîm ji Nemrûd re secde nekir avêtin nav agir. Bi izna Xûdê agir bû gulistan. Perwanê

jî gava avêtin şem’ê, şem’ jî dibe gulistan. Ev bûyer di maneya tesawufî de em şîrove bikin;

perwane derwîşeke ku xwe daye rêya eşqa îlahî, şem’ jî Xûdê ye. (Durkaya, 15: 24) Perwane

ji cezbeya şem’ê xwe dûr nake. Xîret dike ku xwe bi şewitandinê bigihijîne wê. Perwane bê

sedem xwe navêje nav agir. Şem’ wahdet e, fitîl jî can e. (Ertan, 1939: 271) Feqî di beyta jêr

de bi taybetiya can fedakirinê bikaraniye. xwe şibandiye perwanê can fedakirina xwe bi

şibandina perwanê aniye ser ziman;

Di fesla çardehê nîsa

Me dît dîlberek dîsa

Di dilda meşe’lek îsa

Me can da şubhê perwanê (Yıldırım, 2014: 228)



2. 16. Quling

Di erebî de ‘kurkîyy’ di kurdî de quling tê bi nav kirin. Di helbestan de tenê carek

derdikeve pêş me. Quling bi gelemperî li cihên teqîn û deştan dijîn. Dişibin leylekan. Lê cuda

ne. Cudatiya wan û leylekan yek ev e ku nikilên qulingan piçûk in, yê leylekan mezin e.

Demsala gelemperî heywanan bihar e. Bihar ji bo wan xweşiye. Feqî di helbesta xwe

ya bi navê ‘Fesla Biharê Cennetê’ de gelemperî xweşî û taybetiyên biharê têne ser ziman. Di

vê beytê de jî teyrên ku biharê de tiştên ku dikin têne ziman û nîşaneyên biharê ne:

Ewan Teyran awaz awaz

Nê sor dibin ew sî û qaz

Rewda quling têtin bi naz

Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım, 2014: 226)



2. 17. Qumrî

Qumrî di helbestên Feqî de du car derbas dibe. Qumrî peyveke erebîye. Rengê wê

qehweyîye, xwendina wê de ahengeke bixem tê bihistin. Sembola hez, sedeqat û aramiyê ne.

(Ertan,1939: 209) Wek sembola mıhebetê tê zanîn û di gerdana wê de mûyên wek helqê wek

gerdanbendê tê hesibandin û ji bo şibandina aşiqan, ya tê şibandin e. (Yıldırım, 2014: 122)

Şairê me jî bi vi awayî bikaraniye.

Bêkir ji rengê hurîyan

Serdarê reffê qumrîyan

Seyyad e qelbê sofîyan

Meşxûl bi kêra zebhetê (Sadinî, 2014: 359)

Bihar ji heywanan re nîşaneya xwerin, cotbûn û aramiyê ye. Ji ber vê heywan teyr

dixwênin û diqêrîn.

Bihareke bi nûrîn e

Qaz û qumrî di gazî ne

Ji bo bilbil qiranîn e

Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım, 2014: 227)



2. 18. Seh/ Tûle/ Kopek

Seh di jiyanê de heywanên wefakar tên zanîn. Di malan, bexçeyan, gundan, di nêçîran

de heywanek alîkar e. Di helbestên Feqî de du car ‘Seh’ du car ‘Tûle’ du car jî ‘Kopek’ derbas

dibe. di dîwanê de hem menfî hem jî misbet hatiye bikaranîn. Seh hin cihan heywaneke sadiq

e hin cihan jî wek heqeret, nifir tê bikaranîn.

Hin seh hene piçûkatiya xwe heta mezinahiya xwe xirab hatine xweyî kirin ji ber vê

erîşî mirovan dikin armanca wan tenê xirab kirine. ji bo hin kesên xirab, kesên nîyet nebaş re

jî bi vê meneyê de tê şibandin.

Kopekî pehtî bi niftê

Şehreza kir şêx bi miftê

Bîr kire yarê şikeftê

Ne bi xêr kî qissetê (Yıldırım, 2014: 120)

Seh ji aliyê aşiq-maşuq ve yan jî ji aliyê tesavufî ve tê tetqîq kirin. Bi teşbîhan ve bi

temsîlan ve tê bikaranîn. Aşiq di dergaha yarê de xwe wek seh dihesibênin.(Ertan, 1939: 100)

Tûleyê dergahê yar im

Şev û rojan nobedar im

Westayê der întîzar im

Çavriyê siltan im ez (Yıldırım, 2014: 250)

Seh har weku em dizanin erîşkar in. Kesê namêzênin û kes nexema wa de ye. Lê li vir

meneya wek me jorê behs kir însanên cahil nezan û xirab ve tê şibandin.

Ne xwemxar ene dilsoz e

Ji wî bayî di reng doj e

Bi wan halan ker û gêj e

Belawat û sehê har e (Yıldırım, 2014: 63)



2. 19. Şêr/ Esed/ Eslan/ Şepal

Şêr di heremên Efrîqa, Erebîstan, Îran û Hidîstanê dijîn. Di helbestên Feqî de nozdeh

caran derbas dibe. di dîwanê de yê ku me tespît kiriye; carek ‘Eslan’ carek ‘Şepal’ du car

‘Esed’ panzdeh caran jî ‘Şêr’ derbas dibe. Şêr hin taybetîyên tabiî, xwezayî di beytan de cîh

digire. Di nav heywanan de yê herî bihêz şêr e. Gava pesnê yekî bidin bi qeweta yan jî bi

xezaba şêr tê mukayese kirin. Di Edebîyata klasîk de şêr sembola mêranî, hamîyet û wêrekîyê

ye. Hin caran şêr bi meneya menfî carna jî bi meneya misbet tê bikaranîn.

Di civatê de şêr kesên qenc û jêhatî û bikêr re tê gotin. Meneyeke misbet tê zanîn.

Helbestvanê me jî hemwatê de bikaraniye.

Dinê qenc e tijî şêr bin

Ji xêra radi xweşmêr bin

Ne mislê min di bêkêr bin

We bê kesb û we bê kar e (Yıldırım, 2014: 55)

Her wisa di edebîyata klasîk de şêr sembola mêranî, hamîyet û wêrekîyê ye. Bi taybetî

Hz. Alî û Hz. Hamza bi laqaba şêr tên nasîn cengan de mirovên herî bihêz û jêhatî û yên

mêrxas bi şêr re tên şibandin. Ev beyta jêr di helbesta ya bi navê ‘kela Dimdimê’ de derbas

dibe û temaya vê helbestê jî şer e. Feqî bi meneya mêrxasî, wêrekî û mêraniyê bikaraniye.

Çi dibên metn û niwişt e

wan şêran zend vemişt e

Qebdê şîran herişt e

Çûne cihê duqiştê (Yıldırım, 2014: 155)

Helbestvanê me şêr dişibîne yar e. Şêxê Sen’an ketiye destê yarê yanî destê şêr de.

Murşîdê Şêx gava nikarin wî îkna bikin Şêx li wir destê şêr de dihêlin dizîvirin.

Şewket nekir we panseda

Pêla ku şêx bir eseda

Mêrek nebû bi nav we da

Hespê xwe bajot ser kete (Yıldırım, 2014: 208)

Di tebî’etê de şêr bi neçîrvaniya xwe ve navdar e û şahê heywana tê nasîn.

Nêçîrvanekê wêrek û jêhatiye. Erîşî her cure heywanan dikin û natirsin. Ji ber te’ma xezalan

xweş tê jo wan re şêr zêde xezalan xwe re dixwin neçîr. Lê di vê beytê de helbestvanê me zidê

wê baweriyê bikaraniye. Şêr li vir yar e û xezal jî Şêxê Sen’an e.

Kê dî xezal şêran bigrin

Betlan ji nav mêran bigrin

Şêxan di nav dêran bigrin

Qutban ji xelqê ummetê (Yıldırım, 2014: 196)

Di helbestê de karekter û çavê yarê bi hêz û qeweta şêr re têkilî tê kirin. (Kaya, 2017: 84)

Şêxê me bir şêrehmerê

Pansed murîd tîjnezerê

Belav kirin ji wê derê

Eslansurrê şêrheybetê (Yıldırım, 2014: 207)

Di vê beytê de hêz û qeweta şêr yanî yarê aniye ziman.

Sofî dibên ya şêx meded

Bêhede dijwar e esed

Vala kirin zîn bê’eded

Davêt û awur nadetê (Yıldırım, 2014: 207)



2. 20. Pezkûvî

Di helbestên Feqî de pezkûvî tenê carek derbas dibe. Pezkûvî di nav heywanan de

heywaneke tirsok û biendişe ye. Ji xeynî xwe tu heywanên din ewle nabe. Ji ber vê taybetiya

vê di edebiyata klasîk de yarê temsîl dike. Neçîrvanê yarê jî aşiq e. Her çi qas bixwaze xwe re

bixwe nêçîr lê her tim têk diçe. (Durkaya: 24) Lê şaîrê me di dîwanê de bi maneyeke cuda

bikaraniye. Di helbesta bi navê ‘Abidê Bersis’ de derbas dibe. Her ku em dizanin pezkuvî li

serî çîyê dijîn. Tenê bi serê xwe dijîn. Bi vê xisûsiyeta pezkûvîyan Feqî helbesta xwe de

bikaraniye;

Çûbû meqamê ewlîya

Ji tirsa Xweda keftbû çîya

Diçêrê di nêv pezkûvîya

Nêzîkî halê hîkmetê (Yıldırım, 2014: 106)



2. 21. Xergûş/Kîvroşk

Di helbestên Feqî de xergûş tenê carek derbas dibe. Kîvroşk di civatê de şîrînin û nerm

in. Bi lez direvin, pîyê wan yê paş ji pîyên pêş dirêjtirin. Çavê wan mezinin lê dûvê wan kurt

in. Simbêl û gûhên wan dirêj in. Li welatê me hema her cihî dijîn û demek zû de zêde dibin.

Di civatê de ji ber ku goştê wan tê xwarin û helal in her tim dibin hedefên nêçîrvanan. Di

edebîyata Kurdî ya klasîk de jî em têkilîya kîvroşk û neçîrvan bi hev re dibînin. gelemperî

neçîrvan û kîvroşk bi hev re derdikeve pêş me;

Çuyî sist î çuyî kehl î!

Di xu yekcar neda mehl î

Mebe xergûş di nêv dehlê

Seyyadê te kevandar e (Yıldırım, 2014: 50)



2. 22. Xinzîr/ Wehş/ Beraz

Di helbestên Feqî de beraz deh cihan de derbas dibe û peyva ‘xinzir’ carek peyva

‘wehş’ çar cihan û peyva ‘beraz’ jî pênç cîhan derdikeve pêş me. Zêde di dîwanê de hatibe

bikaranîn jî awaya bikaranînê yek e. Beraz di edebîyata kilasîk de gelemperi menfî ye.

Sedema wê jî ev e ku; di baweriya îslamê de heywaneke heram tê hesibandin. Xwedîkirina

wan heta destdayîna wan heram tê dîtîn. Beraz zêde di Çîroka şêxê sen’an de derdikeve pêş

me. Dîlber ji Şêxê Sen’an sê tiştan dixwaze; yekem vexwarina şerabê, duyem qetandina

Qur’anê ya sêyem jî gavantiya berazan bû. Şêxê Sen’an qebûl dike yek bi yek wan erkan bi

cîh tîne û dawîyê de jî dibe gavanê berazan;

Şêxê gavanê berazan

Îştîha çû zikr û sazan

Çerx didane çerx û bazen

Meşîya nêcê dawetê (Yıldırım, 2014: 212)



2. 23. Xurab/ Qir

Di dîwana Feqî de xurab tenê carekê derbas dibe. Ji ber ku çavê xurab reş e, di

helbestên klasîk de carna çavê xurab û tarîyê carna jî têkilîyek navbera yarê tê kirin. (Kaya,

2017: 82)

Suhtim xezala çavxurab

‘işqa te ez kirme kebab

Suhtim biraştim bê hesab

Berqa ‘uyûnan vêketê (Yıldırım, 2014: 198)



ENCAM

Feqîyê Teyran bi navê rastî Mihemed, di navbera sedsala 16-17. de jiyaye. Bi terzeka

resen helbestên xwe nivîsîye. Di dîwana xwe de gelek unsur bikaraniye. Heywanat jî di

helbestên wî de cihek muhim digire. Di helbestên Feqîyê Teyran de gelek cureyê heywanan

hatine bikaranîn. Sedema vê jî ew e ku ji bo şibandinê, ji bo unsureke teşbîhê bikaraniye. Hin

heywan bi dengê xwe hin heywan ji bo çîrokên xwe hin heywan ji bo meneyên ku hatine lê

kirin û hin heywan jî ji bo şeklên xwe di helbestan de hatine bikaranîn. Yên herî zêde tên ber

çavê me teyrin. Heywanat di helbestên Feqî de bi maneyên tesawufî, mîtolojîk, civakî û bi

yên xwezayî hatine bikaranin.

Di edebiyata kurdî ya klasîk bi gotinên kêm zahf tiştan tînin ziman. Ji bo vê jî

mezmûman bikartînin. Mesela gava behsa çavan bikin xezal tê bikaranîn. Gava behsa porên

reş bikin mar yan jî dûpişk tê bikaranîn.

Tişta ku me tespît kiriye, Feqî di dîwana xwe de heywanên ku herî zêde bikaranîye

bilbil e. Bilbil dişibîne xwe û dide nîşan ku ji bo eşqê dinale û dişewite. Mîna bilbil ji bo yarê

di nav derd û êşan de ye. Feqî ji bo eşqa Xûdê dinale. Di helbesta Feqî û Bilbil de jî ev tişt

berbiçav e. Me di vê xebatê de heywanên ku di dîwana Feqîyê Teyran de hatine bikaranîn

heta ji destê me hat me tespît kirin û awaya bikaranînê tedqîq kir.



ÇAVKANÎ

ADAK, Abdurahman (2013).Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk.Stenbol. Nûbihar.

Meretowar, A. (2014, 12 10). Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk. http://nupelda.net.

BATİSLAM, H. Dilek. (2002). Divan Şiirinin Mitolojik Kuşları: HÜMÂ, ANKA VE

SİMURG. Türk Kültürü incelemeleri . İstanbul.

ÇAYIR, Celal. (1999). Kuran-ı Kerimde Zikredilen Hayvanlar ve Zikir sebebleri. Yüksek

Lisans Tezi. Şanlıurfa.

DÊRÊŞÎ, Seîd (amd) (2011). Dîwana Feqîyê Teyran(tîpguhêzî ji erebî bo tîpên latînî: Dewlet

Elî). Weşanên Lîs. Çapa Yekemîn. Ankara

DURKAYA, Hayriyye. (tarih yok). Fehim-i Kadim Divaninda Hayvanlar. Uluslararası

Sosyal Araştırmalar Dergisi .

ERDOĞAN, Mehtap (2010). Sıdki Paşa Divan ve Berf ü Bahar. kitabevi yayınları.

ERTAN, Mehmet Emin (1939). Fuzuli Divanında Hayvanlar. İstanbul.

ESEN, Selami (amd) (2006). Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Kurdî-der

ESKİGÜN, Kübra (2006). Klasik Türk Şiirinde efsanevi kuşlar. Kahramanmaraş.

Feridüddin-i Attâr , (2011). Mantık Al-Tayr. (Farsça aslından çeviren: Abdülbâki Gölpınarlı) .

İstanbul: Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları 4. Baskı.

KAM, Ömer Ferit (2008). Âsâr-ı Edebiye Tedkikatı-Divan Şiirinin Dünyasına Giriş,

(Hzl.Halil Çeltik). Ankara: Birleşik Yayınları.

KAYA, Bülent. (2017). Feqîyê Teyran’ın Şêxê Sen’an Şiirinin İçerik Açısından

İncenlenmesi. Yüksek Lisans Tezi. Diyarbakır.

ONAY, Ahmet Talat(2013). Açıklamalı Divan Şiiri Sözlüğü. berikan yayıncılık .

ORKİN, Şeyhmus (2015). Di Berhemên Feqîyê Teyran de Hêmanên Tesawufî. Teza Lîsansa

Bilind. Mûş

PALA, İskender (2009). Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü. İstanbul: Kapı Yayınları.

TURAN, Muhittin. (Aralık 2014). Ahmedi Divanında Kuşlar. Akademik Sosyal Araştırmalar

Dergisi .

YILDIRIM, Kadri. (2014). Faki-yi Teyran Divan, Kültür ve Turizm Bakanlığı yayınları.

Birinci Baskı. Ankara

YILMAZ, Serpil (2011). Mesnevide geçen Hayvanların Tasavufi yorumu. Konya.

ZAVOTÇU, Dç. Dr. Gencay (2013, 11). Klasik Türk Edebiyatı Sözlüğü. kesit yayınları.

 



Post a Comment

1 Comments