KESAYET DI HELBESTÊN FEQÎYÊ TEYRAN
DA
Kesayetên ku di edebîyatê da têne bikaranîn bi gelemperî fîgurên maneyên kûr û çarçoweya çandî didin berheman.[1] Helbestvan û nivîskar van fîguran ji bo gihandina wateyên sembolîk, dersên exlaqî an jî peyamên civakî bi kar tînin.
Kesayet bi giştî bi mijarên qehremanî,
serokatî û trajedîyê tên behskirin, kesayetên dînî wekî nûnerên exlaq, bawerî û
fezîletan xuya dikin.[3] Ji alîyê din ve kesayetên mîtolojîk û
efsanewî mijarên gerdûnî yên wekî xwezaya mirovan, lehengî û hêzên derasayî
tînin ziman.[4] Ev kesayet sembolîzmeke dewlemend li
berhemên edebî zêde dikin û ji xwendevanan re dibe alîkar ku têgihiştinek kûr a
mîrata çandî pêş bixin.[5] Bi taybetî di edebîyata klasîk da, ev kesayet
li ser çarçoweya çandî û dînî radiwestin û aliyê estetîkî yê hunerê jî xurt
dikin.[6]
Di edebîyata kurdî, erebî, tirkî û farisî da
kesayetên wekî pêxember, alim, lehengên mîtolojîk û kesayetên efsanewî gelek
caran tên bikaranîn û ev jî dewlemendîya manewî û dîrokî ya berheman zêde dike.
[7] Karakterên ku di wêjeyê de têne bikaranîn
fîgurên giring in ku hem wateyên kûrahîya vegotinê zêde dikin û hem jî ronahîyê
didin ser çarçoveyên çandî û dîrokî. [8] Kesayetên dîrokî, mîtolojîk, dînî û
folklorî wekî hêmanên xemilandî di berhemên nivîskar û helbestvanan da, wekî
amûrek ji bo gihandina peyamên kûr ên li ser civak û mirovahîyê têne bikaranîn.
[9]
Kesayetên dîrokî bi taybetî bi mijarên wekî lehengî,
fedekarî, serokatî û bûyerên trajîk ve tên girêdan. [10]
Kesayetên mîtolojîk û efsanewî têkoşîna
mirov a bi xweza, xweda yan jî qederê re sembolîze dikin. [11] Kesên dînî bi piranî wekî nûnerên exlaq,
bawerî û fezîletan xuya derdikevin pêş me.[12]
Pêxember, ewlîya û rêberên dînî di berhemên
edebî da wekî rêber, rê nîşandêr an jî hişyarker derdikevin pêş me. Bikaranîna
fîgurên dînî teşeya manewî ya xebatê xurt dike û peyamên îlahî dide xwendevan.
Kesayetên dînî jî di xurtkirina bawerî û nirxên hevpar ên civakê da rol
dilîzin.[13]
Kesayetên folklorîk kesayetên ji jiyana
rojane, bawerî û kevneşopîyên civakê derdikevin holê. Ev fîgurên di berhemên
edebî de wek leheng, aqilmend an jî hebûnên efsanewî yên ku di bîra kolektîf a
gel da cih girtine xuya dikin. [14] Kesayetên folklorîk nasnameya çandî û
hişmendiya kolektîf a gel nîşan dide, ev yek jî çarçoweya civakî ya berheman
dewlemend dike.[15]
Di çandên cuda yên wekî edebîyata kurdî,
erebî, tirkî û farisî de gelek caran behsa kesayetên dîrokî, mîtolojîk û olî
tên kirin. Bi taybetî di edebîyata klasîk de pêxember, feylesof, leheng û
kesayetên efsaneyî hem kûrahiya estetîk li metnên edebî zêde kirine û hem jî
xizmeta parastin û veguhestina mîrata çandî kirine. Ev jimar hem di asta
hestyarî û hem jî di asta rewşenbîrî de alîkariya xwîneran dikin û di heman
demê de peyama berhema edebî berbi astek gerdûnî û bêdem ve dibin.
Di encamê de, kesayetên ku di edebîyatê da
têne bikaranîn, wekî hêmanên ku bîranîna kolektîf, pergala bawerî û nirxên
çandî yên civakê nîşan dide, wateyek mezin têxe berhemên edebî. [16]
2.1. KESAYETÊN DÎNÎ Û TESEWÛFÎ
Kesayetên dînî û
tesewûfî, pêxember û alimên îslamê di edebîyatê da cihekê muhim digirin.[17] Pêxember,
bi taybetî jiyan û dersên pêxemberan bingeha têgihîştina dînî û exlaqî ya
cîhana Îslamê pêk tîne. Jiyana van kesayetan ji bo misilmanan hem ji alîyê kesayetî
ve û hem jî ji alîyê civakî ve modeleke îdeal teşkîl dike û dersên ku ji jiyana
wan hatine derxistin, di şêwegirtina tevgerên exlaqî yên civakên îslamî da
roleke giring dilîze.[18]
Tesewûf wek pîvana
mistîkî ya Îslamê tê zanîn û kesayetên tesewufê wek rêberên manewî di rêwîtîya
hundirîn ên mirovan da xwedî cihekî girîng in.[19]
Jiyan û hînkirinên fîgurên tesewufî li dora dîsîplîneke ruhî ya kûr û xwesteka
nêzikbûna Xweda pêk tê.[20]
Kesayetên dînî û tesewûfî li derdora bawerîyan
û di çarçoweyên mijarên dînî pêk tên. Feqîyê teyran di helbestên xwe da gelek
kesayetên dînî û tesewûfî bi kar anîye. Kesayetên dînî û tesewûfî mîna
pêxemberan, kesayetên tesewûfî, sehabe û gelek kesayetên din di nav xwe da
dihewîne.
2.1.1. Adem
Adem yekem mirov û
pêxember e ku hatîye afirandin. Ji ber vê yekê, ew bi navê Ebû’l-Beşer
(Bavê Mirovahîyê)
tê naskirin. Adem ji cureyek gil an jî herîyê ku bi tevlîhevkirina her cureya
axa li ser rûyê erdê hatîye afirandin. Ev herî çil sal hatîye rawestandin û
paşê ruh dane vê qaliba herîyê.[21] Îblîsê ku ketibû bihiştê, li ser xwarina mêweya qedexe ji Adem
û paşê jî ji Hewayê ra gelek gotinên xapînok got û di dawîyê da karî Hewayê
bixapîne. Gava Hawayê tesîr li ser Adem kir, wan mêweyê qedexe xwar û ji ber ku
emrê Xwedê neanîn cih, ewil cil û bergên wan ji wan hatin standin û ji ber eyb
û şermîya xwe bi pelê hêjîrê xwe pêçan û paşê ji bihuştê hatin qewirandin.[22] Bi xwendina duayan, xwestin ku gunehên wan bên efûkirin û bi
hev ra bên cem hev. Di dawîyê da Adem di bin rêberîya Cebraîl da hat Hîcazê û
li Erefatê bi Hewayê ra hat cem hev. Piştî vê yekê, Suhuf ji Adem ra hatin
şandin û zarokên wî ku ji 20 cotan pêk dihatin, peywira gihandina dînê Xwedê
hat dayîn. Zarokên wî bi cot, yek nêr û yek mê çêbûn û mirov jî ji wan çêbûn.[23]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da Adem gelek caran bi Hewa ra derdikeve pêş me. Carna bi
qewirandinê, carna bi xwarina mêweya qedexe, carna jî bi xapandina îblîs û
carna jî afirandina wan ku bi neqşeke bêhempa derdikeve pêş me. Adem hem di
maneya mirovî ve hem jî di maneya pêxemberî ve tê bikaranîn. Adem bi rêya
telmîhê di mijarên wekî afirandina ji herîyê, secdenekirina şeytan, dest
avêtina dar an jî genimê qedexe û derxistina wî ji bihûştê tê bikaranîn. [24]
Feqîyê Teyran di helbestên
xwe da li ser afirandina wî û têkilîya
wî ya bi Îblîs ra bi kar anîye. Gava Xweda Adem afirand û xwest ku jê ra secde
bikin lê Îblis secde ji Adem ra nekir û Xweda lanetê li wî kir. Di derbarê vê
mijarê da Feqî viha gotîye:
Roja ku Adem afirî
Xaliq li Îblis azirî
Bû mani’ê secde birî
Êxiste toqa le'netê[25]
Adem însanê yekem e ku hatîye afirandin. wek bavê yekem e û ev
taybetmendîya wî tevlî helbestên Feqî jî bûye. Helbesta têkildar viha ye:
Dixwim sondê bi bab Adem
Bi Încîlê kelam dadem
Êdî meylê bi te nadem
Te ne ehd e ne îqrar e[26]
2.1.2. Şît
Şîş an jî Şît (Er.
Şîs̱, Îbr. Şet) ku li ser çavkanîyên Îsraîlîyatan agahî tên bidestxistin, ew
kurê Adem yê piştî mirina Habîl e. Navê Îbranî Şet tê maneya “dîyarkirin, şîn bûn,
bexşkirin.”[27]
Di helbestên Feqîyê
Teyran da Şît têkildarî bi bavê xwe yanî bi Adem pêxember ra tê bikaranîn. Di
vê helbesta jêr da fanîbûna cîhanê bi Adem pêxember û bi kurê wî ra tîne ziman
ku cîhan ji bo tu kesî û ji bo tu pêxemberan ne ebedî û domdar e.
Ne Adem ma ne Şîş ma
Ne Nûh ma û ne Îdrîs ma
Ne Yûnus ma ne Cercîs ma
Ne Eyyûbê brîndar e[28]
2.1.3. Îdrîs
Rojhilatnasê Alman
Th. Noldeke dibêje ku navê Îdrîs ji hewarîyan Andreas e ku bi rêya Suryanî
hatîye ketîye erebî. Tevî ku Richard Hartmann nêrîna ku navê Îdrîs ji Andreas
tê qebûl dike lê wî wek hewarî qebûl nake. Ferhengnasên ereb bi giştî bawer
dikin ku navê Îdrîs ji zimanekî din ketîye zimanê erebî.[29]
Îdrîs, yek ji
pêxemberên mezin e ku navê wî di Qurana pîroz da derbas dibe. Îdrîs li bajarê
Menîf a Muurê ji dayik bûye. Li gorî çavkanîyên îslamî navê wî yê rastîn Uhnuh
e. Îdrîs nevîyê sêyem yê Nûh e. Tê gotin ku ew piştî Şît bûye pêxember. Sî
rûpel sûhf (ferman) dane wî û sêsed û şêst û pênc sal li ser rûyê erdê jîyaye.
Dema ku ew sêsed û şêst û pênc salî bû, Xweda wî hilkişand ezman û ji bo
hînkirina firîşteyan wezîfedar kir û sirra asîmanan ji pêxember Îdrîs ra eşkere
kir.[30]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da Îdrîs pêxember bi eşkerebûna sirra asîmanan derdikeve pêş me. Di
helbesta Feqîyê Teyran da jî ji bo fanîbûna cîhanî nemayîna pêxemberan hatîye
bikaranîn. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Adem ma û ne Şîş
ma
Ne Nûh ma û ne Îdrîs
ma
Ne Yûnus ma ne Cercîs ma
Ne Eyyûbe
brîndar e[31]
2.1.4.
Nûh
Nûh navê lehengê tufanê ye. Sumerî Ziusudra, di Akadî û Suryanî da
Utnapishtim e. Navê Utnapiştim jî bi awayên cuda yên wekî Ut-noah-piştim an jî
Ut-nah-pishtim derbas dibe. Li gorî Tewratê, îdiaya ku Nûh 950 sal jîyaye, li
gorî salnameya heyvê ye ku li gorî temenê 79/80 salî ye. Her weha em dikarin
bibêjin Nuh Utnapiştîm e ku di Destana Gilgamêş da derketîye holê. Her wisa,
navê Nuh ku di nava Hûrîyan da weke navê Xweda tê behskirin.[32]
Piştî ku Îdrîs hilkişîya ezman, dema Benî Adem ji rêya rast derketin û
dest bi perestina pûtan kirin, Xweda Nûh pêxember ji wan ra şand. Lê ji kurên
wî yên bi navê Şem, Ham û Yafet, xanimên wî û çend kesan pê ve tu kesî bawerî
jê neanî.[33]
Nûh ji alîyê Xwedê ve hatibû emir kirin ku keştîyekê çêbike. Piştî ku çêkirina
keştîyê qedîya, ji alîyê Xweda ve lehîyeke mezin bi ser wan da hat şandin. Hemû
yên ku bawerîya xwe bi wî nedianîn, di nav wan da kurê wî Yam jî hebû di nav
lehîyê da helak bûn.[34]
Dema ku lehîyê dora her tiştî girtibû, keştîya ku bilind dibû li Çiyayê Cûdî
rawestîya. Nûh û bawermendên pê ra bi "Gundê Seksenler"ê ku li quntara
Çiyayê Cûdî ava kirine bûne damezrînerên jîyaneke nû û ji ber vê jîyana duyemîn
jê ra dibêjin "Ademê Duyem".[35]
Di helbestên Feqî da Nûh wek ademê duyemîn tê bikaranîn û bi têkildarî
Îdrîs derkeve pêşîya me. Di vê beyta jêr da fanîbûna cîhanê û nemayîna
pêxemberên mezin û ne jî yên êşkişandine tê behskirin.
Ne Adem ma û ne Şîş
ma
Ne Nûh ma û ne Îdrîs ma
Ne Yûnus ma ne Cercîs ma
Ne Eyyûbe
brîndar e[36]
2.1.5. Salih
Navê Salih di
ferhengê da wiha tê pênase kirin: “(tiştekî) baş, rast, bikêrhatî û guncav.” Peyva
sâlih, ji koka salah (sulûh) ya ku bi tê wateya "kêrhatî, baş, rast û
xweşik, bikêrhatî, ji her cûre kêmasî û xeletîyê dûr. Dijwateya "aştîxwaz,
lihevhatî" ye û dijwateya peyvên fesid û sû' (xerab, gemar) e.[37]
Salih Pêxember ji
qewma Semûd ra ku di navbera Hecaz û Şamê da dijîn ra hat şandin. Ev qewim çîya
qul dikirin û malên xurt di nav da ava dikirin, dema ku gel ji rê derket, Xweda
Salih pêxember ji wan ra şand û gelek keramet nîşanî wan da. Ji van ya herî
mezin din nav zinarekî da derxistina hêştirê avis bû. hêştir di cih da dize.
Her çiqas Pêxember Salih ji gelê xwe ra gotibû ku baş li vê hêştirê xwedî
derkevin jî, xelkê Semûd hêştirê kuştin. Gava ku serhildana wan pir zêde bû,
Xweda dengek bilind ji ezmên şand û ew hemî helak kirin.[38]
Di helbesta Feqîyê
Teyran da di sembola fanîbûna cîhanê da wek pêxemberên din bi kar anîye.
Helbesta têkildar viha ye:
Ne Yehya ma ne Salih ma
Ne Harûn ma ne Mûsa ma
Ne Meryem ma ne Îsa ma
Ne Ehmed ma ne çaryar e[39]
2.1.6.
Azer
Di derbarê reha
peyva Azer da nakokî hene. Tê îdiakirin ku ew ji peyva Îbranî azûr hatîye
wergerandin. Di erebî da tê wateya "kesê bihêz û biqewet, kesê ku karê xwe
baş dike."[40]
Azer navê tebeayê
Îbrahîm e ku bi pût çêkirin û firotinê debara xwe dikir û di Quranê da behsa wî
tê kirin. tê texmînkirin ku peyva Azerbaycan ya îro li ser navê wî tê
bikaranîn. Gotinek heye ku navê wî kesê ku Îsa Mesîh ji bo îsbatkirina
pêxembertîya xwe mirîyekî vejandibû, navê wî kesî jî Azer bû. Bilevkirina peyvê
ya farisî maneya “agir” dide û wateyeke din jî xweşik e.[41]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da bi Îbrahîm pêxember ra û bi çêkirina pûtan ra derdikeve pêş me.
Feqîyê Teyran jî bi heman awayî bi kar tîne û tenê di helbestekî da bi maneya
bavê Îbrahîm pêxember bi kar anîye.
Di vê helbestê da
Îbrahîm û Azer ji bo şefaetê bi kar anîye. Dibêje, tu Xwedayê cin û însanan î û
hem bexşkar î hem jî qencîker û xêrxwaz î. Ji rewşa min ya perîşanîyê min efû
bike, bibexşîne bi xatirê Azer û Îbrahîm bike.
Xwudanê cinn û insan î
Xefûr û sahib ihsan î
Bibexşî min ji perîşanî
Bi Îbrahîm û Azer key[42]
2.1.7. Îbrahîm
Navê
Îbrahîm di hin beşên Tewratê da (Tekwîn, 11/26-17/4), Nehemiya (9/7) û di Dîrok
1emîn da (1/27) Avram (Abram) di Ehda Atîkê da Avraham (Avraham) derbas dibe.
Li gorî Tewratê navê Îbrahîm pêşî Abram bûye, yanî “bapîrê mezin” û paşê bûye
Îbrahîm, yanî “bavê miletan”. Lêbelê esl û maneya peyva Îbrahîm bi zelalî
nehatîye tespîtkirin.[43]
Bavê
Îbrahîm pêxember Azer e ku di xizmeta Nemrûd û hosteyê çêkirina pûtan bû. Jinên
Îbrahîm pêxember Hacer û Sarê, kurê wî Îsmaîl e. Îbrahîm pêxember bi Nemrûd ra
ji ber yekbûna Xwedê ketîye têkoşînê da. Bi emrê Xweda bi kurê xwe Îsmaîl ra
Kabeyê ava kirin.[44]
Li gor rîwayetên dînî, ew bûye pêxember. li dijî pûtperestîyê ber şahê Babîlê
rabûye û şahê Babîlê Nemrûdê yekem Îbrahîm avêtîye nav agir, lê agir bûye
gulistan û wî neşewitandîye.[45]
Di
edebîyatê da bi qurbankirina Îsmaîl an jî motîfên wekî hewldana wî ya ji bo vê
yekê, avêtina wî ya nav agir da, neşewitandina agir û veguherîna cihê ji
bexçeyên bihiştê, bi bavê miletan û bi bavê xwe Azer ra tê bikaranîn. Îbrahîm
pêxember bi navê Xelîlûllah jî di helbestên kurdî da tê bikaranîn. Feqîyê
Teyran di vê helbestê da neşewitandina agir û xilasbûna wî ya ji zehmetîyan bi
kar anîye.
Wan Îbrahîm avête nar
Pêt û pereng lê bûne sar
Vemiran te ji bo wî nar
Te xelas kir ji zehmetê[46]
Azer bavê Îbrahîm pêxember e li gor
hin rîwayetan ew wezîrê Nemrûd e û hostayê çêkirina putan e. Di vê helbesta
Feqîyê Teyran da Îbrahîm pêxember û Azer
wek şefeatê bi kar tîne. Di vê helbestê da xuya ye ku Feqîyê Teyran Azer wek
bavê Îbrahîm qebûl kirîye û bi kar anîye.
Xwudanê cinn û insan î
Xefûr û sahib ihsan î
Bibexşî min ji perişanî
Bi Îbrahîm û Azer[47]
2.1.8. Yakûb
Nevîyê Îbrahîm e. Mane
û reha peyva navê Yaqûb bi girêdayî peyva Îbranî 'aḳéb (yaḳéb: 'heel') ra
têkildar e. Li gorî çavkanîyan tê gotin ku pêşîya birayê xwe yê cêwî Esav ra
hatîye dinyayê. Yaqûb gava dizê pehnîya Esav digire. Ji bo vê yekê, navê Îbranî
Yaakob an jî Yaakob dane Yakûb pêxember. Li ser bingeha peyva aḳéb (yaḳéb =
pehnî). Tê gotin ku yek ji sernavên Yaqûb Îsraîl bû. Ji ber xîreta wî ya ji bo
Xwedê, jê ra digotin Îsraêl (<yesra-el: 'Ji bo Xwedê kesê hewl dide).[48]
Yaqûb pêxember Kurê
Îshaq Pêxember e. Eyûb pêxember dibe birazîyê wî. Bi du keçên xalê xwe ra
dizewice û dozdeh kur tîne dinyayê. Ji kurên wî Yûsif û Bunyamîn ji heman
dayikê hatine dinyayê. Piştî mirina bavê wî Îshaq, ew li parêzgeha Kenanê
dimîne û dikeve şûna wî.[49]
Ji Yûsif û Bûnyamîn
pir hez dike. Kurên wî yên din ji hezkirina yûsif hesûdîyê dikin û wî diavêjin
bîrekê. Yakûb piştî windabûna kurê xwe Yûsif gelek xemgîn dibe û her tim
digirî. Ji ber vê yekê ji mala ku tê da dijî, jê ra dibêjin Beytûl-ahzen, ku tê
wateya mala hiznê. Di qonaxên paşîn ên çîroka Yûsif da, Bunyamîn jî diçe Misrê
û nayê. Yaqûb ji ber veqetîna Bunyamîn jî êdî ji girîyê çavê wî kor dibin. Paşê
dema kirasê Yûsif şandibû li ser rû û çavên xwe dike, çavên wî dîsa ronî dibin
û vedibin.[50]
Di edebîyatê da
piranî digel van mezmûnan ve tê bikaranîn: “pîrehen/kiras”, 'kulbeye ehzen
beytû'l-hezen”, “rondik”, "korbûn", “dîde”. Di Qur’anê da çawa ku her
pêxemberek bi taybetîyeke xwe hatibe nasandin Yaqub pêxember jî bi sebr û huzna
xwe, bi şefqeta xwe ya babînîyê ve behs jê dihête kirin.[51]
Di van çarînan da
Feqîyê Teyran ji eşqa mecazî dinalî û li ser êşên Yequb pêxember teşbîhan dike
dibêje; li benda razê me sirrê me, li ser vê meqsedê me û disekinim, êşa çûyîna
Yûsif pêxember dikişînim, mîna Yequbê Kenanî me hêvîya wîsalê û gihiştinê me.
Çavê Yequb kor bû ji dinê, ji ber êş û azarên perdeya eşqê, ger tu bixwazî
bibînî birînê veke, birîndar im û hewcehîya min bi Loqman pêxember ra heye.
Helbesta têkildar viha ye:
Çavriyê sirra li pêş im
Meqseda ez lê viyêşim
Hicreta Yûsif dikêşim
Ye’qubê Ken’an im ez[52]
Kore bû Ye'qûb ji dinê
Ji perdeya daxa evinê
Ger dibin veke birînê
Hewceyî Loqman im ez[53]
Di vir da Feqî di
derbarê zarokên Yaqub pêxember ku dozdeh kurê wî hebûn û hemû jî ji vê cîhanê
çûn û kes ji wan nemaye têkilîya fanîbûna cîhanê ra bi kar anîye.
Ne Talût û ne Calût ma
Ne Harût û ne Marût ma
Ne ewladê di Ye'qûb ma
Ewê pîre Yûsuf xwar e[54]
2.1.9. Yûsif
Eslê navê Yûsif bi
îbranî Yosef e. Ji îbranî Yosef dihê. Li gorî vegotinên di Tewratê da, Rahêl
Yûsif anî dinyayê û navê wî Yûsif danî û got: “Xweda kurekî din ji min ra zêde
bike!” Li gor Tewratê, Yûsif kurê Yaqûb, kurê Îshaq, kurê Îbrahîm e, Piştî deh
kurên wî yên ji jinên wî yên din, û zarokê pêşî ji Rahelê çêbûye. Rahel keça
Laban, xalê Yaqûb e. Li gorî Quranê dozdeh kurên Yaqûb hene û Yûsif û Binyamîn
birayên hev in.[55]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da Yûsif bi avêtina bîrê, bendetîyê, xweşîkî û lewendîya wî, bi Yaqûb
ra, bi Zuleyxayê ra, bi avêtina wî ya zindanê û bi kirasê ku çavê Yaqûb ronî
dike dihê teşbîh kirin.
Feqîyê Teyran di helbestên xwe
da sembola zîndanê û firotina wî ya ku wek kole û bendeyan bi kar tîne. Di vê
helbesta jêr da Feqî mezinbûn û qudreta Xweda dide nîşandan. Çawa ku Yûsuf
pêxember pêşî kole bû û di bazarê da dihat firotin bi qudret û xwestina Xwedê
ew li Misrê gihişt asteke bilind.
Cercîs bi mişaran birî
Eyyûb wekî kurman dirî
Yûsuf wekî 'ebdan kirî
Te îna ser seltenetê[56]
Di vir da Feqî Yûsuf
pêxember wek sembola tenêmayînê bi kar anîye. Bi avêtina zîndanê ya Yûsuf
pêxember û tenêtîyê teşbîh hatîye kirin. Ji xeynî vê Yûsuf û Kenan wek sembola
bendemayînê sembolîze kirîye. Yanî di Kenanê bavê wî li benda kurê xwe bi salan
ma û qet hêvîya xwe wenda nekir. Feqî di vê helbestê da dibêje ku, ez im ew
kesê ku di zîndanê da tenê mayî, wekî Yûsuf di kenanê da ku çavê bavê wî di rê
da bû, nizanim gelo dîlber li ku ye, çavê min li hêvîya wê ye.
Ez ê mayîm di zindanê
Wekî Yûsif di Ken'anê
Niza dilber gelo kanê
Min çav maye bi wê rê da [57]
2.1.10. Zuleyxa
Peyva
"Zuleyxa" erebî ye û di hemû çavkanîyên îslamî yên ku ji tîpên erebî
pêk tên da bi heman awayî hatîye nivîsandin. Bi erebî "زليخا" ye. Lê ev peyv carna wek “Zuleyxa” û carna jî wek
“Zelîxa” tê bikaranîn.[58]
Jina
ezîzê Misrî Patîfer û xwedîyê Yûsif pêxember bû. Ew wekî ezîzeyê Misrê dihat
naskirin. Ji bo Yûsif pêxember bi dest bixe serî li hîle û îftîrayan da. Dema
ku Yûsif ji ber wê direve, Zuleyxayê kirasê wî ji paş ve kişand û qetand. Tevî
hemû îftirayan ve jî Yûsif rast derket.
Jinên
mezinên Misrê seba Zuleyxayê dikirin ji ber vê bûyerê. Li ser vê yekê,
Zuleyxayê gazî jinên din dike û mêweyan dideyne pêşîya wan. Gava gazî Yûsif
dike hemû ji ber lewendîya Yûsif destên xwe dibirin. Bi vî awayî tesîra
lewendîya Yûsif tê fêmkirin. Yûsif li Misrê meqamek bi dest dixe û Zuleyxa ji
ber eşqa Yûsif kor û kirh dibe. Lê dema digihêje rêya rast, bi nimêja Yûsif
dîsa ciwan û bedew dibe û pê ra dizewice.[59]
Zuleyxa di edebîyata kurdî ya klasîk
da bi giştî dibe sedema şibandin û tenasûbê. Carna bi xweşikatî û bedewîyê
carna bi eşqa Yûsif pêxember carna jî bi motîfa bendemayînê derdikeve pêş me.
Feqîyê
Teyran di helbestên xwe da tenê du caran Zuleyxa bi kar anîye û di vê helbestê
da jî di wateya eşqa mecazî da teşbîhê dike. Di vir da dibêje; ronî kir erd û
ezmanê bi ronahîya nûrê, bi hêsanî dilê min ji min bir û aşiqê xwe kir. Bi
Xwedayê subhanî sondê dixwim, ew Zuleyxa bû ronî bû di Misrê da. Helbesta
têkildar viha ye:
Şefeq da erd û asmanî
Ji min dil bir bi asanî
Dixwum sondê bi subhanî
Zuleyxa bû di Misrê da[60]
Di vir da eşqa mecazî bi Zuleyxa
ra muqayese dike û dide ber hev. Zuleyxa ne çêtir bû ne xweşiktir bû ji te,
sond dixwim bi Tahayê bi Muhemed pêxember, tu kes nîne ku bişibe wî, di nav
nûrê da ronî bû. Helbesta têkildar viha ye:
Ne çetir bû Zuleyxayê
Dixwum sondê bi Tahayê
Nebin wek wê dunyayê
Munewwer bû di nûrê da [61]
2.1.11. Eyûb
Eyyûb pêxember li
başûrê Filistînê, li ser sînorê Cezîret-ul Ereb hatîye dinê. Ew ji Îsraîlîyan e
û nevîyê Îshaq Pêxember e (ji bavikê kurê Îshaq Pêxember yê bi navê
"iys" e). Eyyûb û Yûsif di heman sedsalê da lê li herêmên cuda
jîyane. Sed û çil sal jîyaye, gelek zengîn bûye, li Şamê xwedîyê gelek mal û
milkên wî hebû û jina wî tê gotin ku keça Yakub Rahme bû û gelek zarokên wan
hebûn.[62]Deh
kurên wî hebûn. Hemû mal û milkên xwe winda kir. Kurê wî mirin. Paşê bi
nexweşîyeke pir giran ket. Kurman dest bi xwarina laşê wî kirin. Qet gazinan
nekir û şikir ji Xwedê ra kir. Gava bi emrê Xwedê lingê xwe li erdê xist, du av
jê derketin; bi yekî xwe şuşt û ji yê din jî vexwar. Bi vî awayî şîfayê dît.
Xweda jî dîsa mal û zarok dane wî. Ayeteke Tewratê li ser vê yekê heye. Di hemû
dînan da û di edebîyata Rojhilatê da sembola sebir û tehemûlê ye.[63]
Di edebîyatê da bi
giştî ji bo sebir û sebatê, sembola êşkişandin û azarê, sembola mucîzeyên Xweda
û xilasbûna ji kul û derdan derdikeve pêşberî me. Di helbestên xwe da Feqîyê
Teyran wî wek kesê ku elimîye êşkişandinê û bûye muptelaya êşê ji bo eşqa xwe tehamûl
dike û ji bo van êşan xwe aciz nake bi kar anîye. Her ku tê zanîn Xweda ji bo
evdan êşan dişîne da ku wan îmtîhan bike lê di dawîyê da dîsa miradê wan bi cîh
tîne. Di vê helbestê da Feqî mezinbûna Xweda bi bûyerên dîrokî tîne ziman.
Helbesta têkildar viha ye:
Cercîs bi mişaran birî
Eyyûb wekî kurman dirî
Yûsuf wekî 'ebdan kilî
Te îna ser seltenetê[64]
2.1.12. Musa
Feylesofê cihû
Philon û dîrokzan Josephus dibêjin ku peyva Mûsa ji peyvên qiptî mô (av) û uşa'
(rizgarkirin) hatîye daraştin. Zanyarên Misirê yên sedsalê XIX. qebûl dikin ku
koka peyvê bi zimanê qiptî ye, lê di watekirina wan peyvan cuda dibînin. Navê
Mûsa di dema cehiltîyê da di nav ereban da nehatibû bikaranîn, lê piştî hatina
îslamê ev nav belav bû.[65]
Mûsa yek ji wan
pêxemberên ku ji Benî Îsraîl ra hatine şandin. Ew yek ji şeş pêxemberên mezin
ên bi navê "Ulu'l-azm" e. Ew di dema Welîd bîn Mûsab fîrewnê Misrê da
hatîye cîhanê. Çîroka ku herî zêde di Quranê da cih digire serpêhatîya Mûsa û
Îsraîlîyan e. Mûsa kurê zatekî bi navê Îmran e. Ji nijada Yaqûb û birayê Harûn
e.[66]
Di Quranê da di sî sûreyan da di sed
û sî û şeş cihên cihê da behsa Mûsa tê kirin. Têkoşîna wî ya bi Fîrewn ra, bi
gopalê xwe ve du perçekirina behrê ve, bi hilkişîna Çiyayê Tûr ra naîlê fermana
Xwedê bûyînê ve, bi Xwedê ra axiftinê ve, birûmet û hêzdarbûna wî ve, ji ber
aliyên wê yên pêbawerîyê ve tê behskirin.[67]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da Musa pêxember bi Firewn ra, bi yedî beyda ra, bi minasebeta bavê
wî Ûmran û bi Çîyayê Tûr di edebîyatê da derdikeve pêş me.
Li gor rîwayetan Benî Îsraîlî ji
Misrê direvin û tên ber Behra Sor li wir asê dimînin. Di wê demê da Mûsa gopalê
xwe li avê dide û Behra Sor dibe du perçe. Mûsa û Benî Îsraîlî ji Behra Sor
derbas dibin û gava Firewn û leşkerên wî tên nîvê behrê, di nav behrê da dimînin
û helak dibin. Di edebîyata kurdî da Mûsa têkildarî du perçekirina, zuwakirina
behrê û bi Firewn ra derdikeve pêş me. Helbesta têkildar viha ye:
Mûsa di nêv behra 'emîq
Te lê vekir diwanzde terîq
Fîr'ewn di nav da bu xerîq
Te da cezayî şîr'ketê[68]
Li gor Tewratê Mûsa
kurê Amram û Yokebed ji qebîla Lêwî ye û li Misrê hatîye dinyayê. Şecereya Mûsa
kurê Amram kurê Kehat (Kohat) kurê Lêwî kurê Yaqûb e. Amram bi xwişka bavê xwe
Yokabed ra zewicî (li gor bawerîya cihûyan di wê demê da zewaca bi meta xwe ra
ne qedexe bû) û ji vê zewacê Miryem, Harûn û Mûsa çêbûn. Li gorî vê yekê, dê û
bavê Mûsa ji nesla Lêwî bûn. [69]Di
helbestên Feqîyê Teyran da Mûsa bi têkildarî Umran/Îmran derdikeve pêş me.
Eşqê gelek sewda kirin
Bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin
Mûsayê 'Umran im ez[70]
Mûsa li ser banga Xwedê
hilkişîya Çiyayê Tûrê û birayê xwe Harûn kir cîgirê xwe. Mûsa çil rojî li
Çiyayê Turê nimêj kir û bê wasite bi Xwedê ra kelam kirîye. Di wê demê da
Tewrat jê ra hatîye.[71]
Di helbestên Feqî da Mûsa bi Çîyayê Tûrê ra, bi axiftin û kelamkirina bi Xwedê
ra derdikeve pêş me.
Çirayê Tûr û etwarê
Nedî Mûsa ewê carê
Ne bêhiş bû li dîdarê
Ji nûra bejn û balayê[72]
2.1.13. Harûn
Birayê Mûsa Pêxember e û wek pêxemberekî alîkar ji Benî
Îsraîlîyan ra hatîye şandin. Koka peyva Harûn ne diyar e. Tê texmînkirin ku
peyva ku di Tewratê da wek Aharon hatîye tomarkirin û ji Suryanîya Filistînî
derbasî Erebî bûye. Her çend di Quranê da navê wî di bîst cihan da derbas bibe
jî di derbarê jiyan û faelîyetên wî da zêde agahî nînin. Di Tewratê da zêde cih
negirtîye û li pişt Mûsa maye.[73]
Di edebîyatê da Harûn wek pêxemberekî alîkar derdikeve pêş
me. Di helbestan da bi giştî Mûsa ra tê bikaranîn. Feqîyê Teyran Harûn pêxember
di helbesta Beyta Dil da di maneya fanîbûna cîhanê bi Mûsa pêxember ra bi kar
anîye. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Yehya ma ne Salih ma
Ne Harûn ma ne Mûsa ma
Ne Meryem ma ne Îsa ma
Ne Ehmed ma ne çaryar e[74]
2.1.14.
Fîrewn
Peyva fîrewn ji
peyva zimanê Misrê ya kevin per'ao (per'aâ) tê, ku tê wateya "xanîya
mezin". Peyva ku di zimanê akadî da wek pir'u û bi îbranî jî wek par'o
(far'o) derbas bûye. Di wergera yewnanî ya Tewratê da wek faraô hatîye
şîrovekirin. Di zimanên rojavayî yên îroyîn da wek pharaon (îng.), pharaon
(fr.) û pharo (alm.) tê bikaranîn. Tê îddîakirin ku peyva Fîrawn (pirhejmara wê
ferâine) ji ibranî an jî ji suryanî ketîye erebî.[75]
Di wateya ferhengî
da Fîrewn tê maneya ezamet û ceberutê û ji bo hukumdarên Misra kevin wek
ûnwanek dihat bikaranîn. Di dîroka Misra kevin da gelek zêde Fîrewn derketibin
jî yê herî navdar Fîrewnê ku dema Mûsa da jîyaye.[76] Di edebîyata kurdî ya klasîk da jî ev Fîrewn
derdikeve pêşîya me û tê bikaranîn.
Feqîyê Teyran Fîrewn
bi wezîrê wî yê bed Haman bi kar anîye. Lewra Fîrewn û Haman gelek zordarî li
gel kirine û ji bo Mûsa têk biçe tevgerîne. Maneya helbestê bi giştî ev e ku
kes heta hetayê li ser vê dinê namîne. Ger Fîrewn bî ger Haman bî jî.
Ne Eflatûn û Loqman ma
Ne Dawûd û Suleyman ma
Ne Fir'ewn û ne Haman ma
Ne sultanê di kubbar e[77]
2.1.15. Haman
Wezîrê Fîrewn e. Fîrewn emir da Haman ku bircekî çêke û got ku ew ê
hilkişe ser wê bircê û xwe bigihîne xwedayê Mûsa. avahîya bircê hate çêkirin
lêbelê Fîrewn îmkanê vê yekê nedît. Di rîwayeteke din da, Haman textekê ku li
ezman difire çêkirîye ji bo ku bi Xwedê ra şer bike.[78] Mirovekî zalim e. Di bin
hemû biryarên ku Fîrewn dida nêrîna wî tesdîqa wî hebû. Kesayetekî zilimkar e.[79]
Di edebîyata kurdî ya klasîk da zêde nehatîye bikaranîn. Tenê du
helbestên Feqîyê Teyran da derdikeve pêş me û bi têkilîya wî û Fîrewn hatîye
bikaranîn. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Eflatûn û Loqman ma
Ne Dawûd û Suleyman ma
Ne Fir'ewn û ne Haman ma
Ne sultanê di kubbar e[80]
Di vê çarîna
jêr da bi heman wateya jor ya fanîbûna cîhanê hatîye bikaranîn û du bêje; ne
Cemşîd maye ne jî Cama wî, qedeha wî, ne qeyserê Romayê mane ne jî Hatemê
qebîleya Tayyê maye, Ne Asef maye ne jî gustîla bi navê Xatem maye, ne Haman
maye ne jî femandar û serdar mane li dawîyê.
Ne Cemşid, ne Cam ê Cem ma
Ne Qeyser ma ne Hatem ma
Ne Asef ma ne Xatem ma
Ne Haman ma ne serdar e[81]
2.1.16. Xizir
Xizir abê heyatê
vexwarîye û bûye nemir. Hin rîwayet hene ku dibêjin ew pêxembere e hin kes jî
dibêjin velîyek e. Di bawerîya gel da cihekî wî yê mezin heye û serpêhatîya wî
ya bi Mûsa ra di Quranê da tê vegotin. Bawerîya ku rizgarkirina kesên di
tengasîyê da ne hê jî berbelav e. Hin kes dibêjin Xizir nasnavekî Îlyas e.
Xizirê ku peyva wî tê wateya "şînbûn, tazebûn"ê û tê bawerkirin ku
cihên ku lê digere ew der şîn dibe. Her çi qas rîwayetên ku dibêjin hê dijî
hebin jî, bi gelemperî tê bawerkirin ku ew di dema Skender da bûye nemir.[82]
Xizir
Îlyas (Xidir û Îlyas). Li gor rîwayetan du heval in û ji bo erka rêberî û
pêşberîyê di bin maîyeta Îskender dixebitîn û abê heyatê dibînin û vedixwin.
Ev her du heval alîkarîya kesên ku di tengasîyê da ne dikin. Erka Xizir ê heta
qiyametê bidome, Tê bawerkirin ku salê carekê ev her du heval digihîjin hev û
diçin hecê û ji bo vê rojê jî dibêjin “Hıdırellez.” Di edebîyata tesewufê da ji
Xizir sembola meqama “bast” (berfirehbûn) û Îlyas jî "kabz" (tengbûn)
nîşan dide.[83]
Di
edebîyata kurdî ya klasîk da Xizir di wateyên nemirîyê da, hevaltîya wî bi
Îlyas pêxember ra tê bikaranîn. Feqîyê Teyran di helbestên xwe da Xizir bi
têkilî û hevaltîya Îlyas pêxember bi kar anîye û di nav du helbestên wî da
Xizir derbas dibin.
Di
vir da sohbeta Bersisê Abid û Îblîs dişibîne hevaltîya Xizir û Îlyas. Yek ji yê
din pirsan dike, ji Xizir û Îlyas di derbarê hevalan da diaxivin, ji qutb û
ewtad û rîcalan behs dikin ku wateya qutb zivirîna cîhanê ji erd û heta erşê di
derdora velîyan da dizîvire qutb an jî kutubên ku alîkarîyê dikin gavs e[84],
ji cunûdê ji xeybetê, cunûd tê wateya refê firişteyan ku tên alîkarîya
misilmanan. Helbesta têkildar viha ye:
Ji yek dikin herdu sûalan
Ji Xidr û Îlyas û hevalan
Ji qutb û ewtad û rîcalan
Ji cunûdê xeybetê[85]
Di vir
da têkilîya qutb û Xizir berdewam dike û dibêje bila Şêxê me rê zanibe û rênas
be, bila serdarê fermandarê qutbên xas be, yan bila Xizir yan jî bila Îlyas be,
yan jî em xwe ra bikin şêx pêxemberîtîyê. Helbesta têkildar viha ye:
Şêxê me dê rênas bitin
Serdarê qutbê xas bitin
Yan Xizir û yan Îlyas bitin
Ya sahibê nibuwwetê[86]
2.1.17. Îlyas
Di
zimanê Îbranî da wek Eliša û di erebîya kevin da jî El-Yeša tê bilêvkirin. Bi
demê ra, di îbranî da bûye Êlyas û Eliyas. Di erebî da jî bûye Elyas û Îlyas.
Tê gotin ku ev nav tê wateya “Yahwe Xwedayê min e.” Li gorî hin çavkanîyan tê
wateya “Alîkarê Xwedê” jî. [87]
Îlyas
yek ji pêxemberên ku ji Îsraîlîyan ra hatîye şandin e. Dema ku pêxemberî jê ra
hat, gelê wî ji pûtê bi navê Ba'l ra îbadet dikirin. Îlyas bangî gelê xwe kir
ku Xwedayê yekta ra îbadetê bikin, serî li ber wî dêynin û emrên Xwedê bînin
cih. Lê tevî hemû hewldanan jî vexwendina wî bi ser neket. Di dawîyê da, Xwedê
wan bi xelayê ceza kir. Êdî ji ezman baran nebarî û av ji erdê derneket. Rewş
ew qas xerab bû ku ji ber birçîbûnê dest bi xwarina kelaşan dikirin. Ji bo vê
rewşê xilas bibin, wan daweta Îlyas qebûl kirin û dest bi îbadeta Xweda kirin.
Bereket dîsa vegera û zikê wan têr bû. Lê di dawîyê da ew vegerîyan adetên xwe
yên berê. Li hemberî vê rewşê Îlyas, ji wan qera û ji nav wan derket.[88]
Îlyas di edebîyatê da bi Xizir ra jî derdikeve pêş me. Li gor rîwayetan, Xizir,
Îlyas û Îskender diçin welatekî tarî û zulmetê. Pêşî di behrê da piştra li ser
erdê rêwîtî kirine. Gava ku Îskender ji wan vediqete, Xizir û Îlyas diçin li
ser kanîyekê û dest û rûyên xwe dişûn. Masîyekê mirî jî li cem wan e û dilopek
ava kanîyê diçe ser masî û zindî dibe. Fêhm dikin ku ew av Abê heyat e û têr
vedixwin. Piştî vexwarinê dibin nemir.[89]
Di
edebîyata kurdî ya klasîk da Îlyas bi giştî Xizir ra di derbarê abê heyatê da,
bi hevaltîya wan, miradbexşîya wan ku gihiştine mirada xwe tê bikaranîn. Feqîyê
Teyran di helbesta bi navê Bersisê Abid da hevaltîya Îlyas pêxember û Xizir
derdikeve pêş me.
Ji yek dikin herdu sûalan
Ji Xidr û Îlyas û hevalan
Ji qutb û ewtad û rîcalan
Ji cunûdê xeybetê [90]
2.1.18. Yûnis
Yûnus ji peyva îbranî
yona/yonah (= kevok, qumrî) tê. wekî Îona/Îonas tevlî yewnanî bûye. Di Încîlê
da wekî Jonas tê binavkirin. Li gorî nêrînekê, Yûnûs kurê malbateke suryanî ye,
ji bajarokê Nînûa yê nêzîkî Mûsilê ye. Di suryanî da, Yona bi bilêvkirinek cuda
ya Yûnus tê hesibandin. Nêzîkî Ninua Girê Yûnus e. Îbnî Battuta vî girî wek
" Tall Yūnus" bi nav dike. Ji vê derê ra Nabî Yunus (Nebî/Pêxember
Yûnus) jî tê gotin û di nav serdêran da navdar e. Navê Yûnus di zimanên cîhanê
da wekî Yuannes, Johannes, Îonnas hwd dihê bikaranîn.[91]
Di Qur’anê da di
derbarê Yûnus da viha dibêje; Zennûn (xwedîyê masî; Yûnus) jî di bîr bîne ku ew
bi hêrs (ji nava gelê xwe) çû. Paşê di nava tarîtîyan da (tarîtîya şevê,
tarîtîya deryayê û tarîtîya di zikê masî da) wiha niyaz kir û got: (Xwedêyo) ji
te pê ve tu Xweda nînin ji her kêmasîyê tu pak û paqij î, teqez ez ji
sîtemkaran im.[92]
Di edebîyatê da
Yûnus pêxember bi giştî têkilîyên merhemet û çîroka ketina devê masîyê ve tê
teşbîhkirin.
Di vê helbesta Feqî
da Yûnus pêxember bi têkilîya wî ya behrê hatîye bikaranîn. Yûnus ji gelê xwe
hêrs dibe û diçe. Xweda jî ji bo vê kirina wî Yûnus têxe nava an jî devê
masîyekî da.
Ne xalib ma ne mexlûb ma
Ne talib ma ne metlûb ma
Ne ewladê di Ye'qûb ma
Kefa behrê Yûnus xwar e[93]
Di vê çarîna jêr da
Feqî li ser bawerîya Xwedê sekinîye û di çîroka Zembîlfiroş da înayet û pişt
dayîna Xweda tîne ziman. Çawa ku Yûnus pêxember ji alîyê hûtekî ve hat xwarin û
tiştek jê nebûbû, çawa ku dîsa wî anî li ser dinê, ez jî wek wî sadik û bi bawer
im. Zembîlfiroş ji destê Xatûnê derdikeve xwe ji pencerê da diavêje bi
bawerîyeke mezin pişta xwe dide Xweda piştra wek Yûnus pêxember bi şîyandina
Cebreîl wî xilas dike û bi sax û saxlemî tîne li ser erdê. Helbesta têkildar
viha ye.
Yûnus wekî hût dabeland
Yek wesele jê nexeland
Dîsan bi dinê wesiland
Min sidq û bawer bi te tê [94]
2.1.19. Dawûd
Di zimanê îbranî da tê maneya "kesê herî hezkirî,
ronahîya çavan." Di Încîlê da, wekî David yan jî Davîd tê behskirin. Ew
yek ji pêxemberên ku di Quranê da behsa wan tê kirin e. Ew pêxemberê îsraîlîyan
e. Li Beytullahmê hatîye dinyayê. Dawûd bavê Silêman e. Pirtûka Zebûr jê ra hatîye
şandin. Di Quranê da, cara yekem Dawid bi minasebeta kuştina Calût (Golyat) tê
behskirin. Ew ji nijada Yehuda kurê Yaqûb e. Piştî mirina xezûrê wî yê bi navê Talût,
Îsraîlîyan mifteya xezîneyan daye wî û wî kirin mîrê xwe. Ji xeynî van dengekî
wî yê xweş jî hebû.[95]
Di Qûranê da di sûreya Sebe ayeta yazdeh û
dozdehan da viha derbas dibe: Sond be me ji cem xwe qencîyek da Dawud û me got:
Gelî çîya! Hûn digel firendeyan bi dengê wî ra bixulxulînin û me jê ra hesin
nerm kir. Zirxên fireh çêkin, fesala wan bi endaz bikin û karên hêja bikin,
bêguman ez li ser ya ku hûn dikin bîner im.[96]
Di edebîyatê da bi giştî bi dengê
wî yê xweş, bi hikûmdarbûyîna wî, di pesindana sultanan da tê bikaranîn.[97]
Feqîyê Teyran di helbestên xwe da ji bo fanîbûnê bi kar anîye. Di vê bikaranînê
da jî bi bavê wî Sûleyman ra bi hev ra bi kar anîye.
Ne Eflatûn û Loqman ma
Ne Dawûd û Sûleyman ma
Ne Fir'ewn û ne Haman ma
Ne sultanê di kubbbar e[98]
2.1.20. Suleyman
Di Cihûtî û
Xirîstîyantîyê da ew tenê wekî qral tê qebûlkirin, di îslamîyetê da jî wekî
hikûmdar û pêxember tê qebûlkirin. Tê gotin ku hevreha navê Silêman, Şelomoh
(Şlomo) ya Îbranî ji peyva shalom tê ku tê wateya "aştî, ewlehî,
aramî" û wateya "aştîxwaz, aştîxwazî" dide.[99]
Di Edebîyata kurdî
ya klasîk da zêde Silêyman pêxember bi Xatem an jî gustîla xwe ve derdikeve pêş
me. Hêz û serwerîya Silêman di vê gustîlê da veşartî bû. Hemû însan, cin,
heywanên kovî û teyran li ber wî çokan danîbûn. Li ser wê mohrê Îsm-î Ezam
hatibû nivîsandin. Xweda di wê xatemê, gustîlê da fermana îcrakirina hikmetê
daye. Ev xatem ji kevirên din veqetandîye, berzîbûnek dayê. Gava gustîlê têxe
tilîya xwe; mirov, heywan, cin û mexlûqên din dikevin bin emrê wî.[100]
Her ku me di madeya
Dawûd pêxember da jî behs kir Silêyman kurê Dawûd pêxember e û di hin helbestan
da bi têkilîya kur û bav ve derdikeve pêş me.
Ne Eflatûn û Loqman ma
Ne Dawûd û Sûleyman ma
Ne Fir'ewn û ne Haman ma
Ne sultanê di kubbbar e [101]
2.1.21.
Belqis
Hudhud ji Silêman ra
dibêje welatekî bi navê Seba heye û şahbanûya wê jî heye. Textekî wê yê spehî
heye. Şahbanû û gelê wê ji rojê ra secde dikin. Silêman nameyekê dinivîse û bi
Hudhud ra dişîne. Şahbanû û gelê wê vedixwîne dînê xwe. Şahbanû nameyê distîne,
dînê Silêman napejirîne lê bi qasidan ra diyarîyên curbecur dişîne. Silêman
diyarîyan qebûl nake û gefan li wan dixwe. [102]
Ew ê ku ji kîtêbê li cem wî zanîn hebû, got: berîya ku tu çavê xwe bigirî û
vekî, ez ê textê wê ji te ra bînim.[103]
Belqîs piştra dihê û bi Silêyman pêxember ra dizewice. Di edebîyata kurdî ya
klasîk da Belqis gelek helbestan da bi şibandina text, eşq, Hudhud ra dihê
bikaranîn. Hudhud gava Belqîsê dibîne Silêyman pêxember agahdar dike û piştra
di navbera herduyan da dibe qasid. Bi vê taybetîyê Belqîs û Hudhud di helbestan
da bûne sedemên şibandinê.
Di edebîyata kurdî ya klasîk da
Belqis sembola helbestên eşq û evînîyê da, bi textên xwe ve, bi şibandina wek
perîyan, têkilîya wê û Hudhud ra di helbestan da cîh digire.
Feqîyê Teyran di helbestên xwe
da du cihan da bi kar anîye. Di vê helbestê da meseleya Hudhud û çûyîn û hatina
wî ya cem Belqisê dişibîne. Rewşa xwe ya xirab û bextê xwe yê reş bi cewab
nehatina yarê dişibîne û halê xwe yê nebaş tîne ziman.
Cinan avêt û winda bû
Li bin behrek mezin da bû
Siyahê bextê min da bû
Ji Belqisê cewab nayê [104]
Di vir da Belqisê
wek sembola eqşê bi kar anîye û dibêje ger Leyla neyê Qeysê, Ger Hudhud
neçûbana ba Belqisê, wê finda dil çawa pêbiketibana û wê çawa şibîyaba Çirayê
Tûrê. Yanê ji bo ku eşqa mecazî bi cih were divê hin tecellîyê Xwedê pêk werin.
Çawa ku Qeys Leylayê dît ji bo wê dilê wî şewitî mîna ku Musa çiraya Tûrê
dibîne û hişê wî ji diçin, bi vî awayî divê hin tişt pêk werin ku eşqa mecazî
derkeve holê.
Eger Leyla nehêt Qeysê
Ne Hudhud bête Belqisê
Şemala dil ji ku dîsê!
Çirayê Tûr û Sînayê! [105]
2.1.22. Loqman
Di helbestan da Lokman; Bi taybetîyên xwe yên ku dermanê
derdan, mûrşîdê derdkêşan, şîfayê ku dide dilan, dihê behskirin. Lokman hem
dermanê derd û kulên madî ye û hem jî çareserkerê pirsgirêkên manewî û ruhî ye.
Ew yek ji navên ku herî zêde di helbestan da tê gotin e. Sedema vê jî ew e ku
hem ji bo dermanê derdên madî hem jî dermanê derdên manewî dihê dîtin.[106] Luqman
pêxember e yan ewlîyayeke ne dîyar e. Agahîyên di derbarê Loqman da ew e ku di
sûreya Loqman da hin şîretan li kurê xwe dike. Loqman wek bav û kalê bijîşkîyê
tê naskirin. Tê ragihandin ku di derbarê cewhera hemî nebatan da ilma wî hebû û
bi reçete û formulên ku dê pirsgirêkan derman bikin dizanibû. Lokman hem di
helbestên tesewûfî û hem jî yên gelêrî da wekî fîlozofekî bêtir wek hekîm û
tebîbekê jîr derdikeve pêş me.[107]
Feqîyê Teyran di vir da Loqman wekî sembola bijîjkî û
textorîyê bi kar anîye û dibêje; Ger
melhema min Sulêman jî be ger textorê min Loqman hekîm jî be birînê min baş
nabin û sax nabin lewra dermana min ew yar e û ew rûyê bi nîşan bi xal e.
Helbesta têkildar viha ye:
Melhem Sulêmani bitin
Hekîm ku dê Luqman bitin
Birîn li min sax nabitin
Ka nazenîna rû bi xal?[108]
Di vir da Feqî Lokman hekîm wekî zanyarekî hêja qebûl kirîye
û bi têkilîya Eflatûn û zanyarîyê bi Loqman hekîm ra şibandîye hev û di wateya
fanîbûna cîhanê da nemayîna wan bi kar anîye.
Ne Eflatûn û Loqman ma
Ne Dawûd û Sûleyman ma
Ne Fir'ewn û ne Haman ma
Ne sultanê di kubbbar e[109]
2.1.23. Zulqerneyn
“Zu”
dihê maneya “sahib, malik” û qern jî dihê maneya “qloç, kakûl cênik, neslê di
heman heyamê da dijîn, eqran.” Ji sûreya Kehf di ayetên 83-98an da, ku wekî
bersivek ji sê pirsên ku wan ji bo ceribandina Pêxember kirine wek bersiv nazil
bûye. Her çend ne diyar be ka peyva Zulqerneyn naveke yan leqebek e lê nêrîna
serdest ew e ku ew leqebek e.[110]
Kesê ku bi navê Îskenderê Zulqerneyn dihê naskirin di Quranê da di sûreya Kehf
da cih digire. Tê gotin ku ew pêxember an jî velîyek e. Ew kesê ku Dîwarê Mezin
ê Çînê ava kirîye da ku pêşî li belavbûna qewmê Yecûc û Mecûc bigire.[111]
Helbestvan
bi giştî di helbestên xwe da behsa Îskenderê Zulqarneyn di bin van sernavan da
bi kar tînin: 1. Ayîneyê Îskender, 2. Seddê Îskender, 3. Abê Hayat, 4. Wesfên
Îskender, 5. Li ser Îskender û pesnê wî, 6. Kesên ku bi Îskender ra hatine behs
kirin, 7. Îskender û fanîbûna dinyayê, 8. Hêza helbestvanîyê û Îskender, 9.
Çend biwêjên li ser Îskender. Ji vana, "Ayîneyê İskender",
"Seddê İskender", "Abê Hayat" û "Wesfên İskender"
zêdetirîn cih digirin.[112]
Helbestvanên kurd di helbestên
xwe da gava behsa Zulqerneyn dikin bi “Mîr’at”ê û bi “Mulkê îskender” bi kar tînin. Feqîyê Teyran di helbestên xwe
da carekê û bi têkilîya mîratê bi kar anîye. Di vir da fanîbûna cîhanî û
nemayîna pêxember, derwêş, zanyaran dike. Têkilîya Zulqerneyn û mîratê/neynikê/ayîneyê
ew e ku bi tîrêjên vê neynikê keştîyên dijminan dirûxandin û dişewitandin. Feqî
di vê helbestê da behsa nemayîna Zulqerneyn û mîratê dike. Helbesta têkildar
viha ye:
Ne Calînûs û Soqrat man
Ne Talîs û ne Boqrat man
Ne Zulqerneyn ne mîr'at man
Ne cumcum man ne exyar e[113]
2.1.24.
Yehya
Yehya di
xirîstiyanîyê da wekî Yehyayê vaftîzker (John the Baptist, Jean-Baptist) tê
zanîn. Navê wî yê ku di çavkanîyên îslamî da tê zanîn Yehya, kurê Zekerîye ye û
dîya wî xaltîya Meryem e. Peyva eslî ya Jean (Yûhenna), ku di zimanên rojavayî
da hevwateya navê Yahya ye, Yôhânân ya îbranî ye, ku tê wateya "Yehowa
lutif kirîye". Ev nav wek bi yewnanî “Ioannes” û bi Latînî “Joannes”
ketîye zimanên din jî. Li gorî çavkanîyên îslamî peyva Yehya ji koka heyât ango
"jîyan" hatîye wergirtin.[114]
Bi qasî salekê
berîya Îsa pêxember hatîye dinyayê. Dîya wî keça mamê Meryem e û navê wê Îlyesa
ye. Berê bi Şerîeta Mûsa emel dikir. Gava mizgînîya hatina Îsa da û Încîl hat,
bi Încîlê emel kir. Gava Îsa ezman ve hate kişandin ew 30 salî bû. Di vê
navberê da Hikûmdarê Filistînê Herotê ku dixwest bi keça birayê xwe ra
bizewice, bi îdiaya ku di şerîata Musa da destûr hatîye dayîn, ji ber ku Yehya
destûr nedaye vê zewacê, ji alîyê Herot ve serê wî tê jêkirin û şehîd dibe.[115]
Ne Yehya ma ne Salih ma
Ne Harûn ma ne Mûsa ma
Ne Meryem ma ne Îsa ma
Ne Ehmed ma ne çaryar e[116]
2.1.25. Meryem
Di çavkanîyên îslamî
da kesên ku dibêjin peyva Meryem peyveke bi eslê xwe erebî ye û ji koka “reym”ê
hatîye. Lê tê qebûlkirin ku eslê peyva Meryem ji peyva Miryam (Miriam) ya
îbranî ye. ji suryanî derbasî erebî bûye û tê maneya “kesê ku taetê dike.”[117]
Di dînê Îslamê da
Meryem di nava jinan da xwedî cihekê taybet e. Quran Meryemê ji bo jinan wek
nimûneyek bi nav dike. Dema ku em li ayetan dinêrin, tê dîtin ku ew wek
modeleke jinê ya îdeal tê xuyakirin. Hem li gorî Încîlê hem jî li gorî Quranê
navê Meryem ji alîyê dêya wê ve lê hatîye dayîn.[118]
Meryem dêya Îsa ji
nevîyê Dawid pêxember û keça Îmran e. Ji alîyê nefesa Cebraîl ve hemîle dimîne.
Cihûyan gelek îşkence lê kirine. Di jiyana Îsa da, dêya wî Meryem jî dijîya.
Piştî ku Îsa hilkişîya ezman, piştî demeke din ew jî mir.[119]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da bi giştî têkilîya Meryem û kurê wî Îsa pêxember ra derdikeve pêş
me. Feqîyê Teyran jî bi heman awayî di helbestan da bi kar anîye. Di vê
helbestê da bi minasebeta kur û dayîk hatîye bikaranîn. Helbesta têkildar viha
ye:
Ne Yehya ma ne Salih ma
Ne Harûn ma ne Mûsa ma
Ne Meryem ma ne Îsa ma
Ne Ehmed ma ne çaryar e [120]
2.1.26. Îsa
Peyva
Îsa girêdayî navê Yoşu'a ye ku di Tewratê da tê behskirin têkildar e. Di Aramî
da jê ra Yeshu'ā an bi tenê Yeshu tê gotin. Formên Yeshu'u û Yesu di Suryanî da
jî hene. Îesous bi Yewnanî û Îesus bi Latînî bi demê ra li Ewropayê bûye Jesus.
Peyvên Yehōşūā an jî Yaho-shua ya Îbranî di Tewratê da wek "Yahwe rizgar
dike" tê şîrove kirin. [121]
Îsa
pêxemberê dawî yê Îsraîlîyan e û Încîl jê ra hatîye şandin. Meryem bê bav wî
anîye cîhanê. Di Quranê da di bîst û du cihan da derbarê Îsa da agahîyên
berfireh hene. Îsa ruhê ku Cebraîl bi nefesa xwe daye Meryemê ji ber vê yekê wî
her tiştê ku destê xwe daye zinde bûne û mirîyan sax kirîye.[122]
Xweda, bi Îsa pêxember ra gelek mûcîze nîşan dane, wek şîfa kirina kor û
gurîyan, bi nefesa xwe ya wek balindeyan can dide herîyê, mirîyan sax dike û
mirîyan radike, axiftinên mirovan ku di malê da dikin agahdar dibû.[123]
Di edebîyata kurdî ya klasîk da Îsa pêxember
di derbarê saxkirina mirîyan, şîfakirina kor û gurîyan, nazilbûna Încîlê
derdikeve pêş me. Feqîyê Teyran di vê helbesta xwe da Îsa pêxember kesekî
ku ji hezkirina cîhanê dur nîşan daye. Her ku tê zanîn Xweda gelek mucîze û
keramet nîşanî wî dane û jê ra kîtêba muqeddes Încîl şandîye lê ew her tim li
ser rêya Xwedê bû ji ser vê rê derneket. Di bin hezkirina xwedê da maye û li
pey fanîbûna cîhanê da neçûye. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Xûndkarê xwudantext man
Ne kubbarê xwudanbext man
Ne kuffarê xwudansext man
Ji wê Îsa ku neyyar e [124]
Di
vir da Îsa nîşaneya terkê dinê hatîye bikaranîn. Îsa pêxember hate vê cîhanê ji
vê cîhanê radî an jî razî nebû ji cîhanê hez nekir û piştra dev jê ber da û çû.
Helbesta têkildar viha ye:
Dinê ew bû ku Îsa dî
Bi şiklê wê nebû radî
Telaq dabû li nik qadî
Ji ser danî serhefsar e[125]
2.1.27. Cercîs
Cercîs şexsîyetekê
dînî, dîrokî û efsanewî ye ku bi qasî sêsed sal piştî Îsa jîyaye. Cercîs bi
bazirganîyê mijûl dibû û ji alîkarîya feqîr û kesên ku di tengasîyê da ne hez
dikir. Pêşniyaz û rênimayîyên Împaratorîya Romê ji bo ku Cercîs perestina pûtan
red kirîye û li ser dînê rast biryar daye, rastî gelek îşkence û zordarîyan
hatîye. Tê bawerkirin ku gelek caran hatibe kuştin jî (li gor hin gotinan sê
caran, li gor hinekan heftê caran) dîsa zinde bûye. Li ser jiyana wî da, zêde
agahiyên zanistî nîn in.[126]
Cercîs di edebîyata
kurdî ya klasîk da zêde nehatîye bikaranîn. Tenê di du helbestên Feqîyê Teyran
da derdikeve pêş me. Bi êşkişandin û îşkenceyan hatîye bikaranîn. Di vê çarîna
jêrîn da Feqî wek sembola êşê sembolîze kirîye. Di vir da dibêje; Cercîs bi
birekan birîn, Eyûb pêxember jî di nav kurman da dirî û perçe bû, Yûsuf
pêxember jî weke ebdan koleyan hate kirîn lê di dawîyê da Xweda dîsa anî
mertebeyên bilind. Di vê helbestê da Feqîyê Teyran Cercîs bi pêxemberan ra bi
kar anîye û wek wateya nebîyekî di helbestê da bi kar anîye. Helbesta têkildar
viha ye:
Cercîs bi mişaran birî
Eyyûb wekî kurman dirî
Yûsuf wekî 'ebdan kirî
Te îna ser seltenetê[127]
Di vê çarîna jêr da Cercîs bi têkilîya Yûnus pêxember ra derdikeve pêş
me. Çawa ku Yûnus pêxember ji alîyê masîyekê ve hatibû xwarin, Cercîs jî ji
alîyê împaratorê Romê ve bi çend caran ve hatîye kuştin û dîsa sax bûye. Ji ber van her du bûyeran
şibandîye hev û bi kar anîye. Bi giş di çarînê da fanîbûna cîhanê û nemayîna
wan derdikeve pêş me. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Adem ma ne Şîş ma
Ne Nûh ma û ne Îdrîs ma
Ne Yûnus ma ne Cercîs ma
Ne Eyyûbê brîndar e [128]
2.1.28. Ebû Cehl
Navê
wî Ebu'l-Hekem Amr b. Hîşam b. Muxîre ye. Ew yek ji serokên Qureyşîyan û
dijminê herî mezin ê pêxember e. Di 70 salîya xwe da di şerê Bedirê da di sala
duyemîn a hicrî da ji alîyê Ebdullah Îbnî Mesûd ve hat kuştin. Dema Pêxember
kelaşê wî dît, şikr kir û got: “Fir’ewnê vê umetî ev e! Di her çalakîya ku li
dijî Pêxember dihat kirin da roleke mezin dilîst. Navê Ebû Cehl (Bavê Cehaletê)
Pêxember lê kirîye.[129]
Navê wî rasterast di Qûranê da derbas nebî jî di ayeta Eleqê da di derbarê wî
da nazil bûye. Di sûreya Eleqê da ayetên neh û dehan da viha dinivîsîne; Ka ji
min ra bêje: Ma te nedît yê ku rêya nimêjê digire. (Rêya nimêjê) li evdekî
digire dema dixwaze nimêj bike.[130] Tê
zanîn ku di dema îslamê da gava Muhemed pêxember nimêj dikir Ebû Cehil rêya
nimêjê digirt û nedihişt nimêjê bike. Ev sûreya Quranê jî di derbarê vê mijarê
da nazil bûye.
Di
helbestên Feqîyê Teyran da tenê li cihekî da derbas dibe û wek kesayetekê
neyînî hatîye bikaranîn û di helbestên ku wateyên bed nişan didin bi tiştên bed
tê şibandin. Di vir da dibêje; Cîhan bûka Ebû Cehil e û ji bo me gunehkaran weke
hingiv e. Lê ji bo kesên jîr û biaqilan ra tiştekê bed û xirab e. Li gor Îsa
pêxember jî mirar e yanî xirab e û kêrî tiştekê nayê.
Dinê bûka Ebû Cehl e
Li nik me ‘asiyan nebl e
Li 'eqlê aqilan tehl e
Li nik Îsa ku murdar e[131]
Navê Ebûbekir yê esil; Abdullah
b. Osman b. Amir b. Amr b. Kab b. Sa’d b. Teym b. Mera b. Ka’b b. Luî b. Xalib
el-Kirşî et-Teymi ye. Maneya peyva Bekir ya eslî el-Bekir e. El-Bekir yek ji
navên hêştirên nêr e. Di heman demê da Bekir navê kebîleyeke mezin ya ereban e.
[132]
Ebûbekir, xelîfeyê
yekem û hevrêyê pêxember, bavê Eyşeyê ye. [133]
Navê Ebûbekir ê ku di serdema cehaletê da "Ebdu'l-Ka'be" bû. Piştî ku
bû Misilman ji alîyê Pêxember ve wek Abdullah hat guhertin. Her wiha ji ber ku
mal û milkê xwe di rêya Xwedê da xerc kirîye, bi nasnavê “Zû'l-hîlal” û ji ber
ku pir rehm û merhemet bûye jî nasnavê “Evvah” lê kirine. Lê nasnavê wî yê herî
navdar “Siddîk” e. Ji ber ku piştî wefata Pêxember wezîfeya îdareya dewletê
girtîye ser milê xwe bi navê “Xelîfetû Resûlîllah” hatîye nasîn.[134]
Di
edebîyatê kurdî da ji ber fezîletên wî ji alîyê şefeatê û pesindayîna wî ve
derdikeve pêşîya me. Di helbestên Feqî da tenê sê cihan da derbas dibe. Yek di
Kela Dimdimê da wek şefaet û wesîle bi kar tîne. Ya duyem û sêyem da jî Îlahî
‘Ebdukel Atakê da derbas dibe ew jî bi heman awayî wek vesîlekirinê hatîye bikaranîn.
Di
vir da destpêka Kela Dimdimê tîne ziman. Di destpêkê da serokên eşîran li hev
dikin û ji bo şer amadehîyê dikin. Di vir da jî dibêje hemûyan rayek vekirin
yanî hemû bûn yek û heman rayê dan. Gotin aferîn ji bo vê ehda ku kirin. Avêtin
tac û milk û textan û qebûl nekirin. Bi xatirê Ebû Bekir tevgerîyan û meşîyan.
Hemiyan rayek vekir
Go aferîn ehda te kir
Avêtin tac qebûl nekir
Li ser xatira Ebû Bekir[135]
Di vir da Feqî çaryaran ji bo
xilaskirina xwe ji bo şefaetê her çar xelîfeyan bi kar anîye. Ebdê Xûdê
xeletîyan dikin û dikevin behra îsyanê, bi xatirê Babekir û Osman, bi hevaltîya
Elî û ‘Umer min ji vê rêya xelet xilas bikin ji vê îsyanê rizgar bikin.
Helbesta têkildar viha ye:
Xerîq e 'ebd fil 'isyan
Bi heqqê Babekir û Osman
Elî 'Umer şcrîkê wan
Xelas kin min ji isyanê![136]
Navê
Umer yê eslî; Omer b. El-Hattab b. Nûfeyl b. Abdiluzza b. Riyah b. Abdillah b.
Kurt b. Rezah b. Adiy b. Ka’b b. Lueyy b. Galib b. El-Kureyşî b. Advi ye.
Neseba wî, Ka’b b. Lueyy b. Galib digihîje pêxember. Leqeba wî Faruk e. Bavê wî
Hattab b. Nûfey e.[137] Li ser jiyana Omer a berîya
misilmantîyê zêde agahî nînin lê dihê gotin ku dema ew ciwan bû, şivantîyê
dikir, wek adetên li Mekkê, ji eraq û jinan pir hez dikir, siwarîyekî baş bû,
çekan baş bi kar dianî. Helbestan ra eleqedar bû, baş diaxivî, xwendin û
nivîsandina wî hebû, pisporê ilma Ensab bû, bi bazirganîyê ra mijûl dibû, ji
Qureyşîyan ra qasidîyê dikir û endamê meclîsa Darun-Nedve, nûnerê eşîra xwe bû.[138] Omer xelîfeyê duyemîn ê Îslamê
ye. Di sala 591ê zayînê da li Mekkeyê hatîye dinê. Nêzî 8 salan dijmintîya
Îslamê kirîye û alîgirê muşrikên ku biryara kuştina Muhammed dabûn girt. Heta
kuştina Mihemed jî bi ser xwe da girt, lê ji ber vê hewldanê bû misilman. Piştî
ku ew bû misilman, Îslamê hêz girt û bi eşkereyî teblîx hat dayîn.[139]
Di
edebîyatê da wek xelîfeyên din pesindayîna xelîfeyan û ji bo şefaat xwestinê tê
bikaranîn. Feqîyê Teyran di helbestên xwe da di wateyên şefaet û wesîleyê bi
kar anîye.
Li ser xatira 'Umer e
Di rêya Pêxember e!
Xwe bikin, ker bi ker e
Rûspî bin da di meşher e[140]
Xerîq e 'ebd fil 'isyan
Bi heqqê Babekir û Osman
Elî 'Umer şcrîkê wan
Xelas kin min ji isyanê![141]
Navê wî, Osman bin Affan bin
Ebi’l-As bîn Umeyye bin Abdişems bin Abdimenaf bin Kusay bin Kilab e. Nijada
Osman bi Abdimenaf digihîje pêxember. Osman kurê keça meta Muhammed e.[142] Xelîfeyê sêyemîn ê Îslamê ye.
Piştî şehadeta Omer bû xelîfe. Ji ber ku bi du keçên Muhemmed ra zewicîye, bi
navê “Zinnureyn (xwedî du çirayan)” tê naskirin. Wî Qurana Pîroz di 7 nusxeyan
da ji nû ve derxist û ji bajarên fmezin ên îslamî ra şand û bi vî awayî pêşîya
li xwendinên cuda girt. Ji ber ku Qurana pîroz berhev kirîye bi navê
"Osmanê Camî" tê naskirin. Ew ji alîyê komeke serhildêrên Misrî ku di
demsala hecê da hatibûn Medîneyê hat kuştin. [143]
Di edebîyata kurdî ya klasîk da
Osman jî wek xelîfeyên din ji bo şefaetê û ji bo gûzînê yanê bijartebûna wan
derdikevin pêşîya me. Feqîyê Teyran di helbestên xwe da li sê cihan bi kar
anîye û bi giştî jî ji bo wateya şefaetê bi kar anîye.
Xwedanê lewhê eflak î
Bi 'Usman û bi Heyder key[144]
Xerîq e 'ebd fil 'isyan
Bi heqqê Babekir û Osman
Elî 'Umer şcrîkê wan
Xelas kin min ji isyanê![145]
Navê wî; Alî b. Ebî Talib b.
Abdulmuttalîb b. Haşîm b. Abdî menas b. Kusay b. Kilab b. Murre b. Ka’b b. Luey
b. Galip b. Fihr b. Malik b. Nadr b. Kinane b. Huzeyme b. Mudrîke b. Îlyas b.
Mudar b. Nezar b. Ma’d b. Adnan e. Pismamê Muhammed e. Gava ji dayîk bû navê
Esed dabûnê. Dêya wî navê bavê xwe Esed b. Haşim dabûyê.[146] Ew
ji çar xelîfeyên mezin ên dawî ye. Kurê Ebutalipê zava û apê Mihemed pêxember
e. Ji zarokatîya xwe ve li cem Mihemed jîyaye. Ew yek ji misilmanên pêşîn e ku
bawerî bi Muhammed pêxember ra anîye. Bi keça Mihemed Fatima ra zewicî û 5
zarokên wan çêbûn. Navê zarokên wan Hasan, Huseyîn, Mûhsîn, Ummu Gulsum û
Zeynep bû. [147]
Di edebîyata me da Elî bi gelek
leqeb, nasnav û wesfan tê behskirin; Haydar, Aliyyû'l-haydâr, Kerrâr, Haydarê
Kerrar, Îmâmê Elî, şêrê Allah; Esedullah, Şîrê Yazdân, Şîrê Xweda, Gazanferê
Barî; Ebu Turâb, Îmâmê saint, Emirûl-mûminîn, Murtazâ, Aliyyû'l-murtaza,
Ebu'l-Hasan-Bu'l-Hasen; Al-galib (kesê ku bi ser dikeve).[148]
Di edebîyata kurdî ya klasik da
Elî zêde bi çaryar yanî bi çar xelîfeyan ra tê bikaranîn. Ji xeynî vê bi şûrê
xwe ra ku di nav şeran da bi kar dianî “Zulfeqar” derdikeve pêş me. Bi leqebê
Heyderê Kerrar û Bûlhesen jî tê bikaranîn. Bi şibandina mêranî û şêran dibe
sembolek û di helbestan da derdikeve pêş me.
Feqîyê Teyran di helbestên xwe
da li du cihan da bi kar anîye û yek bi navê Elî û ya din jî bi navê Heyder bi
çaryaran ra bi kar anîye. Di van her du helbestên jêr da feqî çaryaran ji bo
şefaetê bi kar anîye û wan ji bo xilaskirina xwe wesîle dike, dixwaze bi xatirê
wan Xweda wî efû bike ji agirê dojehê xilas bike. Helbesta têkildar viha ye:
Ewê roja dibit mehşer
Ebabekir digel Heyder
Meger Osman digel 'Umer!
Me derbas kin ji nîranê!
Xerîq e 'ebd fil 'isyan
Bi heqqê Babekir û Osman
Elî 'Umer şcrîkê wan
Xelas kin min ji isyanê![149]
2.1.33. Bersîsê Abid
Navê
Bersîs di çavkanîyan da bi aramî ve tê girêdan. ‘Ber’ tê wateya law ‘sîsa’ jî
tê wateya cilê di renge zêrîn yê li ser keşeyan tê bikaranîn. Di hin çavkanîyan
da cihû, di hin çavkanîyan da jî keşeyekê fileha derbas dibe.
Çîroka
Bersîsê Abid bi gelek awayî û cuda cuda hatîye vegotin. Lê bi giş dişibin hev
jî li gor meseleyê. Feqîyê Teyran li gor çîroka Îbnî Abbas bi kar anîye û bi
kuryehî çîrok viha ye:
“Di dewra Fetretê da keşeyekî
mibarek hebû. Ev keşe gelek zehmetîyê dabû Îblîs. Îblîs hemû şeytanan kom kir û
ji wan ra got di nav we da yekî ku bikaribe Bersîs nîne? Di nav wan da
şeytanekî bi weswesedayîna pêxemberan ra erkdar e ku navê wî Ebyed e derket
holê. Vê erkê hildigire ser xwe. Pêşî bi şiklê keşeyekî dikeve keşîşxaneyê.
Gazî Bersîs dike lê Bersîs bersivê nadîyê. Dît ku Bersîs bersiv nade ew jî li
goşeyekî dest bi îbadetê dike. Bersis wî dibîne ku îbadetê dike poşman dibe û
bersivê dide. Dibêje tu çi dixwazî? Ebyed dibersivîne: Ez dixwazim bi te ra
bimînim û îbadetê bikim, fêrî ilmê bibim. Bersîs qebûl dike û bi salan pê ra dimîne.
Bi hev ra nexweşan derman dikin û şîfayan didin gel. Ebyed mirovan nexweş dikir
û dişand ba Bersîs. Bersîs jî wan derman dikir, baş dikir. Rojekê Ebyed keça
kralekî nexweş kir û wek wesweseyê berê wan jî da alîyê Bersîs ve. Keçik anîn
ba Bersîs û Bersîs jî dest bi dermankirinê dike lê Ebyed bi wesweseyan dibe
bela serê Bersîs. Xweşikbûna keçikê bandor li ser Bersîs dike û di dawîyê da
Bersîs ji rê derdikeve û keçik jî awis dibe. Piştî ku awis dibe zikê wê dîyar
dibe û Ebyed dîsa tê ba Bersîs wesweseyan didîyê dibêje: Tu rezîl bibî, hê kes
fêm nekirî wê bikuje û gava malbata wê were ji te bipirse bibêje şeytan wê bir
û kuşt. Bersîs bîya Ebyed dike û dikuje, malbata keçikê jî bawer dikin ku
şeytan kuştîye. Piştra Ebyed dikeve xewna malbata keçikê da û dibêje Bersîs
viha kirîye yek bi yek dibêje. Cihê gora keçikê jî di xewna wan da nîşanê wan
dike. Gora wê dibînin û Bersîs jî li ber key îtîraf dike. Key fermana mirinê
didîyê û di dema darvekirinê da Ebyed tê ji Bersîs ra dibêje ger tu îtaatê bikî
û ji min ra secde bikî ez ê te ji destê wan xilas bikim. Bersîs qebûl dike û
secde dike lê Ebyed wî xilas nake dibêje: ez ji te dur im û ji Xwedê ditirsim.”[150]
Di
edebîyata kurdî ya klasîk da li ser bûyera Bersisê Abid Feqîyê Teyran qasîdeyek
nivîsîye û bûyerê yek bi yek rave kirîye.
Di
van her du helbestan da Feqî çîroka Îblîs û Bersîs vedibêje. Viha em dikarin
rave bikin: Guneh û eybên bersîs eşkere bûn, her kesî bihîst vê serpêhatîyê.
Piştra biryara mirina Bersîs dane, hatîye sînora helaqbûnê.
'Eybê di xef bûn eşkera
Hemyan bihîst ew macera
Bersîs hîlawîstîn beşera
Hate heddê hilaketê[151]
Di
vir da jî dibêje; ew Bersîs bextreş bû bê dewlet bû, navê wî ji vê cîhanê hatibû
rakirin, bawerîya xwe ji gotinên Îblîs anî û bi rizaya xwe secdeyê ji şeytan ra
kir.
Ew 'abidê bê dewlet e
Navê ji dunyayê ret e
Vê xeberê bawer kete
Secde dibit ji rewdetê[152]
2.1.34. Şêxê Senan
Pêşî
Ferîduddînê Ettar di berhema xwe ya bi navê Mentiqu't Tayrê da çîroka Şêxê
Sen'an nivîsandîye. Fêqiyê Teyran di sala 1030/1620 da menzûmeya Şêxê Sen'an
nivîsîye. Mijara menzûmeya ku ji 362 bendan pêk tê, serpêhatiya eşqa şêxekî zahid û keçeke ermenî
ye. Sen'an bi eslê xwe ji Yemenê ye û navê wî yê rast Şêx Ebdurrezaq e.[153]
Şêxê
Senan yek ji mezintirîn alim û şêxên serdema xwe bû. Di salan gelek şagirtên wî
çêbûne. Ew bi dilsozîya xwe ya ji Xweda ra û bi zanîna xwe tê naskirin.[154] Lê
şevekê, ew di xewna xwe da keçeke fileh dibîne û nas dike. Ev xewn li ser wî tesîreke
mezin dike.[155]
Şêxê Senan li pey xewna xwe diçe welatê roman da ku vê keçikê bibîne. Di dawîyê
da keçikê dibîne û evîndarê wê dibe. Şêxê Senan ji bo evînê dev ji îslamiyetê
berdide, dînê mesîhî dipejirîne, şerab vedixwe û şivantîya berazan dike.[156] Keça
mesîhî fedakarîyên mezin ê Şêxê Senan dibîne û tesîreke mezin li ser wê dike.
Di dawîyê da ew bi xwe dibe misilman. Ji ber vê yekê, rêwîtîya evînê ji bo her
du aliyan ve dibe evîna Xwedayî.[157]
Berhema
Ferîduddîn Ettar a bi navê Mentiqu't Tayrê (Zimanê Çûkan) di navbera dawîya
sedsala 12an û destpêka sedsala 13an da hatîye nivîsandin.[158]
Digel ku dîroka nivîsandinê tam ne diyar be jî, ji ber ku Ettar di navbera
1140-1220 da jiyaye, tê texmînkirin ku berhema wî di navbera salên 1177-1200 da
hatîye nivîsandin.[159]
Mentiqu't Tayr a Ferîduddîn Ettar, mîna berhemên din ên klasîkên îslamî, hîn jî
li Kurdistanê û herêmên Rojhilatê tê xwendin û mijara lêkolînên akademîk e.[160] Di
vê berhema giring da werger û veguheztinên zimanên curbecur hene. Bi taybetî
zimanên rojhilatî yên wekî kurdî û farisî.[161]
Xebat bi eleqeyeke taybet li ser zimanên wekî kurdî û farisî hatîye
lêkolînkirin û di vê çarçoveyê da hatîye wergerandin.[162]
Di
vir da Feqî dibêje; Çawa ku Mecnûn evîndar bû û gelek tişt hatin serê wî heman
tişt bi serê Şêxê Senan jî derbas bûn. Ji alîyê îmanê ve bêzar kir, bê derman,
bêhal kir, bi spehîtîya xwe bi xweşikîya xwe, bi narînbûna xwe ve renggeş kir
xiroş kir. Helbesta têkildar viha ye:
Bi serê Mecnûn çi reng anî
Wekî Şeyxê di Sen'anî
Ku bêzar kir ji îmanî
Şepal û şoxa renggeş tê[163]
2.1.35. Ettar
Navê
wî yê eslî Muhammed e û navê bavê wî Îbrahîm e. Li Kedken a girêdayî Nîşabûrê
hatîye dinê. Di helbestên xwe da mexlesên “Ettar” û “Ferîd” bi kar anîye.
Dîroka jidayîkbûna wî 6ê Şabana 553 (1ê îlona 1158) e. Di 10ê Cemazîyelahîra
627an da (25ê Nîsana 1230) wefat kirîye. Di 25 salîya xwe da ketîye nav
tesewûfê û Ji alîyê Moxolan ve hatîye kuştin. Gelek berhemên wî hene; Dîwan,
Muxtarname, Esrarname, Musîbetname, Tezkîretûl-evlîya, Mantiku’t-tayr berhemên
wî ne.[164]
Ferîdedûnê
Ettar di kitêba xwe ya meşhûr Mentiqu't-Teyrê da çîroka şêxê Sen’an bi
dûrûdirêj zikr dike.[165] Di
helbesta Feqîyê Teyran da ji ber ku ev çîrok pêşî bi destê Ettar hatîye
nivîsandin dihê behskirin.
Di
vir da li ser hîkayeta Şêxê Senan navê Ettar tê derbas dibe û ji ber
nivîsandina vê hîkayetê behsa wî dike. Dibêje meleka hadî jê ra hat, çîroka
murşid dîsa bi kar anî, bi destê Şêx Ettar ev çîrok hate nivîsîn ji bo vê
hatina Şêx bi destê Şêx Ettar e. Wekî ku ji Ke'bê ve tê.
Melekê Hadî bi xar hat
Qisseta murşid bi kar hat
Şêx bi destê Şêx Ettar hat
Her wekî ji Ke'bê ve tê[166]
Feqîyê
Teyran li ser nivîsîna çîroka Şêxê Senan ya Ferîdudîn Ettar wek keşfekê dibîne
û ev keşf bi destê Şêx Ettar hatîye meydanê. Dibêje; dur yanê încî di vê gavê
da ji behran derdikeve, Şêx Ettar anî keşşafê yanî tiştekê muhim yê keşf kirî
Şêx Ettar e. Sofîyan dest bi tewafê kir, Dilê vê keça fileh ronîyek ji bo Şêx
vebû. Yanî di encama çîrokê da keça fileh jî dibe evîndarê Şêxê Senan û ev
rêvîtîya ji bo Xwedê hatîye kirin xasil dibe. Helbesta têkildar viha ye:
Dûr ji behran têt wê gavê
Şex Etar anî keşşafê
Sofiyan berda tewafê
Xachebîn dil vê ketê[167]
2.3. CIN Û FIRÎŞTE
Di
edebîyata klasîk da, firîşte û cin motîfên girîng in ku di bin bandora kûr a
mîtolojîya îslamî, Qurana pîroz û kevneşopîyên edebî yên kevn da hatine bikaranîn.
Ev hêman, bi taybetî li ser kevneşopîya îslamê, di çîrok, helbest û destanan da
wek kasayetên sereke yên cîhana metafizîkî xuya dikin. Di edebîyata klasîk da
bikaranîna firîşte û cinan armanc dike ku dersên ehlaqî bide, nîzama kozmîk
rave bike, an jî têkiliyên mirovan ên dinyayî û dinyaya din bide ravekirin.[168]
Firîşte
wek heyînên pak û sivik ên ku emrên Xweda bi cih tînin tên teswîrkirin.[169] Ew
yek ji gewherên herî bilind in ku ji hêla Xweda ve hatine afirandin û rasterast
sembolên qencî û edaletê ne.[170] Di
edebîyata klasîk da, firîşte pir caran bi pêxemberan an jî mirovên hêja re têne
girêdan. Hebûna wan di çîrokan de cih digire da ku peyamên xwedayî ji mirovan
re ragihînin û rehm û xezeba Xwedê nîşan bidin. Wek mînak Cebraîl wek melekê ku
wehyê tîne xwedî girîngiyeke mezin e. Melaîket bi gelemperî wekî sembolên
razber, pêkenokên rastdariya exlaqî û nûnerên îradeya xwedayî têne hesibandin.[171] Ji
aliyê din ve, cin weke heyînên ku ji agir hatine afirandin, mîna mirovan xwedî
îrade ne lê di cîhana metafizîk da dijîn, têne bawerkirin.[172] Di
edebîyata klasîk da, cin heyînên ku dikarin bandorê li mirovan bikin û bi sêhr
û sirê ve girêdayî ne. Her çend ew bi gelemperî wekî heyînên xerab têne xuyang
kirin jî, cinên ku ji mirovan re dibin alîkar an jî zanîn û agahîyan tînin jî
di hin xebatan de têne dîtin. Ev cewhera dualî ya cinan piştgirî dide armanca edebîyata
klasîk ku têkoşînên exlaqî û giyanî yên mirovan bi hêmanên serxwezayê re diyar
bike.[173]
2.3.1. Cebreîl
Di
çavkanîyên Cihû û Xirîstîyanan da wekî Gabrîel derbas dibe. Cebraîl ku ji
peyvên "geber" bi wateya "mirovê xurt" û "el" bi
wateya "Xwedê" pêk tê. Bi eslê xwe Keldanî an jî Sûryanî ye. Peyv bi
heman awayî derbasî Yewnanî û Latînî bûye. [174]Ji
melekên mukerreb e û bi saya wehî û fermanan navbeynkarîya Pêxember û fermanên
Xweda dike ew melek e.[175]
Cebreîl
di helbestên Feqîyê Teyran da di sê cihan da derbas dibe. Di wateyên qasidê
Xûdê û yê ku wehyê dike tê bikaranîn. Di van her sê helbestan da jî di heman
maneyê da hatîye bikaranîn û wek alîkarê ku Xweda şandîye di helbesta
Zembîlfiroş da derbas dibe. Gava ku Xatûnê dixwaze dest bavêje zembîlfiroş, xwe
ji pencereyê da diavêje û Cebreîl di hawara wî û wî bi nermî ji hewa digire û
datîne erdê. Helbestên têkildar viha ne:
Ew xaliqê her ilm li nik
Wî gote Cebraîl çapik
Here ebdêm bigir sivik
Qenc lê bike seltenetê[176]
Ey Cebraîlê pir çelenk
Hate xwarê ji banê felek
Law li hewa girt û gelek
Ji wî ra dikit inayetê[177]
Cebraîl hatî bi kermi
Law li hewa girt bi şermi
Danî ser erdê bi mermi
Xilas kirî ji zehmetê[178]
2.3.2. Ebyed
Mîrê
cinan, navê şeytanekî ye.[179]
Ebyed îlbîsekê ku wesweseyê dide pêxemberan tê qebûlkirin. Di serdema Fetretê
da keşeyekî bi navê Bersîsa hebû. Bersîs Îblîs westandibû. Îblîs şeytanên pêşeng
civand û got: Ma di nav we de kesek heye ku li şûna min Bersîsa têk bibe?
Şeytanê bi navê Ebyed ê ku ji pêxemberan re peywirdarê wesweseyan bû, got:
"Ez ê li ser navê te bi wî re mijûl bibim û wî têk bibim."[180]
Ebyed
di çîroka Bersîsê Abid da derdikeve pêş me. Di hin rîwayetan da jî bi vê
qisseyê ra hatîye bikaranîn. Di vê çarînê da viha dibêje; Gava Şeyten Ebyed
peywirdar kir û ferman dayê, Ebyed kete rê, Wê şevê diçe ber guhê bavê keçê, bi
sûretê hakimekî dikeve xewna wî û ji serî binî bûyera ku li ser keça wî
qewîmîye yek bi yek di xewnê da jê ra got. Helbesta têkildar viha ye:
Şeyten li Ebyed lewme kir:
"Te bi xatirê babê xwe kir
Îman ji Bersîs çênekir
Rabe here kîfayetê[181]
2.3.3. Harût Û Marût
Hârût û Marût navên
Erebî ne. Derbarê koka van navan da nêrînên cihêreng hene. Harût û Marût cara
yekem di Avestayê da, ku pirtûka pîroz a Zerdeştî ye, tê behskirin. Bi navên
Haurvatât û Amuratât tê binavkirin. Dema ku Haurvatât, ku di nav Amesha Spentas
da ye, parastvanê avê tê hesibandin, Amuratât parêzvanê nebatan e.[182]
Çîroka
Harût û Marût, di dinên berîya Îslamê da di Akad û Sumerîyan da jî tê dîtin. Di
Avestayê da ev her du nav wek "Haurvatât" (Hordad) û
"Amuratât" (Mordad) hatine binavkirin. Ev her du milyaketên ku hatine
şandin lê ji ber gunehên ku kirine bi serûbinî avêtina Bîra Babîlê, hatine
cezakirin. Ji bo mirovan ra behsa zirarên sêrbazîyê vebêjin li dijî vê kirine û
di vê çarçoveyê da di xerabî û gunehîyan kirine. [183]
Di
helbestên edebîyata kurdî ya klasîk da Harût û Marût bi çalê û avêtina çalê, bi
lêxistina zincîrê û cezakirina wan a bin axê derdikevin pêş me. Feqîyê Teyran
di helbestên xwe da Harût û Marût bi lêxistina zîncîrê û bi avêtina çalê bi kar
anîye.
Di
vir da feqî di derbarê Şêxê Senan da ku aşiqê keça ermenî bû dişibîne Harût û
Marûtê ku bi zincîrê dabin. Gelekan birîndar kirin şêran, mîna Harût û Marûtê
melek, zincirî kirin wê dîlbera çavbelek, rûnişt li ser doşeka saltanatê.
Mecrûh kirin şêran gelek
Harût û Marûtê melek
Zincîr kirin ya çavbelek
Li ser doşeka seltenatê[184]
Di
eşqa mecazî tîne ziman û dibêje yê ku nazik û nazenîn tu yî yê ku delal û
bextxweş berbext tu yî, yê ku bi nîmet û bi qenc tu yî. Yê ku bişewq dişewite
ez im, yê ku daîmî dinale ez im, yê ku zara zarê êşê dikişîne ez im, mîna
Harûtê di çalê da me ez. Di vir da çala ku Harît avêtinê xemzeya dîlberê ye ku
Feqî dibêje ez ketime vê çalê da û dinalim, êşê dikişînim. Helbesta têkildar
viha ye:
Ê bişewq û halê ez im
Daîm dinalê ez im
Zar zar dikalê ez im
Harût di çalê ez im[185]
2.3.4.
Îblis
Her
çend eslê wê nakok be jî, li gorî hin şirovekaran, Îblîs, ku ji peyva erebî
iblâs hatiye wergirtin, tê wateya pir xemgîn, reşbîn, bêhêvî, poşman, ji poşman
û xemgîniyê qut bûye û ne baş e.
Di
Quranê da di yazdeh ayetan da cih girtîye. Mijara sereke di van ayetan da ev e
ku Îblîs emrê Xwedê nerazî kir û êrîşî pêxember Muhammed kir. Ji ber ku nexwest
secde ji Adem ra bike, ji ber Xwedê hat dûrxistin, heta axiriyê lanet lê hat
kirin û bû yek ji kafiran.[186]
Di
edebîyata kurdî ya klasîk da Îblis bi têkilîya Adem pêxember û secde nekirînê,
bi têkilîya wî û Ebyed, weswese dayîna wî, kirinên wî yên xirab, Xweda û
avêtina wî ya bihiştê, Kibra, pozbilindîya wî di helbestan da tê bikaranîn.
Feqîyê
Teyran di vê çarînê da behsa meseleya Adem û ketina eqlê wî ya Îblis tîne
ziman. Dibêje; Xweda xezeb anî ji Îblis ra, bavm Adem gotinên wî bi cih neanî,
yên ku bûne sebebê Adem şeytan bûn, Xweda jî wan ji bihiştê qewirand.
Xaliq li Îblis kir xedeb
Bapîr bi cih nanî edeb
Adem şeyatîn bû sebeb
Avête der ji cennetê[187]
Di
vir da têkilîya çîroka Bersisê Abid û ketina eqlê wî û ji rê derxistina wî dihê
behskirin. Feqî di vir da dibêje ez ê behsa vê çîrokê bikim ka çawa Îblis
ketîye hişê Bersis da.
Hatim qissa Bersis bibêm
Şeytaniya Îblis bibêm
Li abidê hebîs bibêm
Îzhar bikim wê şuhretê[188]
2.3.5. Mûnker û Nekîr
Di
ferhengê da wek Munker û Nekîr, ji koka neker (nekare) ya ku tê wateya
"nezanîn, şedîdbûn û tirsdêr"ê çêbûye. Mûnker û Nekîr dihê maneya
“nayê naskirin, şedîd û tirsdêr”. Tê gotin ku ew her du milyaket in di alema
berzahê ji mirovan pirs û sewalan dikin, hesaban ji wan dikin. Di Quranê da li
ser jiyana qebrê da derbas dibin, lê wek Munker û Nekîr derbas nabin. Munker û
Nekîr di hedîsên curbecur da behsa wan tê kirin.[189]
Di
helbestên Feqîyê Teyran da tenê di çarînekê da derbas dibe û di wateya mirinê
da têkilîya mirinê bi kar anîye. Di vê çarîna jêr da behsa mirinê û piştî
mirinê dike. Dibêje ezê di nav zulmetê yanî tarîtîyê da bimînim, Minker û Nekîr
tên li cem min, yê ku rêberîyê bike tu yî ey Xweda, bi xatirê Quranê bikî min.
Ji bo Quranê min efû bike. Helbesta têkildar viha ye:
Ji zulmatê bibînim fer
Nekîr têtin digel Munker
Eya Me'bûd tu yî rehber
Bi heqqê cumle Kur'anê[190]
2.3.6.
Zebanî
Peyva Zebanî ji rehê “zebn” ku bi rastî tê
maneya "tehfandin, bi tundî xirikandin" e. [191]Di bawerîya Îslamê da çawa ku firîşteyên
parêzvan ên bihiştê hene, bi heman awayî firîşteyên parêzvan ên dojehê jî hene
û tê bawerkirin ku Zebanî yek ji wan e. Di Quranê da firîşteyên ku di dojehê da
peywirdar in wek "Zebanî" hatine zikirkirin.[192] Di sûreya Alaqê da ayeta 18an da viha
derbas dibe: “Em jî dê gazî zebaniyan bikin.”[193]
Feqîyê Teyran di helbesteke xwe da Zebanî bi
kar anîye û di vê helbestê da jî di maneya erka wî ya peywirdarîya dojehê bi
kar anîye. Di helbesta Bersîsê Abid da di çarîna 109an da derbas dibe. Di vê
çarîna jêr da behsa şeytan û kaça sultan dike ku şeytan hatibû li cem keça
sultan piştra wê nexweş dike da ku wê keçê bibin cem Bersîsê Abid. Ew keçeke
nazik û xwedî qîmet bû di nav gel da, Şeytan gava ew di xew da bû hate balê,
weke pîreke cadûyeke ku kabûsî li berê sekinî, Zebanîyê qiyametê bû. Helbesta
têkildar viha ye:
Ew
nazika wey mu’teber
Şeytan
di xew da hate ser
Pîr
'efiya kabûs di ber
Zebanîya
qiyametê[194]
2.4. KESAYETÊN DÎROKÎ
Di edebîyata kurdî ya klasîk da kesayet hem ji
vegotineke edebî û wateyên kûrtir û hem jî wekî sembolên exlaqî û manewî hatine
bikaranîn. Ev kesayet bi gelemperî hikûmdar, leheng, alim an zanyar in û
fezîleta wan, qelsî û lawazîya wan û têkoşîna wan a jiyanê di berheman da tên
vegotin. Bi vî awayî, fîgûrên dîrokî di edebiyatê da hem wateyeke sembolîk kar
dikin, di alîyekê din da jî di bîra gel de tên berzekirin. [195]
Padîşah û hikûmdar di edebîyata klasîk da wekî
sembolên hêz, edalet û fezîletê têne bikaranîn. Wek mînak, di berhema Firdevsî
ya bi navê Şahname da, kesayetên wek mîrê Faris Rustem wek nûnerên hikûmdarîya
îdeal hatine pêşkêşkirin.[196] Di edebîyata klasîk da
alim wekî nûnerên aqil û fezîletê dihatin bikaranîn. Ramanwerên mezin ên wek
Îbnî Sîna, Farabî û Xezalî di alema Îslamê da hem ji alîyê felsefî û hem jî ji
alîyê bijîşkîyê ve navên girîng in.[197]
Hin kesayetên dîrokî bi hêmanên mîtolojîkî ra bi heve
kirine û wesfîyeteke nîvî dîrokî, nîvî efsanewî di edebîyata klasîk da cih
girtîne. Wek mînak Îskenderê Makedonî hem wekî kesayetekî dîrokî û hem jî
lehengekî efsanewî yek ji karakterên giring ên edebiyata klasîk e. Berhema
Nîzamî ya bi navê Îskendername, hem serketin û hem jî gerên felsefî yên
Îskender vedibêje û di heman demê da pîvanên mîtolojîk ên vê fîgurî jî derdixe
ber çavan.[198]
2.4.1.
Îbnî Sîna
Li ser Îbnî Sîna
(Ebu Elî Sîna/Gali Sîna/Ebâli Sînan) di çavkanîyên devkî û nivîskî da gelek
çîrok, efsane, çîrokên gelêrî û hwd. hene. Mirovekî jîr e ku ji alîyê gel ve tê
hezkirin û naskirin, bi vegotinên bi vî rengî; filozof, fakih, müfessir,
seyyah, helbestvan û hwd. ûnvanan tê nasîn. Di gelek çavkanîyên devkî da,
ewlîya, sêrbaz, efsûnger, kîmyager û hwd. ûnvanan hatîye binavkirin.[199]
Ebû Sîna an jî Îbnî
Sîna li derdora sala 370 (980-81) li gundê Efşene yê li ser Buxarayê hatîye
dinê. Bi giştî li Rojava bi navê Avicenna tê naskirin û wekî “mîrê feylesofan”
tê binavkirin. Bi tena serê xwe dest bi xwendina berhemên tibbî kir. Bi vî
awayî Îbnî Sîna di warê tibbê û dermansazîyê da gihişte asteke pêşketî û li gor
gotina xwe, dema ku tenê şazdeh salî bû, gelek textor wî wek statûya textorîyê
da dihesibandin û ji zanîna wî sûd werdigirtin.[200]
Di edebîyata kurdî
ya klasîk da di helbestên Melayê cizîrî da bi Îsa pêxember ra derdikeve pêş me.
Îsa pêxember mirîyan sax dikir û nexweşan baş dikir bi heman awayî Ebû sîna jî
heman awayî tê şibandin û bi Îsa pêxember ra carna jî wek hekîmekî tê
bikaranîn.
Feqî di vê helbestê
da eşqa xwe tîne ziman û dibêje; ji destê sewdayê ez bûme dîn û dîwane, nikarim
eqlê xwe biparêzim û le ser eqlê xwe bimînim, ez ê Ebû Sîna li ku bibînim da ku
min derman bike, şerab da min yanî evîn û eşq da min di nav qedehekî da.
Helbesta têkildar viha ye:
Ji sewda xwe ezê dîn im
Li ser eqlê xwe namînim
Ebû Sîna ji ku bînim
Şerab da min peyalê da[201]
2.4.2.
Hîpokrat
Boqrat/Hipokrat ku wek bavê
tibbê yê nûjen tê dîtin. Berî zayînê di sala 460an da li girava Kosê/Îstenkoy
ya li parêzgeha 12 Giravên Yewnanîstanê hatîye dinê. Berhemên wî yên li ser
tibbê wergerandine erebî û bi sedsalan di cîhana îslamî da wek otorîteya tibbê
hatîye qebûlkirin. Hekîmê navdar Calînûs gelek berhemên wî şerh kirîye. Di
çavkaniyên îslamî da navê wî wek Bukrat, Bokrat, Bukrâtîs, Ebukrât, bukrât,
bukrâtîs derbas dibe.[202]
Di edebîyata kurdî da tenê di çarîneke
Feqîyê Teyran da derbas dibe. Di vê çarînê da bi navdarbûna wî ya zanyarîyê bi
Soqrat hatîye bikaranîn. Helbesta têkildar viha ye:
Ne
Calînûs û Soqrat man
Ne
Talîs û ne Boqrat man
Ne
Zulqerneyn ne mîr'at man
Ne
cumcum man ne exyar e[203]
2.4.3.
Galînos
Câlînûs, bijîjk, feylesof, mantiqzan û zanayê xwezayî ye. Di
sala 131ê mîladî da li Pergamonê hatîye dinê. Calînûs şagirtê Belînas e ku
Belînas xwendekarê Arîstoteles bû. Navê calînûs yê rast Galenos e û di
edebîyata îslamî da bi navê Calînûs navdar bûye. Câlînûs bi taybetî di alema
Îslamê da wek bijîjk dihê naskirin.[204]
Calînûs di edebîyata kurdî ya klasîk da zêde nehatîye
bikaranîn û tenê di hekbesteke Feqîyê Teyran da bi fîlozofên mîna
Talîs/Arîstotales, Boqrat, Soqrat ra tê bikaranîn. Di vê helbesta jêr da bi
Soqrat ra hatîye bikaranîn û ji ber zanîna wan ya navdar hatîye bi karanîn. Lê
gava bi giştî em çarînê binêrin wateya fanîbûna cîhanê da nemayîna wan bi kar
anîye. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Calînûs
û Soqrat man
Ne Talîs û ne
Boqrat man
Ne Zulqerneyn ne
mîr'at man
Ne cumcum man ne
exyar e[205]
2.4.4.
Platon
Navê wî yê rastî Platon e û berî
zayînê di sala 427an da li Yewnanîstanê li bajarê Egîneyê hatîye dinê. Ji ber
ku di zimanê erebî da herfa “p”yê nîne yan jî ji bo zehmetîya bilevkirinê, di
cîhan û edebîyata Îslamê da bi navê Eflatûn û Felatûn tê naskirin.[206] Ew şagirtê Sokrates û mamosteyê
Arîstoteles e.
Di edebîyatê da gelek caran
Platon wek sembola ra’y, eqil, hikmet, ilm û funûnê tê bikaranîn.[207] Di edebîyata kurdî ya klasîk da
sembola bijîşkîyê ye û bi helbestên dermankirin û nexweşîyan da tê bikaranîn.
Feqîyê Teyran Eflatûn bi
têkilîya textorî û bijişkîyê bi Lokman Hekîm ra bi kar anîye ku ew jî di heman
zanyarîyê da pêşeng e û di edebîyatê da zêde cih digire. Lê bi giştî em
helbestê binêrin wateya fanîbûna cîhanê û nemayîna evdên Xwedê da ye. Helbesta
têkildar viha ye:
Ne Eflatûn
û Loqman ma
Ne Dawûd û
Sûleyman ma
Ne Fir'ewn û ne
Haman ma
Ne sultanê di
kubbbar e[208]
2.4.5. Soqrates
Ew Fîlozofê Yewnanî
ye û B.Z. di sala 470an da li nêzîkî Atînayê ji dayik bûye. Kurê peykersaz
Sophroniskos û ebaya Phainatreyê ye. Li gor Sokrates divê mirov li hebûna xwe
bifikire, ne li prensîba hebûnê an jî heyînên fizîkî bifikire û cîhana xwe ya
derûnî bikole. Li gorî çavkanîyan Sokrates jîyaneke xwerû û sade dijîya û ev
jîyan ji siyasetê dûr bû. Qîmetê nedida cil û bergan û her tim pêxas digerîya.
Jîyana xwe li Atînayê derbas kir. Li wir cezaya îdamê lê hate birîn û B.Z. di
sala 399'an da di zindanê da bi jehrê ve hate kuştin.[209] Soqrat Mamosteyê Felatûn e. Soqret pirtûkekê
nenivîsandîye û ji pirtûkê ders nedaye şagirtên xwe. Li kuderê bigerîya û li
kuderê bijîya, ji bo şagirtên xwe ra bi ûslûbeke hakîmane ders dida.[210]
Soqrat di edebîyata
kurdî ya klasîk da zêde nehatîye bikaranîn û tenê em di helbesteke Feqîyê
Teyran da em rastê wî tên. Her ku me got Calînûs zanyarekê mezin bû û di
textorî û bijişkîyê da pêşeng bû. Zanayê xwezayê bû. Feqîyê Teyran ji ber
zanîna Soqrat û Calînûs wan şibandîye hev û ji bo fanîbûna cîhanê di helbesta
jêr da bi kar anîye. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Calînûs û Soqrat man
Ne Talîs û ne Boqrat man
Ne Zulqerneyn ne mîr'at man
Ne cumcum man ne exyar e[211]
2.4.6. Tales
Li gorî nêrîna
hevpar a heyî, Thales li derdora sala 620 berîya zayînê, li bajarê Mîletosê, ku
li peravên rojavayê Anatolyayê (dora Aydinê) hatîye dinê. Ew yek ji xaneyên
navdar bû. Thales çûye Misir û Mezopotamyayê û ji Misrîyan hînî geometrî û ji
Babîlîyan jî astronomî hîn bûye û wî zanîna xwe anîye cîhana Yewnan. [212]
Di edebîyata kurdî
ya klaîk da zêde di helbestan da cih negirtîye. Em tenê di çarîneke Feqîyê
Teyran da rastê wî tên. Di vê çarînê da bi bavê tibbê Boqrat ra bi kar anîye û
ji bo fanîbûna cîhanê nemayîna wan derdikeve pêşîya me.
Ne Calînûs û Soqrat man
Ne Talîs û ne Boqrat man
Ne Zulqerneyn ne mîr'at man
Ne cumcum man ne exyar e[213]
2.4.7.
Skender
Skender
di sala 356an a berî zayînê da hatîye dinê, Di bîst salîya xwe da bû kralê
Makedonyayê. Di xortanîya xwe da ji Arîstoteles dersên ziman, edebîyat, siyaset
û felsefeyê wergirt. Piştî ku Skender derkete ser text, wî planên ku bi
Împaratorîya Farisan ra hesaban çêkir û di demeke kurt da bi artêşeke pir mezin
êrîşî ser hukumdarê faris Dara (Daryûş) kir û farisan têk bir.[214]
Di
edebîyatê da bi gelek caran Îskender bi sedema şera ku di navbera wî û Dara da
pêk hatibû û di şer da ser ketibû tê bikaranîn. Gelek caran Îskender bi
“Neynika Îskender, Ayîneya Skender” derdikeve pêş me. Dema ku wî bajarê Îskenderîye
damezrand, Belînas, Hermis û Valins, di nav hakimên ku li wir bûn, neynikek
çêkirin û li cihekî bilind danîn. Tê texmînkirin ku keştîyên ku dihatin wê derê
di vê neynikê da mehek dûrahîya wan mabe, dihate dîtin. Ger ew keştîyên dijmin
bûya, bi ronîys tîrêja rojê ya ji vê neynikê derdiket dikaribû bişewitînin.[215]
Feqîyê
Teyran ji ber sembola neynik/mîrateyê Skender bi kar anîye. Di axiftina Şêxê
Senan û mûrîdên wî da viha dibêje; Rêber ev e û neynika Skendr jî ev e meqsed û
tişta mazhar bûye jî ev e, ev şûşeya ku canê me tê da ye. Di vê çarînê da ji
şagirtên xwe ra li ser zahirîyê û batinîyê gotinan dibêje û dibêje divê li ser
rêya yarê da herin lewra meqsed jî ev e tişta ji me ra mazhar bûyî jî ev e.
Mîna neynika Skender diberiqîne û rê nîşanê me dide. Helbesta têkildar viha ye:
Şêx
gote wan; ev rehber e
Ev
neynika Îskender e
Yan
meqsed e yan mezher e
Ew
şûşeya canê me tê[216]
2.4.8. Xanê
Zêrînzend
Navê wî wekî Emîrxanê Biradostî an jî
Emîrxanê Çolaq e. Navê wî yê esasî Ûmer
e û ew di dastana Kela Dimdimê da wekî Xanê Lepzêrîn, Xanê Zêrîndest, Xanê
Çengzêrîn, Xanê Kurdan, Xanê Sor, Mîrxan û Xanemîr tê binavkirin. Şah Ebbasê
Sefewî (1629) di gel wî çûye nêçîra şêrekî û şêr destê wî jê kirîye. Ji ber vê
mêrxasîyê Şahê Îranê destekî zêr ji bo wî çêkirîye. Li hemberî Dewleta
Sefewîyan ji bo parastina xak û serbixwetîya xwe Kela Dimdim ava kirine û tê da
berevanîya xwe kirine. Dimdim ji alîyê hêzên Sefewî ve di payîza sala 1609ê da
hatîye dorpêçkirin û ev dorpêç heta havîna sala 1610an dewam kirîye.[217] Di dawîyê da têkçûne û hatine sirgûnkirin.
Kurdên li Xorosanê ji ber vê bûyerê sirgûnê li wir kirine.
Kadri Yıldırım dibêje ev bûyer di dema
Feqîyê Teyran da qewimîye û dema ku li medreseya Finikê bû vê helbestê nivîsîye[218] Ev helbesta wî ji 67 çarinan pêk tê. Di vê
helbestê da jî gelek zêde li ser lehengîya Zêrînzend yanê Emîrxanê Biradostî û
serokên eşîrên din dike.
Di vê çarînê da behsa destpêka şerê Kela
Dimdimê dike û rabûna Emîrxanê Biradostî dike. Dibêje; rabû Xanê Zêrînzend an
jî dest zêrîn, di dema sibehê derî vekir, ji gel yên ku jêhatî û mîna leşker in
gazî wan kir, li ser wan reşand enber û şekiran. Her ku tê zanîn kesên ku diçûn
şerê li ser wan şekir gul û enber an jî bêhnên xweş dişerandin. Helbesta
têkildar viha ye:
Rabû
Xanê
Zêrînzend e
Subhê
vekir derbend e
Xelqê
cindî dixwend e
Reşandin
'enber û qend e[219]
2.4.9. Asef
Li gor çavkanîyên îslamî da wezîr û kâtibe Sulêyman pêxember e. Ji
malbata Gerşom kurê Berekya ye. Sembola qencî, pêşbînî, rêveberîya serkeftî û
tedbîrîyê ye[220]
Di rîwayetekê da tê gotin ku Belqisê bi text ra wî anîye.[221] Her çi qas navê wî di
Quranê da derbas nebûbe jî, gelek tefsîr û alim dibêjin ku di ayeta 40emîn a
sûreya Neml da bi “xwedîyê ilmê kitêbê” di derbarê wî da nazil bûye.[222]
Di edebîyata kurdî da zêdehî bi têkilîya text û belqisê, bi têkilîya gustîla
Xatem, bi têkilîya ku bilez mîna bayê anîna textê Belqisê di helbestan da hatîye
bikaranîn.
Feqîyê Teyran di helbestekê da tenê bi kar anîye û ev helbest jî bi
têkilîya fanîbûna cîhanê û nemayîna zatên mubaret û mezin tê behskirin. Di vê
çarînê da Asef bi têkilîya gustîla bi navê Xatem ya Sulêman pêxember hatîye
bikaranîn.
Dema ev gustîl aîdê Adem bû, Cebreîl anî û da Sulêman pêxember û motîfa
şeşgoşe ya li ser vê gustîlê navê Îsmê Azam neqişkirîye. Suleyman pêxember ji
bo hûrmeta Îsmê Azam tenê dema ku diçû tuwaletê vê gustîlê ji destê xwe
derdixist û dida wezîrê xwe yê bi navê Asef. [223]Bi giş di helbestan da ji
ber vê wateyê Asef û gustîla Xatem tê bikaranîn. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Cemşid, ne Cam ê Cem ma
Ne Qeyser ma ne Hatem ma
Ne Asef ma ne Xatem ma
Ne Hamam ma ne serdar e[224]
2.4.10. Cemşîd
Mîrê çaremîn ê xanedana Pêşdadiyan e. Li gor mîtolojîya îranî heftsed an
jî hezar sal jîyaye.[225] Piştî ku Cemşîd hilkişîya
ser text, hînî gelek pîşeyên wek çêkirina alavên şer û qumaşên giranbuha kir.
Dêw, perî û çûk hemû di bin emrê wî da bûn. Wî hînî dêwan kir ku bi herîyê çi
dikare were kirin û xan û qesr çêdikirin. Wî hewl da ku ji kevirên hişk zêrên
biriqandî çêbike, bi vî awayî metalên hêja yên wekî yaqût, kehrîbar û zêr bi
dest xist. Paşê, wî derman keşf kir û dest bi dermankirina derdên her kesî kir.
Cem an jî Cemşîd şerab û qedehê dîtîye û çêkirîye, ji ber vê di helbestan da
cih digire. [226]
Qedeheke an jî cameke Cemşîd a efsûnî hebû. Ev bi navê Câmê Cem tê zanîn. Peyva
cam tê maneya qedeh, tas û cam. Dema ku wî li vê qedehê mêze dikir, hemû cîhanê
tê da didît.[227]
Di edebîyata kurdî ya klasîk da Cemşîd bi camê, ji ber helandina hesinan
di helbestên mêrahî û lehengîyan da tê bikaranîn.
Feqîyê Teyran di helbestekê da behsa Cemşîd kirîye û bi têkilîya wî ya
Camê bi kar anîye. Di wateya fanîbûna cîhanê û nemayîna Cemşîd û Cama wî ya
navdar behs dike. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Cemşid, ne Cam ê Cem ma
Ne Qeyser ma ne Hatem ma
Ne Asef ma ne Xatem ma
Ne Hamam ma ne serdar e[228]
2.4.11. Talut û Calût
Talût hikumdarek bû û di dema Dawid Pêxember da dijîya. Dijminekî wî hebû
bi navê Calût ku têra xwe mezin bû û giranîya wî 60 rîtlan hebû. Rojekê artêşa
van herduyan li hev hatin û Talût got ku ew ê keça xwe bide wî kesî ku yê Calût
bikuje û wê wî bike mîrateya dewletê. Li alîyê din Calût li meydanê mêrekî
dixwast. Pêxember Dawid li ber wî xuya bû. Bi berkahnîkê kevirekî li enîya wî da
û kuşt piştra bi keça Talût ra zewicî û bû hikumdar.[229]
Feqîyê Teyran di helbestên xwe da tenê li cihekê bi kar anîye. Di vê
helbestê da jî bi têkilîya Calût û Talût ya ku di şer da dihat behs kirin, ji
ber vê sedemê bi hev ra bi kar anîye. Helbesta têkildar viha ye:
Ne Talût û ne Calût ma
Ne Harût û ne Marût ma
Ne ewladê di Ye'qûb ma
Ewê pîre Yûsuf xwar e[230]
2.5. LEHENGÊN ÇÎROKÊN EVÎNÎ
Çîrokên evînê, ku yek ji hêmanên giring ên edebîyata klasîk e, vegotineke
bi kesayetên îdealîzekirî û hestên giran pêşkêşî me dike. Lehengên di van
berheman da bi giştî hem ji alîyên evînê yên berz û hem jî trajîk temsîl dikin.
Evîn ji bo van lehengan wekî qada îmtîhanê, rêyeke gihiştbûnê û her weha wek
amûreke paqijîya giyanî hatîye bikaranîn.[231] Lehengên çîrokên evînîyê
yên edebîyata klasîk, evînê tenê wek hîssekê şexsî bi kar neanîne, di heman
demê de wekî fîgûrên gihîştina giyana mirov, gihîştina evîna xwedayî û
derbaskirina zehmetîyên dinyewî têne şîrovekirin. [232]
2.5.1. Ferhad û Şîrîn
Mijareke masnewî ya klasîk e ku ji Xusrew û Şîrîn a Nizamîyê Gencevî
derketîye û bi demê ra serbixwe bûye. Leheng Şîrîn, Xusrew û Ferhad in ku ji
Şîrînê hez dikin û reqîbê hev in. Ferhad di Nîzamî û berhemên nivîskarên ku
girêdayî çarçoweya wî ne, wekî kesê sêyem dikeve nav çîrokê, serpêhatîya Ferhad
ji destpêkê ve di van masnewîyan da serdest e.[233]
Li gorî çîrokê, Xusrewê Perwîz jî mîna siltanên din çend jinên wî hebûn.
Xusrew ji jinên xwe zêdetir bala xwe dida Şîrîna bedew. Lê Ferhad jî evxîndarê
wê bû. Xusrew ji wê ra nameyên evînî dişand. Di destpêkê da Şîrîn xwest ku Ferhad
ji xwe dûr bixe, lê paşê ew jî evîndarê wî dibe. Xusrew ji Ferhad ra şert dike
ku ger çîyayê Bîsutunê qul bike ew ê dev ji Şîrînê berde. Ferhad bi salan e
hewl dide û çîya dikole. Çîya qul dike û bi xeberekê rewşa xwe ji Xusrew ra
radigihîne. Xusrew bi pîrejinekê ra xebereke derew ji Ferhad ra dişîne û dibêje
Şîrîn çend roj berê mirîye. Ferhad ji ber ku nikare vê yekê ragire, xwe ji ser
lat diavêje û xwe dikuje.[234] Gava Şîrîn vê bûyerê
dibihîze li gor hin çavkanîyan xwe daleqîne dikuje li gor hin çavkanîyan bi
bivir xwe dikuje li gor hin çavkanîyan jî namire bi Xusrew ra dizewice.
Di vê çarîna jêr da Feqî di derbarê Şêxê Senan da dibêje; şahê siwaran
gelek pehlewan, bi sed hazaran hevalên, hevrêyên Şêx bûn, gava evîndarî xuya
kir mîna Ferhad û Xusrew, hemûyan ji hespê qudretê anîn xwarê. Yanî Şêx di vê
helbestê da ûnsûreke eşqa batinî ye û mûrîdên wî di zahirên da mane û wî li wir
bi tenê dihêlin û diçin. Helbesta têkildar viha ye.
Pûr pehlewanê şchsuwar
Hevrîyê Şêx bûn sed hezar
Fahrad û
Xusrew nû diyar
Danîn ji hespe qudretê[235]
Di vir da Feqî eşqa xwe tîne ziman û dibêje gerîyam bi gotina Şîrîn ka
ye? Ji dev û lêvan şekir diherike û dibarî, şeva tarî ew e yê ronî dike, dişibe
wekî baya bakur e. Helbesta têkildar viha ye:
Wekî gerham Şîrîn kaye?
Ji dev û lêva şekir barî
Li min ruhnî kir şeva tarî
Weku bayê şemal lê da[236]
2.5.2.
Leyla
û
Mecnûn
Helbestvan li ser serpêhatîya Mecnûn a naskirî hema bêje bêhejmar temayan
diafirînin. Hevaltîya Mecnûn a dibistanê bi Leyla ra, evîndarbûna wî, ketina wî
ya çolê, ûnsîyeta wî ya bi lawirên wehş, çêkirina hêlîna ku çûkan li ser serê
wî çêkiribûn, lingên wî bi zincîran dayîn, di dawîyê da gihiştina bi Leylayê lê
nenasîna wê bi gelek cihetan dihên bikaranîn. [237]
Di helbestên edebîyata kurdî da Mecnûn û Leyla sembola eşq û evînîyê ne.
Mecnûn aşiq e Leyla maşûq e. Serxoşîya Mecnûn û şeydabûna wî an jî dîn û
dîwanebûna wî jî di helbestan da dibe sedemên şibandinan.
Feqîyê Teyran di vê helbesta jêr da têkilîya dîwanebûna Mecnûn û Şêxê
Senan yê ku li pey eşqa mecazî çûye û di wê oxirê da gelek tiştan kirîye dide
ber hev û dişibîne hev:
Bi serê Mecnûn çi reng anî!
Wekî Şeyxê di Sen’anî
Ku bêzar kir ji îmanî
Şepal û şoxa renggeş tê[238]
Di vir da Feqî xwe dişibîne Mecnûn û dibêje ez jî wekî Mecnûn li ser van
erdan mam ûweke bilbil ji eşqa gulê dixwînim ez. Heta kengê ez ê di nav vê
zîndan û hepsê da bimînim:
Wekî Mencûn dimînim ez
Şubhê bilbil dixwênim ez
Heta kengê bimînim ez?
Di zîndan û di hebsê da[239]
Leyla Di helbestên Feqî da sembola xweşikbûn, bedewî û dîlberê hatîye
bikaranîn. Di vê helbestê da Feqî eşqa xwe tîne ziman. Dibêje çavê min maye li
ser rê di xeyala rûyê te da me, dikim hawar û fîganan, dixwazim carekê Leyla
derkeve û wê bibînim, bibînim ez wê di nav xemlê da. Helbesta têkildar viha ye:
Min çav maye di rû xeyla
Dikim hawar ku waweyla
Ku carek bête der Leyla
Bibînim ez di xemlê da[240]
Mecnûn gelek caran wek sembola maşuq e û dîlber jî wî dixwazin ku Leyla
jî di dawîyê da gihiştîbûyê lê wî eşqa rastîn dîtibû. Feqî di vir da dibêje ez
ne Mecnûnim ku xeyala min were kirin. Dibêje; Di falên min da Elîf nayê, Duayên
min jî qebûl nabin, Ne mecnûnim jî xiyala min bikin, Ne mecnûnim ji min ra çare
digerin.
Elîf nayê di fala min
Qebûl nabe duaya min
Ne Mecnûn im xiyala min!
Ne Mecnûn im bikem rayê![241]
2.5.3. Xusrew û
Şîrîn
Xusrew kurê Hurmuz e û piştî mirina bavê
xwe derketîye ser text. Di nav mîrên Sasanîyan da yê ku herî zêde ji jin û
şahîyê hez dikir bi navê Xusrewê Perwîz tê naskirin. Lê di nava jinan da
evîndarê jina bedew a bi navê Şîrîn dibe û ji ber hezkirina wê, weke lehenga
çîrokê ya bi navê Xusrev û Şîrîn tê naskirin. Aliyekî din ê naskirî yê Husrewê
Perwîz ew e ku xezîneyeke wî ya mezin bi navê Badaverd heye. [242]
Ew bi nasnavê "Perwîz" tê
naskirin, Perwîz tê wateya masî û bilind. Ji ber ku ji masîyan pir hez dikir ev
nasnav lê kirine. Wateyeke din heye û ew jî tê wateya serketin û bidestxistina
serkeftinê.[243] Nevîyê Nûşîrêvan e. Her çend şahên Îranê
yên bi navê Xusrew hebin jî, di nav wan da yê herî navdar Xusrewê Perwîz e.
Xusrew bi kesayeta xwe ya rastîn zêdetir evîna xwe ya epîk a ji Şîrîn ra navdar
bûye. Kesayeta wî ya dîrokî ji holê rabûye û bûye xwedî nasnameyeke efsanewî.[244]
Çarçoveya sereke ya mesnewîyê ku Nîzamî
nivîsandîye wiha ye: Husrew kurê Hurmuz e. Keça melîkeya ermen a Mihîn Bânû
Şîrînê dibine evîndarê wê dibe. Şîrîn jî evîndarê wî dibe. Rojekê di nêçîrekê
da rastî hev tê û bi rojan bi neçîr bi şerabê dema xwe diborînin. Xusrev ji
Şîrînê ji bo wuslatê dixwaze lê Şîrîn red dike. Dibêje pêşî textê xwe bi dest
bixwe. Xusrew di şerekî dijwar da Behramê Çûbin têk dibe û dîsa rûdine li ser
textê xwe. Di vê kêlîyê da Mihîn Banû mirîye û Şîrîn çûye ser text. Bi peyamekî
Şîrînê ra dişine ji bo wuslatê lê Xusrew bi jineke din ra li dîyarê Rûm
zewîcîbû û ji ber vê Şîrîn wî red dike. Şîrîn a ku ji zarokatîya xwe ve bi şîrê
teze vedixwar, ji ber ku der û dor bê mêrg e di peydakirina şîr da zehmetiyan
dikişîne. Şapûr ji bo çareyê hevlê xwe Ferhad dihîne. Ferhad di mehekî da di
nav zinaran da rêyeke avê vedike û safî dike. Ferhad jî aşiqê Şîrînê dibe.
Xusrev jî dibihîze û jê ra dibêje ger tu ji bo artêşê çîya qul bikî ez ê dev jê
berdim. Dest bi xebatê dike û Çîyayê bîsûtin qul dike. Şîrîn jî dibihîze û bi
meraqekî dixwaze bibîne. Şîrîn dişemite û Ferhad wê digire. Xusrew da ku ew
negihîjin hev ji Ferhad ra dibêje Şîrîn mirîye. Ferhad gava dibihîze di nav êşan
da can dide. Di wê deme da jina Xusrev jî dimire. Înada Şîrînê gava dişike
Xusrew û Şîrîn bi hev ra dizewicin. Kurê Xusrew yê ji Jina mirî Meryem dixwaze
biçe ser text û çav li Şîrînê dike. Da ku bigihîje mebesta xwe, bavê xwe Xusrew
dikuje. Bi zorê dixwaze Şîrîn pê ra bizewice. Gava tabuta Xusrew birin ew jî çû
û bi xençera xwe derxist û xwe li ber tabûtê kuşt.[245]
Di edebîyatê da Xusrew bi gelek caran hespê
xwe yê bi navê Şebdîz ra, muqayesekirina Ferhad û Xusrev, weke reqîb, wekî
evîndarekê Şîrîn û bi şîrînkelamîya xwe tê bikaranîn.
Feqîyê Teyran di helbestekê xwe da Xusrew bi
kar anîye û di vê helbestê da jî mîna Ferhad evîndarekî sext û hêja ji bo
teşbîha Şêxê Senan bi kar anîye. Helbesta têkildar viha ye:
Pûr
pehlewanê şahsuwar
Hevrîyê
Şêx bûn sed hezar
Fahrad
û Xusrew
nû diyar
Danîn
ji hespe qudretê[246]
ENCAM
Di vê xebatê da, kesayetan ku di helbestên
Feqîyê Teyran da derbas dibin bi hûrgilî hate lêkolînkirin. Feqîyê Teyran, yek
ji helbestvanên herî giring ên edebîyata kurdî ya klasîk e. Di helbestên xwe de
bi giranî ji kesayetên dîrokî, dînî, mitolojîk û folklorî sûd wergirtîye. Ev
kesayetên ku di helbestên wî da derbas dibin, ne tenê wek xemilandina edebî, wek
unsûrên sembolîk yên ku maneyên kûr hildigirin ser xwe nirxandîye. Di tevahîya
xebatê da, ev kesayetên di helbestan da hatine bikaranîn bi awayekî edebî û
dîrokî li ser wan analîz hatekirin û wek hêmanên telmîh û teşbîhê çawa hatine
bikaranîn analîz hatîye kirin.
Di vê lêkolînê da me kesayet veqetandine
kategorîyên curbecur û di bin van kategorîyan da bi hûrgilî me analîz kirîye. Di
bin kesayetên dînî û tesewûfî da me peygamberan, sahabeyan, kesayetên tesewûfî
û kesayetên dînî yên ku di helbestan da derbas dibin yek bi yek vekolaye. Di
bin serenava cin û firişteyan da me hemû milyaketên ku di helbestan da cih
girtine rave kirine û têkilîyên wan bi helbestan ra dane nîşandan. Di bin
serenavê kesayetên dîrokî da hukimdar, helbestvan, kesayetên ku di dîrokê da
roleke muhim lîstine û tesîreke mezin li ser civatê hiştine me dane nasandin û
bi têkilîya wan û helbestan daye xuyakirin. Di bin kesayetên lehengên çîrokên
evînî da li ser kesayetên ku bi eşq û evînê di dîrokê da cih girtine û bi wî
awayî bûne sembolên hezkirin û evînîyê me daye nasandin.
Di encama vê xebatê da, kesayetên ku di
helbestên Feqîyê Teyran da derbas dibin, bi tenê wek fîgûrên dîrokî an jî
mitolojîk nehatine bikaranîn. Ew wekî sembolên ku wateya helbestan kûr dikin û
wan zengîn dikin derdikevin pêş me. Feqîyê Teyran bi saya van fîguran helbestên
xwe watedar kirîye û bi maneyên kûr xwendevanan kişandîye xwe. Ev xebat dibe
alîkar ku helbestên Feqîyê Teyran werin fêmkirin, di heman demê da edebîyata
kurdî ya klasîk jî fêrisîneke baştir peyda dike. Mîrateya edebî ya ku Feqîyê
Teyran bi van fîguran afirandîye, alîyekî giring a edebîyata kurdî temsîl dike
û ev fîgur hem qatek estetîk û hem jî qatek kûr a sembolîk li helbestên wê zêde
dikin.
ÇAVKANÎ
Adak, Abdurahman.
Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Nûbihar, Stenbol, 2013.
Adak, Abdurrahman,
Yusuf Baluken, Hayrullah Acar. “Gora Feqiyê Teyran”. Nubihar Akademi
1/1, 2014.
Ağarı, Şerife.
“Bir Övgü Unsuru Olarak Şehnâme Kahramanlarının Klasik Türk Şiirindeki
Dönüşümü: Bâkî-Nedîm Karşılaştırması”. Selçuk Üniversitesi Edebiyat
Fakültesi Dergisi 39, 2018.
Akdağ, Soner.
“Klâsik Türk Edebiyatı’nda Adına Mesnevîler Yazılan Kadın: ‘Züleyhâ’”. A.Ü.
Türkiyat Araştırmaları Enstitüsü Dergisi 40, 2009.
Akman, Fatih. Edebiyatın
İkili Yapısı, Edebiyat Araştırmaları, Bursa, 2019.
Akman, Fatih. Edebiyatın
Sırrı: İnsanoğlunun Hikayeleri, Yazarlar Derneği Yayınları, İzmir, 2019.
Aksu, Ali.
“Uluslararası Hz. Ömer Sempozyumu”. C. 1. cild. Sivas, 2018.
Albayrak,
Nurettin. “Ferhad ve Şirin”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 12/388-389, 1995.
Aljbori,
Hussain Haki Ismail. Bağdatlı Fahrîzâde Es’ad Divanı’nda Tip Ve Şahsiyetler.
Karabük: Karabük Üniversitesi, 2022.
Alparslan,
Erdoğan. Ferhenga Edebîyata Kurdî Ya Klasîk, Zanîngeha Dîcleyê Enstîtuya
Zanistên Civakî, Diyarbakır, 2021.
Alper, Ömer
Mahir. “İbn Sına”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 20/353-358, 1999.
Aslan, Burcu. Edebiyatın
Çok Katmanlı Yapısı Edebiyat Yayınları, Bursa, 2021.
Aslan, Burcu. Tarih ve Edebiyat,
Edebiyat Yayınları, İstanbul 2015.
Aslanoğlu,
Osman. Ruhayî Divan Şiiri Sözlüğü. Ankara: Sonçağ Yayıncılık, 1. basım.,
ts.
Attâr, Ferîdüddin.
Mantıku’t-Tayr. çev. Süleyman Uludağ, Dergah Yayınları, 2016.
Attâr,
Ferîdüddin. Mantıku’t Tayr kuşların diliyle. çev. Mustafa çiçekler.
Istanbul: kaknüs yayınları, İstanbul, 2006.
Avcı, İsmail.
“Divan Şiirinde İskender-i Zülkarneyn”. Uluslararası Sosyal Araştırmalar
Dergisi 7/29 (ts.).
Aydın, Mahmut.
“Yahya”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 43/232-234, 2013.
Ayçiçeği,
Bünyamin. “Klasik Türk Edebiyatında Hz. Meryem”. Edebi süreç: yöntem,
isimler, eğilimler 7 (2016).
Baş, Mehmet
Şamil. Ömer Hulûsî ve Dîvân’ı (İnceleme – Metin), Dokuz Eylül
Üniversitesi, İzmir, 2013.
Brockopp, J. Muhammad’s
Life and Teachings: Moral and Ethical Foundations of Islamic Civilization.
Oxford: Oxford University Press, 2017.
Bruijn,
Johannes Theodorus Petrus de. Persian Sufi Poetry: An Introduction to the
Mystical Use of Classical Poems. Londra, 1997.
Canan, İsmail. Hz.
Muhammed’in (sav) Hayatı ve İslam Ahlakı, İslam Yayınları, İstanbul, 2014.
Can, Kevser. Ahmed
Kuddûsî Dîvânı’nda Tarihî Ve Efsânevî Şahsiyetler, Süleyman Demirel
Üniversitesi, Isparta, 2020.
Cizîrî, Melayê
vd. Dîwan: metnê Kurdî & Türkçe çevirisi, Nûbihar, Çapa Pêncem, İstanbul,
2013.
Cîhanî, Perwîz.
“Şêwaza Berhemên Feqîyê Teytan”. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller
Enstitüsü Dergisi 5/10, 2019.
Çağrıcı,
Mustafa. “Salih”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 36/31-32, 2009.
Çelik, Hasan. Dini
ve Tarihi Figürler Edebiyatta, Edebiyat Araştırmaları, Bursa, 2020.
Çelik, Nuri. İslam
Dünyasında Alimlerin Yeri ve Rolü, Diyanet Vakfı Yayınları, İstanbul, 2004.
Çetin, Hasan. Mitolojik
Efsaneler ve Edebiyat, Efsane Yayınları, Bursa, 2020.
Çolak, Murat. Kültürel
Kimlik ve Edebiyat, Kültür Yayınları, İstanbul, 2017.
Demir, Ahmet. Tasavvufî
Edebiyatta Aşkın Sembolizmi, İnsan Yayınları, İstanbul, 2014.
Demirci, Ali. Klasik
Türk Edebiyatında Cin ve Melek İmgeleri. İstanbul: Kitap Yayınları, 2011.
Demirtaş,
Ramazan. Kültürlü Edebiyat, Edebiyat Araştırmaları, İstanbul, 2018.
Erkan, Mustafa.
“Hüsrev ve Şirin”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 19/53-55, 1999.
Deniz Eren. Din
ve Edebiyat İlişkisi, Dini Yayınlar, Ankara, 2017.
Firdevsi. Şehname.
çev. Sabri Gürses, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul, 2002.
Gencevi,
Nizami. İskendername. çev. Muhammed Fuat Köprülü, MEB Yayınları,
İstanbul, 2003.
Gerek, Kübra. Hüdâyî
Divanı’nda Tipler Ve Şahsiyetler, Marmara Üniversitesi, İstanbul, 2020.
Güneş, Emine. Mitoloji
ve Edebiyat: Bir Kesit, Mitos Yayınları, İstanbul, 2021.
Gündüz, Şinasi.
“Şît”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 39/214-215, 2010.
Gürkan, Salime
Leyla. “İsrâîl ve Ya‘kūb İsimlerinin Etimolojisi Üzerine Bir Değerlendirme”. İslâm
Araştırmaları Dergisi 38, 2017.
Gürçağlar,
Şehnaz Tahir. Translation as Representation: A Study of Translation
Movements in the Kurdish Context. Routledge, 2021.
Harman, Ömer
Faruk. “Îbrahîm, Yahudilik, Hıristiyanlık ve İslâm’ın müştereken kabul ettiği
büyük peygamber.” 21/272-273, 2000.
Harman, Ömer
Faruk. “Îsa, Kur’an’da adı geçen ve kendisine kutsal kitap İncil verilen
peygamber.” 22/473-475, 2000.
Harman, Ömer
Faruk. “Meryem”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 29/236-242, 2024.
Harman, Ömer
Faruk. “Musa”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 31/207-213, 2020.
Harman, Ömer
Faruk. “Süleyman”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 38/60-62, 2010.
Harman, Ömer
Faruk. “Yûnus, Kur’ân-ı Kerîm’de adı geçen bir peygamber.” 43/597-599, 2013.
Harman, Ömer
Faruk. “Yûsuf”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 44/1-5, 2013.
Hîzanî,
Selîmiyê. Yûsuf û Zuleyxa. ed. Ayhan Geverî, Nûbihar, Çapa yekê,
İstanbul, 2013.
Işık, Harun.
“Kitab-ı Mukaddes ve Kur’an’a Göre Şeytan”. Bozok Üniversitesi İlahiyat
Fakültesi Dergisi 13/13, 2018.
Jeffery,
Arthur. The Foreign Vocabulary of the Our’ān, 2007.
Jeffery,
Arthur. The Foreign Vocabulary of the Qurʾān. Milton Keynes, Repr.,
1938.
Kanar, Mehmet. Feridüddin
Attar ve Eserleri, MEB Yayınları, İstanbul 1990.
Kaplan, Yaşar.
“Di Temayên Destana Kela Dimdimê da Kurdînîya Îdeal”. RumeliDE Dil ve
Edebiyat Araştırmaları Dergisi 34, 2023.
Kaplan, Osman. Dinî
Figürler ve Edebiyat, Din ve Edebiyat Yayınları, İstanbul, 2016.
Kaya, Bülent. Feqîyê
Teyran’ın Şêxê Sen’an Şiirinin İçerik Açısından İncelenmesi, Dicle
Üniversitesi, Diyarbakır, 2017.
Kayaalp, İsa. Sultan
Ahmed Divan’nın Tahlili, Birinci Baskı, İstanbul 1999.
Kemikli, Bilal.
Sufi şairin îzinde şiir ve îrfan, Kitabevi Yayınları, İstanbul, 2011.
Kesir, İsmail. Tefsirul-Kur’anul-Azim,
çev. Suat Yıldırım, Hisar Yayınevi, İstanbul, 2005.
Koç, Tahir. Folklor
ve Edebiyat: Bir İnceleme, Halk Bilimi Yayınları, Bursa, 2021.
Kurt, Aynur.
“Fuzûlî’nin Türkçe Gazellerinde Kur’ân-I Kerîm’deki Dinî Şahsiyetler”. AVRASYA
Uluslararası Araştırmalar Dergisi 10/31, 2022.
Kurt, Aynur.
“Türk Edebiyatında Çehâr-Yâr-ı Güzîn: Abdî’nin Feżâil-i Ḫulefâ-i Râşidîn ve Ḫaṣâil-i
Çehâr-Yâr-i Güzîn Adlı Mesnevisi Üzerine Bir İnceleme”. Eskişehir Osmangazi
Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 2/3, 2015.
Maturidi, Ebu
Mansur. Kitabu’t-Tevhid, çev. Bekir Topaloğlu,Diyanet Vakfı Yayınları,
İstanbul, 2002.
Meretowar,
Ayhan. Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk, 2017.
Miller,
Madeleine S. - Miller, John Lane. Harper’s Bible dictionary. New York:
Harper & Row, 8th ed., 1973.
Naskali, Emine
Gürsoy. Dedikodu Kitabı. Kitabevi Yayınları, 2021.
Ocak, Ahmet
Yaşar. Türk Sufîliğine Bakışlar, İletişim Yayınları, İstanbul 1996.
Ocak, Ahmet
Yaşar. İslâm-Türk inançlarında Hızır yahut Hızır-İlyas kültü, Kabalcı
Yayıncılık, İstanbul, 2012.
Onay, Talât. -
Kurnaz, Cemâl. Açıklamalı Divan ̣Siiri Sözlüğü: Eski Türk Edebiyatında Mazmunlar
ve İzahı, Kurgan Edebiyat, Ankara, 2013.
Orkin, Şehmus. Di
berhemên Feqîyê Teyran de Hêmanên Tesewufî, Muş Alparslan Üniversitesi,
2015.
Öntürk, Tolga.
“Bâkî Divânı’nda Efsânevi Ve Mitolojik Kahramanlar”. Dede Korkut Dergisi.
Öztürk,
Mustafa. “Zülkarneyn”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 44/564-567, 2013.
Öztürk,
Mustafa. Klasik Edebiyatın Gizemli Dünyası, İlahiyat Yayınları, Ankara,
2015.
Öztürk,
Aslıhan. “Necâtî Bey Divanı’nın Mitolojik Ve Efsanevi Şahısları”. Uluslararası
Sosyal Araştırmalar Dergisi 10/52 (ts.).
Pala, İskender.
“Mühr-i Süleyman”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 31/523-525, 2020.
Pala, İskender.
Ansiklopedik divân şiiri sözlüğü, Kapı Yayınları, Ankara, 2016.
Sadinî, Muhammed
Xalid. Feqîyê Teyran Jîyan Berhem û Helbestên Wî, Nûbihar, Stembol, 2012.
Sallabî, Ali
Muhammed. 1. halife Hz. Ebubekir Hayatı, Şahsiyeti ve Dönemi, Ravza
yayınları, İstanbul, 2016.
Sallabî, Ali
Muhammed. 2. halife Hz. Ömer Hayatı, Şahsiyeti ve Dönemi, Ravza
yayınları, İstanbul, 2016.
Sallabî, Ali
Muhammed. 3. Halife Hz. Osman Hayatı, Şahsiyeti ve Dönemi, Ravza
yayınları, İstanbul, 2016.
Sallabî, Ali
Muhammed. Müminlerin Emiri Hz. Ali Hayatı, Şahsiyeti ve Yaşadığı Çağ,
Ravza yayınları, İstanbul, 2016.
Saeed, Yousef. Farid
al-Din Attar’s “The Conference of the Birds”: A Philosophical and Literary
Analysis. Academic Press, 2012.
Sona, Fatih.
“Klasik Türk Şiirinde İlyas Peygamber”. Çankırı Karatekin Üniversitesi
Karatekin Edebiyat Fakültesi Dergisi 5/1, 2017.
Schimmel,
Annemarie. Tasavvufun Boyutları. çev. Ender Gürol, Kabalcı Yayınları,
İstanbul, 2010.
Schimmel,
Annemarie. The Triumphal Sun: A Study of the Works of Jalaluddin Rumi.
Sunny Press, 1993.
Schimmel, Annemarie.
Mystical Dimensions of Islam. University of North Carolina Press, 1982.
Şenocak, Ebru.
“Halk Muhayyilesinde İbn Sîna ve Hayatı Etrafında Anlatılan Efsaneler” 3/7,
2015.
Şeyran, Merve
Beyza. Klasik Türk Şiirinde Melek Düşüncesi. Ankara Hacı Bayram Veli
Üniversitesi, 2020.
Şimşek, Yaşar.
(ed.). Orta Türkçe döneminin İlk evresi: sorunları ve Çözüm Önerileriyle
Harezm Türkçesi, Akçağ Yayınları, İstanbul, 2021.
Taşkın, Mert
Can. “Anadolu’nun İlk Filozofu Thales”. https://www.academia.edu/.
Taşköprüzade,
İsmail. Şakaik-i Numaniye ve Zeyilleri. çev. Ahmet Şimşirgil,Çağrı
Yayınları, İstanbul, 2007.
Tekin, Mehmet.
“Klasik Edebiyat ve Sembolizm”, Kültürel Yayınlar, Ankara, 2022.
Teyran, Feqiyê.
Divan. ed. Kadri Yıldırım, Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları, Ankara,
2014.
Tümer, Günay.
“Âzer”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 4/316-317, 1991.
Uludağ,
Erdoğan. “Şeyhülislam Bahayi Divanı’nda Şahsiyetler”. Eski Türk Edebiyatı
Araştırma Dergisi 5/3, 2022.
Ünal, Mehmet - Ahmet
Ünal. “Divan Şiirinde Peygamberlerin Ele Alınışı: Ömer Hulûsî Dîvânı Örneği”. Uluslararası
Sosyal Araştırmalar Dergisi 13/73, 2020.
Ünal, Ali. Kur’an
ve Hadislerde Meleklerin Vazifeleri, İnsan Yayınları, İstanbul, 1999.
Xanî, Ehmedê. Mem
û Zîn, Nûbihar, İstanbul, 2023.
Wergera Qur’ana
Piroz Bi Zimane Kurdi, Ravza Yayıncılık ve
Matbaacılık, İstanbul, 2011
Yalçın, Süleyman.
Sembolizm ve Edebiyat, Sanat Yayınları, Adana, 2017.
Yavuz, Mustafa.
Klasik Türk Edebiyatında Tarihi Şahsiyetler,Timaş Yayınları, İstanbul, 2013.
Yavuz, Yusuf
Şevki. “Zebanî”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 44/164, 2013.
Yavuz, Yusuf
Şevki, Zeki Ünal. “Cebrail”. TDV İslâm Ansiklopedisi. 7/202-204, 1993.
Yekbaş, Hakan.
“Divan Şiirinde Yunanî Şahsiyetler”. Uluslararası Sosyal Araştırmalar
Dergisi 3/15.
Yıldız, Ahmet. Edebiyat
ve Semboller, Edebiyat Yayınları, İstanbul, 2018.
Zavotçu, Gencay.
Klasik Türk edebiyatı sözlüğü: kişiler-hayvanlar-bitkiler-tabîat
güçleri-kişileştirilmiş varlık ve kavramlar. Cağaloğlu, Kesit Yayınları, İstanbul,
2013.
Zerkani, Ahmed.
Mekarimu’l-Ahlak, çev. Mehmet Demir, İbn Haldun Üniversitesi Yayınları,
İstanbul, 2020.
Zivingî, Necatê. Stêrkên Edebîyata Kurdî, banga heq, Stembol, 2014.
[1] Ahmet Yıldız, Edebiyat ve Semboller (İstanbul:
Edebiyat Yayınları, 2018), 45.
[2] Fatih Akman, Edebiyatın Sırrı: İnsanoğlunun Hikâyeleri
(İzmir: Yazarlar Derneği Yayınları, 2019), 102.
[3] Hasan Çelik, Dini ve Tarihi Figürler Edebiyatta
(Bursa: Edebiyat Araştırmaları, 2020), 88.
[4] Emine Güneş, Mitoloji ve Edebiyat: Bir Kesit
(Istanbul: Mitos Yayınları, 2021), 54.
[5] Süleyman
Yalçın, Sembolizm ve Edebiyat (Adana: Sanat
Yayınları, 2017), 61.
[6] Mehmet Tekin, “Klasik Edebiyat ve Sembolizm” (Ankara:
Kültürel Yayınlar, 2022), 77.
[7] Ramazan Demirtaş, Kültürlü Edebiyat (Istanbul: Edebiyat
Araştırmaları, 2018), 117.
[8] Fatih Akman, Edebiyatın İkili Yapısı (Bursa: Edebiyat
Araştırmaları, 2019), 52.
[9] Burcu Aslan, Edebiyatın Çok Katmanlı Yapısı (Bursa:
Edebiyat Yayınları, 2021), 94.
[10] Burcu Aslan, Tarih ve Edebiyat
(Istanbul: Edebiyat Yayınları, 2015), 36.
[11] Hasan Çetin, Mitolojik Efsaneler ve
Edebiyat (Bursa: Efsane Yayınları, 2020), 42.
[12] Osman Kaplan, Dinî Figürler ve
Edebiyat (Istanbul: Din ve Edebiyat Yayınları, 2016), 78.
[13] Deniz Eren, Din ve Edebiyat
İlişkisi. (Ankara: Dini Yayınlar, 2017), 65.
[14] Tahir Koç, Folklor ve Edebiyat: Bir
İnceleme (Bursa: Halk Bilimi Yayınları, 2021), 40.
[15] Murat Çolak, Kültürel Kimlik ve
Edebiyat (Istanbul: Kültür Yayınları, 2017), 29.
[16] Burcu Aslan, Edebiyatın Çok
Katmanlı Yapısı, 94.
[17] İsmail Canan, Hz. Muhammed’in (sav) Hayatı ve İslam Ahlakı
(İstanbul: İslam Yayınları, 2014), 45-50.
[18] Jonathan Brockopp, Muhammad’s Life and Teachings: Moral and Ethical
Foundations of Islamic (Oxford: Oxford University Press, 2017), 25-35.
[19] Ahmet Yaşar
Ocak, Türk Sufîliğine Bakışlar (Istanbul:
İletişim Yayınları, 1996), 120-130.
[20] Annemarie
Schimmel, Mystical Dimensions of Islam
(University of North Carolina Press, 1982), 230-240.
[21] Gerek Kübra, Hüdâyî Divanı’nda Tipler Ve Şahsiyetler
(Istanbul: Marmara Üniversitesi, 2020), 67.
[22] İskender Pala, Ansiklopedik divân şiiri sözlüğü
(İstanbul: Kapı Yayınları, 2016), 194.
[23] Pala, divân şiiri 2016, 194.
[24] Osman Aslanoğlu, Ruhayî Divan Şiiri Sözlüğü, birinci
baskı (Ankara: Sonçağ Yayıncılık,), 27.
[25] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 104.
[26] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 62.
[27] Şinasi Gündüz, “Şît”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
2010.
[28] Feqiyê Teyran, 2014, 56-57.
[29] Arthur Jeffery, The Foreign Vocabulary of the
Qurʾān (Milton Keynes, 1938).
[30] Zavotçu, Edebîyat sözlüğü, 377.
[31] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 56-57.
[32] Madeleine S. Miller - John Lane Miller, Harper’s
Bible dictionary (New York: Harper & Row, 1973), 199.
[33] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 57.
[34] Mehmet Ünal - Ahmet Ünal, “Divan Şiirinde
Peygamberlerin Ele Alınışı: Ömer Hulûsî Dîvânı Örneği”, Uluslararası Sosyal
Araştırmalar Dergisi 13/73 (2020): 1108.
[35] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 57.
[36] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 56-57.
[37] Mustafa Çağrıcı, “Salih”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
2009.
[38] Pala, divân
şiiri 2016, 390.
[39] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 57-58.
[40] Günay Tümer, “Âzer”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
1991.
[41] Pala, divân
şiiri 2016, 49.
[42] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 67.
[43] Ömer Faruk Harman, “Îbrahîm, Yahudilik, Hıristiyanlık
ve İslâm’ın müştereken kabul ettiği büyük peygamber.”, 2000.
[44] Kevser Can, Ahmed Kuddûsî Dîvânı’nda Tarihî Ve
Efsânevî Şahsiyetler (Isparta: Süleyman Demirel Üniversitesi, 2020), 27.
[45] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn (İstanbul: Nûbihar,
2023), 490.
[46] Feqîyê Teyran, Divan, 145.
[47] Feqîyê Teyran, Divan, 67.
[48] Salime Leyla Gürkan, “İsrâîl ve Ya‘kūb İsimlerinin
Etimolojisi Üzerine Bir Değerlendirme”, İslâm Araştırmaları Dergisi 38
(2017), 235.
[49] Pala, divân
şiiri 2016, 478.
[50] Zavotçu, Edebiyat sözlüğü, 777.
[51] Selîmiyê Hîzanî, Yûsuf û Zuleyxa, ed. Ayhan
Geverî (Vezneciler, İstanbul: Nûbihar, 2013), 85.
[52] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 250.
[53] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 250.
[54] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 60-61.
[55] Ömer Faruk Harman, “Yûsuf”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
2013.
[56] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 145.
[57] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 244.
[58] Soner Akdağ, “Klâsik Türk Edebiyatı’nda Adına
Mesnevîler Yazılan Kadın: ‘Züleyhâ’”, A.Ü. Türkiyat Araştırmaları Enstitüsü
Dergisi, 2009, 61.
[59] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 389.
[60] Feqiyê Teyran, divan, 243.
[61] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 243.
[62] Zavotçu, Edebîyatı sözlüğü, 2013, 225.
[63] Talât Onay - Cemâl. Kurnaz, Açıklamalı Divan ̣Siiri
Sözlüğü: Eski Türk Edebîyatında Mazmunlar ve İzahı (Ankara: Kurgan
Edebîyat, 2013), 171.
[64] Feqiyê Teyran, dîwan, 145.
[65] Ömer Faruk Harman, “Musa”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
2020.
[66] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 270.
[67] Aynur Kurt, “Fuzûlî’nin Türkçe Gazellerinde Kur’ân-I
Kerîm’deki Dinî Şahsiyetler”, Avrasya Uluslararası Araştırmalar Dergisi
10/31 (2022): 388.
[68] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 145.
[69] Ömer Faruk Harman, “Musa”.
[70] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 247.
[71] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 270.
[72] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 266.
[73] Zavotçu, Edebîyat sözlüğü, 2013, 321-322.
[74] Feqiyê Teyran, Divan, 2014.57-58.
[75] Arthur Jeffery, The Foreign Vocabulary of the
Our’ān, 2007, 225.
[76] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 59.
[77] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 56-60.
[78] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 153.
[79] Zavotçu, Edebiyat sözlüğü, 2013, 314.
[80] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 56-60.
[81] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58-59.
[82] Pala, divân
şiiri 2016, 204.
[83] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 114.
[84] Feqiyê Teyran, diwan, 114.
[85] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 114.
[86] Feqiyê Teyran, diwan, 116.
[87] Ahmet Yaşar Ocak, İslâm-Türk
inançlarında Hızır yahut Hızır-İlyas kültü (İstanbul: Kabalcı Yayıncılık,
2012), 79-80.
[88] Mehmet Ünal - Ahmet
Ünal, “Divan Şiirinde Peygamberlerin Ele Alınışı: Ömer Hulûsî Dîvânı
Örneği”.
[89] Fatih Sona, “Klasik Türk Şiirinde İlyas Peygamber”, Çankırı
Karatekin Üniversitesi Karatekin Edebîyat Fakültesi Dergisi 5/1 (2017): 63.
[90] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 114.
[91] Ömer Faruk Harman, “Yûnus, Kur’ân-ı
Kerîm’de adı geçen bir peygamber.”, 2013.
[92] Wergera Qur’ana Piroz Bi Zimane Kurdi (Fatih /
Istanbul: Ravza Yayıncılık ve Matbaacılık Davut, 2011), 21/87.
[93] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 61.
[94] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 146.
[95] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 118-119.
[96] Wergera Qur’ana, 34/10-11.
[97] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 118-119.
[98] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 59,60.
[99] Ömer Faruk Harman, “Süleyman”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 2010.
[100] Zavotçu, Edebiyat sözlüğü, 681.
[101] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 55-56.
[102] Emine Gürsoy Naskali, Dedikodu Kitabı
(Kitabevi Yayınları, 2021), 104.
[103] Wergera Qur’ana, 27/40.
[104] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 265.
[105] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 266.
[106] Mehmet Ünal - Ahmet Ünal, “Divan Şiirinde
Peygamberlerin Ele Alınışı: Ömer Hulûsî Dîvânı Örneği”, 2020, 1107.
[107] Mehmet Şamil Baş, Ömer Hulûsî Ve Dîvân’ı
(İnceleme – Metin) (Dokuz Eylül Üniversitesi, 2013), 118-119.
[108] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 233.
[109] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 59,60.
[110] Mustafa Öztürk, “Zülkarneyn”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 2013.
[111] Gerek, Hüdâyî Divanı, 58.
[112] İsmail Avcı, “Divan Şiirinde İskender-i Zülkarneyn”, Uluslararası
Sosyal Araştırmalar Dergisi 7/29 (ts.), 48.
[113] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[114] Mahmut Aydın, “Yahya”, TDV İslâm Ansiklopedisi,
2013.
[115] Teyran, Divan, 2014, 57.
[116] Teyran, Divan, 57-58.
[117] Ömer Faruk Harman, “Meryem”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 2024.
[118] Bünyamin Ayçiçeği, “Klasik Türk Edebiyatında Hz.
Meryem”, Edebi süreç: yöntem, isimler, eğilimler 7 (2016), 3.
[119] Pala, divân
şiiri 2016, 307.
[120] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[121] Ömer Faruk Harman, “Îsa, Kur’an’da adı geçen ve
kendisine kutsal kitap İncil verilen peygamber.”, 2000.
[122] İsa Kayaalp, Sultan Ahmed Divan’nın Tahlili
(Istanbul, 1999), 110.
[123] Hussain Haki Ismail Aljbori, Bağdatlı Fahrîzâde
Es’ad Divanı’nda Tip Ve Şahsiyetler (Karabük: Karabük Üniversitesi, 2022),
140.
[124] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 62.
[125] Feqiyê Teyran, divan,
2014, 62.
[126] Zavotçu, Edebiyat sözlüğü, 161.
[127] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 145.
[128] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 56-57.
[129] Pala, divân şiiri, 132.
[130] Wergera Qur’an, 2011,
597.
[131] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 62.
[132] Ali Muhammed Sallabî, 1. Halife Hz. Ebubekir
Hayatı, Şahsiyeti Ve Dönemi, 4. Basım (İstanbul: Ravza Yayınları, T.Y.),
17.
[133] Erdoğan Alparslan, Ferhenga Edebîyata Kurdî Ya
Klasîk (Zanîngeha Dîcleyê Enstîtuya Zanistên Civakî, 2021), 39.
[134] Aynur Kurt, “Türk Edebiyatında Çehâr-Yâr-ı Güzîn:
Abdî’nin Feżâil-i Ḫulefâ-i Râşidîn ve Ḫaṣâil-i Çehâr-Yâr-i Güzîn Adlı Mesnevisi
Üzerine Bir İnceleme”, Eskişehir Osmangazi Üniversitesi İlahiyat Fakültesi
Dergisi 2/3 (2015), 112-113.
[135] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 149.
[136] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 95.
[137] Ali Muhammed Sallabî, 2. halife Hz. Ömer Hayatı,
Şahsiyeti ve Dönemi (Istanbul: Ravza yayınları, 2016), 17-18.
[138] Edt. Ali Aksu, “Uluslararası Hz. Ömer Sempozyumu”
(Sivas, 2018), 1. cild/123-124.
[139] Gerek, Hüdâyî Divanı, 84.
[140] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 150.
[141] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 95.
[142] Ali Muhammed Sallabî, 3. Halife Hz. Osman Hayatı,
Şahsiyeti ve Dönemi (Istanbul: Ravza yayınları, 2016), 7.
[143] Gerek, Hüdâyî Divanı, 85.
[144] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 67.
[145] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 95.
[146] Ali Muhammed Sallabî, Müminlerin Emiri Hz. Ali
Hayatı, Şahsiyeti ve Yaşadığı Çağ (Istanbul: Ravza yayınları, 2016), 9.
[147] Gerek, Hüdâyî Divanı, 86.
[148] Erdoğan Uludağ, “Şeyhülislam Bahayi Divanı’nda
Şahsiyetler”, Eski Türk Edebîyatı Araştırma Dergisi 5/3 (2022): 1220.
[149] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 95.
[150] Yaşar Şimşek (ed.), Orta Türkçe döneminin İlk
evresi: sorunları ve Çözüm Önerileriyle Harezm Türkçesi (Istanbul: Akçağ
Yayınları, 2021), 81-82.
[151] Feqiyê Teyran, divan, 137.
[152] Feqiyê Teyran, divan, 138.
[153] Bilal Kemikli, Sufi şairin îzinde şiir ve îrfan
(Istanbul: Kitabevi Yayınları, 2011), 41.
[154] Mantıku’t-Tayr, çev. Ferîdüddin Attâr - çev.
Süleyman Uludağ (İstanbul: Dergah Yayınları, 2016). 163-167
[155] Mehmet Kanar, Feridüddin Attar ve Eserleri
(Istanbul: MEB Yayınları, 1990), 95-97.
[156] Annemarie Schimmel, Tasavvufun Boyutları, çev.
Ender Gürol (İstanbul: Kabalcı Yayınları, 2010), 145.
[157] Kanar, Feridüddin Attar ve Eserleri, 99.
[158] Annemarie Schimmel, Tasavvufun Boyutları, 144.
[159] J.T.P. de Bruijn, Persian Sufi Poetry: An
Introduction to the Mystical Use of Classical Poems (Londra, 1997), 78.
[160] Saeed Yousef, Farid al-Din Attar’s “The Conference
of the Birds”: A Philosophical and Literary Analysis (Academic Press,
2012), 34-35.
[161] Annemarie Schimmel, The Triumphal Sun: A Study of
the Works of Jalaluddin Rumi (Sunny Press, 1993), 56.
[162] Şehnaz Tahir Gürçağlar, Translation as
Representation: A Study of Translation Movements in the Kurdish Context
(2021: Routledge, ts.), 108-110.
[163] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 240.
[164] Feriü’d-din Attar, Mantıku’t Tayr Kuşların Diliyle,
çev. Mustafa çiçekler (Istanbul: kaknüs yayınları, 2006), 9-10.
[165] Melayê Cizîrî, Dîwan, metnê Kurdî & Türkçe
çevirisi, Çapa Pêncem (İstanbul: Nûbihar, 2013), 514.
[166] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 212.
[167] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 212.
[168] Mustafa Öztürk, Klasik Edebiyatın Gizemli Dünyası
(Ankara: İlahiyat Yayınları, 2015), 45-47.
[169] Ebu Mansur Maturidi, Kitabu’t-Tevhid, çev. Bekir Topaloğlu
(İstanbul: Diyanet Vakfı Yayınları, 2002), 89-90.
[170] İsmail Ibn Kesir, Tefsirul-Kur’anul-Azim, çev. Suat
Yıldırım (İstanbul: Hisar Yayınevi, 2005), 150.
[171] Ali Ünal, Kur’an ve Hadislerde Meleklerin Vazifeleri
(Istanbul: İnsan Yayınları, 1999), 25-26.
[172] Ahmed Zerkani, Mekarimu’l-Ahlak, çev. Mehmet Demir
(İstanbul: İbn Haldun Üniversitesi Yayınları, 2020), 54.
[173] Ali Demirci, Klasik Türk Edebiyatında Cin ve Melek İmgeleri
(İstanbul: Kitap Yayınları, 2011), 145-148.
[174] Yusuf Şevki Yavuz, Zeki Ünal, “Cebrail”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 1993.
[175] Onay Divan ̣Siiri Sözlüğü, 2013, 348.
[176] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 146.
[177] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 146.
[178] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 147.
[179] Alparslan, Ferhenga Klasîk, 110.
[180] Şimşek, Orta Türkçe döneminin İlk evresi,
81-82.
[181] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 135.
[182] Merve Beyza Şeyran, Klasik Türk Şiirinde Melek
Düşüncesi (Ankara Hacı Bayram Veli Üniversitesi, 2020), 14.
[183] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 61.
[184] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 208.
[185] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 235.
[186] Harun Işık, “Kitab-ı Mukaddes ve Kur’an’a Göre
Şeytan”, Bozok Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 13/13 (2018),
41-42.
[187] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 109.
[188] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 105.
[189] Şeyran, Klasik Şiirde Melek, 10-11.
[190] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 93.
[191] Yusuf Şevki Yavuz, “Zebanî”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 2013.
[192] Şeyran, Klasik
Şiirde Melek, 13.
[193] Wergera Qur’anê, 96/Alaq
- 18.
[194] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 123.
[195] Mustafa Yavuz, Klasik Türk Edebiyatında Tarihi Şahsiyetler
(İstanbul: Timaş Yayınları, 2013), 10-12.
[196] Firdevsi, Şehname, çev. Sabri Gürses (İstanbul:
Yapı Kredi Yayınları, 2002), 203.
[197] Nuri Çelik, İslam Dünyasında Alimlerin Yeri ve Rolü
(İstanbul: Diyanet Vakfı Yayınları, 2004), 88-89.
[198] Gencevi Nizami, İskendername, çev. Muhammed Fuat
Köprülü (İstanbul: MEB Yayınları, 2003), 75-76.
[199] Ebru Şenocak, “Halk Muhayyilesinde İbn Sîna Ve Hayatı
Etrafında Anlatılan Efsaneler” 3, sy 7 (2015).
[200] Ömer Mahir Alper, “İbn Sına”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 1999.
[201] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 245.
[202] Hakan Yekbaş, “Divan Şiirinde Yunanî
Şahsiyetler”, Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi 3/15 (ts.),
294-295.
[203] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[204] Yekbaş, Yunanî Şahsiyetler, 291.
[205] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[206] Zavotçu, Edebîyat sözlüğü, 237.
[207] Yekbaş, Yunanî Şahsiyetler, 291-292.
[208] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 59,60.
[209] Zavotçu, Edebîyat sözlüğü, 663.
[210] Yekbaş, Yunanî Şahsiyetler, 298.
[211] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[212] Mert Can Taşkın, “Anadolu’nun İlk Filozofu
Thales”, 4.
[213] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58.
[214] Tolga Öntürk, “Bâkî Divânı’nda Efsânevi ve
Mitolojik Kahramanlar”, Dede Korkut Dergisi, 93.
[215] Pala, divân
şiiri 2016, 48.
[216] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 192.
[217] Yaşar Kaplan, “Di Temayên Destana Kela Dimdimê da
Kurdînîya Îdeal”, Rumelide Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi, 34
(2023): 1237.
[218] Feqiyê Teyran, divan, 2014, 17.
[219] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 150.
[220] Zavotçu, Edebîyat sözlüğü, 76.
[221] Pala, divân
şiiri 2016, 33.
[222] Aljbori, Bağdatlı Fahrîzâde Es’ad Divanı, 120.
[223] İskender Pala, “Mühr-İ Süleyman”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 2020.
[224] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58-59.
[225] Pala, divân
şiiri 2016, 86.
[226] Öntürk, “Bâkî Divânı, 89.
[227] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 101.
[228] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 58-59.
[229] Pala, divân
şiiri 2016, 437-438.
[230] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 60-61.
[231] Ahmet Demir, Tasavvufî Edebiyatta
Aşkın Sembolizmi (İstanbul: İnsan Yayınları, 2014), 45-46.
[232] İsmail Taşköprüzade, Şakaik-i
Numaniye ve Zeyilleri, çev. Ahmet Şimşirgil (İstanbul: Çağrı Yayınları,
2007), 213.
[233] Nurettin Albayrak, “Ferhad ve Şirin”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 1995.
[234] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 149-150.
[235] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 208.
[236] Feqiyê Teyran, divan, 253.
[237] Aslıhan Öztürk, “Necâtî Bey Divanı’nın Mitolojik Ve
Efsanevi Şahısları”, Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi 10/52
(ts.), 212.
[238] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 240.
[239] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 243.
[240] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 244.
[241] Feqiyê Teyran, Divan, 2014, 245.
[242] Şerife Ağarı, “Bir Övgü Unsuru Olarak Şehnâme
Kahramanlarının Klasik Türk Şiirindeki Dönüşümü: Bâkî-Nedîm Karşılaştırması”, Selçuk
Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Dergisi 39 (2018), 241.
[243] Aslanoğlu, Ruhayî Divan, 293-294.
[244] Gerek, Hüdâyî Divanı, 2020, 96.
[245] Mustafa Erkan, “Hüsrev ve Şirin”, TDV İslâm
Ansiklopedisi, 1999.
1 Comments
Xebateke baş e 👏
ReplyDelete