Folkor
Folkor zanista vekolîna çand û kultura hemû komên civakî ye.Çanda gel a daringî û arişen bi rê û rêbazên xwe yên taybet lêdikole, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û encamekê jê dertîne. Bi giştî jî li ser taybetiyên gel yên gelemperî dixebite û bi hêlek din ve jî taybetiyên jiyanê yên ku berî zayîna mirovan heya piştî mirina mirovan vedikole. Çi bûjenî û çi jî arîşen, çi tiştê ku însan û jiyana însên dorpêç kiribe, mijara folklorê ye. Li gorî Gennep, Folklor bêjeyeke Ingilîzî ye, ji du bêjeyan pêk tê: "folk" gel û "lore" zanist an jî vekolîn. Wê gavê folklor zanista vekolîna li ser gel e. Folklor ew zanist e ku berhemên çandî yên daringî û arîşen yên gelê welatekî an herêmekê ji xwe re weke mijar dibijêre, li gorî rêbazên xwe yên taybet; berhev dike, dabeş dike, lêdikole, vedikole, şîrove dike û di dawiya dawî armanc ew e ku bigihîne pêkhateyekê.
Folklor, 'urf, 'edet, bawerî, tore û merasîmên gel som dike. Folklor çanda gelêrî ya îroyîn jî vedikole û dinirxîne. Guherînên jiyana civakí rengê xwe dide çandê jî. Folklor van çandan dide ber hev, têkiliyên di navbera wan de, guherînên wan, teşeyên wan yên ku îro girtine derdixe meydanê. Bị về hêlê ve ji bo têkiliya do û îro bê fêmkirin karekî girîng barî stûyê xwe dike. Di ravekirina terza jiyanê, helwesta li hember rewş û bûyeran, têgihana şîrovekirina dinyayê de roleke folklorê ya girîng heye. Dîsa roleke folklore di 7 diyarkirina rêzek 'eciban, hunerwerî, afirînek, tore, sazî û sazîbûn ên ku jiyana toreyî saz dikin, li dar dixin, dewlemend dikin, rengdar dikin de gelek girîng e.
Têkilîyeke/zincîreke xurt a 'urf û 'edetan bi raboriyê û roja ku em têde ne re heye. Folkor di destnîşankirina vê zincîrê de; di libolibo diyarkirina xelekên wê yên alîgir û kostek de; di gihiştina zêma çanda gelêrî de çavkaniyên zengîn pêşkêşî eleqedarên xwe dike. Di zimanê kurdî de ji bo folklorê bi zaravayê kurmancî "zanista gel", "kelepor" û "zargotin", bi soranî, "xelknasî - edeba millî", bi kirmanckî "zanistiya şarî" tê gotin. Peyva kelepor ji mijarên weke; dîrok, tore, rengê hunerî, çîrok, hikayet û fesaneyan pêk tê. Ev ji bab û bapîran bo neviyan û bo mileti maye. Miletên pêşketî girîngî dane karê berhevkirin û komkirina keresteyên keleporê. Çimkî binaxa netewetiyê digihêje raboriya xwe, milet bi kelepora xwe, xwe nas dike. Di avakirina şaristaniyê de kelepora mirovî xwediyê cihekî girîng e.
Mîr Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de, di dawiya hejmara siyî, beşa ferhengokê de bi nave "Ferhengvan" pênaseya folklorê wiha kiriye:Ev bêje di eslê xwe de ingilîzî ye. Lê îro ketiye nava hemî zimanên dinyayê. Lewre me jî ew xistiye zimanê xwe. Jixwe kurdên Qafqasê beriya me ev bêje xistine nava zimanê xwe û pirtûkek bi navê Folklora Kurmancí belav kirine. Folklor tevahiya'edet, çîrok û stranên miletekî ye. Ew'edet, çîrok û stranên ku ji nav xelkê bi der ketine û li dora nifşan de bi ser ve ketine û gihîştine nifşên nû. Jixwe bêjeya folklorê bêjeyeke bihevketî ye û bi wateya zanîn an zanistiya xelkê ye. Ji bilî Folklora Kurmancî ya Heciyê Cindî gelek vekolîner û nivîskarên kurd jî peyva folklorê bi kar anîne. Sadiq Bahaeddîn Amedî bi navê Folklora Kurdi, Rohat Alakom bi navê Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, û Cigerxwîn bi navê Folkora Kurdan berhem weşandine. Li gorî van agahiyan em dikarin bibêjin ku peyva folkor di kurdî de cihê xwe girtiye. Folklor ji bo hemû zaravayên kurdî jî peyveke hevpar e û bikaranîna vê têgehê, ji bêjeyên din kêrhatîtir e.
Edebiyata gelêrî
Edebiyata gelêrî beşeke folklorê ye. Di nav civaka rojane de bi devkî tê ristin û bi rêya nifşan digihêje roja me. Qismek ji van berhemên devkî bi rêya nivîsê jî digihêjin nifşên nû.
Qada heypar a ziman û çandê, qada ku berhemên devkî derdikevin holê ye. Hemû çand û şaristanî, gelek bawerî, ‘urf û ‘edetan derdixin meydanê. Edebiyata gelêrî ya hemû neteweyan xwedî amûrên devlemend in. Edebiyata gelêrî, berî dîtina nivîsê hebû, bi gotin û guhdarkirinê, ji hêla hişê ji nifşan bo nifşan hatiye veguhastin. Ji hêla jiberkirinê heta roja me xwe parastiye.
Di civakên ku nexwedînivîs de, berhevokên çandî yên ku bi devkî têne veguhestin, edebiyata gelêrî pêk tînin. Gelek civakan, di demên diyar de berhemên bi vî awayî derxistine meydanê. Edebiyata gelêrî ne tenê di civakên nexwedînivîs de, di heman demê de di civakên xwedînivîs de jî hebûna xwe ya bi edebiyata nivîskî re parastiye. Edebiyata gelêrî, ji berhemên weke; mamik, fesane, çîrok, metelok, zügotinok, biwêj, gotinên pêşiyan û hwd. pêk tê. Ev berhemên edebiyata gelêrî ne û gotyarê/bêjerê wan nediyar in.
Berhemên edebiyata kurdî ya gelêrî bi awayekî sivik û zelal hatine gotin. Ev yek taybetiyeke heypar a berhemên anonîm e. Piraniya berhemên edebiyata gelêrî bi nezmê hatine gotin. Hejmara kiteyî di hinek cureyan de heye. Taybetiyeke edebiyata gelêrî jî ev e ku nayê zanîn ka kê ev berhem afirandiye, yan jî gotiye. Ango berhemên gelêrî ne. Bi awayekî kolektîf/heypar hatine çêkirin û loma jî gelek varyantên wan hene.
Ziman û vegotina edebiyata gelêrî sade ye. Berhemên wê bi awayekî sivik û zelal hatine gotin. Zimanê ku tê bikaranîn, zimanê wê herêmê ye ku ew berhem li wê herêmê hatiye afirandin. Ziman, zimanê wê demê ye. Berhemên edebiyata gelêrî di nava gel de hatine afirandin. Ew berhem ji hêla mijar, tema û zîziyê rasterast bi jiyana gel ve girêdayî ne. Yên ev helbest afirandine piranî kesên nexwenda ne. Loma zimanê jiyana rojane tê bikaranîn.
Ji bilî mijarên weke esq, firaq, bêrîkirin, mirin, dîn, tesewifê; li ser mijarên bi jiyana civakê ve têkilîdar jî hatine sekinîn û rexne lê hatine kirin. Bi gelemperî mijarên şênber hatine şixulandin. Ji teşeyê zêdetir giranî li ser mijarê ye. Helbestê li gorî mijar û formên xwe navên weke heyranok, payîzok, şeşbendî, dûrik û hwd. hildane. Bi awayekî siruştî, bêpllan têne ristin. Loma jî di helbestan de ji hêla form û naverokê ve kuraliyeke mezin tune ye.
Gotinên pêşiyan, biwêj û vegotinên xweşik ên gel, gelek têne bikaranîn. Ji şibandin û manendinê jî tê îstîfade kirin. Sernavên helbestan tune ne. Li gorî naverok û formên xwe têne binavkirin. Berma û vekêş têne bikaranîn û bi vî awayî aheng tê sazkirin. Ji hêla mijar, form û zimanê ve ji bandorên derveyî dûr e. Piraniya berhemên edebiyata gelêrî nezm in, nesr kêm in. Ji bo di hişê mirovan de mayinde bibe ji pexşanê bêtir, bikaranîna helbestê kêrhatîtir e. Çîrok, fesane, gotinên pêşiyan, biwêj û pêkenok nimûneyên pexşanê ne. Di edebiyata gelêrî de çavderî û zerevanî hene. Şibandin ji têgehên şênber çêdibin. Tiştên ku çêdibin divê ji jiyana rastîn bêne girtin.
HELBESTA GELÊRÎ (ANONÎM)
Çanda gelêrî, çavkaniya çanda neteweyî ya herî girîng e. Helbesta gelêrî ji milekî herî çalak, belav û resen e ve çavkanî ye. Berhemên helbesta gelêrî, navê hunermendên wan nediyar in û bi rîtm û şêweyeke taybet derketine meydanê. Qismek helbesta gelêrî bi pîvana kiteyî hatine honandin. Helbesta gelêrî berhemên gelêrî dihewîne. Ango yên ku ew helbest honandine ne diyar in. Berhemên helbesta gelêrî bi borîna demê re bûne milkê gel.
Heyranok, payîzok, metelok, zügotinok û hwd. berhemên helbesta gelêrî ne û rîstêrê wan ne diyar e. Ji bilî dîmenên wan yên estetîkî û hunerî, di nava van berheman de nîşaneyên civakî û derûnî jî hene. Ji ber vê yekê jî xwedî kargêrên girîng in. Li gorî vekêş û bermayan xwe nêzî hev in. Ji ber ku gel rastiya jiyana xwe herî baş bi zimanê xwe yê resen dikare bibêje, zimanê wan jî ji xemilandine dûr; sade û tirsî ye. Ev berhem peywira neynika jiyana gel bari ser stûyê xwe dikin.
Zimanê helbesta gelêrî sade, tirsî û yê gel e. Vekêş û berma hene. Aheng bi van tê sazkirin. Mijarên weke esq, mirin, germahî, xerîbî, bêrîkirin û hwd. hatine bikaranîn.
CUREYÊN HELEBESTA GELÊRÎ
Stran (Kilam)
Dûrik (Qewlêrk)
Lorîk (Hayîn/Laylayê)
Dilok (Stranên Govendê)
Lawij (Lawje)
Heyranok
Payîzok (Pîrepayîzok)
Şeşbendî
Berîte (Katar)
Destan
Şînî
Medîhe
Narînk (Qaydên Xerîbê)
Sergo (Serê Zava)
Stranên Kar
Lawik (Zêmar/Delal/Pêgotin)
Stranên Zarok û Leyîzan
Xizêmok
Biharok
Sêxişî
Şer
Stranên Bûyerên Siruştî
Qewl û Beytên Êzdîtîyê
Qesîde
Zügotinok (Lezbare/Şasmîtî/Zûbêj/Cîwanok)
Mamik (Tîştanok)
Metelok
Nifir
Lava (Di’a)
0 Comments