Nûbihar 159 Rûpel 24-30
Arî Beravî
Kurte
Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de
heywanat ji gelek aliyan ve derdikeve pêşiya me.
Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê
Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên
tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi
xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin, di helbestên şaîran de
cîh digirin.
Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî yanivîskî de şaîrekî muhim û pêşeng e.
Di helbestên wî de heywanat hin cihan bi wateya xwe ya
mecazî hin cihan jî bi wateya xwe ya
eslî derdikeve pêş me. Em di vê xebatê de di helbestên
Feqîyê Teyran de heywanên ku hatine
behs kirin û ev heywan bi çi awayî hatine bikaranîn, çi
sembolîze dikin tedqîq bikin.
Peyvên Sereke: Feqîyê Teyran,
Heywanat, helbest
PÊŞGOTIN
Edebiyata Kurdî ya Klasîk edebiyateke
têr û tijî ye. Bi vegotinên estetîkî û xemilandî
bi helbestên wateyî û bi çandî di
dîwanan de em dibînin. Lê belê di demên berê de helbestvan
û nivîskarên edebiyata klasîk ji ber
ku bi xwe helbestan nenivîsîne, bi murşîdên xwe ve dane
nivîsandin gelek nûsxe derketine hole.
Ev nûsxe jî cuda cuda hatine nivîsîn. Bi edîsyonkrîtîkê
jî nivîsandina resen em nikarin derxin
holê. Dibe ku hin xeletiyan bibînin lê rastiya
nivîsê em nikarin bi muqayese kirina
nusxeyan derxin holê. Di vê xebatê de tengasiya ku herî
zêde me kişandî ev bu ku ewlehiya me
bi helbestan nedihat. Nivîskar û lêkolînêrên ku dîwana
Feqî çapkirine, gelek cudahî bi tîpan
bi peyvan heta bi hevokan derdiketin pêş me. Bi hêvî me
ku ê di pêşerojê de bi xebatên hêja
helbestên şaîran yên resen ê derkevin holê.
Feqîyê Teyran di sedsala 16. de jiyaye
û gelek helbestên estetîkî û bi meneyên kûr
nivîsîye. Derbareyê jiyana wî de agahî
kêm bin jî mirov dikare li ser dîwanê here hin
agahiyan dikare dest bixwe. Me di vê
xebatê de xwast ku, kêm bûna xebatên ferhengî zêde
bikin û xebatên ku hatine kirin yên
kêm zêde hebin jî me xwast bi kûrahî heta em dikarin bi
dest bixwin û bînin ziman.
DESTPÊK
Bêjeya klasîk ku ji zimanê frensî
ketiye zimanên cîhanê, tê wateya tiştê ku bi ziman û
hunera serdema kevn a Roma û Yewnan re
têkildar e. Ew hilberîna ku bi ziman, huner û
nivîskarên frensî ên serdema XVIIan a
zayînî re têkildar in jî, li dinyayê weke wateya klasîkê
hatine qebûlkirin. Her wiha, ji bo wan
berhem û edîbên ku demeke dûvedirêj bi ser wan re
derbas dibe; lê belê ew hîna tevî
qîmet û girîngiya xwe di nav civakê de dijîn, ji wan re jî
klasîk tê gotin. Di lîteratura dinyayê
de, bêjeya “klasîzm” jî, weke navê teoriyeke felsefî ya
edebiyatê hatiye destnîşankirin.
Wateya edebiyatê ew e ku hunermend,
hin hest, raman û xeyalên xwe, li ser bingeha
bûyeran, bi rêya ziman, bi awayekî
karîger û balkêş, bi tehera devkî yan jî nivîskî vedibêje.
Îca berhema klasîk ew e ku li ser
bingeha asteke baş a edebî û hunerî hatiye dayin. Her
berhema kevnar ku di serdemeke zemanê
berê de hatiye nivîsîn, ne klasîk e. Tenê ew
berhema ku xwedî hin taybetiyên astbilind
ên ilmî û hunerî ye û di zemanê berê de, ji aliyê
edîbekî behremend û hunermend ve
hatiye nivîsîn, dibe klasîk. Îca ew berhema ku li
welatekî, di nav gelekî de dibe
klasîk, bere bere, ji aliyê gelên cihê cihê yên dinyayê ve tê
naskirin û dibe berhemek ji berhemên
klasîk ên cîhanê. (Meretowar, 2014)
Derheqê edebîyata kurdî ya Klasîk de
Abdurahman Adak wiha dibêje:
Edebîyata Kurdî ya Klasîk edebîyateke
nivîskî ye û di serdema Îslamê de di bin
bandora unsurên dînî, Erebî, Farisî û
çanda Îranê de li gor hinek rêzikan derketîye
meydanê. Ev edebîyat, zanistên binbeş
ên wekî tarîxa edebiyatê, kêşa erûzê, serwa
(qafîye), paşserwa (redîf), têşeyên
nezmê (şiklên nezmê), rewanbejî (belaxat),
ciwankarî (hunerên edebî), cureyên
edebî, şîroveya metnan û edebîyata berawirdkarî
(edebîyata muqayeseyî) di xwe de
dicivîne ku ji van zanistan bi taybetî tarîxa
edebîyatê ji aliyê giringîyê ve
zêdetir derdikeve pêş. (Adak, 2014: 17)
Hin lêkolînêr dibêjin Destpêka
Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi Îslamê destpê kiriye û
numûne jî ji edebiyata Tirkî digirin
dibêjin bi “Kutadgu Bîlîg”a “Atabetul Hakayiq” û
“Dîwan-i Hîkmet” destpê kiriye û
dibêjin em jî dikarin bejin Edebîyata Kurdî ya Klasîk bi
Baba Tahirê Uryan bidin destpê kirin.
Çawa ku Edebiyata Kurdî bi edebiyata Tirkî re
muqayese kirin xelet be her wekî din
jî Baba Tahirê Uryan jî bidin destpê kirin xelet e. Ji ber
ku hê Kurd buna Baba Tahir ne dîyar e.
Lê Edebîyata Tirkî Dîyar e û hatiye peytandin.
Li gor qanaeta min Edebîyata Kurdî ya
Klasîk gava em bidin destpê kirin gerek bingeha me
saxlem be û li gor kesan em bidin
nişandan xeletîye. Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi kî re destpê
kiriye hê tam nehatiye tespit kirin û
hê lêkolîner li ser vê mijarê mutabik nebûne. Lê em
dizanin ku Edebîyata Kurdî ya Klasîk
bi Îslamê destpê kiriye. Beriya Îslamê tu berg û belge di
holê nînin. ji ber ku beriya Îslamê
Edebiyata Kurdî bi devkî xwe muhafeze dikir. Yên pîştî
Îslamê jî gelemperî bi helbestî hatine
nivîsîn.
Berhemên Kurdî yên klasîk kêm in. Ji
xwe helbestên gelek nivîskaran jî kêm in û mîna
berhema nehatine nivîsîn. Yên ku
hatine nivîsîn jî wek Melayê Cîzîrî, Ehmedê Xanî em
dikarin mînak bidin. Feqîyê Teyran jî
gelek helbest nivîsîne lê dîwaneke wî em nikarin bejin
heye. Lê tişta ku em dizanin piştî
mîrektîyan berhem hatine nivîsîn û dîwana Melayê Cizîrî û
Xanî ji Edebîyata Kurdî ya Klasîk re
bûne berhemên teqez û hatine heta îro.
Çanda medreseyan ji bo Kurdan gelek
girînge û cihê ilim û zanebûnê bûne. Ji xwe
Mela, Xanî yan jî Feqî di medreseyan
de perwerde bûne û di medreseyan de bûne xwedî ilim.
Derheqê medreseyan de Meretowar wiha
dibêje:
Navendên mîna Bedlîs, Cizîr, Hekkarî,
Muks, Hîzan, Sêrt, Bazîd, Diyarbekir, Xelat,
Amêdiyê, Brîfkan, Silêmanî, Koye,
Sêwreg, Hezan û Licê, bûne ciyê gihîştina edîbên
mezin û dayina berhemên giranbiha. Di
van navendên mîrektiyan, medreseyên navdar
vebûne û tevî tekiyayên hin terîqetên
mezin, edebiyata kurdî, di nav şêxên terîqetê,
melayên medreseyan û mîrên mîrektiyan
de şax daye. Heta ku komara Turkiyeyê
hatiye damezrandin, edebiyata kurdî ya
klasîk, bi awayekî gur û geş, li bakurê welêt,
berdewamî daye hebûna xwe. Serdema
mîrektiyên kurdan, ji bo şaxvedana edebiyata
kurdî, kartêkereke gelek girîng e.
Hema hema her mîrekî şehrekî welêt, li tenişta
mizgefta mezin a bajarê xwe,
medreseyeke mezin vekiriye, muderrisên mezin
wezîfedar kirine, feqî (telebe) dane
xwendin û di asta elîtî de karê perwerdehiya ilim û
me’rîfetê de têde daye îcrakirin. Bi
ser de jî, li navçeyan jî weke şaxên van
medreseyan, ciyên dî jî vekirine. Heta
li gor derfetan, li gundan jî di teşeyê medreseyê
de, “hucre” hatine vekirin û tehsîla
ilim hatiye kirin. Bi xêra vê xebatê, di nav feqî,
talib, mela û mîrê feqiyan de, çanda
edebiyatê jî serî daye. Muderrisên navdar, serê
ewil edebiyata farisî di medreseyên
xwe de daye hînkirin; peyre bere bere wan bi
zimanê xwe jî edebiyat îcra kiriye.
Cara ewil jî, Cizîrî ev kevneşopî kiriye nav van
medreseyan. Peyre qesîde û xezelên wî
ji aliyê ehlê medreseyê ve hatine jidevkirin.
Vê yekê bala ehlê tesewwufê jî kêşaye
û wan jî dest bi îcrakirina edebiyata kurdî ya
tesewwufî kiriye.(Meretowar, 2014)
Feqîyê Teyran jî helbestvanekî
Edebiyata Kurdî ya Klasîk e. Derbarê jîyan,
berhem heta kesayetîya wî de nîqaş
hene. Hin gotinên bê delîl û ji bo mezinkirine
gelek tişt têne gotin. Lê ev tevger
edebîyatê mezin nake. Kesek gava bikeve nav
helbestên Feqî de ê bibîne ku hê tam
nehatiye xwendin û hê helbestên kêm hene.
Berhemên Edebiyata Kurdî ya Klasîk bi
destxetan hatine nivîsîn û bi şagirtan,
bi mûrîdan hatiye nivîsîn. Ji ber vê
jî pisgirêkeke mezin derketiye holê. Çawa ku em
dibînin gelek destxet hene û xwediyê
hin destxetan jî ne dîyar in. Tişta herî xirab jî ev
e ku her lêkolîner li gor xwe tiştek
derdixe holê û me bigûman dikin. Bi qenaeta min ji
bo Edebîyata Kurdî ya Klasîk tişta
herî kêm alîmên jêhatî û yên bixîret in. Lêkolînêrên
me yên vê demê ehlê hemû mijarane û
destê xwe tavêjin hemû şaxa.
JÎYANA FEQÎYÊ TEYRAN Û DERHEQÊ MEXLES Û KESAYETÎYA WÎ
1. 1. JÎYANA FEQÎYÊ TEYRAN
Di derheqê Feqîyê Teyran de agahî ne
zelal in. Tenê hin agahî di helbestên wî de derbas
dibin hene û nivîsa kevirê ser tirba
wî de agahîyên zelal dikeve deste me. Çawa ku me pêşî
got hê taze lêkolîn li ser nehatiye
kirin û hê tam nehatîye nasandin.
Di derbarê jîyana Feqîyê Teyran de hem
di çavkaniyan de hem jî di destê vekolîneran
de agahîyên pir kêm hene. Her çi qas
dema ku ew lê dijîya bê zanîn jî di derbarê jîyana wî de
agahîyên di destê me de ne, bi tenê
çend agahîyên kêm in ku ew jî helbestên wî hatine
wergirtin. Li gorî wan agahîyên ku di
helbestên wî de hene jî bi tenê salên ku lê jîyaye, çend
mexlesên ku bikaranîye, çend cihên ku
bi armanca xwendinê yan jî geştê çûye tê zanîn. Bi
taybetî jî navê malbata wî yan jî nevê
dê û bavê wî û agahîyeke di derbarê rewşa wî ya
malbatî de bi delîlan ve li holê nîne.
(Orkin, 2015: 1)
Ji bo kesên ku bi Edebiyata Kurdî re
têkîldar in mesleyeke dîyar e ku Feqîyê Teyran di
edebiyata tesewufê ya kurdî de û di
nav gel de yek ji şairên herî navdar û naskirî ye. navê wî
‘Muhemmed’ e, di nav xelqê de bi navê
Feqîyê Teyran meşhûr bûye. Navê bavê wî Şêx
‘Ebdullahê Miksî’ ye û jî gundê
Werezûzê ye. Mexlesa wî ya ‘Mîm û Hê’ kurtkirina
Muhemedê Hekarî ye ji bo ku Miks û
gundê Werezûzê nêzîkê Hekarîyê ye digel nisbetkirinên
din nisbeta Feqîyê Teyran bi Hekarîyê
ve tê kirin. Li gorî hin vekolîneran jî mexlesa ‘Mîm û
Hê’ bi tenê kurtkirina navê Muhemmed
e. Diderbarêtarîxa jidayîkbûna Feqî de vekolîner bi
tevahî negihiştine heman encamê. Lê
belê di vekolînên dawî de ji helbestên wî tarîxê
jidayîkbûna wî hatiye kifşe kirin ku
ew tarîx jî 1561ê Mîladî ye. (Orkin, 2015: 6)
Feqîyê Teyran di sala 1041/1632yan de
li gundekî Xîzanê bi navê Şandîsê koçî dawîyê
kiriye. Gora wî li wî gundî ye.
agahîya derheqê gora wî de hem di qeydeke bi erebî ku di
dawîya menzûmeya wî ya bi navê ‘Dilo
Rabe’ de ji aliyê mustensixê manzûmeyê ve hatiye
nivîsandin de, hem jî di du salnameyên
wîlayeta Bedlîsê de hatiye dayîn. (Adak, 2013:
233)Sala ku Feqî koça dawîyê kiriye
1041ê hicrî ye ku beramberî 1632yê mîladî tê.
Ev tarîx di nivîsteka kêla ber serî ya
gora Feqî ku li Şandîsê ye bi zimanê Erebî hatiye
nivîsandin ku kurdiya wê wiha ye
‘Ev gora dilşad, rehmetî, bexşandî û
mihtacê rehmeta Xwedê Mihemedê navdarê bi
Feqehê Teyran e kudi sala 1041ê de
koçî dawîyê kiriye.’ (Adak, 2014: 235)
1. 2. MEXLES Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ
Di edebiyata kurdî de gelek şair hene
ku ji xeynî navê xwe navên mustear bikaranîne yan
jî bi navên cuda hatine naskirin. Di
nav van de hin şair bi navê gundê xwe, hin jî bi bajarê
xwe tên nas kirin. Navê esil ê Feqîyê
Teyran, ‘Muhemmed’ e û di nav helbestên xwe de navê
xwe yê esil bikaranîye. Feqî di
helbestên xwe de ji xeynî navê xwe bi giştî sê mexles
bikaranîye Mîm-Hê, Miksî, Feqî û
Feqîyê Teyran.(Orkin, 2015: 8)
Feqî di helbestên xwe de bi gelemperî
sê mexles bikaranîye. Mexlesên Feqîyê Teyran yên
ku min tespit kirine ev in:
Mîm û Hê heftê felek çûn
Ji hîcretê dewran gelek çûn
Sal hizar û çil û yek çûn
Ev xezel anî dîyarê (Sadinî, 2014: 236)
Miksî dibe avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyê pirsan nebû
Wan dest gihabû sohbete (Sadinî, 2014:
120)
Nesaxê êşan ez im
Bikul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Tazî û uryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqîyê Teyran ez im (Sadinî, 2014: 447)
Tê xûya kirin ku Feqî sê mexlesan
bikaranîye. Lê di nav civatê de wek Feqîyê Teyran hatiye
naskirin û bi vî navî jî meşhur bûye.
Terza Feqîyê Teyran di nav
helbestvanên klasîk de ji aliyê bikaranîna ziman ve zimanê
xwerû û sade temsîl dike. Li gor dema
xwe zimanê gel, bi awayekî zelal û xwerû bikar aniye.
Têgeh û bêjeyên Erebî û Farisî di
helbest û berhemên wî de hindik in. Feqî di navbera
helbesta gelêrî û ya klasîk de wekî
pirekê ye. Ew ji aliyê kêş, teşe û naverokê ve aîdê helbesta
klasîk e. Lê ji aliyê zimanê xwerû û
zelal ve aîdê helbestê gelêrî ye.(Adak, 2014: 236)
Dema ku meriv helbestên Feqî bi
helbestên şairên hevdemên wî re muqayese dike bi
awayekî eşkere derdikeve holê ku di
helbestên wî de peyvên erebî û farisî kêm in. Feqî di
helbestên xwe de bi giştî bikaranîna
peyvên kurdî çêtir dîtîye û bi vî awayî bi zimanekî ku gel
jê fêm dike helbestên xwe honandiye.
Berhemên Feqî ji aliyê hunerî ve jî xwedî bingehên xurt
in. Di helbestên wî de teşbîh, telmîh,
mecaz, îstiare, û gelek hunerên din ên edebî, bi şarezayî
hatine bikaranîn. Wî bi ziman û hunera
xwe, gelek şair û nivîskarên kurd di binê tesîra xwe de
hiştine. (Orkin, 2015: 17)
Di helbestên Feqîyê Teyran de gelek
helbestên folklorîk û pastoral jî derdikevin pêş
me. Kela Dimdimê, Fesla Bihara Cennetê
em dikarin mînak nîşan bidin.
1. 3. HELBESTÊN WÎ
Ey Av û Av
Ellah Çi Zatek Ehsene
Îro ji Dest Husna Hebîb
Bi Çar Kerîman
Îro Girya Me Tê
Feqî û Bilbil
Dilber
Feqe û Melê
Dilo Rabe
Îlahî Lew Dikim Zarî
Şex Sen’an
Bersisê ‘Abid
Şerê Dimdim
Zembîlfiroş
Ez Çi Bêjim
Ay Dilê Min Ay Dilo
Qewî Îro Ze’îfhal im
Çîya Anî li Deştê kir
Îlahî ‘Ebdukel Atak
Ji Işqê Sotîme Welleh
Ji Rengê Dilbera Horî
Bizan Ku Min Yar Tu Yî
Ey Dil Hilo Terk Ke Sefa
Ordeka Ava Cizîrê
Fesla Bihara Cennetê
Xwedawenda Gunehkar im
Xwedawenda Tu Sebbûhû î
Îro Ji Eşqa Sorgulê
Dilo Carek Xwo Hişyar ke
Min Dî Di Xewnê da Gulek
Ji Exqa Te Ezî Dîn im
Hatim Ber Dergahê Rehmet
Ah Ji Dest Cama Wîsalê
Ellah Sehergaha Ezel
Îlahî Ger Gunehkarem,
Sînem û Çerxa Felekê
DI HELBESTÊN FEQÎ DE HEYWANAT
2. 1. Ahû/Ask / Xezal
Xezal di helbestên Feqî de yê ku min
tespît kiriye, neh beytan de derbas dibe û sêzdeh
caran tê behskirin. Feqî herî zêde
peyva xezalê bikaraniye. peyva ‘ask’ê carek derbas dibe û
peyva ‘ahû’yê jî carek tenê derbas
dibe. Xezal neh caran derdikeve pêş me.
Xezal ji ber ku çav bedew, tirsok,
bêhn xweş in, di edebiyata me de bûne sedema
gelek şibandinan. Reş û gir bûna çavên
wan yarê bi bîr tîne. Feqî di helbestên xwe de ji bo
xweşikîya çavên xezalan şibandiye
yarê. Ev xususîyeta xezalan di helbestên Feqî de herî zêde
derdikeve pêş me;
Wildan û hûra bêhn xweş e
Ask û xezala çavreş e
Dêm qemere xal hebeş e
Hubra bêye ser kaxetê (Sadinî, 2014:
359)
Xezal gelek zêde ji bo şibandina yarê
yanî şûna maşûk tê bikaranîn. Li ser aşiq çavê
yarê herî zêde tesîr dike. Pêşî çavê
yarê mîna xezalê mesûm xûya dike lê gava tesîr dike êdî
aşiq ji bo yarê dikeve nav derd û kula
û dişewite. Feqî ji ber vê sedemê çavê yarê şibandiye
çavê xurab/qir. (Kaya, 2017: 87)
suhtim xezala çavxurab
‘Işqa te ez kirme kebab
Suhtim biraştim bê hesab
Berqa ‘uyûnan vêketê (Yıldırım, 2014:
198)
Di edebiyata me de aşiq pêşî çavê yarê
dibîne û dikeve tesîra wê de. Pişt re ji bo
çavxezalê yanî yarê perîşan dibe. di
vê beytê de xezalê bi teybetiya wê ya navdar ya çavê wê
bikaraniye;
Şev û roj bo kê dinalim!
Yan gelo bo kê dikalim!
Muptelayê çavxezalim
Heyf e wê yara şefîq (Yıldırım, 2014:
101)
Xezal di edebiyata me de tê meneya
xweşik bûn, nazik bûn, delal bûn û zerafetê. Ji bo
wan teybetiyan yar bi şûna xezalê tê
şibandin;
Mislê xezal û nazenîn
Ew nazikad firdewsa berîn
Heta xweş im kul ma birîn
Ka nazenîna rû bi xal? (Yıldırım,
2014: 234)
Di edebiyata me de taybetiyên xezalê,
şûna yarê tê bikaranîn û gava aşiq yarê dibîne
mubtelayê yarê dibe nikare xwe jê
qutbike. Feqî jî meneya derbarê xezalan bi vê meneyê
bikaraniye. Di edebiyatê de tê zanîn
ku xezal di xwezayê de nêçîr e û ji aliyê nêçîrvanan ve
hedefeke, lê edebiyata me de xezal
gelek caran li ziddê vê derdikeve pêş me. Ji ber ku bi
xweşikîya xwe aşiqan dikişîne xwe û
aşiq nikarin xwe jê qut bikin.
Hemyan vebûn jê kerb û kîn
Der bûn ji çehvan av û xwîn
Talan kirin ya xaçhebîn
Derba xezalan vêketê (Yıldırım, 2014:
196)
Kê dî xezal şêran bigrin
Betlan ji nav mêran bigrin
Şêxan di nav dêran bigrin
Qutban ji xelqê ummetê (Yıldırım,
2014: 196)
2. 2. Baz
Baz di helbestên Feqî de du cihan de
derbas dibe û cihekî de misreyek kêm e. Nusxeya
wî yan nehatiye dîtin yan jî nehatiye
xwendin. Baz di edebiyatê de bi aşiq, ah a wî, birîna wî
yan jî; yar, çavê yar, zulfa yar tê
şibandin. Em di vê beyta jêr de dibînin ku helbestvanê me
baz şibandiye yarê û ketiye nav herdû
pençê wê nikarî derkevî.
Baziyê mekrê sikenc e
Girtibûm ez bi herdû pençe
Min medam dil jê bi denc e
Ay dilê min ay dilo! (Yıldırım, 2014:
228)
2. 3. Bilbil/ Hezar/ Andelîb/Şalûl
Di helbestên Feqî de bîst û heft
beytan de û bîst û neh caran hatiye behs kirin. Peyva
‘Hezar’ du caran peyva ‘Andelîb’ du
caran û peyva ‘Bilbil’ bîst û pênç caran cîh girtiye. Di
helbesta Feqî de teyrê herî zêde
hatiye bikaranîn bilbil e. Hezar peyveke farisî ye, andelîb
erebîye bilbil jî kurdî ye. Di
edebiyata Kurdî ya Klasîk de carna Şalûl derdikeve pêş me. Lê bi
gelemperî bi bilbil re tê bikaranîn.
Şalûl jî tenê carek derket pêş me. Her ku em dizanin şalûl û
bilbil di nav famîlyayekî de ne û
şalûl jî wek bilbil bi xwendina xwe derdikeve pêş me. Ji ber
vê jî me di nav serenavekî de li ser
wan sekinin.
Ewan teyran awaz digot
Şehlîl û bilbil bune cot
Ewan işqek li min firot
Dîsa bi xêr hatî bihar (Sadinî, 2014:
457)
Helbestek bi navê ‘Feqî û Bilbil’
heye. Di vê muxatebeê Feqî û Bilbil de eşqa mecazî
û eşqa heqîqê tê behs kirin û Feqî ji
Bilbil re penda dide. Bilbil di vê helbestê de wek eşqa
mecazî derdikeve pêşiya me.
Feqî dibêjî bilbil: “Tu bilbilek sewda
yî
işqa gulê mecaz e, tu yarek bê wefa yî
Dostê ebed bixwaze, da lê nebit fenayî
(Yıldırım, 2014: 90)
Bilbil bi biharê re koç dike û bi
biharê re dizîvire. Gul jî di dema biharê de divebe.
Yanî bilbil dema vebûna gulan dizîvire
û wextê vebûna gulan yanî biharan dixwîne.
Têkîlîya gul û bilbil jî ji vir tê. Di
edebîyatê de bilbil qet ji gulîzaran dûr nakeve. Bi dengê
xwe hertim eşqa xwe tîne ser ziman.
Bi taybetî dema newbiharê, dema gul
vedibin, xwendina bilbilan gelek zêde dibe û
dibe feryad û fîxan. Bilbil di dîwana
Feqî de gelek zêde bi biharê re hatiye bikaranîn;
Bilbil dibe bi zar e, di sal û meh
guhistî
Kamil dibû buhar e, li baxan gul
rawestî
Bişkuftî belgê dar e, heram li min
nivistî (Yıldırım, 2014: 89)
Bilbil ne tenê bi xwendina xwe bi
rengê xwe jî tevlî edebiyata me bûye. Singa wî
rengê xelîyê/pêtê de ye. Ji ber vê hin
caran ji bo aşiq tê bikaranîn. Ji ber ku aşiq jî wek
bilbilan dilşewat in û di nav ax û
fîxanan dene;
Xîretkeşê reşkakilî
ew murşîdê rengbilbilî
Ah û fîxanan wî dilî
Ji bayê fîraqa firqatê (Yıldırım,
2014: 183)
Dixwîne, bi coş e, her derê qîjqîjê
dike lê wek fîxan û wek ezîyetê tê fikir kirin. Bi
qêrîn û xwendina bilbil ji bo aşiq tê
şibandin. Ji ber ku aşiq jî wek bilbil ezîyetê dikişîne û ji
eşqê dinale tê şibandin;
Wekî mecnûn dimînim ez
Şubhê bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di zîndan û di hepsê da (Yıldırım,
2014: 243)
2. 4. Enqa/ Sîmurx/ Zimrûdê Enqa
Peyva enqa ji anaqê çêbûye. Anaq jî
maneya gerdanbend û gerdana dirêj e. Enqa
gerdan dirêj e navê wê heye lê cîsmê
wê nîne. Bi navê Sîmurx an jî Zimrûdê Enqa jî tê nasîn.
Teyrekî mîtolojîk e. Di helbestên Feqî
de sê cihan derbas dibe. Wek şexsîyeteke alîkar tê
bikaranîn. Dibêjin cismê enqa gelek
mezin e. Helbestvanê me jî bi vê xususîyetê bikaraniye;
Baxê ku baxvan bête ber, erdek heye ew
lê nebî?
Dara ku enqa bête ser, belgek heye sih
lê nebî?
Kî ji nî’metê dê dît xeber, Ya Reb
derê feyzê vebî (Yıldırım, 2014: 71)
Enqa teyreke ku ji teyrên din qîmettir
û mezintir e. çawa tê rîvayet kirin mala enqa li
ser çîyayê qafê ye û û li cihên bilind
dijî û difirî. Feqî bikaranîna enqayê jî bi çaeçoveya vê
meneyê de bikaranîye. Feqî ketiye pey
eşqekî. Lê yar mertebeyeke mezin e. çawa ki enqe jî
wê mertebê xeyal nake.
Yeqîn enqa vi hal nake
Kubar e lew sual nake
Şahê şahan xiyal nake
Geda nayê di perwayê (Yıldırım, 2014:
265)
2. 5. Eqreb/ Dûpişk
Dûpişk heywanekî zahf balkeş e. Di
helbestên Feqî de cihekî tenê de derbas dibe. Di
welatê me de herema botanê zêde hene.
bi taybetî demsalên bihar, havîn û payîzê de, êvaran
bayeke hênik tê. Di nav civatê de jî
‘baya dûpişkan’ tê bi navkirin. Gava ev ba derdikeve
dûpişk ji bo nêçîrê û gerînê
derdikevin. Zarokên vê heremê jî dizanin ê derkevin û radijin
feneran dikevin pey wan. Dikûjin û
dûvê wan jî difiroşin rêveberiya tenduristiyê. Dûpişk
heywanekî menfî ye. Di îslamê de jî
meqbûl ne hatiye hesibandin. Hedîsekî de îbnî mace
dibêje: ‘rojekê pêxemberê me gava di
nimêjê de bû, dûpişkek pêşîya wî digeriya dîd û pişt re
kûşt. Di civata me de dûpişk erênî
nayê dîtin. (Ertan, 1939: 140)
Dûpişk Sembola xetereyîyê, avaretiyê,
xapandinê ye. Di edebiyatê de dûpişk wek mar
şûna porê, zulfê tê şibandin.
Feqî di helbesta xwe ya jêrîn de bi
taybetiya reşbûna dûpişk şibandiye zulfan.
Şerm in ji dêmê zerî, eqreban derb li
dil dan
Xurşîd û mah muşterî, perwane dî
muqabil dan
Însan li şiklê perî, ya hûr e
sîfetwîldan (Yıldırım,2014: 82)
2. 6. Fîl
Fil di helbestên Feqî de carek tenê
derbas dibe. Fîl bi girbûna xwe û ew wazîfeyên
wan ê sedsalan, di şeran de barê
hilgirtine ser xwe, di jiyana însan de cihekî muhim girtine.
(Yılmaz, 2011: 41) Tenê di helbesta ya
bi navê ‘Kela Dimdimê’ de fîl derbas dibe û temaya
vê helbestê jî şer e. Helbesteke epîk
e. Her wiha Feqî di vê beyta jêr de bikaranîna fîl
leşkereke yan jî wek hesp amûreke şêr
e.
Ji hev dibirin dîl e
Bûye qîrîn û qîl e
Aciz bûn betl û fîl e
Beristine hev bi hîle (Yıldırım, 2014:
152)
2. 7. Goyîn/Tûtî/ Şehtûtî
Di Farisî de ‘tûtî’, di Erebî de
‘bebgâ’, Tirkî ‘papağan’ yan jî ‘dudu’ tê bi nav kirin. Di
helbestên Feqî de zêdehî bi ‘goyîn’ tê
bikaranîn. Li erdên tropîqal mîna Efrîqa, Esya û
Emerîqa dijîn. Serên wan gir in.
Qirikên wan kurt û niklê wan jî badayî ye û zimanê wan gir
in. Lingê xwe wek destê xwe dikarin
bikarbînin. Gelek cureyên wan hene. Hejmara cureyên
wan yên ku hatine tespîtkirin 300dî
zêdetir e.( Ertan, 1939: 224) Hin qabilîyetên goyîn hene û
bi van qabilîyetan dikare dengê ku
dibihîse teqlîd bike û gotinên ku fêr dibe; fêm nake,
nafikire lê dikare bêje. Di hemû
edebiyatên cîhanê de goyîn bi vê xususîyeta xwe cîh
girtîye.(Güler, 2014: 62) Di nav
tebîetê de heywanan yan jî însanan nikarin teqlîd bikin. Tûtî
li daristanan dijîn. Ji ber ku dengê
însanan û ezgîyan dikarin teqlîd bikin, li xaniyan di nav
qefesan de tên xweyîkirin. ( Ertan,
1939: 224)
Goyîn û şekir
Di edebiyata gelêrî de gelemperî goyîn
roleke. Çîrokên xweş dibêje, pendên exlakî
dide û çîrokbêjekî şîretmend e. Bi vê
xususîyeta wî buye semboleke numûne. Goyîn tiştê ku
fêrî wî kirine dibêje û xeberdana wî
jî xweşê mirovan diçe. Ji goyîn re însan tiştên xweşê wî
diçe nîşanê goyîn dike û ew jî dibêje.
Bi vî awayî goyîn bûye nûnera mirovên xweş dibêje û
xweş xeber dide. (Güler, 2014: 62)
Şaîrê me jî goyînê di beyta jêr de bi vî avayî bikaranîye.
Ne çîçek man ne asmîn man
Ne zozanê di rengîn man
Ne goyînê di xweşxwîn man
Ne nîsan û ne adar e (Yıldırım, 2014:
52)
Goyîn bi taybetiyên cur be cur
derdikevin pêş me. Lê yê herî zêde kum in tespît kiriye
têkilîya goyîn û şekir e. her ku tê
gotin goyîn gelek zêde hij şekir dikin û şekir dixwûn. Ji ber
vê jî goyîn bûye sembola lêva yarê û
kelamên xweş yên di nav lêvên wê de derkevin. Feqî jî
bi vî awayî bikaranîye:
Ew nazika meşhûrê ‘am
Şehtûtîya eywan meqam
Lebşekera şîrînkelam
Şeytan di xew debi’ketê (Yıldırım,
2014: 123)
Tê gotin ku gava şekir bide goyîn
xeber dide dengê mirovan teqlîd dike û gotinên
xweş dibêje. Gava şekir em nedinê
bêdeng e û xeber nade. Ev carna ji bo yarê tê şibandin.
Yanî aşiq benda gotinên xweş yên yarê
ne. Lê maşûq gotinên xweş nebêje aşiq wek goyîn lal
dibe û xeber nade. Bikaranîna Feqî jî
bi vî awayî ye. goyîn di nav dar û Beran de bê deng e.
ne digirî ne xeber didî û bêsuc e.
sebeb jî eşq e. aşiq xwe kiriye şûna goyîn û ji derdê eşqê lal
bûye:
Hub rêtî canê beşer e, sewda ji mejyê
wî firî
Goyînê nêv dar û ber e, bêsuc e qet
nakit girî
İşq û evîna qemer e, mutq û lîsanê jê
birî (Yıldırım,2014. 74)
Goyîn û Nalîn
Peyva tûtî Farisîye, peyva Goyînê jî
Kurdî ye. Taybetîyeke hevpar a goyînê û billbil
nalîna wan e. Çawa ku nalîna bilbil
wek şibandinê û şûna aşiq tê bikaranîn her wkî din ev
taybetî ji bo tûtî/ goyîn jî tê
bikaranîn. Feqî ji bo wuslata xwe dinale û hêvîya yara xwe ye ji
bo nalîna xwe tûtî bikaranîye;
Binêr tûtî û nalînê
Binêr goyîn û kalînê
Ji ‘işqa dêmşemalînê
Ku meymest im ji vê geştê (Yıldırım,
2014: 240)
Goyîn û Bilbil
Bilbil û goyîn carna bi ziddê hev yanî
goyîn bi taybetîya xwe ya ziman şîrînîyê bilbil jî
çawa ku ji yarê gotinên xweş nabihîse,
bi jan û xemê tê bikaranîn. Lê carna jî wek me jor de
behs kir, bi nalînê yan jî ji dûr bûna
ji yarê derdikevin pêş me. Feqî jî bilbil û goyîn ji
negihiştinê ji wusletê durketinê
bikaranîye:
Firaqê têk hirqet e, be’îd ji ber
xiyalê
Tewna ye û zehmet e, bilbil ji wê
cemalê
Goyîn xew nakete, dûr in ji wîsalê
(Yıldırım, 2014: 83)
2. 8. Hesp / Feres/ Kumêt/ Kihêl/ Beza
Hesp di edebiyata kurdî ya klasîk de
gelek caran derdikeve pêş me. Di helbestên Feqî
de carek bi ‘feres’ carek bi ‘kumêt’
carek ‘kihêl’ carek ‘beza’ pênc cihan jî hesp, bi gelemperî
yê ku me tespît kiriye neh caran
derbas dibe. Gelek navê wan jî hene. Ger bi rengê xwe binav
bûne ger jî bi xwediyî xwe re bi nav
bûne mîna hespê Ristemê Zal ‘rehş’.
Di dîwana Feqî de jî hesp gelek navên
cuda hatine bikaranîn û herî zêde di helbesta ya bi navê
Şêxê Sen’an de derbas dibe.
Hesp ji bo mirovan ji bo siwarbûnê,
hatin û çûyînê ve di jiyana însan de ciheke girîng
digire. di vê beyta jêr de hesp bi
meneya xwe ya eslî derdikeve pêş me. Helbestvanê me di vê
beytê de gava ku pênsed mûrşîd ji bo
Sen’an hatibûn û nikaribûn wî îkna bikin û mecbûr man
û zîvirîn, barê xwe hesp kirin û ketên
rê.
Şewket nekir we panseda
Pêla ku şêx bir eseda
Mêrek nebû bi nav we da
Hespê xwe bajot ser kete (Yıldırım,
2014: 208)
Di helbesta Şêxê Sen’an de ev helbest
derbs dibin û bi devê yarê tê gotin. Li vir yar
êdî bûye evîndarê Şêx û ji derdê wî
dinale. hesp ji bo çûyînê, ji bo rêve çûyîna nazik û
xweşik, ji bo qimet bûnê ji bo lez
bûnê hwd tê bikaranîn.
Min postekî bakî divê
Kewser ji dest saqî divê
Qelbê xwe muştaqî divê
Hepsek divê kiç pê re tê (Yıldırım,
2014: 216)
Min hespekî çûnxweş divê
Kumêtekî kapreş divê
Çapxwûnekî pirmeş divê
Xwoşçûn bi teb’ê min ketê (Yıldırım,
2014: 216)
Têt bilez şubhetê bayê
Li feresê çeng ji hewayê
Di menzîla sanî gihayê
Roja pêşîn bi rê kete (Yıldırım, 2014:
218)
Ba hejandin zulf û xêlê
Bedewa deyba bi kihêlê
Lê dirêj bûn deşt û hêlê
Ji canibê dêrê ve tê (Yıldırım, 2014:
217)
2. 9. Hudhud
Hudhud peyveke Erebiye û ji erebî
derbasî Kurdî bûye. Tirkî ‘îbîbîk’ farisî ‘pûpû,
şâne-ser’ tê bi nav kirin. Hudhud di
helbestên Feqî de du cihan de tenê derbas dibe û her du
cihan de jî bi Belqis re
bikaraniye.(Eskigün, 2006: 37) Hudhud teyrekî di navbera Hz.
Sileyman û melîkeya Sabe ya tavperest
Belqis de wezîfeya pevrenivîsî û namenivîsî de elçîtî
dikir. (Turan, 2014: 31) Di Qur’anê de
di ayeta ‘Neml’ de hudhud derbas dibe û derheqê
hudhud de ev derbas dibin:
(Sileyman) teyran jî teftîş kir û wiha
got. ‘ ez çima hudhud nabînim? Yan jî winda bûye?
hinceteke baş eger nîşan nede ezê wî bi
tundî ceza bikim yan jî serê wî jêkim.’ Hudhud
hat:’got: tişta ku tu pê nizanî fêr
bûm û min ji Sebeyê te re xeberekî rast aniye. Bi rastî jinekê
hatim û serokatiya wan dikir û ji hemî
tiştan ji bona wê hatibû dayînê û ji bo wê textekî mezin
jî hebû.’ Ez eastî wan hatim ku xelkê
wan ji xeynê xwedê secdê tavê re dikirin. Tê dîtin ku
şeytan emelê wan ê xerab ji wan re
xweş nîşan daye û ji rê derxistiye. Ji ber vê rûra rast
nabînin. Halbûkî li asîman û ser
zemînê de hemû tiştê veşartî yê derdixe, yê ku hûn jî
vedişêrin derdixe holê jî dizane Xûdê
re secde û te’etê ne hewceye bikin? Halbûkî ew,
hûkumdariya herî fireh û ew Rebbê erşê
herî mezin ji xeyrî Xûdê kes nîne. Sileyman got Ka
em mêzênin, gelo tu rast dibêje yan jî
yekî virkerî, emê vê ga bibînin. Tu vê gav vê nameyê
bibe, dêne ba wan, paşî ji wan piçek
dûr bibe û ka ê çi bikin bimêzine. (Neml, 27/20-28)
Hudhud di dîwana Feqî de jî bi vî
awayî yanî wek qiseya Qur’anê derbas dibe.
Eger Leyla nehêt Qeysê
Ne hudhud bête Belqisê
Şemala dil ji ku dîsê
Çirayê Tûr û Sînayê (Yıldırım, 2014:
266)
2. 10. Hût
Di helbestên Feqî de hût tenê cihekî
de derdikeve pêş me. Hz. Yûnus di Qur’anê de
derbas dibe û bi masî tê nasîn. Hz
yûnus resûl bû û xelqê Nînovayê re hatibû şiyandin. Hz
yûnus demek dirêj xelqê xwe dawet kir
lê kesî qebûl nekir. Muhtemel e ku muhlet hatibû
dayîn ji bo towbê, lê Hz. Yûnus vê
nizanibû. Yûnus go qey wextê ezebê hat revî. Gava revî çû
keştîyekê de ku tê de tijî bar hebû.
Firtone destpê kir, keştî di nav pêlan de hima mabû
biqulibe ji qulibînê tirsan û ji bo
barê keştîyê kêm kin biryar dan ku yekî ji keştîyê bavêjin. Ji
bo vê jî qura kişandin. Qura jî ser
hev sê cara Hz. Yûnus re derket. Hz. Yûnus xwe avêt nav
behrê. Di nav avê de jî masî wî xwar.
Xûdê wehî kiribû ku bila zerer nebîne û sipûsexlem wî
derxist li ser zemînê.(Çayır, 1999:
82-83) Qiseya Hz. Yûnus bi vî awayîye. Feqî jî li ser vê
qiseyê hikmeta Xûdê di helbesta xwe de
aniye ser ziman;
Yûnus wekî hût dabeland
Yek wesele jê nexeland
Dîsan bi dinê wesiland
Min sidq û bawer bi te tê (Yıldırım,
2014: 146)
2. 11. Keftar
Keftar di helbestên Feqî de tenê sê
cihan de derbas dibe. Keftar bi gelemperî
heywanekî bi terman xwe têr dike,
stûnê wî kof e, bihêz e û heywanekî goştxwar e. Di
helbestan de gelemperî bi şibandina
‘kalekî beredayî’ tê bikaranîn ku Feqî jî bi vê meneyê
bikaraniye.(Kaya, 2017: 83)
Bi ew femê ji kar bûyî
Keftarê reş rûkar bûyî
Bê taqet û bîmar bûyî
Ji kuhniyê pur afete (Yıldırım, 2014:
199)
Yar aşiq dişibîne keftarekî beredayî,
pîr û qofê wî derketî îfade dike ku mirina wî
nêzîk e.(Kaya, 2017: 83)
Ji kuhneyê lêv şor bûyî
Keftarê qamet qor bûyî
Îro qewî dergor bûyî
Borî ji behra lezzete (Yıldırım, 2014:
199)
2. 12. Masî/semek
Di helbestan de masî sê cihan tenê tê
pêşiya me. Du cihan ‘Masî’ cihekî jî ‘Semek’
derbas dibe. Masî her wekî ku em
dizanin di nav avê de djîn û gava ji nav avê derkevin
dimirin. Masî di nav avê de gava
bimirin li ser avê dikevin û bi avê re diherikin. Di edebiyatê
de masî beytên xemgîn êş û jan de
derdikevin pêş me. Xwe dişibînin masîyê ser avê ketî yanî
yên mirî.
Heta niha dil şewitî
Cerg û hinav min peritî
Lew a’şiq li erdê perpitî
Wek masiyê bi dêmê kete (Yıldırım,
2014: 257)
2. 13. Mar/ Reşmar/ Şehmar/ Ejderha
Mar di Edebîyata klasîk de gelemperî
neyînî tê li hemberî me. Ji mezinên wan re faris
dibêjin ejderha. Erebî mar ef’a, ef’î
û su’ban e. Bijehr, tirsdêr, kerîxînêr û sinsî ne.
Xişendeyeke êrîşkar e. Di edebîyata
kilasîk ya kurdî de mar bi awayekî berfireh tê bikaranîn.
Ger bi rengê wan ger bi şeklê wan an
jî dirêjîya wan û hereketên û badayî derdikevin pêşîya
me. Ji bo zûlfa yarê, şûr, nefs,
birîn, tîr û reqîb tê şibandin.
Mar û Zûlf
Pora yarê ya reş, ronaq, fetlanek
gelek zêde bi mar ve tê şibandin. Por eynî wek mar
reş, ronaq û fetlanok e. Wek mar
nagihan aşiq ve dide û aşiq girê dide xwe.
Marê milê wê gestime
Zulfê di nazik betsime
Sanî’ji sun’an xwestime
Da têr bibînim sin’etê (Yildirim,
2014: 190)
Mar û Gencîne:
Di mîtolojîyan de, xezîne ji aliyê
ejderhayan an jî ji aliyê maran ve tê muhafezekirin.
Carna raste rast xezîne tê qestkirin.
Carna ji bo ruyê yarê, hinarokê yarê an jî devê wê
dişibînin xezînê, zulfan jî dişibînin
ejderha yan jî mar.
Babê xezîna mar li ser
Şêx ejderha avetê ber
Dêmdur ji dêrê hate der
Îkram kirî kalîn kete (Yildirim, 2014:
197)
Mar û Qebr
Di herema Kurdistanê de marê
reş/reşmar marê herî bijehr tê hesibandin. Motîfekî dînî
lê kirine. Gava yek tişteke nebaş bike
an jî dilê yekî bihêle jê re dibêjin marê min were sitûyê
te. Mar; malê dinyayê, xwestekan û
kesretê temsîl dike. Li gor baweriya îslamê malê ku
zekata wê û fitra wê nehatiye dayîn û
heram tevlî wî malî bûye dişibînîn mar. Ev mar di
axîretê de dibe cinawirek û tê qirika
wî xweyîyê mal û qirika wî dijdênî, dixeniqîne. Em
dizanin ku mar di binê erdê de dijîn û
di valahîyê goran de cîh dibin. Bi terman xwe têr dikin.
ji ber vê jî mar bi goran ve tê
bikaranîn. (Ertan, 1939. 128-129)
Dibêjin xoce bêdebr e
Di me’nê de dikan qebr e
Tijî toz e, tijî xebr e
Qebir teng e, tijî mar e (Yıldırım,
2014: 51)
2. 14. Ordek/ Qaz
Di helbestên Feqî de sê cihan ordek û
sê cihan de jî qaz derbas dibe. ji ber ku famîliya
ya wan eynî ye em ê herduyan bi hev re
vebikolin. Ordek yan jî qaz teyrên avê ne. Ji ber k udi
nav avê de demê xwe derbas dikin ji bo
wê gelek cihan em dibînin ku bi avê de tê bikaranîn.
Ordek di dîwana Feqî de cihek muhim
digire. Her wiha helbestek bi navê ‘ordeka ava Cizirê’
di helbesta Feqî de heye. Ordek di nav
avê de demê xwe derbas dikin û xwe pakil dikin, lingê
wan perdeyî ye hi bo wê jî li ser avê
gelek rehet diçin û bi vê çûyîna xwe bi narînbûnê û
delalîyê temsîl dike. Di vê helbesta
jêr de em dibînin ku, Feqî ordekê şibandiye yara xwe:
Ordeka ava Cizîrê
Qemera bedra munîrê
Min tu car naçî ji bîrê
Her mudama ew refîq (Yıldırım, 2014:
100)
Di edebiyata kilasîk de cihê xezal,
quling û ordekê cuda ye. Ji bo vegotina dildar û
sewdayê de bûne sembol;
Her mudama ew hewal e
Şev û rojê min li bal e
Ordeka gerdan bi xal e
Reşrihana pîr ‘etîq (Yıldırım, 2014:
100)
Di edebiyata kurdî de heywan bi meneya
xwe ya eslî jî derdikevin pêş me.
Helbestvanê me di vê beytê de bi
meneya heqîqî bikaraniye. çawa ku bihar tê ji bo hemû
heyvwanan re coşeke mezin e, ji wan re
destpêka rihetî û xweşiyê ye. Di vê beytê de jî behsa
vê mijarê kiriye.
Bihareke bi nûrîn e
Qaz û qumrî di gazî ne
Ji bo bilbil qiranîn e
Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım,
2014: 227)
Taybetiya qaz û ordekan ya herî zêde
derdikeve pêş me bêgûman gerdana wê ye.
Gerdana wê dişibînin gerdana yarê.
Helbestvanê me bi vê meneyê bikaraniye.
Mehbûbê purnaz tu yî
Zêde xweşawaz tu yî
Qewî bidilxwaz tu yî
Ereba rimbaz tu yî
Gerdan kuse qaz tu yî
bi toq û kolan tu yî (Yıldırım, 2014:
237)
2. 15. Perwane
Perwane di helbestên Feqî de şeş cihan
de derdikeve pêş me. Zerafet û nazikbûna
perwaneyan gelek caran dêhnê me
dikşîne. Cureyeka pirpirok/pepûleyan e. Piçûk in. Êvarê
derdora findê an jî ronahîyekî
dizivire. Di edebiyata kilasîk de jî gelemperî bi vê meneyê
derdikeve pêşiya me. Di edebiyata
kilasîk de perwane aşiq temsîl dike maşûq jî şem’/find
temsîl dike. Aşiq
Feqî:
Perwane lew dimirit, xweş nîn e ev bi
jînê
Zeîf e xwe nagirit, tîj e berqa evînê
Di perdê nasebirit, dabiret kemala
dînê (Yıldırım, 2014: 83)
Di navbera perwane û bi avêtina nav
agir ya Hz. Îbrahîm re tê telmîh tê kirin. Gava
Hz.Îbrahîm ji Nemrûd re secde nekir
avêtin nav agir. Bi izna Xûdê agir bû gulistan. Perwanê
jî gava avêtin şem’ê, şem’ jî dibe
gulistan. Ev bûyer di maneya tesawufî de em şîrove bikin;
perwane derwîşeke ku xwe daye rêya
eşqa îlahî, şem’ jî Xûdê ye. (Durkaya, 15: 24) Perwane
ji cezbeya şem’ê xwe dûr nake. Xîret
dike ku xwe bi şewitandinê bigihijîne wê. Perwane bê
sedem xwe navêje nav agir. Şem’ wahdet
e, fitîl jî can e. (Ertan, 1939: 271) Feqî di beyta jêr
de bi taybetiya can fedakirinê
bikaraniye. xwe şibandiye perwanê can fedakirina xwe bi
şibandina perwanê aniye ser ziman;
Di fesla çardehê nîsa
Me dît dîlberek dîsa
Di dilda meşe’lek îsa
Me can da şubhê perwanê (Yıldırım,
2014: 228)
2. 16. Quling
Di erebî de ‘kurkîyy’ di kurdî de
quling tê bi nav kirin. Di helbestan de tenê carek
derdikeve pêş me. Quling bi gelemperî
li cihên teqîn û deştan dijîn. Dişibin leylekan. Lê cuda
ne. Cudatiya wan û leylekan yek ev e
ku nikilên qulingan piçûk in, yê leylekan mezin e.
Demsala gelemperî heywanan bihar e.
Bihar ji bo wan xweşiye. Feqî di helbesta xwe
ya bi navê ‘Fesla Biharê Cennetê’ de gelemperî
xweşî û taybetiyên biharê têne ser ziman. Di
vê beytê de jî teyrên ku biharê de
tiştên ku dikin têne ziman û nîşaneyên biharê ne:
Ewan Teyran awaz awaz
Nê sor dibin ew sî û qaz
Rewda quling têtin bi naz
Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım,
2014: 226)
2. 17. Qumrî
Qumrî di helbestên Feqî de du car
derbas dibe. Qumrî peyveke erebîye. Rengê wê
qehweyîye, xwendina wê de ahengeke
bixem tê bihistin. Sembola hez, sedeqat û aramiyê ne.
(Ertan,1939: 209) Wek sembola mıhebetê
tê zanîn û di gerdana wê de mûyên wek helqê wek
gerdanbendê tê hesibandin û ji bo
şibandina aşiqan, ya tê şibandin e. (Yıldırım, 2014: 122)
Şairê me jî bi vi awayî bikaraniye.
Bêkir ji rengê hurîyan
Serdarê reffê qumrîyan
Seyyad e qelbê sofîyan
Meşxûl bi kêra zebhetê (Sadinî, 2014:
359)
Bihar ji heywanan re nîşaneya xwerin,
cotbûn û aramiyê ye. Ji ber vê heywan teyr
dixwênin û diqêrîn.
Bihareke bi nûrîn e
Qaz û qumrî di gazî ne
Ji bo bilbil qiranîn e
Dîsa bi xêr bêtin bihar (Yıldırım,
2014: 227)
2. 18. Seh/ Tûle/ Kopek
Seh di jiyanê de heywanên wefakar tên
zanîn. Di malan, bexçeyan, gundan, di nêçîran
de heywanek alîkar e. Di helbestên
Feqî de du car ‘Seh’ du car ‘Tûle’ du car jî ‘Kopek’ derbas
dibe. di dîwanê de hem menfî hem jî
misbet hatiye bikaranîn. Seh hin cihan heywaneke sadiq
e hin cihan jî wek heqeret, nifir tê
bikaranîn.
Hin seh hene piçûkatiya xwe heta
mezinahiya xwe xirab hatine xweyî kirin ji ber vê
erîşî mirovan dikin armanca wan tenê
xirab kirine. ji bo hin kesên xirab, kesên nîyet nebaş re
jî bi vê meneyê de tê şibandin.
Kopekî pehtî bi niftê
Şehreza kir şêx bi miftê
Bîr kire yarê şikeftê
Ne bi xêr kî qissetê (Yıldırım, 2014:
120)
Seh ji aliyê aşiq-maşuq ve yan jî ji
aliyê tesavufî ve tê tetqîq kirin. Bi teşbîhan ve bi
temsîlan ve tê bikaranîn. Aşiq di
dergaha yarê de xwe wek seh dihesibênin.(Ertan, 1939: 100)
Tûleyê dergahê yar im
Şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im
Çavriyê siltan im ez (Yıldırım, 2014:
250)
Seh har weku em dizanin erîşkar in.
Kesê namêzênin û kes nexema wa de ye. Lê li vir
meneya wek me jorê behs kir însanên
cahil nezan û xirab ve tê şibandin.
Ne xwemxar ene dilsoz e
Ji wî bayî di reng doj e
Bi wan halan ker û gêj e
Belawat û sehê har e (Yıldırım, 2014:
63)
2. 19. Şêr/ Esed/ Eslan/ Şepal
Şêr di heremên Efrîqa, Erebîstan, Îran
û Hidîstanê dijîn. Di helbestên Feqî de nozdeh
caran derbas dibe. di dîwanê de yê ku
me tespît kiriye; carek ‘Eslan’ carek ‘Şepal’ du car
‘Esed’ panzdeh caran jî ‘Şêr’ derbas
dibe. Şêr hin taybetîyên tabiî, xwezayî di beytan de cîh
digire. Di nav heywanan de yê herî
bihêz şêr e. Gava pesnê yekî bidin bi qeweta yan jî bi
xezaba şêr tê mukayese kirin. Di
Edebîyata klasîk de şêr sembola mêranî, hamîyet û wêrekîyê
ye. Hin caran şêr bi meneya menfî
carna jî bi meneya misbet tê bikaranîn.
Di civatê de şêr kesên qenc û jêhatî û
bikêr re tê gotin. Meneyeke misbet tê zanîn.
Helbestvanê me jî hemwatê de
bikaraniye.
Dinê qenc e tijî şêr bin
Ji xêra radi xweşmêr bin
Ne mislê min di bêkêr bin
We bê kesb û we bê kar e (Yıldırım,
2014: 55)
Her wisa di edebîyata klasîk de şêr
sembola mêranî, hamîyet û wêrekîyê ye. Bi taybetî
Hz. Alî û Hz. Hamza bi laqaba şêr tên
nasîn cengan de mirovên herî bihêz û jêhatî û yên
mêrxas bi şêr re tên şibandin. Ev
beyta jêr di helbesta ya bi navê ‘kela Dimdimê’ de derbas
dibe û temaya vê helbestê jî şer e.
Feqî bi meneya mêrxasî, wêrekî û mêraniyê bikaraniye.
Çi dibên metn û niwişt e
wan şêran zend vemişt e
Qebdê şîran herişt e
Çûne cihê duqiştê (Yıldırım, 2014: 155)
Helbestvanê me şêr dişibîne yar e.
Şêxê Sen’an ketiye destê yarê yanî destê şêr de.
Murşîdê Şêx gava nikarin wî îkna bikin
Şêx li wir destê şêr de dihêlin dizîvirin.
Şewket nekir we panseda
Pêla ku şêx bir eseda
Mêrek nebû bi nav we da
Hespê xwe bajot ser kete (Yıldırım,
2014: 208)
Di tebî’etê de şêr bi neçîrvaniya xwe
ve navdar e û şahê heywana tê nasîn.
Nêçîrvanekê wêrek û jêhatiye. Erîşî
her cure heywanan dikin û natirsin. Ji ber te’ma xezalan
xweş tê jo wan re şêr zêde xezalan xwe
re dixwin neçîr. Lê di vê beytê de helbestvanê me zidê
wê baweriyê bikaraniye. Şêr li vir yar
e û xezal jî Şêxê Sen’an e.
Kê dî xezal şêran bigrin
Betlan ji nav mêran bigrin
Şêxan di nav dêran bigrin
Qutban ji xelqê ummetê (Yıldırım,
2014: 196)
Di helbestê de karekter û çavê yarê bi
hêz û qeweta şêr re têkilî tê kirin. (Kaya, 2017: 84)
Şêxê me bir şêrehmerê
Pansed murîd tîjnezerê
Belav kirin ji wê derê
Eslansurrê şêrheybetê (Yıldırım, 2014:
207)
Di vê beytê de hêz û qeweta şêr yanî
yarê aniye ziman.
Sofî dibên ya şêx meded
Bêhede dijwar e esed
Vala kirin zîn bê’eded
Davêt û awur nadetê (Yıldırım, 2014:
207)
2. 20. Pezkûvî
Di helbestên Feqî de pezkûvî tenê
carek derbas dibe. Pezkûvî di nav heywanan de
heywaneke tirsok û biendişe ye. Ji
xeynî xwe tu heywanên din ewle nabe. Ji ber vê taybetiya
vê di edebiyata klasîk de yarê temsîl
dike. Neçîrvanê yarê jî aşiq e. Her çi qas bixwaze xwe re
bixwe nêçîr lê her tim têk diçe.
(Durkaya: 24) Lê şaîrê me di dîwanê de bi maneyeke cuda
bikaraniye. Di helbesta bi navê ‘Abidê
Bersis’ de derbas dibe. Her ku em dizanin pezkuvî li
serî çîyê dijîn. Tenê bi serê xwe
dijîn. Bi vê xisûsiyeta pezkûvîyan Feqî helbesta xwe de
bikaraniye;
Çûbû meqamê ewlîya
Ji tirsa Xweda keftbû çîya
Diçêrê di nêv pezkûvîya
Nêzîkî halê hîkmetê (Yıldırım, 2014:
106)
2. 21. Xergûş/Kîvroşk
Di helbestên Feqî de xergûş tenê carek
derbas dibe. Kîvroşk di civatê de şîrînin û nerm
in. Bi lez direvin, pîyê wan yê paş ji
pîyên pêş dirêjtirin. Çavê wan mezinin lê dûvê wan kurt
in. Simbêl û gûhên wan dirêj in. Li
welatê me hema her cihî dijîn û demek zû de zêde dibin.
Di civatê de ji ber ku goştê wan tê
xwarin û helal in her tim dibin hedefên nêçîrvanan. Di
edebîyata Kurdî ya klasîk de jî em
têkilîya kîvroşk û neçîrvan bi hev re dibînin. gelemperî
neçîrvan û kîvroşk bi hev re derdikeve
pêş me;
Çuyî sist î çuyî kehl î!
Di xu yekcar neda mehl î
Mebe xergûş di nêv dehlê
Seyyadê te kevandar e (Yıldırım, 2014:
50)
2. 22. Xinzîr/ Wehş/ Beraz
Di helbestên Feqî de beraz deh cihan
de derbas dibe û peyva ‘xinzir’ carek peyva
‘wehş’ çar cihan û peyva ‘beraz’ jî
pênç cîhan derdikeve pêş me. Zêde di dîwanê de hatibe
bikaranîn jî awaya bikaranînê yek e.
Beraz di edebîyata kilasîk de gelemperi menfî ye.
Sedema wê jî ev e ku; di baweriya
îslamê de heywaneke heram tê hesibandin. Xwedîkirina
wan heta destdayîna wan heram tê
dîtîn. Beraz zêde di Çîroka şêxê sen’an de derdikeve pêş
me. Dîlber ji Şêxê Sen’an sê tiştan
dixwaze; yekem vexwarina şerabê, duyem qetandina
Qur’anê ya sêyem jî gavantiya berazan
bû. Şêxê Sen’an qebûl dike yek bi yek wan erkan bi
cîh tîne û dawîyê de jî dibe gavanê
berazan;
Şêxê gavanê berazan
Îştîha çû zikr û sazan
Çerx didane çerx û bazen
Meşîya nêcê dawetê (Yıldırım, 2014:
212)
2. 23. Xurab/ Qir
Di dîwana Feqî de xurab tenê carekê
derbas dibe. Ji ber ku çavê xurab reş e, di
helbestên klasîk de carna çavê xurab û
tarîyê carna jî têkilîyek navbera yarê tê kirin. (Kaya,
2017: 82)
Suhtim xezala çavxurab
‘işqa te ez kirme kebab
Suhtim biraştim bê hesab
Berqa ‘uyûnan vêketê (Yıldırım, 2014:
198)
ENCAM
Feqîyê Teyran bi navê rastî Mihemed,
di navbera sedsala 16-17. de jiyaye. Bi terzeka
resen helbestên xwe nivîsîye. Di
dîwana xwe de gelek unsur bikaraniye. Heywanat jî di
helbestên wî de cihek muhim digire. Di
helbestên Feqîyê Teyran de gelek cureyê heywanan
hatine bikaranîn. Sedema vê jî ew e ku
ji bo şibandinê, ji bo unsureke teşbîhê bikaraniye. Hin
heywan bi dengê xwe hin heywan ji bo
çîrokên xwe hin heywan ji bo meneyên ku hatine lê
kirin û hin heywan jî ji bo şeklên xwe
di helbestan de hatine bikaranîn. Yên herî zêde tên ber
çavê me teyrin. Heywanat di helbestên
Feqî de bi maneyên tesawufî, mîtolojîk, civakî û bi
yên xwezayî hatine bikaranin.
Di edebiyata kurdî ya klasîk bi
gotinên kêm zahf tiştan tînin ziman. Ji bo vê jî
mezmûman bikartînin. Mesela gava behsa
çavan bikin xezal tê bikaranîn. Gava behsa porên
reş bikin mar yan jî dûpişk tê
bikaranîn.
Tişta ku me tespît kiriye, Feqî di
dîwana xwe de heywanên ku herî zêde bikaranîye
bilbil e. Bilbil dişibîne xwe û dide
nîşan ku ji bo eşqê dinale û dişewite. Mîna bilbil ji bo yarê
di nav derd û êşan de ye. Feqî ji bo
eşqa Xûdê dinale. Di helbesta Feqî û Bilbil de jî ev tişt
berbiçav e. Me di vê xebatê de
heywanên ku di dîwana Feqîyê Teyran de hatine bikaranîn
heta ji destê me hat me tespît kirin û
awaya bikaranînê tedqîq kir.
ÇAVKANÎ
ADAK, Abdurahman (2013).Destpêka
Edebiyata Kurdî ya Klasîk.Stenbol. Nûbihar.
Meretowar, A. (2014, 12 10). Sînorên
Edebiyata Kurdî Ya Klasîk. http://nupelda.net.
BATİSLAM, H. Dilek. (2002). Divan
Şiirinin Mitolojik Kuşları: HÜMÂ, ANKA VE
SİMURG. Türk Kültürü incelemeleri .
İstanbul.
ÇAYIR, Celal. (1999). Kuran-ı Kerimde
Zikredilen Hayvanlar ve Zikir sebebleri. Yüksek
Lisans Tezi. Şanlıurfa.
DÊRÊŞÎ, Seîd (amd) (2011). Dîwana
Feqîyê Teyran(tîpguhêzî ji erebî bo tîpên latînî: Dewlet
Elî). Weşanên Lîs. Çapa Yekemîn. Ankara
DURKAYA, Hayriyye. (tarih yok).
Fehim-i Kadim Divaninda Hayvanlar. Uluslararası
Sosyal Araştırmalar Dergisi .
ERDOĞAN, Mehtap (2010). Sıdki Paşa
Divan ve Berf ü Bahar. kitabevi yayınları.
ERTAN, Mehmet Emin (1939). Fuzuli
Divanında Hayvanlar. İstanbul.
ESEN, Selami (amd) (2006). Edebiyata
Kurdî ya Klasîk. Kurdî-der
ESKİGÜN, Kübra (2006). Klasik Türk
Şiirinde efsanevi kuşlar. Kahramanmaraş.
Feridüddin-i Attâr , (2011). Mantık
Al-Tayr. (Farsça aslından çeviren: Abdülbâki Gölpınarlı) .
İstanbul: Türkiye İş Bankası Kültür
Yayınları 4. Baskı.
KAM, Ömer Ferit (2008). Âsâr-ı Edebiye
Tedkikatı-Divan Şiirinin Dünyasına Giriş,
(Hzl.Halil Çeltik). Ankara: Birleşik
Yayınları.
KAYA, Bülent. (2017). Feqîyê Teyran’ın
Şêxê Sen’an Şiirinin İçerik Açısından
İncenlenmesi. Yüksek Lisans Tezi.
Diyarbakır.
ONAY, Ahmet Talat(2013). Açıklamalı
Divan Şiiri Sözlüğü. berikan yayıncılık .
ORKİN, Şeyhmus (2015). Di Berhemên
Feqîyê Teyran de Hêmanên Tesawufî. Teza Lîsansa
Bilind. Mûş
PALA, İskender (2009). Ansiklopedik
Divan Şiiri Sözlüğü. İstanbul: Kapı Yayınları.
TURAN, Muhittin. (Aralık 2014). Ahmedi
Divanında Kuşlar. Akademik Sosyal Araştırmalar
Dergisi .
YILDIRIM, Kadri. (2014). Faki-yi
Teyran Divan, Kültür ve Turizm Bakanlığı yayınları.
Birinci Baskı. Ankara
YILMAZ, Serpil (2011). Mesnevide geçen
Hayvanların Tasavufi yorumu. Konya.
ZAVOTÇU, Dç. Dr. Gencay (2013, 11).
Klasik Türk Edebiyatı Sözlüğü. kesit yayınları.
1 Comments
👏
ReplyDelete